GOTINA KAKIL, NAVIK Û NAVOŞKÊ

GOTINA KAKIL, NAVIK Û NAVOŞKÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner 

Di kurdiya kurmancî de peyvika ”kakil”, ”navik” û ”navoşk”ê rojanê tên bikaranîn. Lê mixabin di dawiya Sedsala Bîstî de û heta niha ciwanên Kurd ji ber heşifandin û helandina xwe ji aliyê Kemalîzmê ve, zêde nizanin.

 

Li ser daxwaza dostê min Seyid Mihemed Hezexi ku li Swêdê mamostetiya Zimanê Kurdî dike, ez ê hinekî naveroka wan zelal bikim ka ”kakil” çi ye, ”navik” û ”navoşk” çi ne.

 

Lê ji bo ku ez ji naverokê piştrast bibim, min hewara xwe gehand Pîrê Xerzanê rêzdar Ebdulah Celanî jî, hêj min reşbelekiya xwe amade kir.

 

Diyar e ku di nava hemû heyînên wek zebze, meywe, çerez û biwêrên pirtexlît de, tovek heye. Ji wan tovan re her yek navekî xwe yê cuda jî heye.

Ji ber ku ev babet gelek berfireh û giran e, tenê ez ê li ser van xalên li jêrê rawestim:

 

Ji bo navê hemû tiştên ku hatin gotin re, NAVIK tê gotin.

Ew navik jî, dibe ku ji ber dewlemendiya Zimanê Kurdî ye, her yekê xwe navekî cuda heye.

 

Mînak:

GÛZ, BEHÎV, FISTIQ, BINDEQ, DENDIK, SÎSIK Û TIŞTÊN XWARINÊ YÊN KU TÊNE KELANDIN/PIJANDIN û hwd.

 

GÛZ: Ji navika wê re KAKIL tê gotin.

FISTIQ: Ji navika wê re KAKIL tê gotin.

BINDEQ: Ji navika wê re KAKIL tê gotin.

BEHÎV: Ji navika wê re DENDIK tê gotin.

QEYSÎ/ZERDELE/MIŞMIŞ: Ji navika wan re DENDIK tê gotin.

DENDIK: Ji navika wê re NAVIK tê gotin.

 

. Ji bo navika tiştên weke gindor, zebeş, kundir, xiyar û hwd re, DENDIK tê gotin.

Meywe û zebzeyên ku ji navika wan re SÎSIK tê gotin, ev in:

 

. SÊV, HINAR, BIHNOK/Biyok, HIRMÎ, TIRÎ. Temetîz/sorik, bacanê reş, îsot û tiştên wisa.

. Ji bo navika çerezên weke BITIM û KIZWAN jî, NAVIK tê gotin.

. Ji bo navika xwarinên weke KUTILK, BOREK û tiştên wisa re jî NAVOŞK tê gotin.

Bi hêviya lêkolîneke berfireh ji aliyê ciwanên dilovan ve li ser babetê, her şad û berxwedar bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *