Gazin ji rojnamevanan

Gazin ji rojnamevanan

Dr. Lezgînê Çalî 

Di hemî rojnamevanîya pîşekarane (profesyonel) da, armanc ew e ko di serdêrrên rojnameyan û nivîsîna nûçeyên binê şaşeyên (ekranên) televizyonan da zêdetirîn zanyar (agehî) bi kêmtirîn peyvan bihên dan. Ev ne ji ber wê ye ko hema bûye model û hew. Di demekê da ko her şev bi lez dibîya rojname bi tîpên risasî hatiban amadekirin, dibîya peyvên hemî rûpelan yên ko ji risasî dihatin darriştin (anko piştî helandina risasî dihatin li-qalibdan) kit-bi-kit bi rex hev ve hatiban danan û mestere anko rastehêlek jî hatiba danan (da navbera rêzikan hatiba parastin) û bi şîş anko rastehêlên asinî hatiban zevtkirin û paşî hatiban çapkirin. Aha hingî, her peyveka kêmtir dê bûba sedema wê ko rojname zûtir ji çapxaneyê derkevtiba.

Vêca hindek rêbazên kurtnivîsînê derkevtin û qayîdeyên ber-aqil li goreyê rêzimana wan zimanan û têgehiştina xelkî hatin danan. Hindek caran ew rêbaz b tenê girêdayîyên teknîk anko hostayîya çap û amadekirinê bûn (wekî nivîsîna “&”ê li şûna “and”ê di ingilîzî da, “und”ê di elmanî da, … ko tîpeka risasî cihê 3 tîpên dî digirt). Lê hindek caran jî, ew rêbaz zimanzanistî bûn. Ji bo mînakê di zimanê ingilîzî da, di serdêrra nûçeyan da li şûna ko bibêjin: “Subehî dê Donald Trampê serokkomarê Amerîkayê seredana bajarê NûYorkê bike”; hema bi kurtî dinivîsn: “Subehî dê Trump li NûYorkê be”. An li şûna ko binivîsin: “Di peqîna tirimbêleka bombekirî da li Bexdayê 30 kes hatin kuştin”, hema bi kurtî dinivîsin: “30 kuştî di peqîna tirimbêla Bexdayê da”.

Lê rojnamevanên me li ser sifreya hazirî rûniştine û qet şevekê ji şevan heta nîva şevê destên xwe bi tîpên risasî reş nekirine û dilê wan kutekut nebûye ka dê rojname di demê xwe da ji çapxaneyê derbikeve an ne, ne hema axivtina edetî ya xelkî jî kurt nekiriye, hîç, çîrra xwe ji gotina edetî jî dirêjtir dikin. Ji bo mînakê, bi-nav rojnamevanên kurd li şûna ko bibêjin: “Subehî dê perlemana Kurdistanê bicive”, dibêjin: “Subehî dê parlamantoya Kurdistanê civînekê/kombûnekê li dar bixe/saz bike”. An li şûna ko bibêjin: “Di peqîna tirimbêleka bumbekirî da li Bexdayê 30 kes hatin kuştin”, dibêjin: “Di peqîna otomobîleka mînrêjkirî da li Bexdaya paytext da, 30 kesan canê xwe ji dest da”. (Carê her bo min bibêjin ka we çawa “tirimbêla bombekirî” kir “otomobîla mînrêjikirî”? Mîn an mayîn tiştek e, bomb tiştekê dî).

Û … her bi kêmanî ji dema Renesans anko Jinûvejînê ve heta niha gengeşeyeka felsefî ya germ heye ka hema di binî ra tiştek bi navê “can” an “rih”ê heye ko bûnewerekê cida ji laşê me be an ne. Vêca ko ew gengeşe saf bibe jî (ko saf nebûye), hingî gengeşeyeka dî ya safnebûyî heye ka erê ew “can” keriste anko madde ye an “nekereste” û nemaddî ye. Ko ev jî saf bû, ji nû gengeşeya ji hemîyê giringtir di navbera wan feylesofan da ew e ko ya “serekî” ew “can” e an ev “laş”. Anko pirsîyara serekî ya felsefeyê di heqê vê meseleyê da ew e ko erê gelo dema yek dimire ew “can”ê wî yê “sermedî” û “ebedî” ye ko “laş”ê xwe ji dest dide û bê laş dimîne an ew “laş”ê wî yê genî ye ko dê birrize û “can”î ji dest bide!!

Vêca rojnamevanê me yê ko hayê wî ji emrê dinyayê nîye, bes dixwaze zêde biaxive. Birano! Xwîşikno! vî karî mekin. Carê hûn kurt naaxivin, bila xem nake, lê zimanê kurdî xirab mekin. Erê ma ne xweştir, siviktir, xweşiktir, bedewtir, sipehîtir û ciwantir e ko hûn bibêjin: “Perleman civîya”, û nebêjin: “Perlemanê civînek saz kir”?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *