PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -3

PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA -3

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN DI DEMA ŞERÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDUYAN DA”. Em îro beşa sisîyan, ango a dawî raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

Berhemên kurdzanên me – 226 

Serokatîya Tirkîyê bi ciddî ji bo wê yekê xemgîn bûbû, ku di nîveka salên 1940î da hêza Awropayê ber bi xurtîyê guhêrî bû û piştî wê yekê ew hêz sawkêş bû, gava Almanîyayê û Îtalîyayê di dawîya buhara sala 1941ê da Balkan zevt kirin. Çend peymanên, ku di salên 20-30î da bi Îngilîs, Fransîyayê, Yekîtîya Sovyet ra hatibûne girêdanê di wê rewşê da ji bo Tirkîyê qîmetê xwe winda kiribûn. (Peymana jorê kivşkirî bi Almanîyayê ra ya 18ê hezîranê sala 1941ê aramîya Tirkîyê hîç kefîl ne dikir, ji ber ku serhevdu piştî çar rojan ew hate bawerkirinê, ku kefîltîyên Hîtlêr di warê pêwendîyên navnetewî da jî pûç û hêç derketin). Xwe nêzîkî Almanîyayê kirin, di şertê firehbûna agrêsîya wê di hemû alîyan da, dikaribû Tirkîye bikira nava telikeke wisa, ku ew îdî di sala 1914an da ketibûyê, û ew dikaribû careke din bibûya lêpoka Almanîyayê bi paşmayînên xwe yên pir giran va. Ne dûr bû, ku Tirkîye careke din bihata perçekirin. Baylozê Tirkîyê li Bêrlînê Xusrov Herede di havîna sala 1940î da ser wê bawerîyê bû, ku eger Almanîya di şêr da bi ser keve (di şertên peymana Sovyet-Almanîyayê da, ku wê demê emel dikir), “Tirkîye wê bikeve rêza dewletên Asîyayê yên biçûk, weke Îranê û Îraqê“. Ew ser wê bawerîyê bû, ku Qers û Erdehan wê bigihîjine Yekîtîya Sovyet, Frakîya wê bibe para Bûlgaristanê, tengav wê bikevine bin hukumdarîya Yekîtîya Sovyet, Almanîyayê, Îtalîyayê û Tirkîyê19.

Di rewşa sazbûyî da Enqereyê îdî hêvîya xwe ji peymana Sahabadê birîbû. Baylozê Yekîtîya Sovyet li Afxanistanê K. A. Mîxaylov di meha nîsanê sala 1941ê da derheqa sohbeta xwe ya bi baylozê Tirkîyê M. Ş. Êsêndal ra ha got: “Min ji bayloz pirs kir, ka bawerîyên wî derheqa kara endamên peymana Sahabadê ji bo Tirkîyê çi ye? Bayloz wek herdem bersîv da, got: Tirkîye niha peymana Sahabadê wek hêzeke xurt nabîne. Ne Îran, ne Afxanistan, bi bawerîya bayloz, ne tenê nikarin, lê herwiha naxwezin jî alîkarîya ciddî bidine Tirkîyê heta em êrîşî li ser almanê dawî jî bikin (reşkirina têkstê. – M.L.)“20. Rast e, li Tehranê gotin, ku ew amade ne eger lazim bibe, bêne hewara Tirkîyê, lê ne di goveka peymana Sahabadê da. Bi gotina nûnerê Almanîyayê li Îranê Ê. Êttêl, “şah xwe li riya nêytralîtêtê girtîye, ewê piştgirîya wê yekê neke, ku konvênsyona Sahabadê bibe yekîtîya leşkerî. Eger êrîşî li ser Îranê bikin, şah wê xwe bide alîyê Tirkîyê, lê paşê wê xwe bigihîne hevalbendan“21.

Eger em bêne ser kefîlê peymana Sahabadê – Brîtanîya Mezin, em dikarin bêjin, ku ew jî sala 1941ê da di wê da xeyalşikestî bûbû. Baylozê Brîtanîyayê li Enqereyê H. M. Nechtbull-Hugessen digot, ku ew “bi têksta peymana Sahabadê ra ne nas e, lê dibe, ku Tirkîye ketibe di nav rewşeke wisa giran“ (ango, ew gerekê him alî Îraqê bike – gorî peymana Tehranê, him jî alî Brîtanîya Mezin bike – gorî peymana Enqereyê)22. Bi vî awahî, di nîveka sala 1941ê da meriv dikaribû peymana Sahabadê bi tevayî pûç bihesibîne, xên ji wan xalan, ku derheqa pirsa kurdan da bûn.

Ew bûyer jî bi vê pirsê va girêdayî bû, dema di dawîya buhara sala 1940î û nîveka havîna wê salê berxwedana Îngilîs-Fransîyayê li Awropa Roavayê di bin derbên tankên Almanîyayê da hilweşîya. Wan deman qedera Sûrîyê û Libnanê ne bêlî bû û li Tirkîyê kesên êkspansyonîst behsa zevtkirina beşeke axa wan welatan, belkî Îraqê jî, dikirin. Nêzîkî aqilan e, ku ew îdêya Bêrlînê û Romayê bû bona Tirkîyê mecbûr bikin bibe hevalbendê wan. Bi gotina baylozê Îtalîyayê li Tirkîyê Ottavio de Peppo, nûnerên Tirkîyê li Demişqê, Bêyrûtê û Heyfayê Asim Gunduz û Fewzî Çakmak pêşnîyar kirin li hev bikin bona Tirkîye Helebê zevt bike û “dibe Cizîrê jî“. Bayloz ser wê bawerîyê bû, ku îngilîs hewil didin “ji beşên Sûrîyê, Felestînê, Transûrdinê û dibe Îraqê jî“ dewleteke ereban damezirînin û wan herêman teslîmî Tirkîyê bikin. Nûrî Sehîd, ku di dawîya meha hezîranê – destpêka meha tîrmehê sala 1940î da seredana Enqereyê kir, ji bo wê yekê xemgîn bû, ku Tirkîye wê Sûrîyê zevt bike û wê bi Îranê ra tevayî Îraqê perçe bikin23. Rojnameya “National saytung“ 11ê çirîya paşin sala 1940î gotinên baylozê Almanîyayê li Tirkîyê Frans fon Papen çap kir: “Çavên Tirkîyê li ser Sûrîyê ye“24.

Ha bûn reşxetên perçekirina nû ya beşê ereban ya Rohilata Nêzîk, ku piştî têkdana îngilîsan-fransizan di nîveka sala 1940î da xuliqî û ewê tesîreke mezin li ser Kurdistana Başûr-Roavayê û Kurdistana Başûr hîşt. Gelo ew proêkt û cîyê xuliqîna wan li kîderê bûne, ne zelal e, lê ji şikberîyê der e, ku meriv dikare li vir vê gotina pêşîyan bi kar bîne: “Dû bêy êgir nabe“. Lê piştî çend mehan pirsa zêdekirina axa Tirkîyê bi kîsî axên ereban û kurdan yên Sûrîyê, û dibe Îraqê jî, ji holê hate rakirin. Li Sûrîyê leşkerên Îngilîs-Gollîstanê bingeh girtin, li Îraqê nasyonalîst têk dan. Îngilîs li Awropayê îzbat kir, ku dikare bi xurtî ber xwe bide, lê Almanîya, ku tivdarekê êrîşa li ser Rûsîyayê dikir, nikaribû hêzên xwe di şerletanîyên li Rohilata Nêzîk bi kar bîne. Lema jî Tirkîye ji wê daxwazê vekişîya, ku hinek axên Împêratorîya Osmanîyê li xwe vegerîne û xwe li taktîka li bendê mayînê girt. Baylozê Tirkîyê li Bêrlînê H. Gerede di sohbeta bi baylozê Sovyet V. G. Dêkanozov ra “piştgirîya wê yekê kir, ku ew (Sûrîyê.- M. L.) bikeve nava Tirkîyê, lê hukumeta Tirkîyê de`wa wê yekê nake û dibêje, ku dixweze sînorên heyî neyêne guhartin, lê wê tu kesî nehêle bikeve nava axa wî û eger lazim bibe, wê xwe biparêze“25. Daxwazkarîyên komên panturkîstan yên agrêsîv, ku sînorên sîyasî ji bo kara xwe biguhêrînin, di nav wan da kîsî Kurdistanê jî, ser demekê hate paşxistin.

Behsên derheqa wê yekê da, ku dibe leşkeran hinekan ser axa Tirkîyê ra derbaz bin, berê xwe bidine Sûrîyê an jî Îraqê, ne tesedûf bûn. Li vir pirsa gêopolîtîkîyê ya ciddî roleke mezin dilîst, ku di hêla erdnîgarîyê da temamîya axa Kurdistanê eleqeder dikir, lê di hêla sîyasî da – berjewendîyên sê dewletên wê demê yên sereke – Yekîtîya Sovyet, Almanîyayê û Brîtanîya Mezin.

Ev pirs di dema seredana serekê hukumeta Sovyet û wezîrê karên der V. M. Molotov li Bêrlînê di meha çirîya paşin sala 1940î da hate gengeşekirin. Hemû hûrgilîyên vê bûyera bi nav û deng di nivîsên taybet da hatine ronîkirin26, lê vira emê bala we bikişînine ser wan malûmatîyan, ku nêzîkî têma me ne.

Pirsên Rohilata Nêzîk va girêdayî di hevraxeberdanan da cîyekî mezin girtin. Di nivîsa Stalîn ya ser navê Molotov da (9ê çirîya paşin, sala 1940î) dihate gotin: “Pirsa derheqa Tirkîyê û qedera wê da nikare bêy tevgelîya me bê çareserkirin, ji ber ku berjewendîyên me yên ciddî li Tirkîyê hene“27.

Serokatîya Almanîya faşîstîyê hewil dida wan berjewandîyan ji bo armancên xwe bi kar bîne. Daxwaza wan ew bû, ku bala Yekîtîya Sovyet ji kar û barên Awropayê dûr bixin, wêya bidine bawerkirinê, ku dikare tevî karê perçekirina Tirkîyê, û dibe welatên Rohilata Nêzîk yên din jî, bibe, ew dikare pêşnîyar bike konvênsyona Montryoyê bona kara wê biguhêrin û h.w.d. Bi wê yekê va li Bêrlînê dixwestin şertên baş saz bikin bona amadekirin û derbazkirina “plana Barbaros“, ku wan deman amadekarîya wê serhevda dihat (ew piştî mehekê ji alîyê Hîtlêr da hate testîqkirinê). Wezîrê karên der yê Almanîyayê Yoahîm fon Rîbbêntrop di hevraxeberdanên xwe yên bi V. M. Molotov ra guhdarî danî ser wê yekê, ku berjewendîyên Yekîtîya Sovyet yên rasteqîn – li başûr “Tengava Farizistanê û Behra Erebîyê ye“28. Rojtira dinê, 13ê çirîya paşin, Rîbbêntrop “proêkta banga vekirî ya çar dewletan (Tirkîye, Yekîtîya Sovyet, Almanîyayê û Îtalîyayê) raber kir derheqa sînorkirina berjewendîyên sereke yên her çar dewletan û zêde berê xwe bidine ber bi Okêana Hindistanê“. Paşê behsa tengavan û careke din lênihêrandina konvênsyona Montryoyê kirin29. Ew bi dîplomatî formûlekirina sohbeta duduyan ya di eynî rojê da bû di navbera Hîtlêr û Molotov da, û li wir plana Hîtlêr di van gotinan da hate raberkirin: “Axa Asîyayê ya ejdeha gerekê pareveyî li ser beşên Asîya Rohilatê û Asîya Navbendî bikin. Asîya Navbendî digihîje heta başûr, riya ber bi okêanê vedike û ji alîyê Almanîyayê da tê dîtin wek warê berjewendîyên Rûsîyayê. Bona pêkanîna vê yekê demeke dûr û dirêj lazim e, weke 50-100 salan“30.

Ev pêşnîyar ji bo hevalbendên Almanîya ne sur bû. Baylozê Yaponîyayê li Tirkîyê Ş. Kûrîhara ji baylozê Yekîtîya Sovyet S. A. Vînogradov ra got: “Ji bo Yekîtîya Sovyet temamîya Asîya Navbendî bi Afxanistanê, Hindistanê û Farizistanê va hîştine“31. Bi vî awahî, soz dabûne Yekîtîya Sovyet (bi şertê, ku ew bikeve nava hevalbendîya dewletên mezin) axeke mezin ya Rohilata Nêzîk bidinê, ku Tirkîya Rohilatê û Îrana Roavayê diketine navê (herwiha temamîya Kurdistanê jî), ji xeta Beku-Sûxûmîyê girtî heta Tengava Farizistanê. Femdarî ye, ku ji bo dêlêgasyona Sovyet daxwazên nazîyan yên rasteqîn zelal bûn, û ewê yekser razîbûna xwe ne da, ji ber ku ew pêşnîyar pir mezin û aloz bû. Ji Hîtlêr û Rîbbêntrop ra li hev ne hat dijî Molotov karta Rohilata Nêzîk bi kar bînin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku hevraxeberdanên Bêrlînê ne berhemdar bûn, ji ber ku plana perçekirina “axa Asîyayê ya pir mezin“ dûrî aqilan bû.

Eger firsenda, ku Yekîtîya Sovyet wê xwe nêzîkî Okêana Hindîyê bike xeyalî bû, lê hewildanên Almanîyayê û Îtalîyayê, ku bikevine wê herêmê, yên rêal bûn. London ji wan bûyeran ditirsîya, ku di salên 1940-1941ê da li Sûrîyê û Îraqê diqewimîn, lema jî hevraxeberdanên di navbera Yekîtîya Sovyet û Almanîyayê da di meha çirîya paşin sala 1940î bal îngilîsan şik peyda kirin. Em mêze bikin, ka derheqa wê yekê da di nava nameya baylozê Sovyet li Brîtanîya Mezin Î. M. Mayskî ya 15ê çirîya paşin sala 1940î çi dihate gotinê: “Ji van pirsên sîyasî ji bo îngilîsan ya here giring pirsa derheqa Tirkîyê da ne: gelo di navbera Yekîtîya Sovyet û Almanîyayê da peyman heye derheqa bi tevayî zor li Tirkîyê bikin bona ew bihêle leşkerên Almanîyayê ser axa wê ra derbazî Sûrîyê bibin?“. Li Forin Ofice ser wê bawerîyê bûn,- bayloz di ser da zêde kir,- “ku eger, wek ewana difikirin, Tirkîye derkeve dijî her hewildaneke wisa, pêwendîyên di navbera Îngilîs û Yekîtîya Sovyet da dikarin serttir bibin“32.

Bi awayekî din, li Londonê ditirsîyan, ku li Bêrlînê dikaribû lihevkirineke di navbera Sovyet-Almanîyayê da hebe û ew dikaribû bibûya sebebê wê yekê, ku nêzîkî Erqa Sûêzê û Tengava Farizistanê ocaxeke agrêsîya Almanîyayê saz bibe, ku ji bo Împêratorîya Brîtanîyayê navbendên pir giring bûn. Bingehên vê tirsê hebûn. Dibe çavkanîya wê tirsê ew bû, ku nûnerê Îraqê hîvî ji baylozê Sovyet li Tirkîyê dikir, ku bi lez di navbera Yekîtîya Sovyet û Îraqê da, ku wan deman hukumeta dijî Îngilîs ya el-Geylanî hatibû ser hukum, pêwendîyên dîplomatîk bêne sazkirinê, û herwiha hîvî dikir, ku li Yekîtîya Sovyet dêklarasyona derheqa serxwebûna welatên ereban da bê çapkirinê (bona Îngilîs derheqa wê yekê da bihesin). Moskvayê di vê pirsê da xwe li helwesteke fesal girt, dêklarasyon çap ne kir33 û her tenê hukumeta el-Geylanî nas kir, lê piştî wê yekê, ku di dawîya meha gulanê sala 1941ê da Îngilîsan el-Geylanî ji ser hukum avît, pirsa derheqa testîqkirina pêwendîyên dîplomatîk da hat paşxistin (heta sala 1944an).

Di temamîya dema vê xirecira leşkerî-dîplomatîk da berî roja vekirina pêşenîya duduyan ya Şerê Hemcihanê yê Duduyan, ku dijî Yekîtîya Sovyet bû, behsa kurdan tew ne dikirin. Lê dîsa jî ewê li ser wan tesîr dikir. Kurdistana Îraqê kete bin kontrola leşkerên Brîtanîyayê, lê Kurdistana Sûrîyê – yên Brîtanîyayê û Gollîstanê. Kurdistana Tirkîyê di bin hukumê ordîya Tirkîyê ya 5an da bû, ku li benda dema xwe bû34, dewletên ku şerê hevdu dikirin, ji bo Kurdistana Îranê rola bingeha bona şerê Kavkazê û Tengava Farizistanê bikin, amade kiribûn. Şer derê kurdan dikuta, lê her tişt bi encamên Hîtlêr yên Drang nach Osten va girêdayî bûn.

Riataza

19 Dîsa li wir, hejmar 211, rûpel 358. Nivîsa A. V. Têrêntêv ji bo wezîreta karên der 20.06.1940.

20 Dîsa li wir, beş 2, hejmar 782, rûpel 589. Hesabdayîna bona wezîreta karên der ya 17.04.1941.

21 Dîsa li wir, beş 1, hejmar 64, rûpel 126. Baylozê Yekîtîya Sovyet li Afxanistanê M. Yê. Fîlîmonov ji bo wezîreta karên der 04.03.1940. Ê. Êttêl di ser da zêde kir, ku berjewendîyên Almanîyayê li Îranê ji yên Yekîtîya Sovyet kêmtir in. Rast e, ew sohbet berî têkçûna Fransîyayê bû.

22 Dîsa li wir, pirtûka 2an, beşa 2an, hejmar 809, rûpel 644. Sohbeta baylozê Sovyet li Tirkîyê S. A. Vînogradov bi baylozê Brîtanîyayê ra 03.05.1941.

23 Dîsa li wir, pirtûk 1, beş 1, hejmar 223, rûpel 372; hejmar 254, rûpel 421. Nivîsa A. V. Têrêntêv ji bo wezîreta karên der 24.06 û 06.07.1940.

24 Dîsa li wir, pirtûk 2, beş 1, hejmar 529, rûpel 105.

25 Dîsa li wir, pirtûk 2, beş 2, hejmar 858, rûpel 732. Sohbeta V. G. Dêkanozov bi H. Gerede ra 07.06.1941.

26 Binhêre: Seredana V. M. Molotov li Almanîyayê di meha çirîya paşin sala 1940î da – Dîroka nû û ya here nû. 1993, hejmar 5.

27 DVP. Cild 23, pirtûk 2, beş 1, hejmar 491, rûpel 31.

28 Dîsa li wir, hejmar 500, rûpel 48. Nivîsa V. M. Molotov ji bo Î. V. Stalîn 12.11.1940.

29 Dîsa li wir, hejmar 515, rûpel 81. Nivîsa V. M. Molotov ji bo Î. V. Stalîn 14.11.1940.

30 Dîsa li wir, hejmar 511, rûpel 69. Sohbeta duduyan ya V. M. Molotov bi A. Hîtlêr ra 13.11.1940.

31 Dîsa li wir, hejmar 536. Nivîsa baylozê Sovyet li Tirkîyê ji bo wezîreta karên der 20.11.1940.

32 Dîsa li wir, hejmar 522, rûpel 87.

33 Dîsa li wir, hejmar 468, rûpel 715. Nivîsa V. M. Molotov ji bo S. A. Vînogradov 26.10.1940; hejmar 471, rûpel 719-720. Nivîsa S. A. Vînogradov ji bo wezîreta karên der 29.10.1940.

34 Wek ku Kimhe nivîsîye, ji sala 1941ê li ser Kurdistana Tirkîyê ”perdeya hesinî” hate kişandin, ango armanca desthilatê ew bû, ku kurdan bizêrîne û zordestîyê li wan bike (Kimhe J. Seven Fallen Pillars, rûpel 123).

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *