PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -1

PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA”. Em îro beşa pêşin raberî we dikin. Beşa duduyan emê heftêya bê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 224 

Di dema Şerê hemcihanê yê Duduyan li ser axa Asîya Roavayê Şerên mezin ne qewimîn, eger em opêrasyonên hêzên çekdar yên Brîtanîyayê li Îraqê di gulana sala 1941ê da, ku sî rojan kişand û bi wê yekê va xilaz bû, ku hukumeta Reşîd Elî el-Geylanî[1] ya nasyonalîstîyê û terefdarê Almanîyayê ji hukum hate avîtin, û yek jî kampanîya demkurt ya leşkerên Îngilîs û “Fransîya Azad” ya havîna sala 1941ê li Sûrîyê dijî hêzên gênêral Dêns nedine ber çavan[2].

Lê ev gotinên me nayêne wê maneyê, ku pirsa kurdan dûrî bûyerên wan salan yên bi qetil û xwînê va dagirtî bû. Rohilata Nêzîk ji bo herdu alîyên dijberî hev xwedî kemala gêostratêgîyê bû û ew war dergehên ji bo pêşenîyên leşkerî bûn bona ji başûrê Yekîtîya Sovyet (ji hezîrana sala 1941ê) û bakurê Afrîkayê şer tevrakin. Nearamîya li Kurdistanê, ku gelek caran di rûyê aktîvbûna tevrabûnên kurdan da saz dibû, dikaribû him ji bo Yekîtîya Sovyet, him jî ji bo hevalbendên wê ziyandar bûya. Lema jî pirsa kurdan, ku wan salan dihesibandin wek pirseke bi problêm û zêde guh nedidanê, di dîroka Şerê Hemcihanê yê Duduyan da cîyê xwe girt.

 

Berî ku Yekîtîya Sovyet bikeve nava şêr

Dewletên, ku mêla wan ser faşîzmê bû, di nav planên xwe da yên bona hukumî tevaya cihanê bikin, roleke giring didane Rohilata Nêzîk û Navîn (Asîya Roavayê), xwesma piştî serketinên mezin yên Almanîyayê di salên 1939 – nîveka pêşin ya sala 1941ê da. Ew herêm gerekê bibûya bingeh bona pêşdabirina agrêsîya Almanîyayê-Îtalîyayê ber bi Bakur-Rohilata Afrîkayê û Başûrê Yekîtîya Sovyet, herwiha ji bo jihevxistina komûnîkasyonên împêrîyê, ku Brîtanîya Mezin bi milkên wê yên Okêanên Hindîyê û Edilî da heyî dide girêdanê, bona xwe bigihîne Yaponîyayê, ku endamê sisîyan yê pakta dijî Komîntêrnê bû. Xên ji wê, Rohilata Nêzîk bi dewlemendtîyên xwe yên kanên (medenên) neftê va dikaribû ji vir şûnda bibûya kanîya wê mehsûletê, ku ji bo rêvebirina şêr pir giring bû û welatên împêrîyalîstîyê pir hewcê wê bûn.

Hîtlêr û Mûssolînî, ku hêza wan ya aborî û leşkerî-sîyasî li herêmê hema bêje tunebû, hêvîya xwe danîbûne ser wî beşê nasyonalîstên herêmê, ku dijî Îngilîs û Fransîyayê bûn û xwe li riya şerê berk girtibûn. Li Rohilata Erebîyê ew panerebîst û îslamîst bûn, ku muftîyê Yêrûselîmê Emîn el-Huseyn serokatî li wan dikir û bi ruhê xwe va nêzîkî nasîstan bû. Em wê jî bêjin, ku ne li Felestînê, ne li Sûrîyê û Libnanê tesîra wan zêde nîbû. Li Sûrîyê û Libnanê hêvîya xwe danîbûne ser hêzên bi serokatîya gênêral Dêns, lê wek me berê jî gotibû, ewana bi ser ne ketin. Û tenê li Îraqê di meha nîsanê sala 1940î da desthilat kete destê kome nasyonalîstên leşkerî û serekê wan Reşîd Elî el-Geylanî bû, ku tewqê xwe bi carekê va ji Îngilîs birî û xwe li riya nêzîkbûna bi Almanîyayê û Îtalîyayê ra girt.

Bi vî awahî, tirsa wê yekê hebû, ku Îraqê, herwiha Kurdistana Îraqê jî di nav da, kaşî nava şêr bikin. Rast e, derheqa pêwendîyên almanan û îtalîyan bi serekên kurdan ra kêm tişt bêlî bû, lê piştî salekê îngilîsan kontrola xwe li ser Îraqê, herwiha Sûrîyê û Libnanê careke din dane testîqkirinê, lê aramîya herêmên kurdan yên wan welatan nehatibû parastin. Bêrlîn û Roma vegera xwe ya li herêmê paşda dixistin heta pirsdanîna wan ya sereke – plana “Barbaros“– bi ser keve.

Eger li welatên ereban yên Rohilata Nêzîk dagîrkarîya Almanîyayê-Îtalîyayê kîn û eynata xwe kutabû Brîtanîya Mezin (Fransîya ji hal ketî ne di hesaban da bû), lê Îran ji bo stratêgên Bêrlînê balkêş bû ne tenê di hêla kanên neftê yên herêma Devtenga Farizistanê da, ku di bin kontrola Îngilîs da bû, lê herwiha wek bingehek bona derbazkirina kampanîya dijî Yekîtîya Sovyet. Piranîya cesûsên almanan (herwiha yên îtalîyanan jî), ku di dema destpêka şêr da li Îranê bûn û bi karê pîre-pîrekirinê û hilweşandina qeyde û qanûnên heyî va gîro bûn, li warên bakur-roava welêt bi cî bûbûn, ku nêzîkî sînorên Pişkavkaza Sovyet bûn û li wir piranîya binecîyan azirî û kurd bûn. Bi vî awahî, xeterek peyda bûbû, ku ew war, ku Kurdistana Îranê jî hildigirte nav xwe, dikaribû bibûya bingehek bona destdirêjayên çekdarî.

Di hêla gêopolîtîkîyê da ji bo welatên Roavayê yên dagîrkar hevalbenda here baş li Rohilata Nêzîk Tirkîye bû. Lê wê demê wê mêtodên zorlêkirinê kêr nehatana. Gerekê bi awahên din Tirkîye bikirana hevalbenda Almanîyayê-Îtalîyayê, zêde jî bi rêyên dîplomatîyê, ji ber ku armancên wan yên di hêla sîyaseta der da û berjewendîyên gêostratêgî nêzîkî hev bûn. Yek ji wana gerekê peymana Tirkîyê-Almanîyayê ya “derheqa dostanîyê û êrîşî ser hev nekirinê“ da bûya, ku çar rojan berî êrîşa Almanîyayê li ser Yekîtîya Sovyet hatibû îmzekirin. Zaneyê dîroka Tirkîyê A. F. Mîllêr ser vê meseleyê ha nivîsîye: “Ji bo Hîtlêr ew peyman, ku ji bo leşkerên faşîstîyê riya ber bi Balkanan vedikir, xeleqa dawî bû di dema amadekarîya şerê dijî Yekîtîya Sovyet da. Lê ji bo Tirkîyê ew dihate wê maneyê, ku ew bi awayekî vekirî tevî sîyaseta Almanîya Hîtlêrîyê ya dijî Sovyet dibe“3.

Lê armanc ne tenê Balkan bû. Gorî bawerîyên stratêgên Almanîyayê, serketinên wan yên li pêşenîya Rohilatê gerekê bibûya bingehê sazkirina pêşenîya nû – ya Kavkazê, û di vê pirsê da rola sereke gerekê Tirkîye bilîsta. Helwêsta Tirkîyê berî şêr û di salên pêşin yên şêr da bawerî dida almanan, ku ewê bikaribin tirkan bînine alîyê xwe. Li welêt ji nîveka duduyan ya salên 30î destpêkirî û xwesma piştî mirina Kemal Ataturk di çirîya paşin sala 1938an da tesîra hêzên konsêrvatorên rastê xurttir bû. Zevtkirina Alêksandrêttê gava pêşin bû. Sistîya leşkerî ya bloka Îngilîs-Fransîyayê, ku di sala 1940î da îdî ber çavan bû, bû sebeb, ku Enqere îdî bawerî bi peymana Îngilîs-Fransîyayê-Tirkîyê ya derheqa alîhevkirinê da ya 19ê çirîya pêşin sala 1939an da ne dianî. Dema welatên herêmên Dûnayê û Balkanan di salên 1940-1941ê ketine nava sîstêma welatên dagîrkar, şer îdî xwe nêzîkî sînorên roavayê yên Tirkîyê dikir. Tirkîye texmîn kir, ku ew di nav xeterê da ne. Lema jî ewê tivdarekê xwe didît.

Bi vî awahî, dema Almanîya êrîş bire ser Yekîtîya Sovyet, Tirkîye bi formalî nêytral bû, lê di rastîyê da nêzîkî şêr bû. Ew tenê li bendê bû, ka “kî zora kê dibe“, da ku biryara xwe bide. Opêrasyonên sereke gerekê li rohilatê û başûr-rohilatê bûbûna (û eva yeka Bêrlînê li Enqereyê dabû qebûlkirin). Ango, Anatolîya Rohilatê, berî gişkî jî temamîya Kurdistana Tirkîyê, wê dîsa bibûya warê şerên giran.

Ha bû rewşa navnetewî li herêma kurdan berî şerên giran di salên Şerê hemcihanê yê duduyan da. Ji îlona sala 1939an destpêkirî, hela berî wê jî, hemû alîyên, ku ketibûne nava dorgera şêr, bi guhdarî bala xwe didane rewşa li wê herêmê sazbûyî, ya ku dikaribû tesîra ciddî li ser paşeroja şêr bikira. Derheqa vê yekê da cêribandina dîrokê jî dibêje. Kemal Ataturk di dema xwe da gotibû: “Di şerê hemcihanê yê paşdemê da, eger şert wekehv bin jî, li Rohilata Nêzîk wê ew welat bi ser keve, kê ku wê bikaribe kurdan bîne alîyê xwe“4. Qesta serekê Tirkîyê yê dûrdîtî ne tenê ew rewş bû, ku di dema dewrana Şerê hemcihanê yê yekê da hebû, lê herwiha ji wê dewranê gelek derengtir bû jî.

Rewşa hundurîn li hemû perçeyên Kurdistanê di nîveka duduyan ya sala 1939an – nîveka pêşin ya sala 1941ê da kêm-zêde aram bû, lê ew aramîya bi şert bû û weke bêhnvedana berî şerên giran bû, ku bi serhildanên nû yên demkurt va navbirî didanê. Paşmayînên serhildana Dêrsimê ya di salên 1936-1938an da demeke dirêj li Tirkîyê dihate texmînkirin. Wek ku rojnameya “Cimhuriyet“ê di hejmara xwe ya 16ê hezîranê sala 1940î da nivîsîbû, di mehên gulan-hezîranê da li herêma Elazigê çend eşîretên kurdan serî hildan (weke 5 hezar şervan) û 25 hezar leşkerên hukumetê yên cezakar derxistine himberî wan. Ûsyanvanan de`w dikirin dest ji çêkirina postên cendirmeyan yên nû bikişînin, çêkirina riyan û piran bidine sekinandinê, li wilayeta Tuncelîyê deverên nû saz nekin, çekan ji dest eşîretan negirin û berevkirina bacan wek berê bihêlin. Kurd,- bi gotinên rojnameyê,- hêvîya xwe danîbûne ser alîkarîya “dewleteke biyanî“ (xuya ye, li ser Yekîtîya Sovyet, ku ji bo çapemenîya Tirkîyê ya wê demê tiştekî adî bû). Rojname ser wê bawerîyê bû, ku ew bûyer di rûyên pevçûnên li ser sînorên Tirkîyê-Sûrîyê da rû dabûn5.

Rewşa dijwar ya li Kurdistana Tirkîyê ji wê jî xuya dibe, ku desthilatê qedexe kir rêwîyên ji welatên dereke bêne wê herêmê. Ji binecîyê Fransîyayê Balsan ra bi dijwarîyeke mezin va li hev hat sala 1939an destûrê bistîne bona seredana devera Wanê bike, ku wê demê hatibû îlankirin wek zona leşkerî ya girtî6. Bi tevayî piştî têkbirina hemû “şerên şoreşgerîyê“ li Kurdistana Tirkîyê desthilateke têrorîstîyê ya wisa hate testîqkirinê, ku tu kesî nikaribû di nav gelek salan da bi jîyaneke miletîyê, bi erf-edetên xwe va bijî û her cûre tevgerên kurdan yên miletîyê jî qedexe bûn.

(dûmayîk heftêya bê)

Çavkanî

[1] Mîrskî G. Î. Îraq di dema tevlihev da: 1930-1941. M., 1961, rûpel 156-176; Klîmêntêv V. P. Derbeya 1ê nîsanê sala 1941ê li Îraqê û şerê sî rojan. – Vostok. 2001, hejmar 1.

[2] Oganêsyan N. O. Damezirandina Komara Sûrîyê ya serbixwe (1939-1946). M., 1968, rûpel 39-41.

3 Mîllêr A. F. Nivîsên derheqa dîroka nû ya Tirkîyê da. M.-L., 1948, rûpel 204.

4 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya gelêrî. Tb., 1946, rûpel 189.

5 AVPRF, fonda 132, 1940, çente 25a, dexle 3, belge 5.

6 Balsan F. Les surprises du Kurdistan. P., 1944, p. 14, 16-17. Derheqa rewşa giran ya li Kurdistana Tirkîyê piştî têkbirina serhildana Dêrsimê, derheqa destdirêjayî û zordestîyên desthilatê da binihêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da. Yêrêvan, 1990, rûpel 198-200.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev