KER Û SE

KER Û SE

Kerem bikin: bêhna zaravê kurmancî hildin,

şîrê dayka kurd tamkin, ku bûye havênê aqilmendîya kurê wê yê helbestvan

û bi vê lezetê xwe li Kurdistana Bakur hîs bikin.

LA FONTEN

Lêanîn: Memê Miksî

 

Bira ev ne şîret e

Zagona tebîet e

Çiqasî ku bikarî

Tu bike alîkarî

Rojekê kerek qemer

Ev ji bîr kirbû bawer

Gelek jê mame heyret

Wî wiha nedikir qet

Ka bibêjim meselê

Paşî bixwim hewdelê

Ev ker di rê da diçû

Xweyî jî dihat li dû

Û seyê Gevez binav

Di gel wan dihat hingav

Îcar piştî demekê

Hatin li dev çemekê

Mêrik westiya bû hew

Xwe dirêj kir ket di xew

Ker jî ket di zeviyê

Zik dadigirt ji giyê

Tê da ji xeynê kerbeş

Hebû her kulîlkên xweş

Diçêrî bi firte firt

Û dihejand dûvê kurt

Hate li rex wî Gevez

Gotê: Pir birçî me ez

Yê di xurcê da ne nan

Li ser pişta te bizan

Xwe hinek bike nizim

Çend pariyan bigezim

Her wekî sehnekirî

Ji bo xwe ew diçêrî

Ca çend qevdek din bixwe

Nedidayê guhê xwe

Piştî wextek vî kerî

Ji ber xwe rakir serî

Got: Hinek bike sebir

Nêha malxwê te li wir

Dema ku ew bû şiyar

Heta te dagirt eyar

Bila nanî bide te

Niha ji min bilete

Hêj ew li ser vê behsê

Mîna mehkûmê hefsê

Gurekî boz bi lezî

Alê wan da dibezî

Ker hat ji xof û tirsê

Xwe avêt di bextê sê

Seyê ku ji birçiyan

Ranedibû li piyan

Got: Bêhna xwe neke teng

Îskut be dernexe deng

Ji bo te pêşniyarî

Çiqasî ku bikarî

Ber bi alê rêlê ve

A niha tu bireve

Ta malxwê te ezbenî

Ji xewê bibit xenî

Yeqîn nalên te nû ne

Ne wek berî hilû ne

Gava gur hate li nêz

Zîtikek xurt û bi hêz

Daweşîne li singê

Wê bikewite hingê

Di gel evê gotinê

Gur dev avêt binçenê

Kerê hema di cih da

Di nav destan da rih da.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev