
Çîrokeke ji Folklora Kurdî
Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner
Dibêjin li gundekî dîkekî qirase yê Melayê gund hebûye.
Dîk her sibe berî xwediyê xwe diçû ser banê mizgeftê û bang dida.
Şevekê, berdestê sibehê roviyek jî xwe li keviya gund nitirandiye û li bendê ye ku mirîşk û elok ji gund derkevin û ew jî keys li wan bîne, yekê bigre û bibe here û bixwo.
Rovî ha ku dîtiye, wa ye dîkek li ser banê mizgeftê ye û bang dide.
Rovî ji kêfan re dora devê xwe alast û li dora mizgeftê geredor bû.
Dîk dema rovî dîtiye, ji tirsan daneketiye jêrê.
Rovî bangê Dîk kiriye û gotiye:
. Mela, Mela, de bi kerema xwe zû were xwarin, em nivêja xwe bi cemaet bikin, ez rêwî me û ez ê li riya xwe herim.
Dîk gotiye Rovî:
. Ne, axayê me heye. Wele heta ew neyê, ez nikarim nivêja bi cemaet bikim? Lê heke tu herî wî ji xewê şiyar bikî û bînî, hingê em ê nivêj bikin.
Rovî gotiye:
. Ka kîjan e mala Axê ku ez herim deng lê bikim?
Dîk gotiye:
. Hema li vê kuçeyê vegere, Axa li wirê razaye.
Rovî çûye li kuçeyê vegeriyaye, dîtiye ku segekî qirase mîna hêstirekê li wirê vezeliyaye û di xewê de ye. Hema Rovî hêdîka vegeriyaye û çûye.
Dîk bangê Rovî kiriye, gotiye:
. Mam Rovî, mam Rovî, çima tu bê nivêj diçî?
Rovî gotiye Dîk:
. Wele heta ku tu melayê vî gundî bî û ew jî axayê gund be, êdî ez hew tême vî gundî.
Riataza