Ji zargotina me – 224

Ji zargotina me – 224

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye 1

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a pêşin çap dikin.

Di wê da danasîna berhemê ya Mele Mehmûdê Beyazîdî û pêşgotina wê a kurdzan Margarîta Rûdênkoyê raberê we dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Ev pirtûg 5.7.1963an de ji destê “Yekitiya Nivîskarên Tarîxî li Rex Akademîya Zanistî a Yeketî Sowyet “ de derbaz bûye. Ewê komelê bo derketina vê pirtûgê destûr dane. Pirtûg, “Çapxana Wîjeyî a Rojhelat li Moskowa” de hatiye çapkirin. Çapa dawî de 1050 heb der ketiye.

 

Rastkirin û hûrnêrîna wê a dawî de Mst. Qenatê Kurdo arîkarî kiriye.

(…)

Û ehlê Ekrad eger xwecih eger kurd û eger rewend, qewî zêde hakimperest û axaperest in. Zêde îtaata hakiman û mîr û axan dikin. Bilanê hakimêd wan fileyek jî bibitin êdî zêde îtaat dikin, lakin ji hemcinsêd xwe dexsê dikin. Bi înad û kîn û qederet in. Eger ji cinsê wan yekî jê re bibine hakim û axayêd wan îcarê ewî qebûl nakin û îtaata wî nakin. Elbette fesadîyekê peyda dikin…

(…)

                                          Mele Mehmûdê Beyazîdî

 

PÊŞGOTIN

 

Di nava koleksiyona A. Caba de kitêbek destnvîsî heye ko navê wê “Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye”. Nvîsarê wê Mele Mehmûdê Beyazîdî ye ko li bajarê Beyazêdê de bi miliyeta kurd ji sala 1797an de hatiye dinyaê. Beyazîdî, di nav muhîtekî zana û gelperest de bûye û jîya ye. Gelek baş hînî erebî û farisî û tirkî bûye; kultur (çande) û edebiyata (wîje)  wan baş nas dikir.

 

Beyazîdî, çêtir tefsîr Qur’an û Quranxwande bû Ew xortanîya xwe de li medresa Beyazîd de dixwîne, û paşê diçe nîva alimên derve. Piştî ko tehsîla xwe temam dike dîsa vedigere Beyazîd û li wê derê ders dite. Gelek mewzûan da tişt nvîsandine, qismek li ser edebî û gramer in. Lê bê guman xebata wî a enteresan, li ser folklor û adetên kurd in. Xebata wî a giringtir li ser gramatîka zmanê Kurdî e. Ko navê wê jî bi nîv erebî û nîv kurdî ye: “Rîsaleî Texfehtû Nexlen Fî Zmanê Kurdan.” Ji wê gramatîkê de ji karên Elî Teremaxî îstifade dike ko ew jî li ser zarava Hekarî û Rawendiya ye…

 

Kitêbê de fehm dibe ko Beyezîdî Şerefname jî xwendiye û bi dîtina nvîskar û etnografekî, adetên xelkê xwe, bawerîya wanî dînî, urf û tradîsiya wan ber hev dike û dide berçav.

 

Konsolosê rûsan Aleksandir Caba li Erzurumê Mele Mehmûdê Beyazîdî dîtiye. Lewra ko ser zanistîya kurdî, Beyazîdî gelek alîkarî ji wî re kiriye. Bo ko Caba koleksiyona xwe dewlemend bike, Beyazîdî bi xwe ji kitêbxana xwe gelek kitêb ji boy Caba verikirine û eserên xwe ê şexsî jî gelek pêşkêşî Caba kirine. Eger Caba û Beyazîdî ew xebat nekiribûna niha ev eser li dinê tune bû û winda bûbû…

 

Vê eserê de jîyana kurdên Misilman, cemiyeta wan, sîstems aşîrî, esasên hakimiyeta feodalan û ser kultura materiyala kurdan, rnalavakirina wan, rabûn û rûniştina wan nvîsiye. Weko dinê destxetî û senata wan, zewac û jinanîn, bawerî bi şêx û seyidan, û bawerîyên xurafe dane berçav…

 

Li nîva eşîrên kurdan da gelek bûyer henin ko bê sebeb in. Berberî û dijminahî bi yekûdu re pir dikin û hevûdu dikujin. Lêbelê xelkê re ne wisa ne, biyanîyan re zehf serî xwar dikin û pasîf in. Tenê eşîrîa wan daimî ye, her eşîr bawer e ko ew bi eşîren din çêtir in. Xwe her weha bilind dibînin û kêmanîyê qebûl nakin, pirên caran ew jî ko ûşta şerên wan dibe…

 

Zana Stîg Wîkander kitêbek nvîsiye ko navê wê “Ein Fest Bei Den Kurden Und Im Avesta” ko bi zmanê Almanî ye; Tiştên ko Beyazîdî nvîsîne û tiştên ko heta niha mayîne û tiştên ko Wîkander gotine, ne zêde ji dûrî hev in. Mesela bila ko wê pirtûgê de behsa cejna “Varişnî Harezana” dike ko ew cejn meha 9 û 10an de çêdihû. Ew cejn heta niha jî bi awakî din li nav kurdên Tirkiyê û Îranê û Ezîdîyan êrn Qafqas de henin.

 

Li ser kurdên Îranê binêr A. A. Arekeliyan K. Xaçeturof, 0. L. Wîlçewskî, T. F. Aristof û li ser kurdên Ezîdîyê Qafqas jî xebatê S. A. Egîzerof heyîn…

 

Beyazîdî bi xwe li ser kurdên misilman li Tirkiyê nvîsiye. Rûdonko dibêje: “Ew adetên weha ne tenê di nav kurdên misilman da ne. Lê min bi xwe li nav kurdên din de û derve jî dîtine…

 

Ev kitêb du destnvîsên xwe li Kitêbxana Lenîngradê de henin. Yek bi dest hattiye nvîsîn û hicrî 1274 û miladî 1858-59 hatiye nvîsîn bi herfê erebî ye. Cih cih Caba bi herfên (tîpên) latînî not kirine berê…

 

Qopiya diduyan 1868 an de hatiye nvîsîn. Ew jî ji kitêbxana şêx Nazar ketiye destê Caba. Caba ji wê kitêbê tercumeyî Fransizî kiriye…

 

Ez pir spas dikim ko ew kesên kurd ko alîkarîa min kirine ko navê wan Asoê Cango, Şikoê Hesen, Alîê Cango, Îsmaîlê Sado û Morofê Mehemedo…

 

Dîsa spasdar im ko alimê mezin Kisliyakof ko nesihat, li min kir ko ji bo vê xebatê, wekî din jî min ji Wîlçewskî û Mesçerof jî alîkarî dîtîye…

M. B. RÛDENKO

 

PÊŞKÊŞÎ

 

Min ji mêj ve navê seyda Beyazîdî bihîstibû. Paşê derket ko ew ne yek in, lêbelê du heb Beyazîdî ne. Yek MAHMÛD Beyazîdî û yek jî Îsmaîl Beyazîdî. Ewana bra ne an heval in û an gundî ne, ez hin jî nizanim. Tiştekî niha zanim, ew du lawên kurd bê misl û bijarte ne. Ewan zû da di dîroka kurd de cih girtine; lê mixabim ko em ta niha li cihêd wan bê xeber in…

 

Va pirtûg a Mele Mahmûd Beyazîdî, rojekî bi tesadufî ket destê min. Eger ko min tîpên Erebî nezanîbûya dîsa jî pê agahdar nedibûm. Gava ko min serê vê pirtûgê xwand “Adet û Rusûmatina Meê Ekradiye” û nvîskar jî Mehmûd Beyazîdî, wê gavê çawa ko ez bi dinyayekê dest xînim. Bi lez û bez min ew xwand. Paşê jî da çapkirin…

 

Kitêb bi du beşan çêbûye: parek bi kurrnancî û tîpên erebî, para dinê rûsî û bi tîpên kirîl (rûsî) hatiye nvîsîn. Ew qismê bi tîpêd erebî min vegerand latînî. Pêşgotina we jî bi rûsî bû. Wergera wê ji bo min gelek zehmet çêbû, bila ko kesekî kurdî û rûsî zanibin min nedît, ta ko paşê braderekî kurd li Fransa ko rûsî zanîbû vegerand kurdî lê ew jî ne bi temamî û her weha bi kurtî nvîsand. Dema ko pêşgotina wê berçav bû û hate fehmkirin me baştir zanî ko Mehmûd Beyazîdî kî ye û ew kitêb bi çi awayî hatiye afirandin…

 

Ez zehf spasî canikjinê, banû M. B.Rûdenko dikim ko ew pirtûg dîtiye û ji bin teregên (ref) tozgirtî de derxistiye û paşê jî bi xebateke zehmet ew pêkêşî xwandeyên dinyeê kiriye…

 

Li ser wîje û dîrokêd kurdî de zehf tişt hatine nvîsin û gotin, lê bi rastî pir kêmasîyeke mezin e ko li ser psîkolojî û jîyîn û karektêrêd vî miletî qet ne tişt diyer bûne ko em zanin tu materiyalek jî tunîne. Seyda Beyazîdî bi çi awayî ketiye ser vê rê, zemanê xwe de ew tiştên weha giring û pêşverûhî bi çi cesaretê nvîsiye û îlham ji kû girtiye nizanim, lêbelê seyda di nav ûlemaên zemanî de şoreşek bitenê hildaye milê xwe. Û şik û bawerî heye ko seyda ew tiştana li ser şîret û nesîheta A.Caba nvîsiye û dibe ko li ser daxwaza Caba û bo xatirê wî dest pê kiriye…

 

Dema ko seyda destpêka vê pirtûgê kiriye, salên wî gihaştine şêstî, bila ko kal bûye. Lewranê sistema neqldana nvîsa wî de merov tê digehe ko ew mîna kalekî bi dil û can û weko merovekî çîrokbêj berpêş dike. Hevok û bêjeyan yek bi yek, kin û mufessel, bi cih û şund dide û li ba hev kom dike…

 

Ew destnvîsa ko 1858-59an da çêbûye, ketiye destê Caba û ko Rûdenko dibêje; Caba bi cih cihan de bi tîpên latînî not kirine berê. Ewê din jî ji kitêbxana Şêx Nazar ketiye destê Caba, di sala 1868, yanî deh salan dû ya yekan de. Evîya min baş fehrn nekir ko qopîya diduyan kê nvîsiye û kê daye şêx Nezar û kê dîsa daye Caba û bo çi? Weko em zanin şêx Nazar ji Kurdekî Îranê, bawer im ji Ûrmiyê ye. Ew bi kitêbxana xwe meşhûr bû, bi hezran cild kitêbên (pirtûg) wî hebûn. Serpêhatîyên şêx, gelek enteresan jî heyîn; lêbelê ez baş nizanim ko bi rastî bîyografîya wî çawa ye…

 

Aleksandir Caba, ew kitêb bi şexsen tercumeyî fransizî jî kiriye û him jî ji qopiya diduyan. Yanî ewê ko ji kitêbxana (pirtûggeh) Şêx Nezar derxistiye…

 

Mele Mehmûd Beyazîdî wekî din jî xebata wî henin. Ko pêşgotinê de jî diyar dibe ko esera wî a giringtir li ser rêzmana (gramatîka) kurdî ye û rêzmana wî ko navêd xwe nîverebî û bi nîv jî kurdî ye. Min nekarî bi tam tercûmeyî kurdî jî bikim. Bila ko ez zehf lê gerîm ko boy peydakirina wê pirtûgê, serfiraz nebûm. Weko min peyda kir, ko nesîb be ez ê wê jî derxînim. Navê wê jî ev e: “Rîsaleî Tuxfetû-n-Nehlan fî Zmanî Kurdan”, wergerî: “Mêşhinguvek li ser rîsaleyî (wêşane) zmanê kurdî de” û a diduyan jî wisa tercûme dibe: “Nvîsarek li ser dema kevnareyên kurdan”.

 

Wekî dinê wexta ko bano Rûdenko dixwaze wê pirtûgê derxîne, serpêhatîyên wê pirtûgê gelekê zêde dibin. Pêşta hewaleyî kurdnasekî dike, ew Qenadê Kurdo ye. Kurdo, vê kitêbê rasteqînî dike, paşê diçe qomisyonekî de qontrol dibe ko rejîmê Sowyetê de sansor heye û giring e. Ji wê jî diçe Çapxana Moskowa de bo zmanên rojhilatî çap dibin, çap dike. Lêbelê ew pirtûg ta niha 120 sal emre xwe bûye. Vî emrê xwe ê dirêj de kitêbê pir cih û dest, adres û şund guhartine. Serpêhatîya wê bê guman ko a yekî merov zêdetir dê heyîn. Beyazîdî, kurd û kurdnasî min divêt baştir dizanit bûya. Gûya merov ko pirtûgê dixwîne ecêb dimîne ko boy zanistîya wî. Lêbelê dîsa jî kêmanîya xwe henin û yaxûd kitêbê de tehrifat heye an guhartine.

 

Zmanê wî zmanê Hekarîyan û Rawendîyan e. Rawendî, ew jî taifeyekî kurd e ko Selaheddîn Eyûbî jî ji wê malbatê ye. Ew zaravayê Hekarî û Rawendî merkez (sentral) ê Kurdistan de têtin axaftin. Heta Bohtî û Silîvî û Wan û Mûş û Heta Behdînan jî ew zarava ye…

 

Lêbelê gotina me ne zarava ne, zrnanê kitêbê ye. Bi edebiyateke qenc, lîsanekî safî û nvîsaneke teknîkî hatiye çêkirin. Her wekî ko zehf bêjeyên biyanî jî tê de heyîn, ên tirkî û farisî û erebî; ger ew ne kurdî bin jî îro ew kelîmena temamen fehm dibin û tên xebitandin, ên weko: “şayed, eger, yaxûd, taife, îqtiza, îhtiraz, nezer, ekserî, îlla, taxim, meazellah, sefer, elbette, mimkun, mikerrem, miyesser hwd û hwd…”

 

Ecêb ew e ko ji Beyazîdî vir da sed û ew çend sal derbaz bûyîne, zmanê kurdî de tu pêşveçûnek nebûye û kesî tiştek nekiriye serê. Ger wan pirs û bêjeyan em ji metinê derînin, cihê wan dê vala bimîne û ên nuh jî tu nînin,  nvîsarî jî wê mimkun nebite. Dinêhirim ko zmanê kurdîya wîjeyî ya îro jî ji hîmê ko Beyazîdî daniye tê…

 

Mele Beyazîdî hevokên xwe, kurt û kin in. Tê de niqte û bihnok û işaretêd gramatîkî zehf nînin û li her cihekî de tim û tim “û” xebitandiye; ji ber ko nvîsana Erebî de jî wisa dibe. Beyazîdî, cihên ko lazim e niqte û bihnok hwd bên, ewî “û” xebitandiye, weko serê paragrafan, paş niqteyan, pêş navên mezin û cihên din. Cihê nefes girtinê de “û” tête xebitandin ko eviya karekteristika zmanê kurdî ye. Min bi xwe jî dîtiye ji nav gundiyan de ko pir kes gava qise dikin ewê bêjeyê “û” zehf dixebitînin û carinan jî pirecar tên, weko: “û, û, û…” ew kesên ko gotara xwe de “i, ih, ih…” an jî “a, aa, ah…” hwd dibêjin…

 

Gava ko merov vê pirtûgê baş û bi dîqqet dixwîne, şiyarî tiştekî daxuyanî dibe. Kitêb (pirtûg), destpêkê de bi zmanekî dom dike û ew zmah berewpêde tête guhartin û hêdî hêdî ji hev dûr dikeve û dawî dikeve rengekî din. Mesela weko pirs û bêjeyên “dikin,  bibin, bibarin, bikirin, bibezin” îptida ew kelîmena bi vî awayî hatihe nvîsin, lê rûpel 13,14 de pê de hêdî hêdî, ji kêm ber ve zêdetî hatine guhartin. Paşê jî temamî bûne yek. Yanî hemûyên “ti” girtine û byîne “dikitin, bibitin, bibaritin,  bikiritin, bibezitin hwd.” Evîya tiştekî giring e û edebiyatê de (wîjeyê de) ferqeke mezin e. Lewranê ko renge zarava, hatiye guhartin. Ji ber ko em nizanin ko seyda çi qeder demê de ew pirtûg hazir kiriye. Dibe ko karê wî yê paşîn ji yê pêşîn baştir be…

 

Beyazîdî bi sîstema xwe, kurd bi çend beşan par ve kirine (yanî çend gurûb hesêb kirine). Kurdên goçeber re gotine “Ekrad” ko ew jî bûne hîmê esera wî, bila ko tim û daim behsa wan kiriye. Goçer û berîtîyan û warangêr (ên ko diçin waran), Ekrad (goçer) ne cihên wan heyîn, zivistanê li germîyan û havînan jî li çiyan in…

 

Kurdên ko gundî ne, yanî ên ko xwedîerd û xanî ne, wan re jî gotiye Kurdên “xwecih”î (yanî cihgirtî, temeldanî, sabit) gora seyda ko behsa wan dike …

 

Yek jî behsa kurdên “maî” (meî, meyî) dike ko bi alî me de baş nehate fehmkirin. Weko me zanî ew jî ên medenî, an burjuwazîyê zemanî bûne…

 

Bila ko çi rengî dibin jî bibin; kurd, yek jor û yek jêr, gişt mîna hev in. Ew tiştên ko seyda behsa wan dike, cihê ko ez bi xwe jê hatime (Dersim) % 90 henin. Tiştên ko Beyazîdî dîtine û bo vê eserê bijartine, wisa bi marîfet e ko pir rexne û îtirazî nehiştiye… Bila ko cih cih heye, tê de xoşbînî û an safitî heye. Weko rûpela 34an de ko behsa kumreşî û bedgumanîyê dike zêde pêş ve diçe an jî zemanê me îro zêde pêş ve çûye?

 

Bi rastî jî kumreşî û bedgumanî, kurdan de kêm heye. Ko zêde hebûna, wê wan dost û dijmin zû bi zûyî binasîna. Yek jî kumreşîya vî pirtûgê bikirana. Lewranê tarîxa vê kitêbê de, kumreşî û bedgumanî heye. Her weha ko merovekî mîna Beyazîdî, ko kurd û Kurdistan bihost bi bihost, ling bi ling zanîye û dîsanê jî xelitekî bênaborînî wê bike. Mimkun nîne bawerî nabe. Weherweha ko ew kitêb di sala 1963an de der tê, yanî li nîva hereketa Mele Mistefa Barzanî de. Cihderketina wê jî Yeketî Suwyet e û kitêb li dinyayê belav dibe…

 

Em zehf spasî canikjinê M.B.Rûdenko dikin, lêbelê hêvîdar im ko tehrîfat û têkguhartin tê de tune be. Xoş weha be jî, ne ko demû dewrana îro de ye…

 

Gava ko Mehmûd Beyazîdî rûpela pêşîn, yanî destpêkê de dibêje: “Zemanêd mazî de kurd û Ekrad tune bûne, hemû ereb bûne(!). Evana ku çûne sînorê ecem û Îranê, lîsanê wan hatine guhartin û falan û fîlan…

 

Lewra min pêşta jî got, gava ko merov bi dîqqet bixwîne, zmanê pirtûgê ya pêşîn û ya paşîn ne yek in. Ez dibêjim ko, ew deh û diwazdeh rûpelên pêşîn ne ya Beyazîdî ye, tehrîfat bûye…

 

Em nizanin ka Beyazîdî anegore wî zemanî ko erebî mode bû, weha gotiye; zîra kesên ko xwe : dikirine ereb birûmet dibûn. Lewra ko li bin tesîrê dîn de bûn, dibe jî ko seyda xwe bi digel modeî kiriye. An jî li ba şêx Nezar û an jî li ba Caba hatiye guhartin.Lazim e ko merov wan her du qopîyê destnvîsî bibîne…

 

Îro hinde xortên kurd henin ko bi kurdbûna xwe re serbilind  û mexrûr in, zanim ko cih cihên kitêbê de dilên wan diêşin.  Mesela rûpela 39an de ko behsa Sultan A.Mecît kiriye û gûya edl û asanî, wî û Asakîrî Nîzamiyeya wî aniye. Yek jî rûpela 41an de ko gotiye kurd zêde ji tifingê ditirsin; gûya tifing ko li cihekî hebe kurd naçin; lê ez bi xwe bawer dikim ko ger mitral jî hebe kurd wê biçin…

 

Rûpela 34an de jî behsa endamên lêzimekî ko li cihekî radizin kiriye. Şayed eger gora wî zemanî wisa bûyîye û dîsanê heta îro jî heye. Min bi xwe jî li alî Cizîrê gundekî nêzûkî Sîlopî de wisanî dît…

 

Weko merov kitêbê dixwînit, tê de gelek xelitên îmlayî û gramatîkî dibîne. Ew ji kêmasîyek e li zmanê kurdî de û xelkê kurd de ye, bila ko hîn zmanê xwe çênekirine. Ger bi zarava û ser zman ger bi eşîr û malbatan ew zman texlît bi texlît tête xwandin û nvîsîn. Kitêbê de jî ew texlît henin. Weko: “Merov-mirov, siwar-suwar-siwar, wenda-winda, şewlekî-şolekî, şom-şowm hwd û hwd…”

 

Yek jî hinek caran ew tîpên lêker, bi hev re û hinek caran jî bi cêh hatine nvîsîn. Mesela: “eyib e-eyibe, xort in-xortin, li piştê ne-li piştêne, kêm in-kêmin wd…”

 

Herweha me dîqqetî rêz û rêzikên gramatîkî nekir. Bixwe ji tîpên erebî ko vedigere tîpên latînî hinek xelitên zehmetî jî dibin. Çend tîp henin ko rengên hevûdin bi temamî nadin. Weko “î û ê” bi erebî de “y” tête nvîsandin. Lêbe lê va pirtûga jî ne rêzman e û ne jî dawa zmanê kurdîya modarn dike.

 

“Adet û Rusûmatêna Meî Ekradan” pirtûgeke zanistî û zanyarî û materiyalekî tarîxî ye. Navê vê pirtûgê wekî din ji ev e: “Kîtaba Adet û Rusûmatêna Me Tawaîfêd Ekradîye û Usûl Nîzamata Gel Kurmancîye”

 

DX: Ev pirtûg, bê wêne bû, wêneyên ser û navîn de, çend diyarîyek ji welêt, me kirine berê…

 

16 Adar 1979. Werger Delîlo Îzolî 

(dûmayîk heye) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev