EM SEYİD RIZA Û HEVALÊN WÎ Bİ RÊZ BİBÎR TÎNİN

EM SEYİD RIZA Û HEVALÊN WÎ Bİ RÊZ BİBÎR TÎNİN

Latif EPÖZDEMİR

Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

 

Seyid Riza sala 1863’an li Dêrsimê, li gundê Lirtikê hatîye dinyayê. Seyid Riza kurê Pîr Seyîd İbrahim ezana û bawerpêkirekî nasîyar e. Seyid Rıza bi dersdarî û hînkarîya mamosta Mehmet Elî Efendî perwerde bûye. Seyîd Riza pişti ku babê wî Pir Seyid İbrahim wefat dike bi malbatî diçe li Axdatê bicih dibe û dest bi pîrîtîyê dike.

 

Her wekî ku tê zanîn, Dêrsim di dema Osmaniyan da wek navçeyek xweser bû. Mîrayetîyeke bi nav û deng bû. Dema ku komara nû a Turk dameizra, xweserîya hemû mîrekatîyên Kurdistanê hate hilweşandin. Seyid Riza her wekî Şêx Seîd, dixwest ev xweserî berdewam be, lê komara nu a Tirkiyê vê rewşê qebûl nekir. Lewra kete fikara ku wê Seyid Rıza serhildanekê çêke. Rejîmê tu berxwedanek li Dêrsimê destpê nekiribû, bi operasyoneke mezin êriş anî ser Dêrsimê.

 

Ya di sala 1937 an de li Dêrsimê encam da, raste rast “qirkirin” û “jenosidek” bû. Bi dehan hezar kesê bêsûc û bêtawan hatin kuştin. Her wiha bi dehan hezar kes jî li gor “Qanûna İskana Mecbûri” hatin sirgûn kirin. Necip Fazıl Kısakürek di kîtêba xwe de (Son Devrin Din Mazlumları) dibêje li Dêrsimê 50 hezar kes hatin kuştin. Berî çend sala, Receb Tayıb Erdoğan jî dema behsa jenosîda Dêrsimê kir, gotibû ku “li Dêrsimê di wê salê de 90 kes bi destê rejimê hatine kuştin. Receb Tayib Erdoğan di wê deme de ji gelê Dêrsimê lêborîn xwest, lê tu gaveke giring derheqê vê bûyera dijmirovtî ne avêt.

 

Rejima Kemalist xwestibû Kurdên Elewîyên derdora Dêrsimê “tedip” yanî “biedep” bike. Raporên teftêşkarên giştîyên wê deme Abidin Özmen û İ.Tali Öngören û Alpdoğan derheqê Dêrsimê de raporên xeter pêşkêşî Mistefa Kemal kiribûn. Lewra Mistefa Kemal fermana Kurda rakırıbû.

 

Roja 14 Mijdara sala 1937’an; Mistefa Kemal li Elezîzê ji Seyid Riza dixwaze ku beyan bike ku ew poşmane û dewa lêborînê dike, lê Seyîd Rıza vê yekê qebûl nekirîye.

 

Roja 15.11.1937 Seyid Riza û kurê xwe Husênê Reşik digel pênc kesên dî hatine îdam kirin.

 

Berxwedana Dêrsimê berxwedana parastina can û mal û mafên netewîyên miletê Kurd e.

 

Di wan salan de dewleta Turk li Dêrsimê bi dehan hezar kesên bêtawan û bêsûc kuştîye. Lewra lazime dewlet îhtîbara Dêrsimê bi paşve bide û birîna Dêrsimê bikewîne.

 

Lazime bi zûyî cîyê qebra mezinên Kurda Şêx Seîd, Seîdê Kurdî û Seyîd Riza were nîşandan û ihtiram û sîyaneta wan were îfade kirin.

 

Em weki Partîya Maf û Azadîyan bi boneya 83 salîya îdamkirina Seyid Riza û hevalên wî de, hemû şehîdên Kurdistanê birêz û ihtiram yad dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *