
Guhdar Elî Coqî li WAAR TV taybetmendîyên êzdîyan radixe ber çavan
Çend fikirên ji hevpeyvîna watedar:
-Dînê min bo min e, dînê te bo te ye, lê welat bo min û te ye.
-Di qewlên êzdîyan da tê gotin:
”Cabê bidine Kurdistanê,
Bira qewîn bike îmanê
Şerfedîn Mîrê li dîwanê”.
-Eger min di qewilên xwe da behsa welatê xwe kirîye, ezê çawa xwe ji welatê xwe vekişînim?
-Kurdistan beşekî serekî ye bo ola êzdayetîyê, çimkî Lalişa Nûranî li Kurdistanê ye.
-Lalişa Nûranî li ser kîjan erdî be, ew erd bo me pîroz e.
-Şengal keleha egît û şêran e, lê rewşa wiha a Şengalê ji lawazîya desthilatê ye, ji kêm xemxurîya desthilatê ye. Şengalî xwe bo şoreşa Eylûlê feda kirine û ew yek bo welat û axa xwe kirine.
-Îdrîs Barzanî wextê çûye Şengalê, seyara wî ji erdê rakirine û li ser milan birine.