Serxweşîya “Komxebata KURMANCΔyê

Serxweşîya “Komxebata KURMANCΔyê

Kanîya folklora kurdî Hemîd Kiliçaslan serê xwe danî ax û berên sar

 

Serokê Komxebata KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê Reşo Zîlan bi navê hemû endam-xizmetkarên komê serxweşîyeke bi dilekî kovan û xemgîn nivîsîye, em raberî we dikin:

 

Gelî hevalên hêja!

 

Dixwazim bi dilekî pirbiêş û xemgîn we agehdar bikim ku hevalê me yê bi qedir û berkeftî, xweşbêj û gula civînên me yên ”Kurmancîyê”, birayê me kek Hemîd Kiliçaslan ji ber nexweşîya malwêran ya koronayê vê sibehê çû ber dilovanîya Xwedê.

 

Bila Xwedê wî ji dilovanîya xwe bêpar neke, sebir û metanetê bide mermal û endamên malbata wî. Bila serê wan û yê gelê me sax be, cihê wî behişt be.

 

Kek Hemîd ji binemaleke naskirî, kurdperwer û welatparêz bû. Nemaze li hawîrdora Mêrdînê û li Kurdistana Rojava di civatê de roleke malbatê ya mezin hebû. Xwedan sîyanet û rûmeteke mezin bûn.

 

Kek Hemîd mirovê civat û şevbihêrkan bû, zarxweş û xweşbêj bû. Xwedî bîr û hafizayeke kûr yê têrûtijî bû. Qonaxên feodalîte û modernîteyê jîyabû, wek malbat ji bêbextîyê dûr bû. Dostekî bi her awayî rast û durist, hevalê ketîyan û piştmêrê pêbawer bû.

 

Kek Hemîd şarezayekî rabûn û rûniştina civatê bû, bi serpêhatî, qewl, meselok û pêkenînên kurdewarîyê dagirtî bû. Bi vê dewlemendîya xwe bi rastî jî gula civatê bû.

 

Wî rengekî dewlemend dida civînên me, bi kurmancîzanîya xwe berê me timî dida rastîyê. Bi henek û pêkenînên xwe moral dida me, şewqa me ya xebatê bilind dikir. Ji lewra ev koça wî ya bêwext, berî her tiştî, dê bibe kêmasîyeke mezin bi taybetî ji bo civînên me û herweha bi giştî ji bo xebat û têkoşîna kurdînîyê.

 

Kek Hemîd, te em bi tenê hîştin, te em kirin kûrahîya bîra derd û kulan. Bila Xwedê te jî bi behişta xwe şad bike.

 

Hemîd Kiliçaslan dê roja şemîyê, 28.11.2020, seet 12:00 li gundê Derika Smaîl Axa bispêrin axa Kurdistanê.

 

Bi silavên diltezînîyê, bi navê Komxebata KURMANCÎyê

Reşo Zîlan

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev