Pîrozbahîya FNDK bo Babe Şêx Elî Şêx Îlyas

Pîrozbahîya FNDK bo Babe Şêx Elî Şêx Îlyas

Birêz Babe Şêx Elî Şêx Îlyas !

 

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) we bo hilbijartina ser qulixa ruhanî ya bilind di bawermendîya dînê Êzdîyan da bi dil pîroz dike.

 

Hilbijartina we di demeke bo civaka êzdîyan gelek dijwar û bedbext da qewimî. Ji hemû deman zêdetir îro bo êzdîyên tevaya cihanê û herwiha bo temamîya gelê kurd hevgirtin û yekîtî lazim e.

 

Em piştrast in ku hûn ê di xurtkirina aştî û hevdufêmkirina di nava civaka me a sivîl  û neteweyî ya Kurdistanê de di qonaxên dijwar ên dîroka gelê me da bibin alîkar.

 

Em di wê baweriyê da ne ku ezmûna we ya dewlemend a di hêla olî û dîplomatîk da, zanîna we a kûr di pirsgirêkên Rojhilata Navîn da wê di berjewendiya gelê me da bin, hûn ê bo hilanîna nakokiyên li herêmê, bo nirxên qencîyê, rastîyê û heqîyê alîkar bin.

 

We jîyana xwe dîyarî xizmetkirina bawermendîya Êzîdî, xurtkirina bawerîya me ya kevnare di dilê civaka me da terxan kirîye.

 

Kar û emelê we gerekê di nav civaka me da dilovanîyê, xêrxwezîyê, hewildana xemxurîya bo kesên ber dilê me ezîz şîyar bike û bo karên qenc bibe piştgir. Bi saya xizmetkarên me yên ruhanî gelê me îro ber bi koka xwe a kevinare vedigere.

 

Em gişk îro gerekê xwedî li parastina mîrata pirolî ya gelê kurd ya dîrokî, çandî, ruhanî derkevin, keda xwe bikina nava geşepêdana dîyaloga di navbera civaka me a pirreng û pirawaz ji bo xurtkirina aştî û lihevhatina civakî li Kurdistanê.

 

Em bi hêvî ne, ku çalakîyên we wê alî pêşketina civaka êzdîyan bikin bona li ser axa Kurdistanê a pirêtnîkî bi hêzeke nû va bijîn û biefirînin.

 

Em ji dil û can ji bo cenabê we tenduristîyek baş, aştî û temenek dirêj daxwez dikin di karên we yên ruhanî da ji bo berjewendîyên civaka êzdî ya cîhanê û Kurdistanê.

 

Serokê FNDK – profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Cîgirê serokê FNDK – Yûrayê Şamil Nabîyev 

Cîgirê serokê FNDK – Şêx Remezan Seîdov

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev