Heft stranên hirçekî no!

Heft stranên hirçekî no!

Umîd Demirhan

 

Ez dizanim gava ez behsa girîngiya zimên dikim, radibim-rûdinim û dibêjim “ziman” û ev tevgera min -ji dijminên zimanê kurdî zêdetir- gelek dost-nasên min ên kurd aciz dike. Bawer bikin, carinan wisan difikirim ku muxatabê min bi çavekî biçûkxistinê li min dinêre û di dilê xwe de dibêje “heft stranên vî hirçê no hene û hemû jî li ser zimên in”. Ew bi dilê xwe ne ku derheqa min de çi difikirin, lê ez ê dîsa qala heft stranên xwe bikim:

I.
Zimanê dagirkeran hişê bindestan teral dike. Gava zimanê dagirkeran nûjen dibe, kefa sekeratê bi zimanê bindestan dikeve, hêdî hêdî ji xwe re mirineke hêsatir hildibijêre.

II.
Dikaneke kalê hebû û hemû zarokên xwe bi deynan mezin kiribûn. Piştî ku rêzemarketên tirkan şaxeke xwe li taxa wî vekiribû kêfa wî nemabû, dikan feramûş kiribû û bûbû xanenişîn. Carinan diçû vê marketa ku nanê wî birîbû û pêwistiyên xwe dikirîn. Dîsa rojekê çûbû marketê, keçeke bedew li ber kaseya pereyan dîtibû, keçik bi kurdî nediaxivî, ji bihayê tiştan zirnîqek jî danexist û qurişên hesêb jî jê standin. Kalê fêm kiribû ku gava ziman hevpar nebe bazar çênabe û di ber xwe de digot “me got delal, delal; lê çawa ku delala me gihişte ser kaniyê, çû û di çavkaniyê de rît”.

III.
Gava ku kurdên bakurî diçine daîreyeke dewleta romê zêde guhên xwe ba nakin, dizanin ku li wê derê bi zimanê wan nayê axaftin û zimanê kurdî wekî bilûra li ber guhê gayekî engirî ye. Lewre bi gotinên “baş e, ser çavan” karên xwe diqedînin, hanzûka difizirin û di ber xwe de dibêjin “Xwedê berê bavkuştiyê min jî nede dergehê ropo (romiyan)”.

IV.
Gelo alfabeya bizmarî ya Ûrartiyan ji exlaqê kurdên serhedî derneketibe? Exlaqê kurdên serhedê gelekî req e, ji stranên “taximên sîng û beran” zêdetir “kilamên mêrxasiyê” dibêjin, bi dengekî bilind diaxivin, gava diaxivin gotinên wan hişk in, tu dibêjî her kesek di destan çakûç û kulmek bizmar hene, her gotinekê wekî bizmarekî datînin û dibe hingehinge çakûçan li ser serê wî bizmarî. Berê li cem serhediyan soz bizmar bû û pêkanîn çakûç bû, gotina ku wekî mixekî hatibû çikandin tenê bi riya tevşoyekî ji cihê xwe derdiket.

V.
Berê zarokên kurdan li kolanan bi kurdî direviyan, yê ku li pêşiyê direviya digot: “Cû, cû, cû; heçiyê ku li paşiyê bimîne, gû bicû.” Niha kolan vala bûne, zarok jî bi zimanê serdestan direvin, dilîzin û kêfxweş dibin. Xwedê belaya xwe daye mezinan, mezin mezinatiya xwe nakin ku biçûk ji wan moçikan (nimûneyên hûnandinê) wergirin.

VI.
Ewr gihiştine erdê, êdî tavê xwe veşartiye, erebeyeke 12+1 ji Îdirê ber bi Bazîdê dibeze, ajovanî straneke kurdî avêtiye ser, gava nêzikî bazgeheke romiyan dibe dengê muzîqê dadixîne. 12 rêwî û ajovanek ber bi armancekê diçin, ew diçine Bazîdê û armanc gihiştina wî bajarî ye; lê di rê de çi winda dikin hay jê nîn in, ew dengê mûzîqa xwe ji bo kêfa biyaniyan nizim dikin, ew ê êdî hînî gelek nizimkirinan bibin, bi gotineke din biyanî bi tîrekê du armancan hildigirin: hem tîra wan nîveka 12 rêwiyan dihingêve hem jî viqînî ji kesî dernakeve. Dagirker bi kaxezan û li ser kaxezan dagir dikin, piştre zimanê wan dirêj û dengê wan qalind dibe.

VII.
Wêrek ji kîsê xwe dixwe, ji zimên zêdetir kulm û lekmên xwe bi kar tîne; newêrek jî di ber siya deng û zimanê xwe de îdareya xwe dike. Segê newêrek ji êvarê heta sibehê wekî segekî jêhatî dike kewtekewt; lê hinek seg hene ku mîna gur û roviyan dikine zûrezûr. Ji van segan re dibêjin “segê pîs”, ji ber ku bi zimanê guran gazî xwe û mala xwediyê xwe dike. Çalakkirina zimanê dagirkeran exlaqê segê pîs e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev