”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 29

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 29

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a nehan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -9

Mijûlîyên kurdan

Wek ku rohilatzanê Rûsîyayê N. Ya. Marr di destpêka sedsala XX nivîsîye, hemû rêwîyên, ku li Kurdistanê qesidîne, bi zewqeke pir mezin va behsa hunermendîya kurdan ya sitiranbêjîyê kirine, û em wê jî bêjin ku kilamên kurdî pir caran bi kom distirên.

Lêkolînera nûdemê O. Î. Jîgalînayê şevên wisa bi awayekî bedew raxistîye ber çavan: ”Zivistanan, demên hikyatî yên here xweş, binecîyên gund her êvaran berevî malekê dibûn, odeya here mezin da rûdiniştin, ku jê ra Ode digotin. Li vira dengbêj bi hev ra diketine nava pêşbirkê; bangî sazbendan jî dikirin. Wê şevê hemû ciwanên gund yên nezewicî û mêrnekirî, keç û xort, jinên ciwan berev dibûn. Li sazê dixistin34, distiran, kilam davîtine ber hev, heta sibê govend digerandin. Hikyatên efsûnî digotin. Kurdan wek edet wan çîrokan di êvaran da digotin. Tu çîrokbêjekî ne dixwest wan hikyatên sêrbaz bi roj bêje. Di demên buhurî da di her gundekî da çîrokbêj û dengbêjên bêhempa û zane hebûn”35.

Reqas

Çanda kurdî bi reqasan va pir dewlemend e, wek govend, çopî, helay, koçerî û h.w.d. V. F. Mînorskî destnîşan kirîye, ku ”cem kurdan govenda çopî bi awayekî balkêş direqisin, ango bi heyecan û bi zewq e. Kesê ketîye sergovendîyê, dezmala destê xwe di hewayê da li ba dike, bi destê dinê govenda reqasçîyan digerîne, ku mil kutane milên hevdu û qeşeng û çapik direqisin. Û hema dengê zurnê û defê li gind belav dibe, hemû jinên gund di nava pênc deqeyaan da xwe dixemilînin… bi mêran ra tevayî dikevine govendê û… bi he was û hijmekar panîyên solan zexm li erdê dixin û xwe dihejînin”36.

Yek ji reqasên kurdan yê gelêrî, ku gelek hizkirî ye, govend e. Di wê reqasê him mêr, him jî jin direqisin. Çend cûreyên govendê hene: li rex hev disekinin, destê hevdu an jî tenê tilîyên xwe yên qilîçkê digirin an jî destên xwe di navkêlka hevdu ra dikin û direqisin. Taybetmendîya govendê ya sereke hemahangîya reqasçîyan e, hemû hereket û hejên wan gerekê çapik û wekehev bin û gerekê gorî teqilê bin. Tenê kesê sergovendî û yê ketîye poçikê, dikarin hereketên dervayî reqasçîyên di govendê da bikin. Girêdayî bi herêmê ra cûrê govendan diguhêrin, reqasa govendê dikare giran be, nerm be û teqil be, ango bi heyecan û zewq be.

 

Amûrên sazbendîyê

Dema em behsa reqasan dikin, nikarin behsa sazbendîya kurdî ya gelêrî nekin. Rohilatzanê Rûsîyayê Petr Lerx nivîsîye, kurd ji sazbendîyê hiz dikin, ji ber ku tê da aramî û zewq heye, tê bîra min, dema eyda Remezanê rêwîyan guh didan ”ka çawa nanbêcerkir li bilûrê dixistin”37. Em li jêr çend amûrên sazbendîya kurdî raberî we bikin. 

Def – cûreyekî diholê ye, dîroka wê zêdeyî pênc hezar salan e. Def dolabeke darîn e, çerm li ser ra dikişînin, jê ra li hinek cîyan ”qaznax” dibêjin (di van dehsalîyên dawî da dewsa çermên heywanet plastîk bi kar tînin). Dora defê xeleqên hesinî yên ne mezin an jî plastîkên gilover pê va dikin, kêm caran jî zengelûkan pê va dikin. Wek ku bi hezaran salan berê, bi kefa destên xwe an jî bi tilîyên herdu destan li qaznaxê defê dixin, hinek caran defê hildepînin nava hewayê û ji wê awazên cuda yên xweş derdikevin. Di demên buhurî pirtir jin li defê dixistin. Li Şûmêran (di salên 3000-2500 berî Zayînê) ew edet bi merasîmên dînî va girêdayî bû, ji bo nimûne, bi bawerîya Hîvê va. Gelek wêneyên neqişkirî hene, ku li ser wana milyaket reqasa xwe a dînî bi lêxistina defê pêk tînin. 

Ney (li pir cîyan dibêjin “Mey”.- Not ya redaktor e) – yek ji amûrên sazbendîyê yên kevinare ye. Wisa tê texmînkirin ku ney ji Yûnanistana kevinare hatîye Farizistanê. Wek ku êtnografê ermenî Xaçatûr Abovyan nivîsîye, neya darîn ya şivanên kurd dihate binavkirinê “şempal” (di rojên me da jê ra “bilûr” dibêjin): “dengê wê bilind e, lê awazên wê nazik in; şivan bi wana xwe ji xemgînîya ji tenêbûnê xilaz dikin û bi alîkarîya bilûrê karê bi kerîyên pêz va girêdayî bi awayekî serketî dimeşînin”38. 

Tenbûr (an jî tembûr) – amûrê bi sîman yê herî belavbûyî ye di nava kurdan da, ew hela hezar û pêncsed sal berî bûyîna Îsa pêxember hebûye. Tenbûra bi forma hurmêyê li Farizistanê û Sûrîyê çê dikirin, dû ra bi riya Tirkîyê û Yûnanistanê ew amûr hate Roavayê. Tenbûra kurdan ya bi sê sîman e, dirêj e û werimî-hupizî ye. Pir caran erefatên dînî yên dewrêşên sofîyan bi tembûrê têne pêkanîn.

Kemançe – amûreke sazbendîyê ya bi sîman e, ku li her derê axeke pir mezin a Rohilata Nêzîk û Navîn tê bikaranîn. Ji demên buhurî dengê kemançê dişibînine dengê mirovan, lê dengê wê yê wek gazindarîyê, wek di gelek berhemên şairtîyê da tê gotinê, wek tîrekê dikeve nava ruhê merivan û tê da gut dibe. Di sedsala XII helbestvanê fariz Mesud Sed, dema behsa sazbendîya bajarî dike, kemançe bi nav kirîye wek “amûrê bo dlxweşkirinê”.

Doteble – cot dihol e – ji du selikên hesinî yên bi çapa xwe va ji hev cuda hatîye çêkirin, bi çerm va hatine peçan û bi têlên ji çerm bi hev va hatine girêdan. Wê bi situyê hespê xwe va darda dikirin û di dema şêr bi kar dianîn: çomaxê diholê bo gazîya şêr e û hale şervanîyê saz dikir. Doteble dişibe cot dihola hindîyan – tablûyê, wek defê bi tilîyan li wê jî dixin, lê dengê amûra kurdan bilindtir e.

Zurne – amûreke gelêrî ya pifdanê ye, him di nava kurdan da, him jî cem gelên din yên Rohilata Nêzîk û Kavkazê pir belav e. Di dema vekolînên arkêologîyê nimûşên wê amûrê yên kevinare hatine dîtin, ku berî sê hezar salan hatine çêkirin. Zurne weke qamîşekê ye, bi devê teng û li ser çend qulik hene, ji dareke tam tê çêkirin. Dengê zurnê zîz e û dikeve nava dil û ruhê merivan. Piranî ew bona lêxistina sazbendîya folklorî tê bikaranînê.

(JÊRÊNOT)

34) Saz — amûrê bi têlên sîman ku dişibe ûdê.

35) Жигалина О. И. О некоторых курдских народных праздниках и обрядах // Дружба. 1998. № 4. С. 38–40.

36) Минорский В. Ф. Курды. Заметки и впечатления.  Петроград, 1915. С. 17.

37) Лерх, Петр. Исследования об иранских курдах и их предках северных халдеях. Кн. 1. СПб., 1856. С. 43–44.

38) Абовян, Хачатур. Курды // Кавказ [газета]. Тифлис, 1848. № 47.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev