Ji zargotina me – 225

Ji zargotina me – 225

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 2 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a duduyan çap dikin. 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî

 

BISMILLAHIREHMANlRREHÎM

 

Elhemdulillahî Rebbil alemîn we sselatu ela Muhemmedin we alîhî ecma’în…

 

Emma baed me’alûmî cenabêd talib û naziran bibitin ku ew tewayîfêd Ekradan ji tewayîfêd Erebêd bedewîêd berê ne. Ku zemanê maziyê da ji wan tayfêd Ereban miqdarek cuda bûyîne û bi wan kenaran da bi eyal û etfal hatine û hemû qebîleyek bûne. Û berê lîsanê wanî jî bil’umûm zmanê Erebî bûne û yek taife bûne. Heta wî zemanî lefz Kurdistan tune bûye. Paşê weku hatine van etrafêd xalî û sînorêd Îran û Xoresanê ew merovêd hatî mesela çend in elbette her yekî navek heye. Heyder, mesela navê yekî bûye. Herçî ji ewladêd wî Heyderî zêde bûyîne nîsbet bi bal wî da ye Heyderî. Ewana bûyîne tayîfeyek û mesela navê yekî Zeylo bûye, herçî ewladêd ji wî merovî zêde bûyîne nesebet dayîne bi bal Zeylo, Zeylî Zeylî gotine. Ta’ifêd mayî jî bi vî tarzî ne. Mirad ji taifan eviya her taifeyek kurê bavekî bûne û bi mirûr eyam her yek bûyîne ew qeder mal, îcarê ew taife jî bi neseb nêzûkî û bra û pismamiya wî zemanî xeyreta yek û du dikişin û eger dûr in li yek û du nabine xweyî qebile û tayfe ewna ku beyan bûn…

 

Û lefz Kurd û Ekrad eslê wî girde ye.Yanî berhev û cem’îkirine. Bo munasebetê ku ew Ereb bûyîne cîranê Îran û Farisê û Xoresanê, êdî ji lîsanêd wan tayfan yek û yek û berhev û cem û exz kirine û hêdî hêdî zmanêd xwe ê qedîm ku Erebî ye terikandine û mirûr zeman û borîna îyamî bûyîne hinde eşayîr û qebaîl û taife…

 

Ew navê wan ku maye Kurd û Ekrad ew sebeb e ku zmanê berhev, yanî mexlûtîye, Yanî gird kirdî ye. Ji Farisî û Îranîyan. Îcarê ew tayfana ji etrafan bi nav Kurd û Ekrad hatine navdan û bûyîne miletekî meallûm…

 

Ema zmanê wan jî biheseb cih û mekan bazê îxtilaf tê heyîn, lewranê lîsanê Ereb û Farisî û sair jî dîsanê cezwî muxayîret heyîn, Mesela lîsanê ehlê Hîcaz û Misrê û Erebêd Bedewî naşibine yek û du. Û zmanê Farisîya derî û Pehlewî û Iraq û Azerbeycanê naşibine yek û du. Lîsanêd Ekradan ji cezwî tefewat heyîn…

 

Ekrad qewî zêde nesl û neseban hesêb dikin û amare û axayêd wan bazen seyyîd û bazen sahebzade heyîn.

 

Weku Abbasî û Xalidî û Ensî û Merwanî ji vana tê heyîn. Wekî dinê ekserêd Ekradan heta heft bavan navêd ecdadêd xwe dizanin û xizm û eqrabayetî winda nakin. Mesela xizm û pismamê yekî li Şamê û Misrê heye, bavê wî xizmî û ewî pismamî ji boy kurê xwe wesayet dike ku li filan welatî û filan gundî ji filan tayifeyî navî ew e, xizm û pismamekî me heye iqtiza bike ew jî dîsanê ewî wesîyetê ji boy ewladêd di xwe dike…

 

Û eger şayed Ekradan xwîndarî û yaxûd dawayekî maye di welatekî da di gel merovekî hebe, dîsanê weqit û tarîx û bitefsîl ewê dawayê ji boy ewladêd xwe dibêjin, wasiyet dikin. Adetê wan ku eger yek ji wan mesela biçite xerîbetê rastî a esl û neseba xwe bizûwî ji boy kesekî nabêjin. Lewranê ihtiyat dikin. Ku nebe xwîndarî û ya dawaîdarek kewn ji neseba wan biderkevin. Xulasa dawa di nîva wan da kewn û zayî nabe. Heta heft bavan dawa dajon…

 

Û Ekrad qewî xweyîbext dibin, eger mirovek qebahatekê mezin bike û biçe xwe bavêje bextê yekî elbette ji qisûra wî diborin û bi bext sondê dixwin û bi cihderewî tiştekî naxine bextêd xwe. Weku yekî gote yekî mesela ew şola we ha nebûye weku ewî gote ku di bextê min da be ku weha ye elbette pê bawerî dikin, Yanî bi bext sond xwarin di nîva wan da qewî mezin e. Wekî mesela: merovekî dixwazin bikujin, xwe avêtine bextê yekî, elbette bi çi tarzî bibe dê wî mirovî ji kuştinê xilas bikin…

 

Adetê Ekradan di şerî da weku mirovek ji hespî ket û esîr bû êdî mimkun nîne ewî nakujin. Adetên Ekradan ên piçûkan(piçkan) bêşikkertme dikin, mesela: weku ji boy mirovekî keçek welidî ji boy mirovekî jî kurek welidî hema di roja weladitiyê da ewê keçê didine wî kurî. Bêşikkertme dibêjin. Heta ku ew kur û keç balix dibin, êdî men û poşmanî nabit. Îcarê dawata wan her dukan dikin. Û di nava Ekradan da berdêlî jî dikin. Mesela: yek xweha xwe dide yekî û xweha wî jî ji boy xwe distîne, weyaxût keça xwe dide yekî û keça wî jî ji boy xwe distîne. Yanî mibadele dikin. Herkesek jî wan mesrefa daweta xwe dibîne.

 

Ekserî Ekrad dawatan di weqtê biharan dikin. Lewranê zivistanan cihyekî tenha ji boy bûk û zavaê tunîne. Wekî dawatê  dikin li goşeyekî konê weyaxût li goşeyekî malê perde girê didin. Ew bûk û zava li pişta perdê gerdek dibin. Wekî dinê adetêd wan ên weku cih tune bin, bav û kur û bra digel jinêd xwe hemû di malekê da radizin û radibin û keç û bûkêd wan ji kesekî narevin.

 

Biharan wekî bîstê Adarê elbet bi der dikevin konan, lakin nêzûkî cihê qişlaxê ji wî ra “warê kozê” dibêjin. Heta ku pezêd wan zêyî xilas dibin, paşî ji wî warî bar dikin. Warê biharê û payîzan newal û cihêd talde û deşt dibin. Lakin warê havînê zozan û çiya dibin. Her deh û bîst û sih û çel malan mexsûs warek heye. Kesek li warê kesî nahêwêre û lê nabe xweyî. Û caran dibe ku li ser wan di nîva wan da nîza peyda dibe û ji boy birekê malan ku digel hev û du dihêwêrin, ZOME dibêjin. Û axayê wî bîrrî û rîspîê wê cimaetê kî ye? Mesela: Elo û Heso ji boy wê zomeê Zoma Elo û Zoma Heso dibêjin, birrêd wan jî weku gundan nav heyîn, zomea filankesî û zomea filan axayî dibêjin. Mesela: îqtîza bike ku tu zomeyekê pirs bikî ji boy te salix didin, diçî û dibînî.

 

Şayed weku tirsek hebe îcarê ew êl hemû berhev çiya û deştekê dibin û li ser hev û du nêzûkî yek û du konan li hêşîyê wek ordîyan vedigirin. Ji bo vê berhevîa konan ra ABIR dibêjin, filan aşîrê bi Abir danîne dibêjin. Weku şayed tirsa wan ji kenarekî da heye ji çar kenaran riya yek saetê yek çend siwaran qerewal datînîn û bi xwe jî şev ranazin. Hespêd wan hazir lixabkirî û  bi xwe jî çekgirêdayî guhdarin.

 

Heman ji kenarekî deng û pêjnek peyda bûyî hemî siwar dibin û bi wî kenarî da diçin. Eger yeqîna dijminan kirin, defa wanî hewarê heye, bi şev û bi roj çi wextî dibe ewê defa hewarê li cihekî bilind didine kutan ku deng bigehe hemû zomeyan. Weku dengê defê peyda bûyî êdî mimkûn nîne kes bi şû ve namîne siwar û peya bi kenarê defê da tên. Û jinêd wan malan jî her yek kon-istûnekî digirin destêd xwe û hazir dibin, guhê jinan jî li şerî ye. Dîtin ku şer hate nêzûkî malan ew jin jî bi wan istûn-konan diçine şer û yariya mêran dikin. Dibe jin jî têne birîndarkirin û kuştin. Yanî weku şerekî weha li ser malêd Ekradan biqewimin jin û mêr şerî dikin. Û eger şayed hezar siwarêd dijmin bêne ser çel pênce malêd Ekradan dîsanê qedr nabin ku ewan belav bikin. Lewranê di nîva Ekradan ewê meseleyekê menşûr e.(Şerê kûçikan li ser dêlan in.) Ekrad şerêd ser malan bi xeyr ji mirin çare nînin, elbette heta mirin şerî dikin. Û adetekî dinê di şerêd ser malan da heyîn, weku Ekrad dibînin ku dijmin zehf û ew bi xwe hindik in, herkes siwar dibin û ji nîva malan bi der dikevin û xwe didine çiya û kerrekî asê. Û malan dispêrine dijminan û bi xwe ji dûr ve difkirin û çek û aletêd xwe ê herbê dirist dikin û digel yek û du qewl û qerarê dikin ku nerevin. Yek ji wan dibêje ku eynegozê min Meho maye dest dijminan da û yek ji wan dibêje ku “wa ye keça min Eyşê” maye di dest dijminan de, weha xeyretê didine yek û du, îcarê dijmin jî bi talan û malhilgirtinê mijûl dibin. Bilanê zehf bin jî ew xweyîêd wan malan bi carekê hicûm û êrişê tînine dijminan û jinêd wan jî di nîva malan da bi kiziman arîkarîa wan dikin, elbette dijminan perîşan dikin.

 

Û taîfeyêd Ekradan weku xwîndarî nebitin qewî mayîlê qetlê nînin. Di şerî da weya rêbirê da mirovan digirin û dişêlînin, berdidin. Lakin ji boy şola xirab elbette mirovan dikujin. Heta jinêd xwe û keç û da û xweha xwe jî elbette qetl dikin. Û jin jî ji boy şola xirab mesela: Da-keça xwe, û xwesî-bûka xwe, û xweh-xweha xwe bi şev dixeniqînîn. Weyaxût jarî didinê û qetl dikin. Ji axa û rîspîêd wan kesek pirsiyarî nakin ku te ji bo çi ewa kuşt…

 

Weqi’a revîna jinan ji mêran di nîv wan da adet nînin. Jîn û keçêd wan ji kesî narevin. Weku miletê Efrencî ye. Ew jî serbest in lakin boy îhtiqadê ku ew xirabîyê nakin. Îllah eger yekî ji wan şola xirab kirinn, çare nînin elbette ewî dikujîn.

 

Jin û keçêd wan qewî şolekar û cesûr û xweyîhiner in. Kulav û berr û xalî û têrran çêdikin û malêd ku xulam tê nînin hesêbekî xulamê malê jin in. Herçî şola malê bibe jin dikin, heta hespêd mêrên xwe jî jin xwedî dikin. Mêr bi xeyrî şerî tev şewlekî (şol) qewî nakin. Bazar û dayîn û standin jî bi jinan dibin û têne meclisê û îqtiza bikitin tevî şêwr û îdare û emûrî (derbazkirin) dibin û kerem û êkrama mêvanan dikin.

 

Weqtê Ekrad ji warekî bar dikin diçin warê din malêd xwe bar dikin û çend siwarêd wê zomeyê heyîn hemû rimêd wan li ser milan û destvedayî li berayîka koçan diçin û jin koçan dajon. Ew pez û deve û garanêd wan li pê koçan diçin. Ji wan siwaran ra pêşkoçî dibêjin. Şayed weku dijmin ji pêş ve peyda bibî; ew, şerî li berayîka dikin weku bûye şerî û jinêd di nîva koçan da barêd xwe berhev cihekî dikin. Weku meterîsan çêdikin û hewş dikin û zarokan dikine nîva wê hewşê û tifing û tabançan heldigirin û muntazirî şerêd mêrêd xwe dibin. Eger siwarêd wan li dijminan xalib bûn qewî qenc e. Bi xwe jî dîsanê koçêd xwe dajon û diçin û eger şayed dijmin li siwarêd wan xalib bûn, ew siwar direvin û tên dikevine nîva koçêd xwe hesarê (mudafaa-cih) û dîsanê şerî dikin, heta hewar ji cihekî peyda dibe. Lewranê adetê Ekradan e, heman boy şer elbette ew mirovan ji boy hewarê bi etrafan da belav dikin û jinêd maqûlêd wan jî roja koçê li hespê çê siwar dibin û çek û sîlehan girê didin û rim digirine destêd xwe û ew jî dikevine pêşîya koçêd bixeml û serbizêr. Bi vî terzî dikevine pêşîya koçêd xwe. Lakin, jinêd feqîran zarok jî li goşê koçêd xwe dajon û diçin…

 

Û her zomeyekê du nobeddar heyîn. Bi heq şevê her yek li kenarekî dipeyîn. Weku hêsa dijminan bikin, dikine gazî û xelqê zomeyê radibin û diçine wê semtê.

 

Weku bi şev şayed dost û mêvan bêne zomeyê ew nobeddar diçine berayîkê û gazî dikin. Weku qiralêd ordîyan. Paşê ewan tînîne nîva zomeê. Çi qeder mêvan bêne zomeê mêvanê axayî û rîspîyan e. Îlle eger zehf mêvan heyîn, îcarê serê konê du û sê û zêde siwaran belav dikin…

 

Û axayêd wan maqûl û dewletlûyêd wan, hemû xweyîqehwe û taxim in. Eger şayed mêvan jî qehwe û taxim heye nahêlînîn ku taxima mêvanan bi der kevin û bidine şewlê (şolê) bila ku qehwe û taxima xweyê malê dixebite û axa û rîspîyan çît û perde heyîn. Yanî nîva konê birrîne û çît û perde kêşane û kirine yalî mêran û dîwanxane. Mêvan li wê derê sakin dibin. Mêvanan ra berx û pez ser jê dikin û îkram dikin…

 

Axa û rîspîyêd her zomekê meleyek li malan da dibin ku bang didin û bi cimaet nimêjan dikin û dersa zarokêd wan dibêjin û îqtiza bike nîkahbirrîn û mirêd wan li ser dixwînin û defn dikin. Ew zome jî her çi miqdar zekatêd pez û dirafêd wan û fitarêd wan heyîn hemû didine wî meleyî û zêde jî îkram dikin. Di salekê da meleyê zomeyekê du sê hezar quriş bi dest dikevê. Weku di malekê da mewta hebit, cilêd wî mewtayî jî didine meleyî û caran ewan cilêd wî nafiroşin. Li mewta ciwanan zêde şîn û matem digirin. Lîbasêd reş werdigirin û serêd xwe reş girê didin û jin û keç û xweh, gulîyêd xwe jê dikin, qewî zêde matem û şînê dikin…

 

Eger ew merî mîr e û xwedîhesp û çek û taxim e, hesêd wî dixemilînîn û çek û sîlehêd li ser hespan girê didin, ewan hespan li beriyakê cinazeî dikêşin û ew jin û keç û da û xwehêd wî dilaw û lawejêk (lawijêk, lawêc, lawc) dibêjin: “Wî li min bao, wî li min brao, wî li min pismam.” dibêjin û digirîn ûdeng û sedaya bavobavoya wan diçite gelekê. Yanî merovekî biyanî raste şîna wan bêtin elbette dilê wî disoje û digirîn. Bi vî terzî bi îhtişam dibin çal (defn) dikin. Ew jinêd ku guliyêd xwe birrîne ewan gulîyan li ser qebra wî meyitî li kêlekêd wî dilawêsin. Heta panzdeh rojan sibê û êvaran jin û mêr û cîran têne zîyareta qebra wî, dixwînin û digirîn û sedeqe û xeyran dikin. Ew mirî eger mêr e, libasekî wî biqiymet mesela qapût û kurik û yaxûd şalê bibiha davêjine ser cinazeyê wî û eger jin e, dîsanê lîbasekî wê biqiymet davêjine ser cinazê û dibine qebrê. Ew lîbasê ku avêtine ser cinazeyî ew ji boy melan in. Ew dibin û mele difiroşin û li yek û du parve dikin. Heta sê rojan zad û taam li mala meyîtî nayête patin. Cîran zadî tênin û bi mêr û jinêd wê malê didine xwarin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *