XESÎ

XESÎ

Berfîn Dicle

Gava em di xanîyê bi hewş de rûdiniştin, jinika xweya xanîyê me, çîçek xwedî dikirin. Ne wekî min hebkî du heb, belkî bi sedan tenekê rûn û qutîyê boyaxan li keviyê pace û balqonan û li dora hewzê rêz dikir û tovên ku ji pardan hiltanî diçand wan û heta dawîya payîzê li wan dinêhirt.

 

De înca hewş ne wekî hewşên vê dawîyê bûn. Wekî eywanê, derê hemû odeyan li hewşê vedibûn. Çar bûkên wê hebûn. Her bûkek di odeyek û çavîkî piçûk ku jêra bi tirkî dibêjin sandık odası (odeya sindoqê) de rûdinişt. Înca li binê her odeyekê jî mehzenek hebû. Qelî, tirşîn û penêrên xwe datanîn wê derê. Ji ber bi çend pêplûkan li bin erdê bûn dora odeyan jî tev bi balkon û pêplûk bûn. Înca gava havîn dihat ew hewş dibû cinet û dima.

 

Jinik ne tenê li çîçekan dinêhirt, bi dehan nevîyan jî xwedî dikir. Ew ê her sal danûdûyên wan çêkirana bavêtana mehzenên wan û her yek ji wan ra jî bazinek hûr dikirî û bi destê wan ve dikir. Welhasilî kelam ji bûkên xwe jî pir hiz dikir. Gava bûkan jê ra digotin anne hezar anne ji devê wan derdiketin. Dîya min li wan ecêb mabû. Digot: Kurmê van dîyarbekiryan çi ne xweş e, ji xesîya xwe re dibêjin anne. Çawa dikarin bi vira ewqas xweş bikin!

 

Bi rastî dîya min qet li ber destê xesîyê nemabû, lê dîsa jî wekî van bûkên jinika xweya xanî nizanibû xweşekîyê bike. Pir bi rêz bû li qarşa pîra min. Ji xwe min nedîtîye Farqînî ji xesîya xwe re gotine dayê. Dîya min qet ne digot “tişteka min”. Hema diaxifî. Ne xatî ne metê ne jî jinxalê…

 

Heta ku pîra min çû rihmetê jî qet dengê wan derneketibû. Dîya min bûka piçûk û bajarî bû, qelenê wê jî biha bû, êdî nizanim dibe ji ber wê, pîra min pir qîmet dabiyê. Jinapên min pir gazin jê dikirin. Gava dihatin mala me û wan bûkan ji xesîyê re digotin, “anne” li wan diheyîrîn û diman…

 

Bîskî berê di koma xwarinê de yekî quşxana apraxên keleman danîbû ber xesîya xwe û wêneyek wê li wir parvekiribû. Li ser jî wiha nivisandibû: “Min ji xesîyê re aprax çêkirin, em ê bi hevre bixwun.”

 

Xwezî we bidîtina jinan çawa gotin diavêtin hev û diketin qirka hev.

Hinekan digot, tu çima nabêjî “Anneme yaptım”, hinekan jî digot: Çi ji we, xuya ye gotina “anne”yê heq nake loma jê ra nabêje anne…

 

Xesîyek jî wiha digot: Ew ne sûcê bûkê ye, kurê wê ne kur e. Nizane nava jina xwe û dîya xwe çêke. Heke herduyan jî temî bikirana, ew ê qîmetê bidana hevdû û ji hev hizkirina.

Bi ya wê, ji bo jin lihevkin, divê îlem tilîya mêrek li ser serê wan be! Êdî jin û qîma xwe!

 

Ez? Şikir ji Xwedê re; ne bûk im, ne jî xesî. Tenê siltana mala xwe me! Bi rastî heft xesîyên min hebûna jî wekî ku li xwe xesîtîyê dikim wan nikaribûn li min xesîtîyê bikirana…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev