Ji zargotina me – 226

Ji zargotina me – 226

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 3 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a sisîyan çap dikin. 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Heft roj ku temam bûyîn cîran diçin û lîbasêd meyîtî dişon û paşê didine jar û feqîran. Weku bîst roj bûyî mala meyîtî zehf helwa û zadan çêdikin û cîran û gundî û biyanîyan dikine gazî û bi xêra meyîtî didine xwarin û belav dikin û ew lîbasêd reş heta şeş mehan û yaxûd salekê li ser ehlê meyîtî dimînin. Ew ehlê meyîtî heta ji şînê bi dernekevin naçine dawat û kêfxwaşan. Weku midetê hiznê temam bûyî axayêd wan û xizîmekî wan ji boy her yekî ehlê meyîtî anegore halê xwe tiştekî tîne û reşêd wan heldigire ji şînê bi der dikevin. Lakin eger ew meyît begzade û yaxud axa û merovekî kifşbû ye elbette paşê panzdeh rojan hakimê wî welatî xelatek hazir dikirin û dişande pê warîsê meyîtî û têtana hizûra xwe û digotin: “Emrê Xwedê ye, bilanê tu xwaş bî, mirin riya me hemûyan e.” Ew xelat li wî warisî dikirin û ji reşê bi der danîn. Merovêd maqûl xeftan dibin û li ser qebra meyîtî vedidin. Anegore halê wî mehekê û panzdeh rojan xeft dimîne û mele bi ucret Qur’anê dixwînin û rojê du danan zad û taam dibine xeftê û ew mele dixwin…

 

Wekî dinê Ekrad zêde bikîn û biqidiret in û

xweyî-înad in. Eger dijminî digel yekî heyîn, daim li zerara wî digerin û qesda xesara wî dikin û diçine reya yekûdu û hevûdu birîndar dikin û ya dikujin û eger qet’a nebî, ji pê nîva şev ji dûr ve bi gulekê yaxûd xewê da razayî, bi gulê li hevûdu dikujin, ew jî nebî bi dizî agirî bere malê yekûdu didin û yaxud bi xef rast hesp û deve û dewarêd yekûdu bibin, ewan heywanan pê dikin. Eger mimkun dibe bila ku jehrê jî tevî zadêd yekûdu dikin.Xulasa dijminahîa wan qewî bela ye…

 

Ekserî; jin ya mela ya şêx dikevine nîva wan neyaran û li hevûdu tênin. Lewranê, taifeêd Ekradan qewî zêde qedrê mele û şêxan û jinan digirin. Ew her sê taîfe her çi ricaya bikin, ewan meyûs nakin. Zehf dibe dutaife li meydanê dikine şer û ji her du kenaran jî telafiyet bûye weku jin bê û laçeka xwe raxîne nîva wan elbette ew du taife ji yekûdu dibin û ya mele an şêxek bê bikeve nîva wan def’a şerî dibe, û Ekrad nêzûkî malêd mele û şêxan nabin û xirabîya wan nakin. Dibêjin ku ew ocax in, paşê bi me ve didin îhtiqada wan ew e.Lakin ekserî şêxêd wan cahil û nexwandî ne; gûya berê, ecdadêd wan şêx bûne. Weku merovek qebehatekê bikit û bireve xwe bavêje malêd şêxan xilas dibe…

 

Keçrevandin di Ekradan da eyîb nîne, lakin bi riza; bê riza keçê nabe. Weku keç û kurî hevûdu hebandin û bav û da keçê nadine wî kurî, îcarê kur ewê keçê direvîne. Dibine mala axayekî yan şêxekî û xweyêêd keçê bi pêy dikevin. Eger li rêrast hatin, keç û kurî her duyan jî dikujin, eger rast nehatin, selamet çûn êdî xweyîê keçê qadirê tiştekî nabî. Îcarê ew axa û ya ew şêx ku keç û kur çûne malê dikevine mabeynê. Eger malê wî kurî jî tune be ji kîsê xwe û yan ji cîranan miqdarekê mal û diraf ber hev dikin û dibin diçine mala xweyî keçê û rica dikin. Elbette selaha wan dikin û ewê keçê li wî kurî mar dikin û dijminahî radibe…

 

Keç û jinêd Ekradan bi xwe bi nefsa xwe mixtar nînin. Bila ku bav û braê keçê weku ew dayine merovekî, keç qederê manî nabe.Elbette xuya an nexuya keçê di wî merovî bistîne. Bilanê keç ji wî xoşnûd jî nebe. Ewa adetê şerî’atê nîne. Bila ku şermî ye di Ekradan qewî eyîb e ku bav û bra bidit, ew bibêjin ku em nastînin…

 

Kumreşî bedgomanî (bidogmanî) li nik ta’ifeêd Ekradan tu nînin. Mesela jinêd wan ê ciwan digel mêrêd biyanî xeber bidin û bikenin rûnin û rabin ew bedgomanîyê nakin. Îlla ku xirabî bibînin û yeqîn bikin elbette bîlamecal ewê jinê dikujin û mêrî jî. Êdî ewan xwîn tune. Kesek li wan nabî xweyî. Ekrad hemû qebehatan dibine xweyî lakin li şola xirab nabine xweyî. Lewranê li nik wan qewî eyîb e…

 

Yek jî adetê Ekradan e, xwîndar şûrê xwe davê stoyê xwe û topekî cawî didine bin çengê xwe û diçit xwe davêjite mala xweyî xwînê ku “Ew e şûr, ew e kefen, yan min bikuje yan min aza bike.” Îcarê xweyîê xwînê elbette wî xwîndarî aza dike…

 

Ekrad tabi’et-cahilin heyîn. Bi fal û muneccim û hindik tiştan bawer dikin û hindikan siûn û hindikan şewm (şom) dizanin û bi nisxeyan bawerî dikin. Bo ew dereceyê ku çawan miletê Efrenc bê hekîm nabin, ew jî bê nisxe nabin. Herçi îllet û derd dibe bilanê bibe, elbette nivişt dikin. Lakin îhtiqada wan bi hekîman nîne, guhdarîya hekîman nakin. Ew dibêjin hekîm Xwedê ye, derd û derman her du jî ji nik

 

wî ye. Welakin Ekrad jî wekî Efrencan qewî zêde ji nexwaşî û webaê û îlletêd ku sarî ne ditirsin û bi dûr dikevin. Heta kur û bav û bra, eger yek ji wan bi vê merezê bimirin ewî mirîyî diterikînin û bi xwe û bi xwe helnagirin. Dirafî didine melan, mela diçine wî mirîyî defn dikin. Eger mele jî tune bin wisanî ewî mirîyî di cihdanî dihêlin û bar dikin direvin û eger di gund û zomeyekê da weba hebit kes naçite wî gundî û zomeyê û merovêd ku ji gundê nexwaşî tê heye nahêlin nîva xwe û naçin û nayên. Ew jî weku Efrencan îxtirazê ji nexwaşî dikin, lakin ne ji hemû nexwaşiya bila, koji weba û qolêra û halî evna ku sarî ne êdî ji nexwaşêd mayî narevin…

 

Û adetêd jinêd wan in ku li ser zarokêd xwe rûtinin û naçine şû (naçine mêr). Wekî dinê ekserêd wan di muharebe û şerî da temenî dikin. Eger merovek bi ecela xwe fewt bibe dibêjin, “Mixabin, xwazîya di şerî da fewt bibuwa.” Wekî din, Ekrad di şerî da ji hevûdu şerm dikin. Eger di dil da jî cesaret tune bin, elbette ji şerma oldaşan dê şerî bike û ya bête kuştin. Ekrad di şerî da gazî yekûdu dikin û xeyret didine yekûdu. Eger mirovek bireve, paşê êdî qedrê wî namîne û jin û mêr tif (tû) dikin ruyêd wî û mesxere pê dikin û di meclisan da qehweyê di qûna fincanê da didine wî merovê revî û midetekê jina wî jî ewî nadite xeberdan û her rojê ewî pîs dikin. Yanî di Ekradan da di şerî da “revîn ji mirinê xirabtir e”. Merov bi mirinê razî ye, lakin bi wan rezaletan razî nîne. Ji boy wê xeberê Kurd narevin…

 

Zehf taife heyîn ku daim digel yekûdu dijmin in. Û kî derê rast yekûdu bên eger firsetê bibînin hevûdu dikujin û bi xweser bê emrê hakimê leşker dikin û diçine ser malêd yekûdu û talan dikin. Lakin jin di nîva wan da muraxass in. Ew destê xwe li jinan hilnagirin û dijminahî digel jinan nakin û qewî zêde xatirêd jinan çav ra dikin. Jin biçe rica xwînê jî, dibexşînin…

 

Di welatê Bohtan û Hekarî û Behdînan da di nîva xwecihan da jî zehf neyarî dibe. Du gund ya du qeza û yaxûd di gundekî da nîvî kenarek û nîvî dinê kenarek dibin û digel yekûdu rojekê da du sê şerî dikin û ji du terefan merov telef dibin û çeperan girê didin û şeşxanan davêne yekûdu. Esla mêrek nikare ji mala xwe bi derkeve. Dîsanê jin di nava gundî digerin û diçine malêd yekûdu. Jin muraxass in. Kesek ewan nakuje. Îlla ji boy şola xirab êdî kes ricaê jî nakin, îlla dikujin. Weku weha nebit jinêd Ekradan ji xelkê narevin, paşê gelek xirabî dibî. Lakin ji kuştinê ditirsin. Çawanî bibe ku yek şola xirab dikin û têne kuştin. Bê kuştin qet’a mimkun nabin…

 

Ekrad rojêd înîyan seferê nakin. Şowm dizanin û roja sêşenbê jî nehs dizanin. Weku merovek li ser şolekî bibehnije, eger carek be “sebr” dibêjin, elbette wî şewlî û yaxûd wê seferê nakin. Eger du caran bibêhnije “tehcîl” dibêjin ew î zerar nîne ewî şolî dikin. Wekî merovek biçite seferê îptîda ku ji mala xwe bi derdikevit eger jin bête oxira wan û yaxûd cerî vala bête oxira wan zehf şowm hesêb dikin…

 

Û nezer heye. Ekrad nezerê rast dizanin û gelek jê îxtirazê dikin. Gûya merovê ku kose û mûzer û çavşîn bibe ji nezera wî merovî elbette ditirsin. Weku merovî bi vî sûretî bibînin ji wî zehf îxtirazê dikin…

 

Ekrad di reşê da jî weku ê berfê û korî rêçê û dewsê digerînin û dizanin. Weku bi şev sehêd wan direyin ew ji rêyîna seî fehm dikin ku ew se merov dîtiye û yaxûd dehbe dîtiye û bi şev guhêd xwe didine erdê, guhdarî dikin ji dûr ve eger siwar bên ew ji dengê erdê fehm dikin û bi wî terefî diçin.

 

Gelek şolêd wan heyîn, gûya ewan ceribandine. Ji wan alametan gûya fehma şewlekî bûyînê dikin. Mesela: Weku bizin qemçika xwe berjorê bike ew dizanin ku wê rojê baran nabare. Eger bizin qemçika xwe berjêrê bikitin ew dizanin ku di wê rojê elbette baran dê bibarit…

 

Weku têrek bête derîê malê û bike gazî, ew dizanin ku dê ji misafirî xeber û cewab bêtin.

 

Weku kitik (pisîng) bi destê xwe rûyê xwe bimalin, ew dizanin ku dê mêvan bêtin.

 

Weku parî di destan bifiritin û yaxûd ji hevîrê weku jin dibirrin kerîk bifire ew dizanin ku dê mêvan bêtin.

 

Eger li dora şemalê (mûm) pîrîk peyda bibin ew dizanin ku dê ji bo wan ji der ve kaxez bêtin.

 

Eger solêd wan yekûdu siwar bibin gûya sefer waq’ia dibî.

 

Eger nîva destê rastê bixure gûya ji boy wan ji cihekî diraf têtin. Eger nîva destê çepê bixure elbette dê şerek peyda bibe û ji boy şerî hazir dibin.

 

Eger qapaxa çavê rastê bavêje ji boy wan gûya mizgîn têtin û şa dibin Eger qapaxa çavê çepê bavêje bela nazil dibî û mehzûn dibin. Xulasa ji boy hereketa temarêd bedenê hemûyan her yek tecrûbeyek li nik wan heye.

 

Eger keskesor li kenarekî peyda bibî, gûya li wî kenarî dibitin erzanî û eger êvarê û sibê şewqekê sor li damana ezmanan peyda bibitin, gûya li wî kenarî şer û ceng peyda dibitin.

 

Eger navê yekî bi xeletî bi mirinê bi der keve gûya ew merov paşê dijî.

 

Weku keçek dayîne (dane) mêr -bişû- lakin hêj nebirine, mêrê wê bi emrê Xwedê mir, ewê jinê şowm hesêb dikin û “serxure” dibêjin û zehf kes êdî nabine talibê wê jinê. Îlla eger du caran weqia bibe êdî mazalla kesek li wê jinê naxwazî. Lakin eger jin bimire û mêr bimîne ewî bi şom hesêb nakin. Bilanê deh caran jî weq’ia bibe…

 

Extiyar û pîrejinêd wan, ciwanan berhevdora xwe dikin û şewlêd dinê û emwarêd lazime ji boy wan dibêjin û hewarîya wan dikin û ji serpêhatîyêd xwe ji boy wan neql dikin, ku filan weqtî weha bûye, filan bi vî terzî kiriye û li filan şerî weha bûye. Tarz û rusum û ayînêd şerî ew îxtiyar ji boy lawan neql dikin û ehwalêd malan û rusumêd (resmiyet) jinan ew pîrejin ji boy keçan û bûkan neql dikin. Û şîreta wan dikin, çawanî mele dersêd suxteyêd xwe diditin û ew ciwan jî şîretêd wan digirin û ji xebera wan bi der nakevin. Weku şayed şolekî dijwar û zehmet li wan peyda bibitin û ji wan kal û pîran tedbîra wê şewlê pirsiyar dikin û ji emrêd mezinêd xwe bi der nakevin…

 

Ehlê Ekrad eger xwecih -yên nekoçer- û eger rewend, qewî zêde hakimperest û axaperest in. Zêde îtaeta hakiman û mîr û axan dikin. Bilanê hakimêd wan fileyek jî bibitin êdî zêde îtaet dikin, lakin ji hemcinsêd xwe dexsê dikin. Bi înad û kîn û qideret in. Eger ji cinsê wan yekî jê ra bibine hakim û axayêd wan, îcarê ewî qebûl nakin û îtaeta wî nakin. Elbette fesadîyekê peyda dikin…

 

Eger Ekrad îhsan û kerem û qencîyê ji yekî bibînin ji bîhr qeh nakin. Daima wê qencîyê di nava xelkê da di meclisan da dibêjin, û xirabî jî kezalîk. Û ji ber awza qencihê daim merama wan ew e ku xizmetekê bikin, ji ber xirabîyê jî mibadele wê bi xirabî û heyfê bikin. Ew dibêjin ku qencî jî û xirabî jî winda nabin. Û xeberdan û cewabê da bêperwa dibin, hakim bit jî elbette cewaba heq dibêjin û natirsin. Bilanê ewî teezîr jî bikin. Elbette wê cewabê dê bibêjîn. Ji xeberdanê da xwedîcesaret in, eger bibine kuştin jî dîsanê ji xemê nîne. Yanî birastî ji kuştinê weku melalêd mayî ji kuştinê natirsin û dilêr in…

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *