Evîndarekî axa Kurdistanê û têkoşerekî serxwebûnxwaz: Abdurrahman Önen

Evîndarekî axa Kurdistanê û têkoşerekî serxwebûnxwaz: Abdurrahman Önen

Şemsettin Işıklı 

Ez dixwazim di vê nivîsê de behsa ewladekî miletê kurd yê hêja bikim; Abdurrahman Onen. Ew kesekî kurdperwer ji nifşa me yê ku di vî pêncî saliyê dawîn de jiyaye û dijî. Di salên 1970yî de tevlî tevgera doza Kurdistanê bûye û heta niha jî bi hişmendiyeke bilind di wê riya doza welatê xwe de bi îstiqrar dimeşe.

 

Min piştî salên 1988an ew nas kir. Di wan salan de li Stenbolê bi navê Eğit-Derê komeleyeke mamosteyan ava bûbû, min ew li wir nas kir. Dûre bi navê Eğit-Senê sendiqaya mamosteyan ava bû, ew yek ji damezrenêrê wê ye jî. Di bûnya wê komeleyê de bi ked û pêşengiya wî û hin hevalên din bi navê ”Tevgera Mamosteyên Kurd” komekê ava kiribûn. Ez jî tevlî wê komê bûm û em bi hev re li ser wê projeyê xebitîn. Dûre piştî salên 2004an, em bi navê ”Hişê Hevbeş” li ser projeyeke din xebitîn. Piştî salên 2006an jî em tevlî ”Tevkurd”ê bûn. Dûre projeya ”Pêlkurd”ê ket dewreyê.

 

Ez firset bibnim ez ê yeko yeko li ser wan projeyên giring binivîsim. Û behsa rola Abdurrahman Onen di wan projeyan de bikim. Lê aniha dixwazim bêjim ku min di çar projeyên giring de, di pratîkê de, ev kurdperwerê hêja di nêzik de nas kiriye. Loma ez bi hêsanî û bi dilekî rehet dikarim qala wî bikim. Û ez bûme şahidê xebata wî ya li ser erdnigariya Kurdistanê. Armanca min ne pesindayîn e lê tenê dixwazim ked û têkoşîna vî mêrxasê hêja bi kurdistaniyên delal re parve bikim.

 

Bi rastî Abdurrahman Onen neteweperwerekî ne ji rêzê ye. Ew tu carî ji doza miletê xwe bêhêvî nebûye, tim xwediyê baweriyeke bihêz bûye û hergav lê geriyaye ka dê çawa xizmet ji doza miletê xwe re bike. Jixwe xebata wî ya li ser erdnigariya Kurdistanê ji hişmendiya wî ya bilind ya kurdistanî derketiye. Di hişmendiya wî de Kurdistan yek parçe, yekpare û yek welat e. Ew welat hatiye dagirkirin, parçekirin û parvekirin. A. Onen tu carî wan sînorên ku Kurdistanê parçe kirine nas nekiriye û serxwebûna tevaya Kurdistanê tim xewn û xeyala wî bûye.

 

Hişmendiya wî ya neteweyî ya sereke ew e ku rasteqîniya axê ji bo neteweyê wî stûneke herî giring e û rizgariya neteweyê kurd ancax bi rizgariya welatê wî ve dîtiye û tim li dij dagirkeriya welatê xwe xwedî helwêst bûye. Û ev helwêsta wî ye ku li ser erdnigariya Kurdistanê her gav xebitiye, derketiye sahayê, lê geriyaye, li ser hûr bûye, hîn bûye û ji bo ku hemû kurd jî welatê xwe, Kurdistana şirîn nas bikin, bizanibin û hin bibin, nivîsîye û xebata xwe pêşkêşî miletê xwe kiriye. Xebata pêşîn jî bi navê ”Erdnigariya Agirî”yê ye û li ber destê me ye.

 

Ez bawer im em ê bi saya xebatên wî welatê xwe çêtir, qenctir û baştir nas bikin û em ê baştir hay ji giringiya axê ji bo miletê xwe bimînin. Bê guman Kek Abdurrahman giringiya axê bi giringiya zimên ve jî girêdide û ji ber wê jî ew bi vê xebata xwe xizmet ji zimanê kurdî re jî dike û di erdnîgariyê de jî zimanê me derdixe asteke bilind.

 

Abdurrahman Onen ji bo doza Kurdistanê, bi xizmetên giranbiha û bi fedakarî û bi berpirsiyarî emrê xwe xerc kiriye û dike. Jixwe ev miletê bindest bi saya mirovên wiha hîn jî li ser piyan e û hebûna xwe didomîne. Em hergav qedir û qîmeta kedkarên doza Kurdistanê digirin û ji wan re û ji xebatên wan re minetdar in.

 

Lê mixabin dijmin dev ji kurdperwerên me yên hêja bernadin û dijmintiya xwe didomînin. Kek Abdurrahman jî ji vê para xwe hildaye û du sal cezayê hepse jê re birine.

 

Li gel vê, nexweşî jî bi pêsîra wî ve girtine û aniha Kek Abdurrajhman li dij çend nexweşiyan têdikoşe. Ez jê re saxî û şifa dixwazim ku rojek zûtirîn ji wan nesaxiyan xilas bibe.

 

Ez xwe pir bextiyar dihesibînim ku min pisporekî erdnigariyê, kurdperwerekî semîmî wek Abdurrahman Onen nas kiriye, em bi hev re xebitîne û min ji ilm û zanîna wî îstifade kiriye.

Tu her hebî û tu her bijî, Kek Abdurrahman!

 

Têbînî: amadekarê wêneyê xerîteya Kurdistanê erdnîgarzan Abdurrahman Önen e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *