Nivîsarên Farsiya kevin yên Dariyus

Nivîsarên Farsiya kevin yên Dariyus

Berhemeke delal ji Weşanên NA

Beyhanî Şahîn

 

Nivîsarên Dariyus (ji berî mîladê 549 – 486) yên ku di navbera salên 521-486an da hatine nivîsîn, di derbarê rewşa Îran’a kevin û xelkên li Medya’yê da haydariyên dîrokî radigîhinin me. Dariyus bi xurur tê da encamên serkeftinên xwa yên leşkerî bi bîr tîne …

 

Ev nivîsar dîrekt ji Farsiya kevin hate wergerandin. Bi saya van nivîsaran li hêlekê em hiynî kerektera zmanê Farsiya kevin dibin û li hêlekê jî tê da bandora zmanê Medî ya li ser Farsiya kevin dibînin. Di nav demê ra, heta çend nifşan, Farsiya kevin bi temamî xususiyetên xwa yên bingehîn wekî zman henda dike û dibe zmanekî Medî. Ji piştî demekê navê Dariyus tenê bi forma Medî (Dāraya-vahuš) tê nivîsîn.

 

Gelo debîrên ku ew nivîsar nivîsî bûn, Med bûn?

Çima navê bavê Dariyus (Vištāspa-) bi Medî bû?

Gelo bavê Dariyus bi eslê xwa Med bû?

Di Farsiya kevin da çima peyvên Medî jibo nivîsîn (*ni-pai̭s-) û xwandin (*pati-fras-/pṛs-) hatibûn bi kar hanîn?

Ma Fars ji Medan hiynî nivîsîn û xwandinê bûn?

Ma Farsan elfebe û nivîs ji Medan wergirtî bûn?

Ma wateya peyva nivîsîn (*ni-pai̭s-) û xwandin (*pati-fras-/pṛs-) di zmanê bingehîn yê Îndo-Ewrupî da çi bû?

Gelo yên ku karên hunerî dikirin pîşekarên Med (← med-k. *pai̭sas-kara-) bi xwa ne bûn?

Gelo bandora Medan ya huquqî (Medî *frasaka-, *frasa-kara- “rapirser, → dadgerê lêgerrînê”) li ser sîstem û dînên li Rojhilata Navîn çima ewçend mezin bû?

Çima di nivîsarên Farsiya kevin da navê Zaraϑuštra û Miϑra hîç derbaz nabe, tevî ku Ahuramazda dubare û dubare tê bi bîr hanîn jî?

Gelo xelkê Fars yan Farsên rayî û elît ne Zaraϑuštra’yî bûn?

Çima têgehên zmanî yên desthilatdariyê bi temamî bi zmanê Medî bûn?

Bandora Medan ya dînî li ser Farsan û cîranên din çendîn bû?

Çawan peyva Medî *pari-dai̭za- “bihişt” derbazî Aramî, Îbranî, Akadî, Erebî, Yonanî, Latînî, Înglîzî, Elmanî û hwd. bû?

 

Hun ê di “destpêk”a vê berhemê da bersîvên van pirsan bibînin. Hemî encam û vegotinên zmanî li ser metodên fonolojîk yên zmannasiyî bi zelaliya xwa ya dîrokî yek bi yek hatin rave kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev