Bandora hûnera dengbêjiyê di avabûna nasnameya netewî da -1

Bandora hûnera dengbêjiyê di avabûna nasnameya netewî da -1

Em nivîseke kardar û kêrhatî a nivîskar û lêkolînerekî navdar bi du beşan raberî we dikin.

Emê beşa duduyan a vê nivîsa delal sibê çap bikin.

Mehmet Gültekin

 

Ekola dengbêjiyê beşeke sereke a zargotina Kurdî ye û ew gelekî bi dîrok û çanda civak, welat û serpêhatiyên mirovên Kurd va girêdayî ye. Ji hin mînakên ji dema Medan û Karduxan diyar dibe ku bingeha vê hunerê digihêje kûraniya dîroka kevnare. Moses von Choren di pirtûka ya ji sedsala 5 an qala dengbêjekî bi navê Angares ê qiralê Medan Astyages dike, Ksenefon di pirtûka ya Anabasis de balê dikişîne ser strangotina Karduxên ku li pey wan ketibûn, her weha di dema Bîzansîyan de jî welatê Kurdan wek ‘welatê dengbêjên kor’ hatiye binavkirin. Bi taybetî jî ji qûrna navîn pêva nimûneyên derbarê van hûnermendên ku destan diafirandin her diçe zêde dibin û ronahî dibînin. Hûnera dengbêjiyê heta beriya sed salan li seranserê Kurdistanê belavbûyî bû. Ji qesran heta gund û eşîrên koçer hozanên gelek bi navûdeng û xwedî repertûarên berfireh hebûn ku wan bûyerên dîrokî û evînî bi kilam û destanên epîk disêwirandin. Ji van hozanan ra roavayî bi gelemperî Barde dibêjin ku Kurd jî wan wek Dengbêj binav dikin. Weke mînak em ji hin berevokên zanyarên ji Rajava têdigihêjin ku dengbêjên herêmên cuda yên kurmancîaxêf her wisa yên soranîaxêf jî hûnera xwe weke tehrê dengbêjên Serhedê pêşkêş dikirin, li gel kilam û heyranokan di repertûera wan de jî kilam û destanên epîk cihekî sereke digirtin. Li gor çavkaniyên dîrokî û ji dengbêjên Serhedê ên sedsala 20an em dizanin ku wan dema strandinê de amûrên muzîkê bikarnedianîn. Lê piştre di hin herêman de tê de guhertin çêbûn, weke mînak li Kafkasya Başûr, Rojava û Behdînanê dengbêjên vê ekolê destpêkirin berhemên xwe bi hogiriya amûrên mûzîkê pêşkêş kirin.

Ciwanên dengxweş di dibistanên dengbêjiyê de li bal dengbêkî fêrî vê hûnerê dibûn. Bikaranîna deng û ziman bi hostadiyeke muzîkal, teknîka nefesê û axaftinê, zanyariyên dîrokî ên malbat û eşîran, lêkolîna qewimadinan, çêkirina kilaman, ev hemû mijarên perwerdeya dengbêjan bûn. Bazil Nikitin di berhema xwe ya derbarê Kurdan da behsa van dibistanan dike, dengbêjên ku ez bi wan ra axifîbûm jî ev yek piştrast kirin û salixê hebûna van dibistanan di dema pêşiyên wan de dan.

Şerefxan Bidlîsî di gelek beşên kitîba xwe da pesnê dengbêj, sazbend , meqam û dengên Kurdan ên taybet dide. Lê di rastiyê da vedîtin û şiroveya hûnera wan di sedsala 19an da ji aliyê rêwî û pisporên Rojvayî va pêkhat, Kurdan bi xwe jî 100 sal piştî wan dest bi berhevkirin û şirovekirina kilam û destanên dengbêjan kirin.

Di salên 1830 an da F. Dubois De Montpereux ê ku ji bo lêkolînan diçe Kafkasya başûr, berhevdaneke mûzîk û kilamên gelên wê herêmê dike. Piştî ku ew li Qulpê guhdariya kilamên Kurdî jî dike, van tespîtên xwe ên jêrîn dinivîse:

„Ya rastî di mûzîkên Faris, Tirk û Gurciyan da ahenga hewcedar tune ye. Stranbêj ji nişkêva ji qewarekê(pîv) banzdide yeka din, ji ber vê û ji ber naxmeyên bi nalîn dengê tabiî bêrîtim dibe. Lê kilameka Farisî a bi melodiyek giran û ciddî ku bi awazeke bengî hat pêşkêş kirin, zêdetir bi me xweş hat. Ji aliyê qarakterê xwe da ferqa kilamên Tirkî jî ji yên Farisan nîne. Yê Gurciyan jî wisa ye, jixwe wek diyar e, ew jî bi piranî teqlîtê cîranên xwe dikin. Lê belê dema ku kilamên Kurdî û ên kafkasî hatin stiran, me xwe di asteka din da hîs kir. Ezê wê bandora ku kilamên Kurdî di dilê min da peyda kirin heta dawiya emrê xwe ticar ji bîr nekim. Di kilamên Kurdî da serdestiya rîtim û ahengê hebû, pêra jî awazê wan hinekî ciddî û bi bengî bû. Ya rastî min qet bawer nekiribû ku ji dilê Kurdekî ev tonên wiha derkevin.“[1]

Dengbêjan di hemû qadên civakê da cih digirtin, yên bijarte di dîwanên mîran û hakiman li qesr û sereyan da. Bi vî awayî dengbêj di civaka Kurd da li gel mîr û oldar yek ji sê kesayetiyên sereke bû. Wî jî weke wan bi rêya hunera xwe hîtabê civakê dikir, bi ser de bi Kurdiyeke dewlemend a edebî, dengekî muzîkal û dîksiyoneke paqij. Ew di gotinên stranên xwe da azad bûn, dikaribûn di dîwana mîrekî da qal û pesnê mîr an jî qehremanekî din bidin, herêma wan, rêvebiriya wan, rabûn û runiştina wan şirove bikin. Vê yekê jî dest dida ku berhemên wan li gelek herêmên cuda ên Kurdistanê beklav bibin. Ji mînakên qedim divê em qala kilam û destanên êpîk wek Mîr Mihemedê Botî, Dewrêşê Evdî, Hamê Mûsikê, Siyabend û Xecê hwd. bikin ku her yek ji wan li herêmeke cuda peyda bûye, lê ji wan herêman gelek dûr li Serhedê û Kafkasya Başûr jî ji aliyê hemû dengbêjan di nav dîwan û civatan da dihatin stran. Ev azadiya di çarçova kilam û destanan da rê dide ku em di berhemên wan da hêmanên destpêkê yên aidiyetê tespît bikin.

Pêvajoya avabûna nasnameya netewî bi peydabûna hestên hevbeş destpêdike ku tê da li bal hin gelan destaneke sereke bûye yek ji bingehên herî girîng. Hin ji wan destanan, yên ku piştre weke destanên netewî hatine hesibandin, wek mînak li Rojava Niebelungenlied a Almanan, destana Roland a Fransizan û li Asyayê jî a bijarte destana Gesar Xan a Tîbetiyan e. Li bal Kurdan jî Memê û Zînê gihîştiye wê dereceya ku em tê da van hestên hevbeş dibînin. Çavkaniya hemû van berheman dengbêjên qedîm ên wan welatan in.

Gelek destanên epîk yên evînî û qehremaniyê ji aliyê dengbêjên Kurd da hatine afirandin. Zêdebûna van destanan hin di sedsala 19an da bala gelek lêkolînerên ji Rojavayê kişandiye ser xwe. Moritz Wagnerî di salên 1842-45an da guhdariya dengbêjên Kurd ên herêmên cuda dike û ji berhemên wan hin nimûneyan dinivîse. Wagner Kurdan wek miletekî ku destanan afirandiye şirove dike û dibêje:

“Kevneşopiya dengbêjiyê di welatên şerqê da tenê li bal vî gelê ku li Şengal, çiyayên Kardukan û li Kafkasyayê di destan da çek û sîleh azadiya xwe diparêze da hîn heye. Kevneşopiya destanên epîk li cem civatên wek Tirk, Ermenî, Gurcî û ên din ji zûda ye ku di avzêma rewşa wan a siyasî da windabûye. Li bal gelên Kazak û Ûkranyayê ên ku hatin bindest kirin jî ti eserek ji qabiliyeta wan a afirandina destanan nemaye. Di wergerên destanên epîk ên Kurdên Êzdî da hestên rehmdarî, hesret, xemgînî û şayîşkişandinê bi hevra tên ziman.”[2]

Di nav destanên epîk ên kurdî da destana dengbêjî ya Memê û Zînê ji aliyê naveroka xwe va ya herî dewlemend û berfireh e û ji hemûyan din zêdetir belav bûye. Ew li hemû herêmên Kurdistanê û bi hemû zaravayan ji aliyê dengbêjan da hatiye pêşkêş kirin. Wê di nav civata Kurd da hestên hevbeş pêkanîye û bandoreke kûr li ser bîreweriya guhdarvanan da hiştiyê.

Destana epîk Mem û Zîn ji pêvajoyeke demdirej ra derbas bûye û bi nivîsandina wê ji aliyê Xanî da jî gihîştiye destaneke netewî a modern. Lê di vê nivîsê da mijara me Mem û Zîn a zargotinî ye ku bi navê Memê Alan jî navdar e.

Em warin ser wê pirsê ku gelo çima Mem û Zîn a zargotinî ji hemû destanên epîk ên Kurdî zêdetir li hemû herêman û bi hemû zaravayan belav bûye û hestên mirovan nêzikî hevdu kirîye. Destan bi piranî li ser bingeha bûyereke gelek mezin ku li her derê welat tê bihîstin û meraqek zêde peyda dike an jî li dor bûyerên lehengekî avadibin. Di hin destanan da bi piranî bûyerek dibe bingeh, di hinekên da jî taybetiya leheng. Em ku li ser vê bingehê tevbigerin, tespîta me ya pêşîn ya di destpêka destana Memê û Zînê da ew e ku, ew bi şiroveya du bajaran û du mirovan, Zîn a ji Cizîrê û Mem ê li Mixrîbê/Mixûrzemînê destpêdike. Dengbêj Mixrîbê ji Cizîrê, Memê jî ji Zînê gewretir pêşkêş dike. Bi ser da Mem û Mixrîb zêdetir bala guhdarvanan dikişînin ser xwe, ji alîkî va ji ber ku Cizîr li guhdarvanan çi bi dîtin û çi jî bi bihîstin eyan e, lê Mixrîb ji aliyê çiqas kêm piraniyên guhdarvanan va nayê zanîn, efsanewî ye, meraqeke zêdetir peyda dike. Piştî ku Mem digihêje bajarê Cizîrê û di mala Tacdîn da bicîh dibe, niştecihên bajêr gelek meraqa wî dikin, mala Tacdîn ji wê pêva dibe zîyaretgeh û tije mêvan dibe. Ji ber hatina vî mêvanê ezîz Tacdin bi çend rojan naçe dîwana mîrê Cizîrê. Mîr dişîne pey wî, dema Tacdîn tê, mîr pirs dike, gelo teybetiya mêvanê wî çi ye ku ew evqas roj in ku ji dînwanê dûr maye. Tacdîn dibêje, wekî mêvanê wî pir bi heybet e û ger ew beşdarî dîwana mîr bibe, mîr ê li ber wî rabe. Mîr dibêje ku ew heta niha li ber ti kesî ranebûye. Mem tê dîwanê, mir ji şewqa wî û ji hijmeklarî ji kursîya xwe radibe ser pêyan, Tacdin destmala xwe datîne ser kûrsîya mîr. Dema mîr dîsa rudinê, Tacdin dibêje, mîrê min, te digot ez li ber kesî ranabim, va ye Mem hat tu li ber wî rabûyî, pê ra destmala xwe ya di bin mîr da dikişîne ku êdî li mîr eyan dibe, wekî ew bi rastî jî rabûye ser piyan. Ne tesadûf e ku di hin varyantan da Mem wek Melîk an jî Sultanê Kurdan tê nasandin. Bûyerên ku li dor Memê û Zînê li Cizîrê diqewimin û bi dawî dibin ji yên ku di destanên me yên cuda ên evînê da rûdidin ne gelek cudatir in. Ew dildar dixwazin bigihêjin hevdu, lê ji ber astengiyên ku derdikevin hember mirazê wan, di hêviya xwe da serfiraz nabin û ew di vê oxirê da dimirin. Bi kurtasî em dixwazin bibêjin ku, wek diyar e balkêşiya herî xurt bo vê destanê bi piranî li dor kesayetiya Memê kûr dibe. Belê, ev Mem kî ye ku ji rêyeke evqas dûr tê, meraqeke zêde di dilê bajariyên Cizîrê da peyda dike û bi ser da jî bi wan ra bi zimanê wan, ango bi Kurdî diaxife? Kilîta zêdetir belavbûyîna vê destanê jî bi baweriya min hema di vê pirsê da veşartîye. Gelo ew varyantên di destê me da rê didin ku em bikaribin bersiva vê pirsê bidin. Herçî navlêka Alan e ew di şaxên cûda bi fonetîkên ji hev cihê diyar dibe, belê, di hinekan da bi wî awayî hatiye û carina navê bavê wî wek Mîr Alan jî tê şirovekirin. Lê di gelek şaxan da jî Memê kûrê Al Paşa ye, di hindekên din da jî navê wî Memê Ala ye. Gelo Alan ji navê bav, malbat an jî eşîrê tê, an peyvên al û ala çi ji ber tewandina bo çêkirina kafîyeyê û çi jî bi guhertinên di telefûzê da bi dem û dewranan pêkhatiyê, divê di lêkolîneke taybet de bê şirovekirin. Hasil Al û Ala tên wateya payebilind û gewre. Ji aliyê din da em dizanin ku di hin şaxên destanê ên ji Bakûr, Rojhilat û Rojavayê cîwarê bajarê Mixrîbê raste rast li Yemenê tê destnîşan kirin û Mem jî wek kûrê paşayê Yemenê nasandin.[3]

Bi ser da di varyantên herî berfireh ên li Serhedê da Mixrîb nêzikî Behra Ummanê ye.[4]

Gelek destanên miletên cûda ên ku gihîştine dereca destana netewî di eslê xwe de li ser bingeha şerê hukimdariyê avabûne, lê para evînîyê bi sal û zemanan tê da xurttir cih digire, ji ber ku dengêjên wan berheman baş dizanibûn ku her mirov bi şer ra rûbirû nabe, lê êşa evîniyê di dilê her kesî da peyda, ew hestek e gerdûnî ye. Bi alîkariya wê destan dikare zêdetir belav bibe.

Malbata Eyûbîyan ku hin di sedsalên 10.-11.an da li Kafkasya Başûr wek hukimdar navdar bûn piştra koçberî Iraqê bû û di sala 1171 an da bi serweriya Selaheddeînê Eyûbî dewleta herî xurt a li Rojhilata Nêzîk bi navê Eyûbiyan avaka kir. Welatên wek Iraq, Sûrî, Misir, Yemen û parek ji xaka Kurdistanê di bin hukmê wan da bû. Ev welat û herêmên cuda Yemen jî di nav da ji aliyê bira, birazî û xwerziyên Selaheddîn dihatin bi rêvebirin. Navê Eyûbiyan li bal hemû Kurdan eyan bû, bi vî navî dipesinîn û qedrê wan di nav gelên cînar da zêdetir bûbû. Piştî têkçûna vê dewletê û êrişên dijberan li ser malbata Eyûbiyan hindek endamên malbatê jî berê xwe dan herêmên cuda ên li Kurdistanê. Çewa di Şerefnayê da jî hatiye salixadayîn di navbera hin endamên malbata Eyûbiyan û desthilatdarên wê demê tekoşîna bidestxistina hukimdariya li hin mîrektiyan da qewimiye, wek mînak ew di ya Hesnkêfê da serfiraz bûne û ji wê pêva bi navlêka Melîk an jî Siltan tevgeriyane.

Dema mirov dibîne ku di sedsalên 12-13an de malbata Eyûbiyan di nav Kurdan da ya herî navdar û naskirî bû û hin lêkolîner jî peydabûna destana Memê û Zînê dispêrin dora wan sedsalan, wê demê ne dûr e ku têkiliya destanê bi tekoşîneke desthilatdariyê a di navbera endamekî ji malbata Eyûbiyan û mîrê Cizîrê da qewimîbe ku tê da Mem û alîgirên wî têkçûbûn. Mela Mehmûd Bazîdî di sala 1857an kurtasiya Mem û Zînê wek nesir amade kiribû. Di dawiya wê da Mela Mehmûd Bazîdî dibêje ku ‘ev hikyat beriya nêzikî 800 salan qewimiye’ ku ev jî rastî heyama Eyûbiyan tê.[5]

Di gelek kilamên evînî da jî em rastî hêmanên nasnameyê tên. Yek ji wan destnîşankirina cîwaran e,  a din jî destnîşankirina aidiyeta mirov û komên civakê di çarçova nasnameyê da ye. Di gelek kilaman de peyva welat bi wateya herêmekî an jî mîrektiyekî tê bikaranîn, wek welatê Serhedê, welatê Hekariya. Di hin kilaman de jî em têdigihêjin ku dengbêj pêre xwediyê wê hişmediyê ye ku, ev herêm û navçeyên di kilamên wan de tên ziman hemû bi hevre perçeyên xaka Kurdistinê nin. Ev yek carina di kilamên evîniyê de jî dîyar dibe:

“Delaliyê, Îran e xweş Îran e
Ji kirrê Girîdaxê bigire heta Kermanşahê pêda pêda Kurdistan e”[6]

an jî 

“Lo-lo Baro, minê digo vê sibengê li daye tavîke berfê baranê

Nibê birevîne bavê mala Evdal begê Mîrze axa,

  de wekî me xilas dike bila xilas bike, me xilas

  neke, dîsa vê sibê me bavê nava komê lê-lê Kurdistanê.” [7]

 

Jêrenot
[1] August Haxthausen: Transkaukasia: Andeutungen über das Familien- und Gemeindeleben, 1856 r. 316-31
[2] Moritz Wagner: Reise nach Persien und dem Lande der Kurden, Laipzig 1852, r. 255-257
[3] Albert Socin, Kurdische Sammlungen, Erzählungen und Lieder im Dialekte von Bothan, St. Petersburg 1890, r. 76; Oskar Mann, Kurdisch-persische Forschungen, Berlin 1906 r. 24; Hugo Makas, Kurdische Texte, St. Petersburg 1897 r. 5-15
[4] Ömer Güneş&Ibrahim Şahin, Antolojiya Dengbêjan, Dengbêj Reso, Stenbol 2018, r. 269
[5] Mela Mehmud Bazîdî, Mem û Zîn, Stenbol 2007, r. 45
[6] Ji berhevoka min, her weha binh.: Dengbêj Zahiro di youtube da kilama „Îran e xweş Îran e“
[7]Kilama Baro ji Radyoya Rewanê û ji dengê Yunus Agirî.
 

(dûmayîk sibê bixwînin)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *