PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -2

PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA”. Em îro beşa duduyan raberî we dikin. Beşa sisîyan emê heftêya bê çap bikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 225 

Li perçeyên Kurdistanê yên mayîn ji komên serkarîkir ra li hev ne hat daxwazên gel – him di hêla sîyasî da, him jî di hêla kûltûrî da – binpê bikin, ku sîyasetmedarên Rohilata Nêzîk hewil didan ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. O. L. Vîlçêvskî di berhema xwe ya zanyarî da, ku hela çap ne bûye, navê wan rêxistinên kurdan yên ronahîdarîyê û sîyasî dide rêzê (xuya ye, ewî di berhema xwe da çend şaşî berdane), ku di destpêka Şerê Hemcihanê yê Duduyan da li Îraqê hebûn. Bi bawerîya wî, yên sereke ev bûn:

1.Koma karmendên kurdan yên Îraqê bi serokatîya Şêx Mehmûd Barzincî. Ewê rojnameya “Bangî heq“ derdixist, ku organa fermî ya Şêx Mehmûd bû, û “Jîîn“, ku helbestvanê kurd yê bi nav û deng Pîremerd (Hecî Tofîq) berpirsyarîya wê dikir. Ew kom di destpêkê da bi karê kûltûrî-perwerdeyê va mijûl bû.

2.Rêxistina “Camîetê Zarê kurmancî“, ku nêzîkî wê komê û rêxistina “Xoybûn“ê ye û karê xwe li Kêrkukê û Rewandûzê dimeşîne, bi serokatîya seyid Huseyn Husnî Mukrîanî karê xwe dimeşand. Ewê rêxistinê kovara “Ronakî“ çap dikir, piştgirîya otonomîya tam ji bo kurdên Îraqê û di paşdemê da hevkarîya bi kurdên Tirkîyê û Îranê ra dikir bona bi tevayî dewleta xwe ya serbixwe ya yekgirtî saz bikin. Di vê rêxistinê da him terefdarên Îngilîs hebûn, him jî yên Almanîyayê.

3.“Hîwa kurd“ di sala 1939an da hate damezirandin. Derebegên wisa bi nav û deng diketine nava wê, wek Memed Emîn Zekî paşa, serekê eşîra Cafan Memed Tahir paşa, gênêral Buha ed Dîn Nûrî paşa. Daxwaza wan her tenê otonomîya kûltûrî bû û di destpêkê da roleke mezin ne lîst.

4.“Komika pêşverû“, ku genc û xwendkar endamên wê bûn.

5.Koma kesên ruhanî, ku kurd û ereb diketine navê. Bîr û bawerîyên wan di kovara “Rêgeyî musulmanî“ da çap dibûn.

6.Êzdî bi serkarîya rêvebirê xwe de`w dikirin, ku otonomîyê bidine Cebil Sincarê û eşîretên êzdîyan yên Tirkîyê û Sûrîyê bigihînine mîrîtîya xwe. Ewana nêzîkî “Xoybûn“ê bûn.

Rêxistin û komikên kurdên Îraqê yên biçûktir jî hebûn, yên ku di jîyana sîyasî ya Kurdistana Îraqê da rêçeke berbiçav ne hîştine. Ji sala 1939an dest bi ronahîdîtina kovara pêşverû – “Gêlawêj“ bû7.

Bi tevayî di wan deman da kurdên Îraqê û rêxistinên wan yên sîyasî ne pir aktîv bûn. Di dema serkirdeyatîya hukumeta dijî Brîtanîyayê ya el-Geylanî di salên 1940-1941ê da wana piranî xwe dabû alîyekî. Tenê “Hîwa kurd“ hinek aktîv bû.

Propaganda îdêayên rasîstîyê di nav kurdên Îraqê da tenê bi dilê çend serekên kurdan bû, lê bi tevayî tesîreke mezin li ser hêzên navdar yên Kurdistana Îraqê ne hîşt. Almanan di nav eşîretan da propaganda dijî Îngilîs dikirin, lê helan nedidane wan derkevine dijî hukumetê, ya ku hewil dida xwe li riya mêlgirtina ber bi Almanîyayê bigire. Lema jî kurdên Îraqê bi tevayî zêde guh nedane agîtasyona Almanîyayê8.

Hela di ser da jî, hinek serekên kurdan rewşa tevlihev bi kar anîn bona derkevine dijî hukumeta el-Geylanî. Şêx Mehmûd Barzincî, ku li Bexdayê dima, vegerîya Suleymanîyê9 û destbi amadekarîya serhildanê kir, hewil da eşîreta Pîşder bîne alîyê xwe, lê ew daxwaza wî bi ser ne ket. Ew eşîret ji wî bi xwe ditirsîya. Ewî ziman bi nasyonalîstên kurdan ra jî ne dît, yên ku, bi gotina Êlfînston, xwe ji “merivên wek Şêx Mehmûd xwehiz“ dûr dixistin û zêde xwe li hevalbendîya zane û aqilmendên kurd – Emîn Zekî, Cemal Baban, Daûd paşa û yên din digirtin, ku wan deman di hindava Londonê da loyal bûn10. Wisa xuya bû, ku dem û dewrana serekên wek Şêx Mehmûd îdî derbaz bûbû, dem û dewrana serekên din hatibû.

Yek ji wan serekan Mustefa Barzanî bû. Di destpêka Şerê hemcihanê yê Duduyan da ew hate Suleymanîyê û li wir bi endamên “Hîwa Kurd“ ra tevayî plana amadekarîya serhildana li Barzanê û li warên din hazir kirin. Bi wê ra tevayî ewî bi serekên kurdan yên din ra pêwendî danîn, dibe bi Şêx Mehmûd Barzincî ra jî11. Îraq welatê tek-tenê bû, ku kurd xwedî strûktûra û hêzên şervanîyê yên berxwedanê bûn; wana di nav demeke kurt da deng da. Îngilîsan, bona pêşî li bûyerên bi xeter bigirin, texmîn kirin, ku belkî nikaribin derkevine dijî el-Geylanî, hukumeta Bexdayê mecbûr kirin çend daxwazên kurdan bi cî bînin; çend kurd kirine nava organên admînîstratîv û li ordîyê bûne zabit. Şêwirmendên Îngilîs heta proêkta sazkirina herêmên kurdan yên otonom li Îraqê raber kirin, ku berê sozê wê yekê dabûn12.

Bi tevayî di dema êrîşa Almanîyayê li ser Yekîtîya Sovyet li Kurdistanê rewş kêm-zêde aram bû. Tevgera kurdan ya miletîyê her diçû sisttir dibû û sebeb ne tenê ew bû, ku kurd nikaribûn di nav demeke kurt da hêz û zoraya xwe ya di têkçûyînan da windakirî berevî ser hev bikin. Him mêlgirtina di hêla sîyaseta der ya serekên kurdan, him yên serekên rêxistin û komeleyên sîyasî di salên pêşin yên Şerê Hemcihanê yê Duduyan da jî roleke mezin lîstin.

Bi bawerîya W. H. Êlfînston (meriv dikare bi fikira wî ra razî bibe) piranîya nasyonalîstên kurdan dixwestin, ku dêmokratîya Roavayê bi ser keve, ji ber ku bi hêvî bûn, ku wê bi alîkarîya wê azadîyê û serxwebûnê bi dest xin, xwesma wê demê, gava Tirkîye jî bi welatên Roavayê ra bikeve nava yekîtîyekê da13. Lê eva hesabeke dilsax bû, ku gorî wê Îngilîs û Fransîya gerekê piştgirîya tevgera kurdan bikirana, ku nikaribû bibûya û her tenê dikaribû hêza wan li Enqereyê, Tehranê û Bexdayê bida sistkirinê û, eksî wê, dikaribû hukumê Bêrlînê û Romayê li wan welatan bida xurtkirinê.

Îngilîsan û fransizan di rastîyê da hewil didan pêşî li tevrabûnên kurdan bigirin, bona nehêlin li welatên Rohilata Nêzîk rewş aloztir bibe, ku dikaribû di hêla sîyaseta der da bibûya sebebê paşmayînên xirab. Sala 1939an serleşkerê Fransîyayê li Sûrîyê û Libnanê gênêral M. Wêygan ji serekên kurdan yên wan welatan, ku hukumê wan li tevaya Kurdistanê pir bû, soz sitend, ku wê tevî emelên dijî Tirkîyê nebin, bona Tirkîyê dilxem nekin. Ew sozdayîn di sala 1941ê da hate testîqkirinê, gava Sûrîye û Libnan ji alîyê leşkerên Brîtanîya Mezin û “Fransîya Azad“ da hatine zevtkirinê. Êlfînston destnîşan dike, ku kurd bi hêvî bûn, ku Brîtanîya Mezin û Fransîya wê ji bin deynê wan derkevin, lê ew yek ne bû14.

Gerekê bê destnîşankirinê, ku li Sûrîyê bi xwe da, li herêmên kurd lê diman, pêwendîyên desthilatê bi wan ra ne gelekî baş bû, lê bi wan serekên hevalbendên kurdan ra hinekî baştir bû, ku li Demişqê û Bêyrûtê diman û halê wan xweş bû. Û hevalbendîyên kurdan jî nav û hurmeta xwe ya berê winda kiribûn. Xwesma jî hukumê “Xoybûn“ê pir ketibû, ku nikaribû berxwedana hemkurdîyê bide organîzekirinê û her tenê li ser axa Sûrîyê hukumê wê hinekî hebû. Kurdên Sûrîyê zêde guh didane serekên xwe û carna berk derdiketine dijî xweserîtîyên serokatîya Sûrîyê ya wê demê, xwesma wî çaxî, gava piştî hukumê Fransîyayê di meha hezîranê sala 1940î da li wir nema, dewsa Wêygan lêpokê desthilata Vîşîyê gênêral Dêns hate kivşkirinê, lê paşê, di hezîrana sala 1940î da welat ji alîyê leşkerên Îngilîs-Gollîstan da hate zevtkirin. Wan deman kurdên Cizîrê û êzdî serî hildan, ku ji neyarên xwe yên berê ne razî bûn15.

Bi vî awahî, îngilîsan û fransizan dikaribûn li Îraqê û Sûrîyê tesîr li ser rewşa li herêmên kurdan bikin. Lê li Kurdistana Îranê û Kurdistana Tirkîyê mecalên wan di wî karî da sînorkirî bûn, ewana wek dîtindar bûn. Çi jî hebe, tu îzbatîyên bi belge tunene, ku îzbat bikin, an jî înkar bikin, ku di navbera cesûsîya Îngilîs (herwiha ya Almanîyayê jî) û kurdên Tirkîyê û Îranê da pêwendî hebûne. Lê dîsa jî ev perçeyên Kurdistanê û herwiha yên din jî herdem di bin guhdarîya wan dewletan da bûn, ku di nav şêr da bûn û herwiha wan dewletan da jî, ku amade dibûn tevî şêr bibin. Rast e, pirsa kurdan wek pirseke serbixwe di şerê ji bo bidestxistina hukumê sîyasî û aborî li ser welatên Rohilata Nêzîk, ku ji payîza sala 1939an heta 22ê hezîranê sala 1941ê kişand, roleke mezin ne lîst, lê di hemû pêwendîyên dîplomatîk û hevraxeberdanên giring da hertim jî derdikete pêş. Derheqa vê yekê da analîza belgenameyên wezîreta karên der ya Yekîtîya Sovyet îzbat dikin, ku van dawîyan hatine çapkirin.

Di pêwendîyên Sovyet-Tirkîyê da di wan deman da hertim pirsgirêka çareserkirina pevçûnên li ser sînor serî hildidan. Ji bo nimûne, 20ê sibatê sala 1940î înkarkirina TASSê hate çapkirinê dijî wê elametîya ajansa Îtalîyayê “Stefani“ ya ji Stembolê ya derheqa wê yekê da, ku “desteyeke leşkerî ya Sovyet li Kavkazê ji sînor derbaz bûye“, tirkan desteyeke xwe şande himberî wan, lê “şer derneket“. Di înkarkirinê da ew elametî wek “berê fantazîya nexweş“ hate binavkirinê. Lê baylozê Tirkîyê li Moskvayê A. H. Aktay xwest derheqa vê yekê da malûmatîyê bide V. M. Molotov. Di dema rasthatina wan ya 2ê adarê sala 1940î da A. H. Aktay got, ku kêfa wî bi înkarkirinê ra hat û di ser da zêde kir, ku “nûçeyên wisa“ bi wê armancê têne belakirinê, ku pêwendîyên Sovyet-Tirkîyê reş bikin“. V. M. Molotov got, ku tirk bi xwe bingehan saz dikin bona behs û salixên wisa û gerekê berî gişkan tirk bi xwe ew behs înkar bikirana. Bi wê ra tevayî ewî xemgînîya xwe ji bo wê yekê dîyar kir, ku “Wêygan gelek caran bi seredan li Tirkîyê digere û endamên hukumeta Tirkîyê pir caran têne ber sînorên Sovyet û bala xwe didine herêmên stratêgîk“. A. H. Aktay hewil da wî aş bike, ku ew xeman nexwe16.

Femdarî ye, ku li Moskvayê bi xemgînî û şikberî bala xwe didane rewşa li Anatolîya Rohilatê sazbûyî, xwesma girêdayî bi wê yekê ra, ku pêwendîyên bi Fransîyayê û Îngilîs ra, piştî girêdana peymana Molotov-Rîbbêntrop ra, û di rûyê şerê Sovyet-Fînlandîyayê ra bi carekê va xirab bûbûn. 3ê hezîranê sala 1940î V. M. Molotov girêdayî bi wê yekê ra, ku leşkerên tirkan “berevî“ herêmên Qersê û Erzurumê dibin û parleşkerên Ordîya Sor li Pişkavkazê “bi cî dibin“ bi A. H. Aktay ra qise kir17. Sîya amadekarîyên leşkerî belayî li ser axa kurdan jî dibû. Di hezîrana sala 1940î da, ango destxweda pey têkçûna Fransîyayê ra, li Tirkîyê leşker kirine nava halê hazir û piranîya leşkeran berevî wilayetên rohilatê dikirin18.

 

7 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 158, 159, 218. Dibe di nav van malûmatîyan da nerastî hebin.

8 Dîsa li wir, rûpel 200.

9 Di dawîya sala 1938an da bi biryara parlamêntoyê ya taybetî temamîya hebûna Şêx Mehmûd, Eyşa jina wî û Letîfê kurê wî, ku sala 1931ê ji dest wan girtibûn, li wan vegerandin (binhêre: OM. 1939, hejmar 1, rûpel 47).

10 Elphinston W. The Kurdish Question. – International Affairs. 1946, vol 22, hejmar 1, rûpel 98-100; Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 173-174.

11 Mihoyî Ş. X. Pirsa kurdan ya miletîyê li Îraqê di dema here nû da. M., 1991, rûpel 74.

12 Rambout L. Les kurdes et le droit. P., 1947, rûpel 717.

13 Elphinston W. The Kurdish Question, rûpel 91.

14 Dîsa li wir, rûpel 91-92; Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 238-239.

15 OM. 1940, hejmar 4, rûpel 199; hejmar 6, rûpel 283; 1941, hejmar 7, rûpel 360-361. Yon Kîmhê bi bawerî digot, ku kurd ”di dema Şerê hemcihanê yê duduyan da bi aqilanî berê xwe dane hevalbendan“, soz dane Wêygan, ku wê ji bo wî dijwarîyan dernexin û wê piştgirîya Geylanî nekin. “Xoybûn“ê li Sûrîyê berê xwe ji Fransîyayê guhart û xwe da alîyê Îngilîs û bi hêvî bû, ku wê ji îngilîsan alîkarî bistîne. “Kurd îdî hatine jibîrkirin, û ji dewletan ra jî dest dide, ku ew bêne jibîrkirin“ (Kimhe J. Seven Fallen Pillars. The Middle East, 1915-1950, rûpel 122-123). Ev bawerîya dawî tam ji wextê zûtir bû.

16 DVP. Cild 23, pirtûk 1, beş 1. M., 1995, hejmar 47, rûpel 98; hejmar 60, rûpel 116.

17 Dîsa li wir, hejmar 176, rûpel 309; hejmar 179, rûpel 313.

18 Dîsa li wir, hejmar 223, rûpel 372. Nivîsa baylozê Yekîtîya Sovyet li Tirkîyê A. V. Têrêntêv ji bo Wezîreta karên der 26.06.1940.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *