Bandora hûnera dengbêjiyê di avabûna nasnameya netewî da -2

Bandora hûnera dengbêjiyê di avabûna nasnameya netewî da -2

Em dûmayîka nivîseke kardar û kêrhatî a nivîskar û lêkolînerekî navdar raberî we dikin.

Me beşa pêşin  a vê nivîsa delal duh çap kiribû.

Mehmet Gültekin

(me destpêka nivîsê duh çap kiribû)

 

Em di destaneke epîk a gelek balkêş Kela Dimdimê da jî eşkere hêmanên nasnameyê dibînin. Ev destan li ser bingeha bûyereke dîrokî ji aliyê dengbêjan va hatiye afirandin ya ku di salên 1609/10an da qewimîye. Ev keleha li Rojhilatê li herêma Biradostan li ser çiyayê bi heman navî ye, mîrê wê Emîrxanê Lepzêrîn e. Di navbera wî û Şah Ebbasê Ecem da şer derdikeve û keleha wî tê dorpêç kirin. Piştî têkçûna Dimdimê leşkerên Şah di herêmê da komkujiyek qewimandine. Di hemû şaxên vê destana epîk a dengbêjan da Emîrxan wek Mîrê Kurdan tê nasandin. Ev destan jî di piraniya herêmên Kurdistanê de belavbûyî ye.Di salên 1780an da li ser xaka Rojavaya îroyîn da gelek şer di navbera eşîrên Kurdan bi rêberiya Zor Temir Paşayê Millî dijî eşîrên dagirker yên Ereb da diqewimîn. Dengbêjên ku derbarê van bûyeran da destanên bi navê Derwêşê Evdî  afirandibûn hema di destpêka wan da nasnameya wan terefên şer diyar dikirin:

“Bavê Dewrêş Evdî bû

Dewrêş hê tinebû

Evdî şivanê Zor Temir paşayê Milî bû

Kîkan û Milan Kurd bûn, Gêsa Ereb bûn.”[8]

Bûyerên şer û lehengiya Dewrêş di destanê da bi zimanekî gelek bilind ê edebî tên şirove kirin. Dema destgirtiya Derwêsê Evdî Edûlê a keça Têmir paşa salixê Derwêş dide, rewşa wî a civakî û aborî, ecibandina wî a ji aliyê gel tev hestên xwe ên bi evînî, hisret û dilkovanî jî bi hevra tîne ziman. Lehengê destanê Derwêş Kurdekî ji baweriya bi ser Êzdayetiyê ye, wî tev birayê xwe Sadûn ji bo parastina civaka xwe li dijî êrîşkarên Ereb şer kiriye. Dengbêj dikeve kûraniya hunera xwe û bi nirxên gerdûnî wek şêwandina yekrûhîyeke netewî û hestên evîniyê tabûyên olî hildiweşîne û Derwêş dike lehemgekî ecibandî ê civaka Kurdî a ku ji gelek baweriyên cuda pêkdihat. Ew evîna wan di kûraniya dilê hemû guhdaran da bi cîh dike. Dengbêj, bona bi destxistina evîna Edûlê, riya evîna welat bo Derwêş destnîşan dike. Ew minetdariya civatê a bo Derwêş jî di evîna Edûlê da zexm dike.

Hemê Mûsikê û birayê wî Gelhê ji êla Beraziyan in, ew li herêma Sirûcê dimînin û di salên 1840an da navbera wan û artêşa Osmanî da gelek caran ser diqewimin, ji ber ku ew bacê nadin dewletê. Nav û dengê Hemê Mûsikê li hemû herêmên kurmancîaxêf, ji Meletyê heta Serhedê û Kafkaya Başûr, ji deşta Sirûcê hetanî çiyayên Şengalê belav bûye. Derbarê hemû pevçûnên wan da dengbêjan gelek destan afirandine û em di wan da li hember Hemê Mûsikê serokerkanê artêşa Osmaniyan Reşîd Paşa ê bi qetliyamên xwe va navdar dibînin. Piştî têkçûna berxwedana wan Hemê di sala 1844an da tê darvekirin. Ev Reşîd Paşa di destana Şêx Mîrza ê Anqosî de ji aliyê dengbêjan da wek serokê artêşa Osmanî li Kurdistanê tê nasandin.[9]

Piştî dagirkirina Kela Bazîdê di nîvê sedsala 19an da ew herêm êdî ket bin destê artêşa Osmaniyan. Piştî şerê di navbera Osmanîyan û Rûsan di salên 1877-78an da serbazên Osmaniyan li herêmê Kurdên ku îtaetê dewletê nedikirin digrtin û sirgûnî raojvayê dikirin. Derbarê bûyerek wisa a ji wê heyamê dengbêjan him destaneke epîk bi navê Elî Xarzîya û him jî gelek kilam bi navê De Xalo afirandine. Şaxek ji vê destanê ji aliyê Prof. O. Celîl û C. Celîl hatiye berhevkirin û yek jî ji alî min da hatibû berhevkirin û weşandin. Elî xarziyê Hemzo begê ye û ew li herêma Makoyê cîwar in. Leşgerên Osmanî Kurdan berhev dikin Elî jî di nav da û wan di kela Bazîdê da davêjin zindanê. Xalê wî Hemzo qasidekî dişîne Bazîdê û fêr dibe ku Elî Xarziya tev gelekên din li wir zindankirîye û ewê wan sewqî taşxana Eziromê bikin. Di vir da dengbêj bona pêkanîna hestên hevbeş ên aidiyetê ji zarê Elî Xarziya bo qasidê xalê xwe dibêje:

„Go, here bêje Xalê minî Hemze Begê del û dîne

Ji boy Xwedê va bira xwe nexapîne

Madam ê ware min ji destê Bînbaşî derîne

Bira pênc roja bajo, ma pênc roj berê min

bide Ezurma rengîne

Em heftê yek girtîne

Di nav da ji gişta qamcîya li min dixîne

Dibê, Kurdo, ha yûrî, xalê te mêrekî çê ye,

bira warê te li Deveboyna Ezurmê vegerîne.”

Hemzo ji Makoyê tivdîra xwe dike û tev şervanên xwe va bi rê dikeve ku Elî Xarziya rizgar bike. Ew xwe digihîne herêma Parsînê û li wir xarziyê xwe ji destê leşkeran xilas dike, hemû girtîyan jî pêra. Elî Xarziya li terkiya xalê xwe sîwar dibe û ew dikevin riya berbi Makoyê. Di rê da tên gundê Çatê, dewletê jî gundên hawirdor agahdar kiriye ku rê nedin van sîwaran. Di gundê Çatê da mirovek rêgiriya wan dike, gulekê berdide û Elî Xarziya dikuje. Dengbêj ve tevgerê weke îxanet dihesibînin û bi asteke bilind a edebî êşa wê di dilê guhdarvanan da kûr peyda dikin.

 

“Gelî cimaetê, sibe bû, li gelîyê Çatê tav diziriqî

Serê xarzîyê li ser çoka xalê dixeriqî

Elîyê Xarza go, xalo, dilê min kîne-kîne

Wexta tu hatî bihar bû, eva payîzd e,

dar lê dixe çiloyê xwe diweşîne

Ewî bezê min top ke, birîna min da dîne

Egalekî li birîna min bibe bîne

Xêra min ji te ra tunîne

Ji boy Xwedê be, tase av ji min ra bîne

Bira xarzîyê te emrê Xwedê bi cî bîne

Tu jî here, bira hêsîrê te li Îranê bê xweyî nemîne.”[10]

Dîsa di gelek kilaman da em rastî van hişyardeyên dengbêjan li hember mîr û rêberên Kurdan tên ên ku qîma xwe bi Romê anîne:

“Mîro, te xebera min nekir, min go, meçe Rom Xayîn e

Te dixapîne

Roma virek e, şaltek e, te dixapîne”[11]

 

Dema Surmeli Mehmed Paşa ê Elaşgirî di sala 1865 an da bi daxwaza Osmaniyan ji Serhedê gelek şerkar berhev kiriye û çûye aliyê Adanayê bona şikestandina serhildana Xozandaxê, dengbêjê wî Evdalê Zeynikê weha gazin li wî kiriyê:

“Aha nîne, aha neke

         Hezar mêrî nebe li Xozandaxê winda neke

         Perdê bûka li dar ve neke

         Me li welatê Serhedê rûreş neke”[12]

Her wisa di kilama Bavê Baram Begê da jî ev helwest eşkere diyar dibe:

“Hewar ware meçe, Rom xayîne

Ewê te bihere sûra Dîyarbekirê bi ceyranê bişewitîne

Koşka belek heft qat e, mal da hêvîya kê dimîne.”[13]

Di kilam û destanên epîk ên dengbêjan da gelek bûyerên ji dîroka Kurdan, serhatiyên mêrxasên gel, hêviyên civakê, taybetiyên qerektera netewî û nirxên Kurdan bi zarê helbestkî diyar dibin. Di van berheman da qedîmiya zargotina Kurdî û têkiliya wê a xurt bi dîroka Kurdî va baş diyar dibin. Gelek kilam û destanên epîk ên dengbêjên Kurdî di destê me da henin ku mijara wan qewimadinên dîrokî nin. Bi sedan kilam henin ku bûyerên ji dema afirandinên xwe neqil û şirove dikin ku em di dîroka nîvîskî da jî dikarin rastiya wan bişopînin.

Mînakên girêdayî mijara me di kilam û destanên dengbêjan ên sedsala 20an da gelek in û navdar in. Lê divê ev beş bibe babeta nivîseke mayîn. Lewma bi kurtasiya wê, di kilamên dengbêjan ên ji sedsala 20an da em rastî zêdetir hêmanên nasnameya netewî tên ku bandora serhildan û berxwedanên wê demê di wan da eşkere diyar dibin. Bi vî awayî gelek kilam li ser tevgerên Qoçgirî, Simko Axa, Şêx Saîd, Şêx Mehmûd, Ararat, Zîlan û Dêrsimê hatine afirandin. Wek mînak min tenê di derbarê berxwedana Araratê da dora 60 kilamên ji dengbêjên Serhedê berhev kirin. Li ser nêzikî hemû navên kesayetiyên ku di pirtûka İhsan Nûrî Paşa da derbas dibin û bi ser da gelek navên lehengên ku tê da nehatine nivîsandin yek bi yek kilam ji aliyê dengbêjan da hatine afirandin: Weke mînak derbarê Biroyê Hesikê Têlî, Ferzende Beg, Xalis Beg Memo û Nadir Beg, Hisê Beko, Edoyê Ezîzî, Reşoyê Silo û Zeyno, Şêx Zahir û Hedê, Seyîdxan, Elîcan, Tevfîq, Evdilhemîd û gelekên mayîn. Hemû jî ji aliyê dengbêjan da wek lehengên tekoşîna bo parastina nasnameya netewî tên şirove kirin. Ev kilam û destan di avakirina çand û nasnameyeke netewî di nav civaka Kurdan da xwediyê roleke sereke nin.

Her çiqas kevneşopiya dengbêjiya qedîm wek qalibek klasîk êdî neyê icra kirinê jî, wê di dîroka avakirina çand û nasnameyek netewî da cihekî sereke girt. Gelek hunermendên hemdemîn kilamên wan pêşkêş dikin. Bi ser da ew kilam di beşên wek Rok, Rep û Operayê da jî tên ceribandin. Bi her awayî badora ekola dengbêjiyê li ser hunermendên ciwan hin jî gelek xurt e. Wek mînak dema di salên 2013-14an da hêzên DAIŞê êriş birin ser Şengal û Kobanî hûnermendên hemdemîn şopa dengbêjiya qedîm meşandin û di nava demeke kurt da dora 500 vîdeolîp li ser van herdu bûyeran weşandin.

Jêrenot

[8] Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, Zargotina Kurdan, Moskova 1978, r. 279
[9] Celîl 1978  r. 256
[10] Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Stenbol 2013, r. 215-226
[11] Gültekin 2013, r. 223, 270
[12] Gültekin 2013, r. 179-180
[13] Gültekin 2013, r. 213

 

Çavkanî:

–    August Haxthausen: Transkaukasia: Andeutungen über das Familien- und Gemeindeleben 1856

–   Moritz Wagner: Reise nach Persien und dem Lande der Kurden, Laipzig 1852

–    Albert von Le Coq, Kurdische Texte 1903
–   Oskar Mann, Kurdisch.Persische Forschungen, 1906

–   Ordixanê Celîl-Celîlê Celîl, Zargotina Kurda I-II, Moskova 1978

–   Anatê Kurdo, Mem û Zîn duwanzde Varyant, Stockholm 1996
–   Şerefxan Bidlîsî, Şerefname, wergera M.E. Bozarslan,  Istanbul 1971
–   Mehmet Gültekin, Zargotina Kurdên Serhedê, Avesta Istanbul 2013

–    Uluslararası Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler

Şırnak Üniversitesi Yayınları No: 23, Ekim 2019

–   Ömer Güneş-Ibrahim Şahin, Antolojiya Dengbêjan: Reso Istanbul 2018

–    Uluslararası Dengbêjlik Kültürü ve Dengbêjler, Şırnak Üniversitesi Yayınları No: 23, Ekim 2019

Çavkanî : http://kurdarastirmalari.com/

Destpêka vê nivîsê li vira bixwîin:

Bandora hûnera dengbêjiyê di avabûna nasnameya netewî da -1

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *