Tira Pîrê

Tira Pîrê

Abdurrahman Benek

 

Pîrika min her ku dikete tengasîyê digot, “derdo derdo, pîyê xwe di xwe de berdo.” Vê gotinê dilê wê hûnik nedikir, lê mirazê wê salix dida.

Di vî zemanê xirab de, ev gotina ne dilê min hûnik dike, ne jî merama min tîne ziman. Û serda ez dikuzkuzim, diqeherim, xemgîn dibim û diçilmisim. Tiştek destê min nayê û ez jî dibêjim, “bi ewkê lawî min ve.”

Çi bikim gelî canik û camêran, dil bûye çermê daholê. Destê her yekî de mîrkut. Dikut ha babam dikut.

We xelayî bihîstîye. Yanê nantunebûn. Feqîrî, perîşanîya ku ber mirinê digeriya. Salên ku nan tunebû milet bixwe. Dema ku nanê genim di hukmê zêr de bû.

Xelkê gîha û garis dihêra, tevlihev dikir, dikire nan ku zarûzêçê wan birçîna nemirin.

Hesen, bavê pênc kur û pênc keçika ye. Navbera zarokan de sal an sal nîvek ancax heye. Yanê guleyên xwe her li hedefê xistine.

Li mal zarok birçîne. Nan tune. Hesen ji xwe re çarekê digere.

De îjar li gundê cîran bi navê Xecê pîrek hebûye. Salên wê ji ser heyştêyî re bûne. Di wê tunebûnê de çalek genimê pîra Xecê hebûye. Lê pîr ku tu mistek zêr bidê jî, elbek genim nade te. Ewqas qiymeta genimê xwe zane. Dibêje, “kuro, tu yê genim bihêrî, bikî nan û bixwî. Ma zêra tu dikarî bihêrî? Em bêjin te hêra, tu dikarî bikî nan.”

Hesen dibihîze ku çalek tije genimê pîra Xecê heye. Jiber ku li mal zarûzêç, yek jî jina wî geza guhê hev dikin, radibe diçe gundê cîran yê pîr lê dijî. Îjar mixtar kirîvê Hesen e. Li derîyê mixtêr dixe. “Heyran qurban, hal û ehwalê min ev e. Ez ketime bextê te. Tu pîrê qaîl bike ku şalê tilmek genim bide min. Wele zaro li mal birçîna dimirin” dibêje.

Mixtar diçe mala pîrê. Rica minet zor bela pîrê razî dike. Hesen li mala mixtêr benda xebera xêrê ye. Mixtar vedigere mala xwe. Mizgîniyê dide Hesen.

Pîra Xecê, Mixtar, Hesen û çend jî gundî diçine ser çala genim. Çalê vedikin. Pîra heyştê salî dibêje ez ê bixwe bipîvim. Mecbûr qebûl dikin. Pîrê bera çalê didin. Tilmê didine pîrê. Pîr tilmê dadigre. Bi tîrê duz dike. “Yallah” dibêje û radihêle tilma tije genim ku rake bide destê camêran. Ku çawa radihêjê û zor tê pîrê, pîr tirekê dike. Hesen bi dengê tira pîrê re yekser dibêje “bi serî vî.”

Pîr dibihîze. Tilma xwe tal dike û, “ku tu birçîna bimirî jî ez genim nadime te” dibêje. Û çi dikin nakin hêrsa pîra Xecê naşkînin.

Ser çala genim digirin û herkes diçe mala xwe.

“Heseno te çi kir heyran. Zor bela pîrê qebûl kir, îjar tu nesekinî” mixtêr wek gilî û gazinc got. Hesen poşmanîya xwe anî ziman. Cardin ber mixtêr gerîya. Got, “wele heta ez tilmek genim negirim, ez ji mala te dernakevim.”

Ya sebir, ya Xwedê. Roja din mixtar dîsa çû mala pîrê. Cardin pîr qaîl kir. Roja din cardin çûne ser çala genin. Cardin pîrik ji kera xwe peya nebû. Pîr kete çalê. Genim dagirte tilmê. Duz kir û kir ku rake, cardin tir kir.

Cardin Hesen bêhemd got “bi serî vî.” Pîr qeherî. Her ku çû qeherî. Got, “de here dolê kera, te jî genim dî.”

Genim neda Hesen. Û herkes dîsa çû mala xwe.

Helbet Hesen çû mala kirîvê xwe mixtêr.

“Lawo Hesen, ar bi canê te neketo. Him zarokên te birçîne li malê, him jî tu devî xwe nagirî. Ez ê te çi bikim? Ne tu yê frotinêyî ne jî yê kirînê.”

Ez dirêj nekim. Çi dikin, çawa dikin, careke din pîr qaîl dibe. Pîr jî pîr e ha… Îlam ew ê bi tilmê û bi destê xwe genim bide.

Cara sisêya pîrê tilm tije kir. Bi tîrê duz kir. Bîhn ji hemû haziran çikiya. Gelo pîrê dê berde? Hesenê gotina xwe ser de?

Pîrê yekva got “yallah” û tir ber çû.

Kesî tira pîrê êdî meraq nedikir. Hemî çav û guh li ser Hesen bûn.

Hesen li nav çavê pîra heyştê salî mêze kir û got: “Pîrê, baş li min binêre. Ku ez zanibim li mal, hemû zarûzêçê min wê birçîna bimirin, dîsa jî bi serî vî.”

Aha va vîrusa, nexweşîya, tunebûna, şer û şîna…

Fesadî, nerindî, brakujî, hesûdî, namerdî, dizî û derdê dîna…

Jiber nezanên zane, nexwendên zane, kêmaqilên zane…

A hema ya min jî, mîna ku Hesen gotibû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *