Nameyên evînî – 129

Nameyên evînî – 129

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

Vê carê evîndarê Nurayê bersîva nameyeke Nura evîndara xwe dide.

 

Nameya Nurayê bo evîndarê xwe

 

Ez pir ji te hez dikim û pir bêrîya te dikim. Heta niha min xwe tenê bi te ra xeyal kirîye. Weke ku xeynî te tu kes nabe ku pê ra bim. Ku tu jî nebî, ezê bi tu kesî ra nebim. Carna difikirim nabe ku bo paşerojê bifikirim, dem û dewran çi tîne serê me, ne dîyar e. Lê dîsa jî dibêjim 30 sal e tenê tu hebûyî, dibe mumkun be 30 salên din jî tenê tu hebî. Yanî, fikireke absurd nîne?

 

Bersîva evîndarê Nurayê bo Nura evîndara xwe

 

Bo van gotinên xweş qurbana te bim, him jî heta dawîya jîyanê. Qet ne absurd e, ji ber ku tu wisa hîs dikî, wisa dixwezî û wisa dibêjî. Ez jî ji roja min tu nas kirî wisa me. Lê tu eva 30 sal e wisan î. Li cihanê jî a giring ew e ka tu çi dixwezî û çi li te xweş tê, wê bikî. Ango, daxwez, hîs, bêrîkirin, hezkirin û pêkhatina xeyalan ketine nava hev wek mûzîkjenên sîmfonîyayê hevsengîya pirawaz çê dikin.

Van xetan dinivîsim û difikirim, ku gelek xwendevan wê van fikirên me qebûl nekin. Û ji xwe ra dibêjim: -Ma qey ezê wisa binivîsim, ku zêde xwendevan fikirên min qebûl bikin? An jî ezê hewil bidim ku bi saya xwendevanan rêytînga nivîsên xwe bilind bikim?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev