8 Berhemên hostayê helbesta Îranê êdî bi kurdî ne!

8 Berhemên hostayê helbesta Îranê êdî bi kurdî ne!

Berhemeke delal ji Weşanxaneya NA

 

Weşanxaneya me (weşanxaneya NA) bi kêfxweşî heşt berhemên hostayê helbesta Îranê Sohrab Sepehrî bi hevra pêşkêşî we dike.

Sohrab Sepehrî;

Sohrap Sepehrî, helbestvan, nivîskar û wênesazê Îranî ye. Sepehrî yek ji serkêşê helbesta nûjen a Îranê ye û helbestên wî Îngilîzî, Fransî, Spanî û Îtalî jî di nav de bi gelek zimanan hatine wergerandin.

Sohrab Sepehri, di 7ê cotmeha 1928an de li Gundê Kaşanê ya bi ser Îsfehanê çavê xwe ji dinyayê re vedike. Zaroktiyê li Kaşanê, di baxçeyeke bavpîrên xwe derbaz dike. Bavê wî Esededulah Xan Sepehrî, û dayîka wî jî Furûx Sepehrî ye. Sohrab, tevî helbestkariyê di heman demê de jî wênesaz jî bû. Afirîneriya Sohrab herî zêde sûdwergertin ji reng û karanîna peyva nû ye. Herweha Sepehrî ji nifşek ê helbestvanê wênekarîyê ye, ji vî aliyî ve helbesta Sohrab bi xwezaya xwe re girêdayî ye. Tevî vê jî xwediyê dîtineke arîfane û di xwezayê Xwedê vedikole. Ji ber nehevnasiya reng û sembolan yê bi remzên ku Sohrab bikar tîne di xwîner de şaşwaziyekê dixuliqîne. Helbesta Sohrab weke neqaşiyên wî bi rengo reng e.Di helbesta xwe de fikara wî li ser insên û qedera wî ye. Ew hemû tiştî di nêrîna xwe de bi têkûztir di warê xwe de vedixwîne cihaneke wêdetir. Hemû eşya ji bo wî xwedî jîn in û ev eşya xwediyê ruh û hest in. Wî, di helbestên xwe de, weke hin helbestvanên Îranî, yên weke Mehdî Exavansalis, Furûx Feroxzad û Ehmed Şamlû, siyaset û teorî venehewandî ye. Ew, têgeha “jiyan” ê ya ku di rêya wê de şerr; pevçûn, bawerî, bîrdozî û tevlihevî diqewimin bêwate dibîne. “jiyan, ji bo wî ne xwuyanek e. Her weku di helbesta xwe de, bi zimanekî sivik dişibîne“gezkirina sêvekê”. Jiyan di hizra wî de vebîr e;

 

Jiyan ne tişt e ku, di keviya dolaba kevneşopiyê de
Ji bîra min û te biçe.

 

Li gorî wî, jiyan weke gellek tiştên xwezayê xwerû ye. Dema ku ji jiyana nûjen a bajaran aciz dibû termûsê xwe yê çayê dixiste boxçika xwe û ber bi kaş û qelaç û çiyayan ve hildikişiya. Li wê derê, guhdarî sitranên çivîk, giya û bayê dikir.

 

Helbestên wî di demên dawî de bandorê li ser sînemaya Îranî’yan jî kiriye, ji ber vê yekê ku, di pirtûkên dîrokî yên sînemaya Îranî’yan de, -ku serok û serkêşê sînemaya Îranî’yan yê ku tê qebûlkirin Ebbas Keyarostamî ye-gellekî di bin tesîra Sepehrî’yî de maye. Fîlmê Îraniyan ê ku herî pirr di mîhrîcana Cannes Fîlmê de xelatê wergirtiye, yê bi navê “ Mala dostî li kurê ye” ji helbesteke Sohrabî, ji ya bi navê “Navnîşan” ê wergirtiye. Her wiha helbesta wî ya bi navê “Av -em avan şolî nekin” bûye sernavê fîlmekî din. Helbestvanên Îranî yên nûjen ên ku serkêşî kirine, di hêla teşe û zimên de him bihev re her tim di nava şer de bûne, him jî di hêla teşeyê de bihev ve girêdayî bûne. Helbestên Sohrabî, ligel vehewandina tenêtiyeke kambaxî, her tim jiyaneka di xweşikahiya zarokekî de tewsîr dike. Di helbestên wî de, têgeha jiyanê:

“jiyantiştekî wek taviyên barana cejnê,
û çinareke tije ji teyrikên reşêleyê bûn.
jiyan wê demê wek ronî û rêzên pêlîstokan bûn.
himbêzek azadîbû.

jiyan di wê demê de hewza mûsîkî bû.”

 

Sirûda Jehrê

Dimêjim çiçikên şevê
Û li pey rengê bi efsûna laşî negemirî
Çavên te yên tije xwelî bi nêrîna xwe vedikolim
Li pey tunebûna min ji mêjve ye
Jehrê dirijîne rehikan ev efsûna bêar bi xwe
Heta ku wê têkelî şîr bike…

 

Dojeha Serberdayî

Min şev vexwariye

Û li ser van şaxên şikestî digrîm

Min bi tenê bihêle

Ey çavê tagirtî yê serberdayî

Min bi jana bûyînê re bi tenê bihêle

Nehêle ez xewa bedena xwe per per bikim

Nehêle ez ji balîvê tarî yê tenêtiyê serê xwe rakim

Û bi dawa bê esl û esas a xewnan ve hilawêsim…

 

Kurtejiyanname û xebatên nivîsê yên

Muhsîn Ozdemîr

 

Di sala 1970’de li gundê Zivinga Şikakan a girêdayî Findika Botanê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Zivinga Şikakan xwend. Dibistana navî û amadehî li bajarê Wanê qedand. Piştî sala 1991 ê tevlî tevgera Azadiya Kurd bû. Ji ber birîndariyê û sedemên siyasî bi salan li derveyî welêt ma. Di sala 2003 ‘an de li Ûrmiyê hate girtin. Di zindanê de bi riya çûyîna dibistanê fêrî zimanê farsî bû. Hin derfetên wî çêbûn k udi zindanê de li ser dîrok û wêjeya kurd û farsisan bixwîne û vekole. Her wiha ji ber zanîna wî ya bi zaravayê soranî jî, ji pirtûkên kurdî-soranî jî sûdê bigre.

 

Di sala 2005 de ji zindana Ûrmiyê radestî tirkiyeyê tê kirin. Heta gulan 2010 ‘an jî di zindanên wek Colemerg, Mûş, Wan, Sêrt, Kalkandereya Rîzeyê û Licêya Amedê de ma. Di van salan de pirtûkên kurdî xwendin, şo-pandin. Romana xwe ya bi navê “SÊ TILÎLΔ li zindana Licêya Amedê nivîsî û di sala 2011’an de ji Weşanên Ronahî derket.

Ozdemîr digel werger û xebatên xwe yên nivîsê hewl dide li ser wêjeya Kurd a li rojhilatê û berhemên bi zaravayê soranî çap bûne û bi kurmancî derneketine wergerîne zaravayê Kurmancî. Her weha hewl dide wêjakarên ku bi farsî berhemên nirxdar derxistine wergerîne zimanê kurdî-Kurmancî. Bi angaşteyekî di demek nêz de van berheman ji çapê re amade dike.

Ozdemîr, vêga jiyana xwe li Batmanê dibuhurîne û wekû wergêrê nûçeyên Şaredariya Şaredariya Batmanê ji tirkî bo kurdî wergêranê dike. Her weha di kovar û roj-nameyên herêmî de gotaran jî dinivîse, her weha xwedî berhemên xwe yê çap nebûyî û wergerên hêj çap nebûne jî.

 

 Pirtûkên ku Muhsîn wergerandine kurdî:

Dengvedana Lingê Avê- Sohrab Sepehrî- helbest, ji farsî bo kurmancî- Weşanên Ronahî 2013-39 rûpel

Em baweriyê bi destpêka demsaleke sar bînin: Furûx Ferroxzad- helbest, ji farsî bo kurmancî – Weşanên Ronahî-2013-48 rûpel

Hemû Helbest: Şêrko Bêkes –Helbest, ji zaravayê soranî kurmancîkirin bi alîkaiya Sîrwan Remîm, 2013 Weşanên Ronaî. 219 rûpel

 Bûmê Kor- Sadiq Hidayet- roman ji farsî bo kurdî-kurmancî Weşanên Na 2014- 100 rûpel

 Hemû Berhem(Dîwan)/ Furûx Ferroxzad- ji farsî bo kurdî-kurmancî Weşanên Ronahî 2014 -306 rûpel

 Ji Başûr Barana Helbestê Şêrko Bêkes, ji zaravayê soranî kurmancîkirin bi alîkariya Sîrwan Rehîm, We-şanên Ronahî-2014- 450 rûpel 

Şanoya Dâyîka Niştiman –Şanoya Koşka Miradan, ji zavaravayê soranî bo Kurdî-Kurmancî/Berhevkarî-Şano/Weşanên Na. 2015

Yelda/Qendîl Şeyxbizînî/Ji Kurdî Bo Tirkî/Weşanên Sîtav/2019

Kürdstan Hükümeti/Newşîrwan Mistefa Emîn/Ji Kurdî-Soranî Bo Tirkî/Dara Yayıları/2019

Dîroka Kevnar A Kurdan/Ako Mihemed Mîrzadeyî/ Ji Zaravayê Soranî Bo Kurmancî/Sîtav/2020

Êvarên Rayinê/Yousf Mantk/Hellbest/ Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemır/Sîtav 2020 

Girara Gavana/Hejar/Ji Zaravayê Soranî bo Kurmancî/(Ji ber telîfê çap nebûye) 802 rp

Hevjînê Ahû Xanimê/Elî Mihemed Efxanî/Roman/ji Farsî bo Kurdî-Kurmancî/800 rp. çap nebûye

 Muhsîn Ozdemîr li bajarê Batmanê dijî.

 

Pirtûka ku wergera wê Muhsîn Ozdemir kiriye ji 312 rûpalan pêk tê. Heşt berhêmên Sohrab di pirtûka bi navê  ”Hemû Helbest – Sohrab Sepehrî ” de derket.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev