Ma ev kurdînî ye? Ma ev biratî ye? Ma ev ne zordarî ye?

Ma ev kurdînî ye? Ma ev biratî ye? Ma ev ne zordarî ye?

Meslekê nivîskarê vê gotarê bizîşkî ye, bizîşkekî xwedî dereca doktorayê.

Ango, ji derûnîya kesan û gelê me rind fêm dike.

Nivîskarîya wî ya di hêla zimên da ser dereceyeke ewqas bilind e,

ku meriv dibêje qey meslekê wî zimanzanî ye.

Ji vê nivîsa welatparêzê mezin herwiha tê texmînkirin,

ku zanebûnên wî di hêla sîyasetê û dîplomasîyê da jî pir in.

Lema ev nivîs dikare bê hesibandin wek analîzeke kûr  derheqa bûyerên van dawîyan

yên di navbera welatparêzan û xayînan da.

 

Lezgînê Çalî 

Ev çend sal in ko li Binxetê (Rojavayê) kurd xwedî desthilat in. Gelo PKK/PYD/YPG/YPJ/HSD dihêlin û heta niha hiştîye ko ji hêzên wan yên çekdar (an jî ji kontrola wan der) hêzeka dî ya çekdar li Rojavayê hebe?

 

Rojavayeka ko ew bi awayekê fermî nabêjin “hukmet” an kîyaneka sîyasî ya “xweser” e jî (ji ber ko navê wan yê fermî “kanton” e). Her bi wî mentiqî, çawa çê dibe ko ew li Başûrê deverên berfireh ji welatîyan vala bikin û nehêlin gundî herrin ser gundên xwe û ji yên ko ji bo dar û rezên xwe diçin jî (ji derveyî bac û qanûnên Hukmeta Herêma Kurdistanê) bacê bistînin?

 

Niha kurdên çekdar ji Rojhilatê Kurdistanê jî (herdu balên Hizba Demokrat, Hizba Şorreşgêrran û yên dî) li Başûrê hene û di çarçûveya qanûnên Hukmeta Herêma Kurdistanê da tev digerrin û xebatê dikin. Lê PKK ne hema li derveyî wan qanûnan dixebite, xwe şehnaz û serbilind jî dibîne ko pêzanînê bi hebûn û meşrûîyeta Hukmeta Herêma Kurdistanê (HHK) neke. Ma ev dibe? Ma ev kurdînî ye? Ma ev biratî ye? Ma ev ne zordarî ye?

 

Ez vê bi awayekê zanistî û mentiqî dipirsim. Ez vê nabêjim wekî ko hindek kes û alî dixwazin bibêjin ko PKK ne mafdar e ji ber ko qada xebata wê ne Başûr lê Bakurê Kurdistanê ye (dibe ko PKK xwe bi parçeyekê ve çarçûvekirî û sinûrdar neke). Lê ez dibêjim ko partîyeka sîyasî ya Başûrê jî be (mîna Yekgirtûya Islamî, Komela Islamî, Gorran, …) û nexwaze di çarçûveya qanûnên Hukmeta Herêma Kurdistanê da xebatê bike, ne mafdar e ko şerrê çekdarî li dijberî HHK rabigehîne. HHK gendel be, ne gendel be, karê xwe baş bike an neke, tiştek e, pejirandina wê wekî çarçûveyeka îdarî-sîyasî ya hemî kurdan tiştekê dî ye. Qet nebe ev hukmet rewatî û meşrûîyeta xwe ji perlemanekê distîne ko bi dengê xelkê hatîye hilbijartin (bila em bibêjin ko di hilbijartinên wê da sextekarî jî hene).

 

Bi kurtî, hebûna hêzeka ji qanûnê der ya mîna PKKyê bi tena serê xwe şerrxwazî ye (wek min li destpêkê got), ew bi çi awayekî, qet û qet, rewşeka mîna rewşa xwe ya li Başûrê li Rojavayê qebûl nakin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev