Medreseya Kurdî şanaziya Neteweyê Kurd e

Medreseya Kurdî şanaziya Neteweyê Kurd e

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Roja 30.08.2020, nivîsek bi sernavê “Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk”* bi îmzeya Welat Dilken, li malpera Diyarnameyê hatiye weşandin.

Dema min ew nivîs xwend, min bawer nekir ku ji aliyê kurdekî ve hatiye amadekirin. Îcar piştî lêkolîneke kurt, diyar bû ku nivîskarê wê ji aliyê biyolojî ve çendî kurd be jî, lê helwesta wî xirab e.

Ez ê hin jêder ji nivîsa wî pêşkêşê xwendevanên hêja bikim, hêj dîtina xwe binivîsim, gotiye:

“Bi ya min ku sersebebeke rewşa me ya îroyîn mîr bin, sersebebek jî medrese ne!” û domandiye:

“Tê zanîn, mîrîtiya yekem a Merwaniyan e.”

Welat Dilkenê ku Dewleta Merwanî a Kurd bi mîrektiyê binav kiriye, jê diyar dibe ku agahdariya wî derheq dîroka Medreseya Kurdî de jî tune ye.

Welat Dilken ji bo avakirina medreseyê jî wiha gotiye:

“Ew (medrese) bi îcazeta xelîfeyê îslamê yê li Bexdayê û bi destdayîna mîrîtiya Merwaniyan” avabûye, ji rastiyê dûr e.

Dewleta Kurdên Merwanî di 983’yan de ava bûye û di 1085’an de jî rûxiyaye. Lê berî wê, Medreseya Kurdî sala 950 de li Hemedana paytexta Kurdistanê ava bûye.

Welat Dilken gotiye:

“Gelo wan medreseyan bi rastî her tim û di her alî ve bo kurdan erkeke erênî pêk anîne?”

Min li jorê got ku agahdariya Welat Dilkenî li ser medreseya kurdî tune. Eger heba, wê tenê Smayil Cizîrî (Abul Iz: 1136-1206) binasiya ku projeya robot, computer û ya gelek bûjenên dî di Medreseya Kurdî a Sor de li Cizîra Botan afirandiye, nivîsa xwe bi vî rengê bê ser û ber nedinivîsî.

Çewtiyeke din jî ya Welat Dilkenî ev e ku gotiye:

“Loma fetîşîzmkarên medreseyan bo aliyên neyînî yên medreseyan neyên nîqaşkirin tim wan helbestkarên mezin derdixin pêş, pê ser xisara wan medreseyan daye kurdan dinixumînin.” û gotiye: “Baş e, wan medreseyan xeynî birek helbestkar çi daye kurdan?”

Ev gotina wî bi xwe jî, nebûkariyeke mezin e ku li Medreseya Kurdî kiriye. Yanena, wê Dilkenî zaniba ku ji serê Sedsala Nozdeh û Sedsala Bîstî jî tê de, hemû serhildan û şoreşên kurdan, bi serpereştiya kesên peyrewên Medreseya Kurdî çêbûne. Ji bilî Îhsan Nûrî Paşa, ka bila Dilkenê me navê tenê rewşenbîrekî bibêje ku ne ji medresê derketiye!

Li virê diyar dibe ku Welat Dilken bi dûrebîna Sedsala Bîstûyekê, li Sedsala 11 heta nîvê Sedsala Bîstî nihêrtiye. Ev hawe jî dîtineke şaş e.

Ew xebata ku Medreseya Kurdî di temenê xwe yê hezar salan de kiriye, Welat Dilken û hevnivşên xwe, ji 1960 hetanî 1991’ê, bi desteka Kemalîzm û Partiya Komunîst a Tirkiyê, têkdane. Lê mixabin haya wî jê tune.

Welat Dilkenî dîsa gotiye:

“Wan (medrese) li gorî serdemê kurd perwerde kirine yan yên ola îslamê di nav kurdan de belav bikin perwerde kirine?”

Ez bi delîl û belge dibêjim ku şeş ziman di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin û 19 şaxên zanistiyê tê de hebûne. Ew şax ev bûne:

 

1- Serf û Nehwa Erebî

2- Tefsîra Quranê

3- Hedîsa Pêxember

4- Ilmê Mentiqê

5- Edeba Behsê (tewrên axaftinê)

6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet) 

7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin)

8- Ilmê Kelamê

9- Ilmê Hikmetê

10- Ilmê Qanûnê

11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê) 

12- Ilmê Wehdaniyetê (eqîde)

13- Ilmê Usûlê

14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî) 

15- Ilmê Tendurustiyê

16- Ilmê Hesabê (matematik) 

17- Ilmê Felsefê

18- Ilmê Siyasetê

19- Ilmê Leşsaxiyê

 

Lê belê ew pêşketin û şanedana Medreseya Kurdî, Asya û Rojhilata Navîn veciniqandine û hin dîktatoran bawer kirine ku wê kurd wekî kurdên Lor û MAD’ê, bi perwerdehiya Medreseya Kurdî dîsa împeretoriyên mezin ava bikin. Îcar dest bi êrîşan kirine çûne ser Medreseya Kurdî û piraniya wan rûxandine. Wekî van çar hêzan:

 

YEK: Leşkerêm Mogolan. (1250)

DIDO: Leşkerên Tîmorleng (1386–1403)

SISÊ: Împeretoriya Sefewî (1501-1736)

ÇAR: Rejîma Kemalîzmê. (1926-2002)

 

Dîsa Welat Dilkenî gotiye:

“Qey parastina umetê bi stûyê kurdan ketibû?”

Ev pirsa min jî ji bo wî ev e:

Ma avakirina dinyayeke sosyalîst, bi te/we ketibû ku we di van 80 salên bihurî de piraniya ciwanên kurd kirin dijminê bav û kalên wan?

Eger Yekîtiya Sovyetan belav nebûna, îro jî me nikaribû li virê bi kurdî binivîsanda.

Gotina Welat Dilkenî ku gotiye:

“Ew hişmendî ji kîjan saziyê der dibû, ku digo ‘şûrê kurdan ji tirkan re nayê kişandin’!

Bêguman, eger ew hişmendî ji Medreseya Kurdî derketibûna, Kemalîzma Tirkiyê bi wê hovîtiya xwe ya wehşane, wisa bi xurtî nediçû ser Medreseya Kurdî.

Welat Dilkenî bi nivîsa xwe ya çewt û bê ser û ber careke tenê, li xwe mikur hatiye û wiha gotiye: “…medrese restiyek in em nikarin wan ji nav rûpelên wê heyama xwe de jê bibin.”

Ez jî wekî peyrewekî Medreseya Kurdî spas bo Dilkenî dikim ku vê rastiyê gotiye.

Welat Dilken, hin kiryarên hovane ku komara Tirkî û komunîstiyê jî bi serê kurdan kirine, xistine stuyê Îslam û Ereban, çawa ku gotiye:

Yani zilamên kurd “…rih û simbêl guherî, şar guherî, rih guherî, ziman guherî, hiş guherî; mêr guherî (pir jin anîn ne edeta kurdan e, ji ereban bi rêya îslamê hatiye nav kurdan)…”  ji rastiyê dûr e.

Yê rih û simbêlê zilamên Kurdan daye guhertin, Komara Kemalîzmê bû.

Yê ku zimanê kurdan guhert û qedexe kir, Komara Kemalîzmê bû.

Yê ku hişê kurdan guhert, Komara Kemalîzmê bû û gelek kiryarên rûreş yên wisa…

Welat Dilken hin gotin gotine ku misqalek para rastiyê têde tune:

“…ew sazî û dezgeh (medrese) ne bo kurdan, bes bo îslamê bo misilmankirinê xebitîne…”

Piraniya kurdên ku wê demê li ser ola Îsa bûne, bûne bisilman. Lê hin kurd wekî fileh mane. Niha ew kurd tev ji nijada kurdî dûr bûne û xwe wekî Suryan û Aşîrî dihesibînin.

Lê Kurdên ku ola Îslamê pejirandine, bi vê Ayeta ku dibêje:

“Ya eyyuhen-nasu inna xeleqna kum min zekerin we unsa we ce´elna kum şu´ûben we qebailen li te´arefû.

(Gelî mirovan, me hûn ji nêr û mê afirandine. Piştre me hûn wekî netewe û qebîle ji hev cuda kirine… (Suret Hucurat, Ayet: 13)

Kurd ji reseniya xwe dûr nebûne û nabin jî.

Gotina ku gotiye:

“Çi ku îslama nedikarî bi şûr bikeve nava kurdan, di deriyên wan medreseyan re pir bi rehetî ket hundir…” ne rast e û ji rastiyê jî pir dûr e. Bêguman leşkerên ereb bi navê Îslamê û bi şûr ketine Kurdistanê û serê bi hezaran kurd jêkirine.

Welat Dilken behsa hin herêmên Kurdistanê kiriye ku qaşo mizgeft li wan deveran nîn in û gotiye:

“Eger hebin jî dêrên ermen û suryaniyan veguherandine mizgeftan in.”

Li virê Welatî xuta xwe ya rasteqîne diyar kiriye û beşek ji axa Kurdistanê wekî cihê ermen û suryanan daye xuyakirin.

Ev nivîsa wî jî, siberoj wê bikin delîl û nîşan bidin ku ji Efrînê heta Ezirganê axa Ermen û ya Asuran e.

Dîsa Welat Dilken gotiye:

“Bi kurt û kurmancî, hebûna gelek helbestkarên ji medreseyan rabûne aliyê wan ê neyînî nade veşartin.” Yani xirabiyên wan jî eşkere ne, dibêje.

Welat Dilken jî û hemû kesên wekî wî ku dijminatiya Medreseya Kurdî dikin, fermo aliyê neyênî yê Ehmedê Xanî eşkere bikin!

Meriv nizane ku bi gotinên Welat Dilkenî bikene yan bigrî, ji ber ku wî belgeyeke tenê jî rastiya gotinên xwe nedaye xuyakirin û gotiye:

“…qalibê helbesta wan bi kurdî ye, … ziman-ferhenga helbesta wan ne xwerû kurdî ye, sê zimanî ye; bi kurdî, erebî û farsî ye!”

Gelo zimanê helbesta kîjan neteweyî, xwerû bi zimanê wî ye?

Dema sînor û pasaport hêj tunebûne, helbesta helbestvanên hemû welatan bi sê-çar zimanan bûye. Fermo li Edebiyata Dîwana Osmanî binêrin…

Welat Dilken gotiye: “Medreseyan ew asîmîle kiribûn…” ne rast e. Lewra saziya ku çanda kurdî û toreya kurdî parastiye, di radeya yekemîn de Medreseya Kurdî bûye.

Û gotiye: “…dibêjin Cegerxwîn gotiye: helbesta ku meleyan derxistibû esmanê îlahî min daxist jêr, nava gel.” ne rast e.

Lewra  sê dîwanên Cegerxwînî, tev kopiya helbestên Melayê Cizîrî ne. Hin malikên wî hene ku tenê peyvek guhertiye, wekî din tev peyv û qalibê malikên Cizîrî û yên Feqiyê teyran in.

Arşîveke dewlemend li ba min heye, lê ez naxwazim hin tiştan eşkere bikim.

Ez nivîsa xwe bi serpêhatiya Sempozyoma Zanîngeha Çewlikê ya li ser Medreseya Kurdî û Îlahiyata Tirkî bi dawî dikim.

Sal 2012, 29’ê hezîranê heta 1ê Temûzê, sê roj sempozyoma Zanîngeha Çewlikê domand. 94 zanayên nûjen û ilahiyatçî beşdar bûbûn.

Axaftina min di roja dawin de bû. Lê min roja pêşî dît ku çi kesê dipeyive, Medreseya Kurdî wekî paşverû û kevneperest dide xuyakirin.

Min daxwaz ji Prof. Xelîl Çîçekî kir ku axaftina min têxe roja diduyan saet 09.00. Spas ji kek Xelîlî re, çêkir.

Roja diduyan saet 09.00 min dev bi axaftina xwe kir, bi kurtî min wiha got:

-Hûn tev bi navê zanitiyê dipeyivin û Medreseya Kurdî kevneperest û paşverû didin xuyakirin û Îlahiyata Tirkiyê jî pêşverû û nûjen dinirxînin. Lê hûn nabêjin ku Leşkerên Kemalîzmê bi top û tangên xwe ve, bi cendirme û şervanên xwe ve, bi sîxur û alîgirên xwe ve, ji 1925 hetanî 1940 şev û roj şerê Medreseya Kurdî kirine. Dîsa hûn nabêjin ku Ilahiyata Tirkî desteka herî mezin ji rejîma Kemalîstiyê wergirtiye. Gelo ji we re dest dide ku hûn bi navê zanistiyê hewqas gotinên giran li dijê Medreseya Kurdî dibêjin?

Îcar ez eynî pirs ji bo Welat Dilkenî dikim:

– Gelo dest dide ku tu hewqas gotinên giran ji bo Medreseya Kurdî dibêje?

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev