Ez heyranê kurmancîya mirtibên Diyarbekirê me

Ez heyranê kurmancîya mirtibên Diyarbekirê me

Roşan Lezgîn

 

Niha ez bibêjim mirtibên me ji gelek kurdên me esîltir in, dibe ku hûn ji min sil bibin. Lê dixazin hema serê xwe li keviran xînin, bi rastî îro û berê jî gelekê caran ez wisa fikirîme.

 

Çima? Çimkî mirtibên Diyarbekirê terka kurmancî nekirine û nakin jî. Ji navbera lêvan kurmancîyeka bajarî ya paqij û fesîh, kubar û nazik xeber didin ku meriv ji guhdarîkirinê xwezî heşmetkar dimîne. Eynî mîna ew tirkîya Îstanbulê ku bavê tirkîstîyê Ziya Gökalpî di kovara Genç Kalemler (1910-12) de pêşnîyaz kiribû ku bibe zimanê tirkan yê modern.

 

Mirtibên Diyarbekirê li mala xwe, li kuçe û kolanan, bi zarokên xwe re her vê kurmancîya nazik a bajarî xeber didin. Eger hûn bawer nakin, bitaybetî rojên înîyê, danê sibehê, herin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Unîversîteya Dîcleyê. Hene pênc-şeş keçik yan jinên mirtib, li ser wan palikên nêrdewanan ji hev dûr rûniştine û bi wê kurmancîya delal, bi wê dengê xwe yê zelal geştê dixwazin:

 

“Xwedê li nexweşê we were rehmê!”

“Xwedê ji nexweşê we re şîfaya xêrê bide!”

“Xwedê we nexîne derîyê teng!”

“Roja înê ye, çi miradê we heye Xwedê bide…”

 

Berê dikana min hebû, li nêzî mizgeftekê. Roja înê gelek jinên mirtib dihatin, piştî ku cemat ji nimêjê belav dibû, geşta xwe berhev dikir. Û pereyê hûr yê hesinî dianîn didan min ku ez ji wan re bikim pereyê kaxid. Çimkî îhtîyacê min gelek bi pereyê hûr çêdibû. Ew jî nikarîbûn ewqas pereyê hûr yê hesinî li cêba xwe bigerînin. Carînan jî zabitayan ji wan distend. Dema min pereyê wan dihejmart, min digot:

 

“Hûn jî bi min re bihejmêrin.” Digotin “Na. Em ji te bawer in.” Min digot “Dibe ku ez xwe şaş bikim…” Digotin “Bila can û ruhê te sax be.”

 

Gelek car bi vî awayî suhbeta me çêdibû. Min ji guhdarîkirina kurmancîya wan zewq digirt. Niha jî ez heyranê kurmancîya mirtibên Diyarbekirê me.

 

Lê kurmancên me, kurmancên gewr, li gund û bajaran bi tevayî terka kurmancîyê kirin û bi wê tirkîya çors ku ji dawîya kûr a gewrîya xwe derdixin, xeber didin: Hela bağxîsaan, saha diyem saa!…

 

Pirranîya jinên Diyarbekirê hingê bi vê tirkîya qebe xeber didin ku dengan ji dawîya qirikê derdixin lewma têlên gewrîya wan verisîne; dengê jinane yê nerm çûye, hema bibêjin bi dengê xizig yê mêran xeber didin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev