Li gorî teoriya civakî ya Çîçeroyî

Li gorî teoriya civakî ya Çîçeroyî

Gotinên aqilmend ji aqilmendekî

Amadekar: Umîd Demîrhan

 

  1. Xizan dixebite. 
  1. Zengîn wî (xizanî) bi kar tîne. 
  1. Serbaz her duyan (xizan û zengînî) diparêze. 
  1. Welatî baca her sêyan (xizan, zengîn û serbazî) dide. 
  1. Teral pişt û pala xwe bi her çaran (xizan, zengîn, serbaz û welatiyî) ve girêdide. 
  1. Serxweş ji bo van pênc kesan (xizan, zengîn, serbaz û welatî û teralî) vedixwe. 
  1. Peredar (gerînendeyê banqeyê) van şeş kesan (xizan, zengîn, serbaz, welatî, teral û serxweşî) dişêlîne. 
  1. Parêzer van heft kesan (xizan, zengîn, serbaz, welatî, teral, serxweş û peredarî) dixapîne. 
  1. Bijîjk van heşt kesan (xizan, zengîn, serbaz, welatî, teral, serxweş, peredar û parêzerî) dikuje. 
  1. Mirîşo van neh kesan (xizan, zengîn, serbaz, welatî, teral, serxweş, peredar, parêzer û bijîjkî) dişo û çal dike. 
  1. Siyasetmedar bi van deh kesan (xizan, zengîn, serbaz, welatî, teral, serxweş, peredar, parêzer, bijîjk û mirîşoyî) aboriya xwe dike.

 

# Hinek hişmendên kurdan dibêjin ku em zerdeştî ne, van yanzdeh gotinan careke din dubare neke û dubarekirin ji xwe re rê vedike; bi ramyariya qenc, gotina durist û tevgera rast li dijî vê dinyaya şevereş derkeve. Hinek dibêjin pêşiya pêşîn bibe xwediyê dewletekê û piştre xebatkar, sermayedar, serbaz, bijîjk, parêzer û siyasetmedarên xwe li gorî hişmendîya xwe perwerde bike. Hinek dibêjin ayîna me ya neteweyî êzîdî ye, divê em vegerin ser koka xwe. Hinek dibêjin jixwe piraniya kurdan misilman in, divê em vegerin ser îslama rastîn a pêşîn. 

# Ez jî dibêjim heta ku ziman, çand, sembol, dîrok û armancên me zelal nebin, bi awayê kurdî nehatibin ristin em ê çawa bigihêjin hişmendiya xwe ya neteweyî? Hesab bikin ku pergaleke me ya perwerdehiyê ya yekgirtî jî tuneye. Wê çêbe, lê ev pêkhatin dem û dezgehê dixwaze.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev