Weşanxaneya ”LÎS”ê layîqî navê Amedê karê xwe dimeşîne

Weşanxaneya ”LÎS”ê layîqî navê Amedê karê xwe dimeşîne

Îbrahîm Osman: ”Ava Sor”

 

”Ava Sor” çîroka liberxwedana gelê Kurd e ku ji jîyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye wergirtin.

 

Di vê romana ku ji jîyana rastîn a gerîlatîyê hatiye hûnandin de, nivîskar dûr neçûye û li qehremanan negerîyaye. Pêdivîya bi afirandina qehremanên xeyalî jî tunebû. Nivîskar tenê nav guhertine û her tişt wekî rastîya wê nivîsîye.

 

Qehremanên romanê rêheval û hogirên li derdora nivîskêr bi xwe bûn û wan jîyana xwe pê re bi par ve kiribû. Doşekên wan erd, balîfên wan kevir û lihêfên wan esman bûn.

 

Her çendî çîrok û serpêhatîyên wan ji hev cuda bûn jî, lê rê û xaçerêkên wan li heman deşt û newalan digihîştin hev û bi Ava Sor re diherikîn.

 

Bi hev re dibûn yek beden û yek gîyan û bi stêrkan re dimeşîyan. Ji lew re jîyana her yekî ji wan mînakeke bêhempa, roman û destaneke ku nehatiye nivîsandin e.

 

Çavkanîya Ava Sor, têkoşîna gelê Kurd a lêgerîna azadîyê ye. Ev lêgerîn duh jî hebû, îro jî heye û heta ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên xwezayî dê ev lêgerîn her berdewam be.

 

Bûyer û serpêhatîyên ku hatine zimên tev rast in. Ava Sor beşekî bîranînên nivîskar e. Ava sor, dengê herikîn û hawara robarê Dîcleyê ye. Bi nalîn û qîrîn çîroka navbera her du çeman vedibêje.

 

Ji bo ku ew rojên giran ên wê jîyanê neyên jibîrkirin û di nav dirêjahîya salan de winda nebin û rojekê ji rojan bibin malê dîrokê, divîyabû ew jîyan bihata vegotin!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *