Gotinên pêşiyan ên şêxbizinî (Vitini köne şêxbizinî)

Gotinên pêşiyan ên şêxbizinî (Vitini köne şêxbizinî)

Amadekar: Mehmet Alî Demîrel

Kurmanciya wan: Umîd Demîrhan

 

Derbarê berhevkar û devoka şêxbizinî de çend gotin:

  1. Mehmet Alî Demîrel (Memoçilo): Helbestvan û nivîskarekî heweskar ê devera Haymanayê (Enqere) ye. Ji bo pêşvebirina çand û zimanê kurdî yê şêxbizinî (şahzênî) gotar û helbestan dinivîse, xebatên xwe li ser torên medyaya civakî parve dike. Ji aliyekî din ve di rojnameya Haymanayê ya herêmî de her hefte helbestên wî tên weşandin. Xwediyê pirtûkeke helbestan a bi tirkî ye jî.
  2. Şêxbizinî û devoka wan a kurdî: Şêxbizinî zaravayê eşîra Şêxbizinî (Şahzênî) ye ku li Anatolyayê, başûr û bakurê Kurdistanê belav bûye û gelekî di bin bandora zaravayên kurdî yên din de maye; lê belê ji aliyê ferhengî û rêzimanî ve dişibihe zaravayên kelhurî û feylî yên kurdiya başûr. Li gorî lêkolîneke Georges Perrotî ya sala 1860î kurdên şêxbizinî herî kêm derdora salên 1700î de li Haymanayê bi cih bûne. Mark Sykes jî di berhema xwe ya bi navê “The Kurdish Tribe of the Ottoman Empire/Eşîrên Kurd ên Împaratoriya Osmanî” de qala kurdên Şêx Bezeînî dike ku şûnwarên wan Kerkûk e. Her wiha li gorî Sykesî kurdên şêxbizinî cureyekî tivingan çêdikin ku tenê ev eşîr bi kar tîne û hildiberîne. Bi giştî cih û warên şêxbiziniyan ev in: Germiyan, Koye, Silêmanî, Xaneqîn, Kerkûk, Enqere (navend, Haymana, Polatli), Konya (Kulu), Çorum (navend, Laçîn, Kargi, Osmancik), Duzce (navend), Adapazari (Akyazi), Amasya (Suluova, Merzifon), Erzerom (navend, Narman, Tortum, Oltu), Karabuk (navend, Safranbolu, Cumayani), Sînop (Boyabad), Kastamonu (Araç), Tokat (Turhal), Samsun (Bafra, Havza), Wan (Erdîş), Riha (Siwêrek), Bayburd, Îdir (Aralik), Semsûr (Kolik), Amed, Erzingan. Divê bê zanîn ku şêxbizniyên başûrî yên îroyîn di bin bandora soraniyê de devoka xwe ji bîr kirine û Hecî Qadirê Koyî jî şêxbizinî ye.

U. D.

Merdi xâs kar diqewittînî, merdi xiraw kar dişehittînî. / Merivê baş kar diqedîne, merivê xerab kar xera dike. (Cudahiya bingehîn a di navbera merivê qenc û neçê de xebat û tevgera wî ya qedandî an jî nîvco ye.)

Mali feqîr tim çew le rî ye, kemdêstî dû ye. / Malê feqîrî tim çav li rê ye, destengî dû ye. (Pîvana têrbûnê ne ziktêrî ye, lê çavtêrî ye; çavbirçî hertim li benda alîkariyên derve ye û çavtêr qinaetkar e.)

Derdi xweyşik le dil duvuve şimik. / Derdê xwişkê di dil de dibe şima (gilê). (Kesê ku xwişkên wî hene nikare bêxem bibe.)

Mali feqîr şevqi arige kem e, ema köze tim şen e. / Şewqa (şemala) agirê feqîrî kêm e, lê koziyê wî hertim şên e (danamire). (Kesên feqîr qedirnas in, ji durûtiyê û qalebalê dûr in.)

Ke de ser hewî aqil çewegelit da rind vînî, ke de serit newî aqil kûr kûr da vingire le derî. /Heke di serî de aqil hebe çavên te rind dibînin, heke di serê te de aqil tunebe tu yê kor kor li dêrî binêrî. (Aqil karan dibe serî û bi serkeftî diqedîne, parçeyan dike yek; bêaqil hem xwe hem jî dorhêla xwe lawaz dike.

Ke huşut hest gordu dîw xut le vâ meke, qisat pere nekî da vikîke ve tenike. / Heke hişê te hebe gura (xebera) dînekî neke, tu çi bibêjî jî gotina te pere nake. (Hevalbendiya bi nebaşan qedrê mirovî dixîne û rûmeta wî dişkîne.)

Le çew u dest mengir, e destit hesaw ke. / Li çav û destan nenihêre, tiştê di destê xwe de hesab bike. (Malê xelqê ji te re nabe mal, li pey nekeve û neşopîne; li destkarî û derfetên xwe yên heyî re mijûl be.)

Însani fesat tim kefele çeft e, gôy a lle qisay mevan a. /Stûyê mirovê fesad hertim xwar e, guh li gotina mêvanî ye. (Merivê nebaş guh dide gotinên mevanan, naverokê berevajî dike û bi awayekî çewt diweşîne.)

Ke jinet xas vî qeym u kes gî rat xase, ke jinet xiraw vî tû jî xirav e. / Heke jina te baş be kes û kar gişt baş derdikevin, heke jina xerab be jî xerab dibî. (Heke navbera te û malbatê xweş be, dinya gulistan e; heke na, dinya zeviya pîj û strûyan e.)

Ve her tiştî vo, dilbir mevo. / Bi her tiştî ve dilbir (dilbijandî) mebe. (Hêviya xwe bi her tiştî ve girênede û dil bernedê)

Çor ruj emirit hest, de o çor ruje xasî vike xasî vike dîsan xasî vike. / Çar roj emrê (temenê) te heye, di vî çar rojî de qenciyê bike qenciyê bike dîsan qenciyê bike. (Riya mirovatiyê ji qenciyê re derbas dibe; heta mirinê her ber bi qenciyê bikudîne.)

Ve göre vu de göhit vu, le kes diltengî meke, tim ve demkenig vo. / Bila bibe guhara guhê te, li kesî diltengiyê meke, hertim dêmken (rûken) be. (Dilaramî û rûkenî kilîta bihuşta dil û jiyanê ye.

Ke hevî fire qeymatî, nemîneye teynatî. / Heke pir eqrebayên te hebin, tenê namînî. (Bi mirovan re pêwendiyan girêdin ku dost û nasên we zêde bin û tenêtiyê nekêşin.)

Xweri germ duyay varan e. / Li dû tava germ baran e. (Pêwendiyên pir germ û jidil carinan bi xwe re jan û êşan tînin û ew xweşiyên berê vedigerin cirnexweşiyan û hêsiran didin barandin.)

Kari xas dili xirav qaym dikî. / Karê qenc dilê xerab qayîm (xurt) dike. (Kar tevgerek e û her tevger şîreta mirovî ya li derdorê ye; wisan e şîreta baş mînakek e baş e ku dikare ji xerabiyan vegerîne.)

Lav lav ceng ça, kari xas kirdine merdî ye. / Şerê merivan bi merivan re çi ye, karê baş kirin merdî (mêranî) ye. (Navberkarî hertim mirovatî û mêraniyê bilind dike, şer û ceng ne çareserî ye.)

Dem o kirdandin harî ye, dem girtandin zerî ye./ Devbelaşî (axaftina zêde) harî ye, devgirtin zêr e. (Axaftina zêde bê derew û neheqî nabe; lewre divê mirov hevsenga devê xwe û parsenga zimanê xwe bizanibe.)

Je qeymgelit firetir qiymeti hamsat vizan. / Ji eqrebayên xwe zêdetir qîmetê hevsiyê (cîranê) xwe bizanibe. (Eqreba carinan tê serdana mala te, lê cîran li ber derê te dimire; lewre qedrê wan ji eqrebayên xwe zêdetir bigire.

Ke bezigînit hatteve da bî rû vu, ke virsig îşte da dizo vu. / Heke lê piyariyê bikî (merhemetê bikî) dê bê rû bibe, heke birçî bihêlî dê bibe diz. (Divê mirov li gorî hevseng û pîvanekê tev bigere ji kirina xwe poşman nebe. Qenciya zêde jî neheqiya zêde jî ziyanê didin mirovî.)

Dar le terî çefto duvu, le hûşkî ne. / Dar di teriyê de ditewe, lê di hişkiyê de na. (Divê perwerdehî di biçûkahiyê de were dayîn, gotin di dema xwe bê bilêvkirin û pirs bi rastî were bersivandin; wisan e her tevgera di dem û werza xwe de watedar e.)

Ê şeqşêqa deme vigir da kûno qise da vikerî. / Heke devê gevezeyî bigirî, dê ji kuna xwe qise vike (biaxive). (Bi merivê devsist û devbelaş bawer neke; ê ku zêde diaxive bêyî derewan îdare nake û dikare te jî bixapîne.)

Astar da virişî, merdi kiptîr je girfane tiştî nederkefî. / Stêr dirije (dixurice); lê tiştek ji berîka mirovê çikûs dernakeve. (Merivê çikûs û destkurt bêkêr e, ji ber vê çikûsiyê û destqutiyê çi winda bike jî bi ber nakeve. Çanda berhevkirinê li çanda çanda berhevkirin û belavkirinê ye.)

Qali birînet meke, kırm fire ye lî wexte. /Qala birînên xwe meke, vê serdemê kurmik zêde ne. (Badilhewa gilî û gazindên xwe li ba her kesî neke û dema xwe xerc neke; her kes ne ehlê dermankirina birînan e.)

Derde ke fire vî, ne nezanî ne ji e zanî je nave diderkefî. /Derdê ku pir e, ne nezan ne jî zana ji navê derdikeve.  (Kesek nikare ji nava karên têkel derkeve, karekî sade yê di qeda xwe de hilbijêre ku bikaribî pê re serderiyê derxî.)

Herke dîşe moro, ê bîrûye let diqelivî. / Heke bibêjî neyê, yê bêrû li te diqelibe. (Merivê bêrû û bêşerm dikare her karî bike; gava tu dibêjî neke, ev gotina te cesaretê didê.)

Derdi nevedil hetanî mirdin xulas nevu. / Derdê kesê bêdil, heta mirinê xelas nabe (naqede). (Kesê ku karek jidil nekiribe, heta mirinê ji kirina xwe hez nake. Merivê ku bêyî rizamendiya xwe tiştek kiribe, heta hetayê bextewar nabe.

Ê çeleke zikke a de çewe ye. / Çavê çilek di zikê wî de ye. (Kesê çavbirçî têr nabe, hertim çavê wî li derve û li destan e.)

Xuda gurgi har de nav mal nexî. / Xwedê gurê har nexe nava malê. (Kîjan mala ku bêzarî û tengezarî tê de hebin karê wê sererast nabe; alozî û nearamî wekî gurê har malan pirteve dikin.)

Seg ke ve dilîye nevî, ra tu neewtî. / Seg ku bi dil nebe, ji bo te naewte. (Segê ku ji xwediyê xwe hez bike diewte û rawiran ditirsîne; ê ku hez neke bi rawiran dibe dost û wan tîne ber dêrî jî nav kêrî jî.)

Merdi tirsonek tim duvan divînî. / Mirovê tirsonek hertim tiştan dudu dudu dibîne. (Kesê xêrnexwaz bi wêrekî kar nake, lewre newêrek tiştan digel siyên wan ve dibîne, di navbera serkeftin-têkçûnê de diçe û tê, dilê wî hertim pirtepirt e.

Je merdi xas metirs, je xirawe vitirs. / Ji mirovê qenc netirse, ji xeraban bitirse. (Meriv qenc ziyan jê nayê, merivê xerab jî qencî jê nayê; wisan e, a baş ew e ku bi qencan re rûnî û ji nebaşan dûr bisekinî.)

Jin ke fire qise kird, zike tiştî de nîye je metirs. / Jin ku pir axivî, di dilê wê de tiştek tuneye û jê netirse. (Surişta jinê ji axaftinê hez dike, gava zêde biaxive ev xislet asayî ye û jê netirse; ji jinên bêdeng ên bêtevger bitirse ku surişta wan aloz e.)

Insanî ke deste kur vî, meqîrîn we sere, ê vere eva. / Destê însanekî kurt be (bi tiştekî nikaribe), bi ser de meqîrin, a dikare ev e. (Her însan bi qasî hêz û şiyana xwe dixebite, bi qîrevîrê barekî girantir nedin ser milên wan, jixwe bikaribûya dê bikira û qîjevîja te bi ser xwe nedixist.)

Ê bî-îmane çermige dikerîye se. / Ê bêîman sipiyê dike reş. (Gava kesek bêîmaniyê bike û bikeve mafên bendeyan, dikare her tiştî berevajî bike, çembilan jî bi dîzan ve bike û zengilan jî bi hespan ve bike.)

Va-i xewre hem nerm e hem germ e dil dihellinî. / Bayê jêrîn hem germ e hem jî nerm e, dil dihelîne. (Gotinên xweş ên ku dilan germ dikin hemî nakokiyan ji holê radikin. Avakirin ji jêr ve dest pê dike û li ser hîmekî bilind dibe; tar çiqasî xurt be ewqasî li ber hejekan qayîm e.)

Ê bî-zâne qisay tim le seri çuv a. / Axaftina nezanan li ser ço (şivê) ye. (Kesê nezan nezaniya xwe şer û qirênan vedişêre, aloziyan derdixe û gendeliyê hildiberîne.)

Fire qise dil dibertinî. / Pir axaftin dilan diperitîne. (Devbelaşî dilan dişkêne; divê meriv parzenga zimanê xwe û sînorên axaftinê bizanibe ku li şûna birîndarkirina dilan wan bifirîne û bigihêjîne mirazan.)

Mirg aw duxî le asulmane dingirî, gurg le zemiye dingirî le hawa dizurî. / Mirîşk avê vedixwe û li esmanan dinêre, gurg li erdê dinêre û li hewayê dizûre. (Wekî her ruhberî mirîşk û gur jî bi şêwazê xwe Xwedê tînin bîra xwe û sipasiya Wî dikin. Madem ku candarê herî birûmet mirov e, divê ew jî bi ziman e xwe sipasiya qenciyê bike.)

Xasîyet vike, feqet xut virsig meyêl. / Qenciyê bike, lê belê xwe jî birçî nehêle. (Başî û qencî xisletekî pesinandî yê mirovan e; lê belê divê mirov mafê nefsa xwe jî ji bîr neke. Ev yek hem ji bo berdewamiya qenciyê hem jî ji bo roja teng pêwistiyeke jiyanî ye.)

Merhemet weki tuşu maste ve qîymet e. / Merhemet wekî toyê mêst biqîmet e. (Ji bo ku di xatiran de bi xweşî bimînî divê li her tiştî merhemetê bikî û tiştan û ruhberan dêrz nekî.)

Ê çeleke tim hamirî felek e./ Ê çilek hertim hevalê (hogirê) felekê ye. (Çilekî (silekî) mîna nexweşiyekê ye, xwediyê vê xisletê hertim li pey tiştên xweş û belaş digere û ji bo her zikek zozanek e.)

Variş ke nevarî, çortan neherikî. / Barij ku nebare, ji şirotankê av naherike. (Gava bereket û adanî tunebe, qencî jî kêm dibe. Divê meriv bixebite, hereket bike ku bereket were û bi xêra bereketê qenciyê bike.)

Mange le rû hewa qerto vî, tu hêman nevîye. /Heyva li esmanan qert (pîr) bû, tu hê jî nebûyî. (Her tişt bi domana demê re rûyê xwe guherî û tu li ser heman rewşê mayî. Jiyanê xwediyê hinek taybetiyan e û astên wê yên wekî zarokatî, ciwanî û pîriyê hene; divê meriv li gorî wê astê tevbigere.)

Ê xase arig doşarî, ê xirawe pife dikî. /Ê qenc êgir dadimirîne, ê xerab pif dikê. (Merivên nebaş li aloziyan digerin û rewşê xerabtir digerin; lê berevajî wan kesên qenc agiran dernaxin û agirê hilkirî yê ziyankar jî dadimirînin.)

Ke zaniste firî aw fire ve qîymet e. / Heke bizanibî, firek av pir bi qîmet e. (Ji bo kesê qedrnas firek av jî pir bi qiymet e; ji bo kesê qedrnenas çemên Ferat, Dijle, Zê, Erez û hemû çemên cîhanê jî ji erdê wî re derbas bibin ew dê ji têhnan bibeece.)

Ke dil nesuzîya, je çew girî nîyay. / Heke dil nesoje, ji çavî girî nayê. (Gava dil neşewite û bi ber nekeve, merhemet nakeve wî dilî û hêsir jê nayên. Rastiya her tevgerê bi encama wê tê piştrastkirin.)

Ayime birew tim sere we meşqela. / Merivê baş hertim serê wî meşxûl e. (Mirovê qenc dikeve xem her kesî û nebaş jî tenê dikeve heyra xwe. Qenc bi giştî li qenciya dinyayê dinêre, ji bo başiyê di her qadê de difikire.)

Her kanigî köze ra xo ye. / Her koziyê agirekî ji xwe re ye. (Her kes û malbat ji xwe berpirsiyar e. Wekî agir tiştê li ser û dora xwe dişewitîne û tînê didê, xêra mirovî digihêje kes û karên wî.)

Fire qisekirdin dil diverîye mirdin. /Pir qisekirin (axaftin) dil dibe (û digihêjîne) mirinê. (Her çawa hebe axaftina zêde hertim hatiye rexnekirin, axaftina kurt û watedar hatiye pesinandin. Gotina pîvandî ya kurt hertim bûye mebesta hişmend û aqilmendan.)

Çew ra dust dîyaye oqurçandin. / Çav ji bo dostan tê miçandin (qurçandin, girtin). (Ji bo xatirê heval û hogiran, dost û yaran mirov çavên xwe ji şaşî û kêmasiyan re digire ku wan ji dest nede. Her wiha mirov ji bo kesên baş hinekî fedakar dibe û qedrê wî digire.)

Fire serdeverîn ra însanî baş nîye. /Pir sertewandin ji bo mirovî ne baş e. (Stûxwarî, sertewandin û belengazî ne karê camêran e; her wiha kesên nezan û sitemkar hêza xwe li ser rebenan diceribînin. Lewre divê mirov serê xwe çik bigire, rakişandî bimeşe û bi heybet tevbigere.)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev