Pêşgotina berhema kurdzan O. Vîlçêvskî

Pêşgotina berhema kurdzan O. Vîlçêvskî

Têmûrê Xelîl

 

Tiştekî ecêb e, ku ji kurdên Sovyeta berê û kurdên Kurdistanê, ku bi rûsî zanin, hema bêje tu kesî karê wergerandina berhemên zanyarî yên li ser kurd û Kurdistanê nedaye ber xwe. Ew berhem wê careke din gelê kurd bidana bawerkirinê, ku dijmin çawa axa wan zevt kirîye, rê li ber pêşketina çand û edebîyeta kurdî girtîye. Û ew bawerî wê welatparêzîya gelê me xurttir bikira û ew bawerî jî wê karê rizgarkirina welatê me nêzîktir bikira.

 

Û ecêbeke din jî ew e, ku berhemên nivîskarên rûsan yên klasîk, wek Çêxov, Tolstoy, Dostoyêvskî, Gogol û yên din ji tirkî hatine wergerandin ser kurdî.

 

Li Rûsîyayê û Sovyeta berê gelek berhemên zanyarî derketine ser kurdan û Kurdistanê. Piranîya wan bi rûsî ne, hinek ji wan jî bi ermenî, gurcî, azirî û zimanên mayîn in, lê ew ne gihîştine miletê me, ji ber ku ne bi kurdî ne. Vana gerekê bigihînine miletê me, ango wergerînine kurdî. Min ev kar berî 30 salan da ber xwe û heta niha 17 berhem wergerandine, piranîya wan di weşanxaneyên LÎSê, DOZê, NÛBIHARê, ROJA NÛ, DENGê û cîyên din çap bûne. Yek ji wan pirtûkan berhema kurdzanê navdar  O. Vîlçêvskî ye, ku ez werdigerînim.

 

¤¤¤

Li jêr em wergera ji rûsî ya pêşgotina pirtûka O. Vîlçêvskî ya bi sernavê “Kurd” raberî we dikin, ku ewî di salên 50î yên sedsala buhurî da nivîsîye.

 

Pêşgotin

Kurd bi jimara xwe û bi kemala xwe ya sîyasî û çandî va yek ji miletên mezin yê Asîya Pêş e. Jimara kurdan bi tevayî ji 7 mîlîon kesan derbaztir dibe. Piranîya kurdan li ser axake mezin – li Kurdistanê (welatê kurdan) dijîn, ku dikeve di navbera zincîra çiyayên Asîya Biçûk û rêzeçiyayên Îranê. Vira, li ser axa weke 500 hezar kîlomêtrên çargoşe weke 8,5 mîlîon kes dimînin û 75 selefê (%) wan kurd in. (Dervayî Kurdistanê jî kurd hene, wek: li Rohilata Îranê, Sûrîyê û li başûrê Yekîtîya Sovyet. Jimara wan ji 300-400 hezarî derbaztir nabe). Niha Kurdistan bi sîyasî di nav Tirkîyê, Îranê û Îraqê da hatîye perçekirin. Sînorên van dewletan li ser axa kurdan ra derbaz dibin û di dilikê Kurdistanê da digihîjine hev.

Kurd bi jimara xwe va di van dewletan da ji miletên kêmjimar yên herî pirjimar û herî aktîv in. Hema bêje eva sed sal e kurd şerê miletîyê-azadîyê dikin û ew şer her berdewam e. Serhildanên kurdan yên dijî desthilatdarîyên wan welatan, ku kurd lê dimînin, hinek caran gîhandine wê derecê, ku ew dewlet ji hal ketine. Lê çi mixabin, ku tu serhildanek bi ser ne ket, ji ber ku kurd ji alîyê wan dewletan da bi bêwijdanî hatîye perçiqandinê û heta îro jî mafê kurdan nehatine naskirinê.

Eger em bi çavê êtnîkîyê li dîroka Asîya Pêş ya sedsalên navîn binihêrin, emê texmîn bikin, ku pêvajoyeke dûr û dirêj rû daye: bi destî wê yekê, ku miletên berî sedsalên navîn ji cî û warên wan ji axa wan rakirine, dewsa wan miletên nû cî girtine. Di wê pêvajoyê da yek ji miletên ku pir zirar dît û ziyanê ket – gelê kurd bû, ku di nav dîroka Asîya Pêş ya sedsalên navîn da roleke giring lîstîye. Eger em dixwezin di çarçoveya êtnîkîyê da wê pêvajoya pirsedsalan ra çavnas bin, em gerekê vegerine berbi kûraya dîroka kurdan – heta wê dem û dewranê, ku ev gelê Rohilatê xuliqîye. Rast e, li ser dîroka gelê kurd ya êtnîkîyê da gelek lêkolîn hatine kirinê, lê ew nikarin me têr bikin û em nikarin bêjin, ku ew mesele hel bûye.

Em îro dikarin pirî-hindikî zelal pêwendîyên kurdan bi eşîret û gelên Asîya Pêş ra di sedsalên navîn da bînine ber çeva, lê derheqa pirsa ku emê di vê berhema xwe da li ser bisekinin – li ku, kengê û di çi qewil û şertan da kakilê gelê kurd yê bingehîn saz bûye û gihîştîye – heta roja îro jî bersîveke tam û bi îzbat tune. Sebebê wê yekê ne tenê ew e, ku heta niha kêm malûmatî ketine destê me, lê herweha ew e jî, ku azirûkirina (zelalkirina) êtapên êtnogênêza kurdan bi wê problêmê va girêdayî ye, çika eşîretên koçer kengê li Asîya Biçûk û Îranê peyda bûne û pêwendîyên wan bi binecîyên cînar yên riat ra çawa bûne.

Berhemên êtno-gênêtîkîyê yên S.P.Tolstov, ku derheqa jîyana gelên tirkîaxêf yên behra Aralê da nin, didine xuyanîkirin, ku pêwendîyên aborî, êtnîkî û civakî, ku di wan deman da xuliqîne, çiqas dijwar pêşda çûne, ji ber ku her eşîrek xwedî taybetmendîyên jîyanê yên cuda-cuda bûne û bêy hesabhildana taybetmendîyên wan cî û waran, dewranê û strûktûra malhebûnîyê ya wan gelan û eşîretan, ku bi hev ra ketine nava pêwendîyan, em nikarin rengê wana bi awakî zelal û ferih bînine ber çavan.

 

¤¤¤

Xudanê evê berhemê bona çareserkirina hinek pirsan gelek matêrîyalên êtnografî yên giranbiha û kevnare bi kar anîye, ku derheqa jîyana kurdan ya herrojî û jîyana ruhanîyê da nin, lê bi wê yekê ra tevayî jî destnîşan dike, ku ew tiştên, ku ketine ber destên wî, têr nakin bona taybetmendîya jîyana gelê kurd ya berî gelek sedsalan bînine ber çavan.

Zanyar-êtnograf wê yekê jî daye ber çavan, ku gelê kurd di bin nîrê sê dereca da ne – di bin zordarîya milkedarên xwe, serokatîya welatên Asîya Pêş, ku kurd li ser axa wan dijîn û yek jî, ku ya here sereke ye, dagîrkarên ji der va hatî. Îzbatîya wê yekê ya here geş ew e, ku bona kurdên Yekîtîya Sovyet, ku bi jimara xwe va hindik in, her dergeh hatine vekirinê bona bi hemû gelên welatê me yê pirmilet ra tevayî pêşda herin û jîyaneke bextewar va bijîn, dest ji erf-edetên kevin yên xirab bikişînin û bi wê ra tevayî jî rengê xweyî miletîyê unda nekin, hela di ser da jî kûltûra xwe pêşda bibin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *