KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA -1

KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA -1

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA” wergerandîye û amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. Em îro beşa wê a pêşin çap dikin. Beşa dinê piştî heftêyekê bixwînin. 

Ev berhema me ya 227an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 227 

Tevgera li Kurdistana Îraqê ya di salên 1961-1975a da tesîreke mezin li ser tevgerên miletîyê yên li perçên Kurdistanê yên mayîn kir. Di nav temamîya wê demê da ew tevger ji bo hemû kurda serkanîya ruhdarbûnê bû di şerkarîya wan ya ji bo bidestxistina mafên xwe da. Ji ber wê jî têkçûna ewê tevgerê, ku hate serê kurdên Îraqê, tesîra xwe li ser tevgerên hêzên kurda yên di perçên mayîn da kir. Lema jî di tevgera kurda da ser demekê tevlihevî, dubendî û nerazîbûn çê bûn.

Lê bi wê ra tevayî jî, şikestina kurda û derketina Barzanî ji meydana sîyasî em nikarin bihesibînin wek têkçûna tevgera kurda ya tevayî li Îraqê. Desthilatdarîya Bexdadê sozdayînên xwe yên bona pêkanîna hevrapevketinên bi Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê ra pêk ne dianîn, lê dîsa jî ewê nikaribû destanîna şerkarîya kurda ya sereke di salên 1961-1975a da – naskirina mafên wan yê otonomîyê di goveka dewleta Îraqê da – binpê bike. Ew maf gorî qanûna hejmara 33a ya 11ê adarê sala 1974a (rast e, bi nivîşkan) di konstîtûsîya welêt da hate testîqkirinê. Eva serketina tevgera kurda ya mezin bû. Ewê tiştekî dinê jî anî ber çeva: pirsgirêkên, ku ber tevgera kurda ya li Kurdistana Başûr û yên ber tevgera kurda di perçên Kurdistanê yên mayîn da sekinîne, ne wek hev in û ji hev pir cudane.  Eger ji bo kurdên welatparêz yên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê pirsa sereke ew bû, ku di wan welata da bighîjine wê yekê, ku wana bi awakî fermî wek miletekî cihê nas bikin û mafên wan yên dêmokratîk bidin, lê ji bo kurdên Îraqê pirsa sereke niha ew bû, ku destkeftîyên otonomîya kurda xurttir bikin.

Û ji bo wê yekê jî şerkarîya kurda ya li Kurdistana Îraqê xurttir bû. Di dawîya salên 70î Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanperwerên Kurdistanê pêşengîya wê dikirin, ku dubendîyên di navbera xwe da dabûne hildanê û karê pêşketina welatê xwe dikirin. Bi van partîyên sereke ra tevayî di salên 70î da li Kurdistana Îraqê çend partîyên mayîn jî hebûn – Partîya Gel (serok Samî Ebdulrehman), Partîya Sosîyalîstîyê (serok Mehmûd Osman) û çend hebên biçûk yên mayîn.

Di dawîya salên 70î – destpêka salên 80î da bi tevayî rewş li Kurdistanê sert bû. Ew guhastinên mezin, ku di nav wan dewleta da bûn, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, tesîra xwe li ser rewşa tevgera kurda jî kirin.

Piştî bûyerên salên 1974-1975a dewleta Îraqê ji heq-hesabê tevgera kurda hate der. Pêşî wana derbeke mezin li hêzên rastê xistin, paşê jî yên “çepê”, ku bi desthilatdarîya ser hukum ra tevayî derdiketine dijî Mustefa Barzanî û PDKê. Ji sala 1975a destpêkirî têrora dewletê ya hindava kurda da rengekî nû wergirt. Bi deha hezara kurd, ku hewl didan xwe ji zordarîyê, birçîbûnê, bêsitarîyê, tunebûna alîkarîya tundurustîyê xilaz bikin, berê xwe dane Kurdistana Îranê.

Bona pêşîya tevrabûnên kurda yên nû bigrin, Beesîya ev karên jêrîn jî dane pêş xwe:

1) Teşkîla miletîyê ya Kurdistana Îraqê biguhêrin, xwesma yên wan navçeyên kurda, ku di hêla aborî û stratêgî da giring in. Ji bo wê yekê hukumetê hewl dida çiqas dikare kurda bibe navçeyên Îraqê yên başûr û navbendî û ji ber ku kurd fêrî hewa wan dera ne dibûn, gelek cara ji nexweşîyên cûre-cûre dizêrîyan. Di nav kurda da li van dera çend cara diha pir kes dimirîn, ne ku wargên mayîn da, ku kurd lê diman.

2) Karê di xeta ser sînorê Tirkîyê û Îranê da sazkirina “kembera erebî” berdewam bikin. Ji van navça binecîyên kurd hatibûne derxistinê û dewsa wan eşîrên ereba anîbûne wira. Ev sîyaseta, ku ji alîyê hukumeta Sûrîyê jî dihate derbazkirinê, gelekî bi dilê Tirkîyê û Îranê bû jî, ji ber ku pêwendîyên di navbera kurdên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê da dida dijwarkirinê.

3) Bi destî têrorê, girtina û sirgûnkirinê tevgera kurda ji pêşengên wan – dêmokratên kurd, karmendên rêxistinên dêmokratîk yên mayîn – qut bikin.

4) Bi hevalbendên pakta Bexdadê yên berê ra (bi Îranê û Tirkîyê ra) pêwendî danin, û bikaranîna berjewendîyên wan yên şerkarîya tevayî himberî “xetera kurda”, bighîjine wê yekê, ku tevgera kurda ya dêmokratîyê-miletîyê careke dinê serî hilnede. Ji bo biserxistina ewê sîyasetê, ji sala 1976a dîwana Bexdadê destpê kir bi dirêjaya 20 kîlomêtra li ser sînorê Îraqê-Tirkîyê “Noman’s Land” (axên, ku merî li ser namînin, axên dêm, xik û xalî) saz kirin. Daxaza hukumetê ew bû, ku li wir hemû gundên Kurdistanê xirab bike, bona nehêle, ku pêşmerge ji welatên din alîkarîyê bistînin û çûyîn-hatina li ser wan bê birînê. Ji sala 1974a heta sala 1978a di wilayetên Dîyarbekirê, Suleymanîyê, Êrbîlê, Kîrkûkê, Dihokê û Mûsilê da ji 1200 gundî zêdetir hatine valakirinê.

Peymana Cizayîrê ya bi Îranê ra, ku dijî kurda bû, di pêwendîyên Îraqê bi Tirkîyê ra jî rola xwe lîst. Sala 1978a di dema seredana Ahmed Hesen el-Bekir li Tirkîyê peymana Îraqê-Tirkîyê hate girêdanê derheqa wê yekê da, ku hereketên herdu dewleta bighînine hev bona şerkarîya dijî tevgera kurda (xala peymanê ya 4a). Di nîsana sala 1979a serekê barêgeha sereke ya ordîya Tirkîyê Evren hate Îraqê û li wir hevraxeberdan dane derbazkirinê derheqa wê yekê da, ku bona hincirandina tevgera kurda bi hev ra kar bikin.

Testîqbûna desthilatdarîya fûndamêntalîzma îslamîyê li Îranê û welgerandina dewletê li Tirkîyê di îlona sala 1980î, dema ku hukum li ser demekê derbazî destê eskera bû, teqileke nû dane şerê dijî tevgera kurda. Desthilatdarîya Îranê vê carê xênji sîyaseta dijî kurda ya eskerî-sîyasî, ya olî jî zêde kir. Xomêynî neyarê bi aşîtî û bi heqî safîkirina pirsa kurda bû. Ji ber wê jî tenê piştî mirina wî, 3ê hezîranê sala 1989a çend rêyên ronahî vebûn bona çareserkirina pirsa kurda.

Lê bûyerên pişt ra dane xuyakirin, ku di serokatîya Îranê da wek berê yên “hov” serdest  bûn. Di hezîrana sala 1989a bin perda hevraxeberdanên bi kurda ra casûsîya Îranê sêkrêtarê sereke yê PDKÎ E.Qasimlo kuştin. Bi wê yekê va pêvajoya hevraxeberdana têk çû. Sala 1992a casûsîya Îranê li Bêrlînê sêkrêtarê sereke yê PDKÎ S.Şerefkendî û hevalbendên wî kuştin. Ev yek dadgeha Almanîyayê îzbat kir. Serokatîya Îranê, ku derdikete himberî karkirina kurda ya surî û şerê wan yê partîzanîyê, bi wê yekê ra tevayî her tişt dikir bona pêşîya pêvajoya hevgirtina kurdên Îranê ya êtno-sîyasî bi tevgera kurdên di perçên mayîn da bigre. Di wî karî da Îran bi Tirkîyê û Sûrîyê ra bi êginî kar dikir. Van demên dawî jî ewana karekî usa bi casûsîya Îraqê ra tevayî jî dikin.

Normalkirina rewşê li Kurdistana Îranê bi wê yekê va jî dijwar dibû, ku di navbera kurda (ewana prînsîpên îslamîyê û şiyîtîyê qebûl ne dikirin) û sîstêma îslamîyê-şiyîtîyê da nerazîbûnên mezin hebûn, ji ber ku ew sîstêm planeke usa li situyê kurda dialand, ku li ser bingehê nesafîkirina pirsa kurda hatibû sazkirinê. Desthilatdarîya Îranê, ku li ser demekê tevgera kurda kiribû di nav rojeke giran da, her tişt dikir bona pêşîgirtina pêla tevgera otonomîstên kurda ya nû.

Îran bi her awayî hewl dida dijberîyên di navbera kurdan li Kurdistana Başûr bide gurrkirinê, û bi wê yekê va bi hevalbendên xwe yên di koalîsyona dijî kurda ra tevayî pêvajoya pêşdaçûyîna otonomîya kurda li Îraqê bide berbendkirinê û hêç û pûç bike. Lê dîsa jî, sîyaseta dewleta Îranê ya hindava mafên kurda yên miletîyê-çandî da ji sîyaseta Tirkîyê û Sûrîyê ya di wî alî da, dihate cudakirinê, ji ber ku di wan dewleta da ew sîyaset gelekî berk bûn. Li Îranê destbi belavkirinên radyoyê û têlêvîzyonê bûn, destûr dan bi zimanê kurdî hinek pirtûkan çap bikin. Lê ev hemû kiribûne di nav çarçovekê da û ew yek firsend ne dida kurda, ku kar û barên xwe wek êtnoseke cihê pêşda bibin. Bi vê yekê ra girêdayî ew îzbatî balkêş e, ku gorî xalên 13a û 64a yên Konstîtûsîya Komara Îranê ya Îslamîyê nûnerên ermenîya, aşûrîya û çend miletên êtnîkîyê yên mayîn di parlamênta welêt da hebûn, lê ew yek ji bo kurda qedexe bû.

Pirsa kurda li Îranê îzbatîyeke usa bû, ku serokatîya Îranê nikaribû bi wê ra hesaba neke. Di îlona sala 1996a PDKÎ kete nava rêxistina navnetewî ya bi nav û deng – Întêrnasyonala Sosîyalîstîyê, ku di nav wê da 142 rêxistinên sîyasî hene.

Piştî ku sala 1980î eskera li Tirkîyê dewlet welgerandin, sîyaseta Enqerê ya dijî kurda rengekî nû wergirt. Sîyaseta zordestîyê bi awakî eşkere dihate derbazkirinê. Serokên Tirkîyê yên nû wek yên berê digotin, ku ewana tu mafê kurda nas nakin. Wek mînak, serekê dewletê Kenan Evren di çirîya pêşin sala 1980î di hevpeyvîna kovara “Şpîgêl” da dibêje: “Kurda gelek cara serî hildane, him di dema Împêratorîya Osmanîyê da, him jî di dema Atatirk da, em tûşî plana şeytanîyê bûne. Dema ku komara Tirkîyê sist dibe, kurd serî hildidin. Dixwezin bi destî hêzên ji der va Tirkîyê perçe bikin…”. Pişt ra jî awa dibêje: “Kurd hene. Lê emê nehêlin, ku ew welat perçe bikin. Ewana ji me tu tiştî nikarin bistînin. Emê her tiştî bikin bona ewê pirsê ji kokê va rakin”(1). Konstîtûsîya Tirkîyê ya nû, ku wek yên berê bi rêfêrêndûma formal hate qebûlkirinê, bêmafîya kurda di wê dewletê da testîq kir. Di destpêka Konstîtûsîyayê da tê gotinê, ku “serdestî bê şert û gotin ji bo miletê tirk e”. Di Konstîtûsîyayê da prînsîpa bindestkirinê jî cî girtibû û gorî wê tenê kesên tirk dikarin di karên dewletê yên derecên bilind da cî bigrin.

Lê kesên ne tirk jî bi hiqûqî di rewşên ji hev cuda da bûn. Ji gelên ne tirk tenê ji bo kurda qedexe bû, ku zimanê zikmakîyê bi kar bînin, bi zimanê xwe bixûnin, pirtûka û rojnama çap bikin. Miletên kêmjimar yên mayîn – ermenî, hurum (yûnanî), ereb, cihû – heqê wan hebû, ew jî di çarçova “komikên miletîyê da”.

Lê bi van karên dijî kurda yên ne mirovatîyê va, sertbûna li Kurdistana Tirkîyê kêmtir nedibû. Di destpêka salên 80î da li wir bi awakî lêgal û nîvlêgal ev rêxistinên kurda yên sîyasî kar dikirin: Partîya Karkirên Kurdistanê (apoçî), Partîya Kurdistanê ya Karkera (şivançî), Azadarên Miletîyê yên Kurdistanê (KUK), “Ala Rizgarî”, “Têkoşîn”, “Kawa” û yên mayîn. Ev û rêxistinên kurda yên mayîn rojname û kovar derdixistin. “Roja Welat”, “Jîna Nû”, “Özgürlük Yoli”, “Rizgarî”, “Devrimcî dêmokrat genclik”, “Özgürlük”, “Têkoşîn”, “Xebat” û yên mayîn. Gelek cara weşandina van kovar û rojnama qedexe dikirin, cezayên giran didane weşangera.

Tevgera şikyatkirina xurt dibû û carna gelek tûj dibû. Pêşketina tevgera kurda li Kurdistana Îranê, aktûalbûna pirsa kurda di dema “şoreşa îslamîyê” li Îranê, şerkarîya kurda li Tirkîyê bi per û bask dikir. Têrora eskerîyê-cendirmîyê ya dewleta Tirkîyê ya bêwijdan hindava şervanên kurd da, tunebûna şertên, ku bi firsendên sîyasî yên aştîyane şerkarîya xwe berdewam bikin, partîyên kurda yên miletîyê mecbûr kirin dest bavêjine şerê çekdarîyê. Binecîyên kurd, xwesma genc, ku ji zordestîyan mefera wan hatibû birînê, hazir bûn dema ku lazim bibe bikevine nava şerê dijî zordestîya celatên tirk li Kurdistanê. Di van şerta da Partîya Karkerên Kurdistanê destbi xurtkirina karê xwe kir.

Destpêka karkirina wê ji nîveka sala 1978a tê hesibandinê. PKK xwe li bîr û bawerîyên radîkalên çepê digre. Bi resmî xwe li riya Marksîzm-Lênînîzmê girtîye, diha rast rêyeke nêzîkî ya Maoîstîyê-Kastroyê girtîye. Dîyarbûna PKKê bi carekê va ne bûye. PKK, ku hemû partîyên kurda yên dinê (ewana gelek cara bi desteyên tirka yên cezakar ra diketine nava şerê çekdarî jî) bi nav kir wek oportûnîst û derkete dijî wê yekê, ku ew şer bikin, û bi wan ra kete nava dijberîyeke kûr û dûr. Sala 1979-1980î PKKê bi KUKê, “Ala Rizgarî”, “Têkoşîn”ê, Partîya Sosîyalîstîyê şerekî bi xwîn kir. Xwesma şerê PKKê bi KUKê ra pir xedar bû. Pevçûnên wan da gelek şervanên kurd şehîd ketin.

Di dawîya salên 70î – destpêka salên 80î komikên kurda yên çekdar bi serokatîya PKKê li başûr-rohilata Anatolîyayê da destbi şerê partîzanîyê kirin. Ji tebaxa sala 1984a PKKê eşkere şer elamî desthilatdarîya Tirkîyê ya ser hukum kir. Li her dera êrîş dibirine li ser qereqola, bingehên polîsa, kampên eskerî û karên bi vî awayî yên mayîn dikirin.

Ji dawîya sala 1980î, xwesma di destpêka salên 90î, PKKê ji dervayî sînorên Tirkîyê jî karê xwe yê sîyasî-propogandîstîyê da firekirinê. Li welatên Awropayê, komarên Sovyêta berê komele û aktîvîstên wan kar dikin: Wana propoganda usa di nav gel da dikirin, ku xênji wana di meydana kurdîtîyê da tu kes tune û tenê ew dikarin biryara qedera gelê kurd tevayî bidin. Di wî karî da belavkirinên têlêvîzyona PKKê ya bi zimanê kurdî (MED-TV) û bi deha rojname û kovarên bi zimanên cuda-cuda rola giring lîstin.

Şerê çekdarî li Kurdistana Tirkîyê kurd hişyar kirin, xwesma genca, bal tevgelên tevgerê bawerî çê bû hindava hêza xwe da. Tevgera kurda ya nû li Kurdistana Tirkîyê di hêla întêrnasyonalîkirina pirsa kurda da gaveke giring bû. Li Rohilata Nêzîk ocaxeke serttîyê jî zêde bû. Zêdebûna hukumê PKKê di nav kurdên Tirkîyê û Sûrîyê, îmkan û rêyên nû vedikirin bona hevgirtina hêzên tevgera hemkurdîyê. Lê li hev ne hat hêzên kurda bighînine hev, ne wî çaxî, ne jî piştî wê, ji rûyê nexweşîya tevgera kurda ya kevnare – dijberîyên di navbera hêzan da, dewekarîyên hinek serokan da, ku serokê herî mezin ew in.

Bona ji bingehê va rakirina tevgera kurda, dewleta Tirkîyê her tişt dikir. Pareskerên “komandos” emelên cezakarîyê yên hovîtîyê himberî binecîyên kurd bi kar dianî. Gelek cara li Kurdistanê telîmên eskerîyê dihatine derbazkirinê û di wan da mêtodên şerê dijî partîzanên kurda dihatine cêribandinê. Desthilatdarîya nû ya eskerî sîyaseta mîlîtarîzekirina Kurdistanê derbaz dikir. Hemû herêmên kurda yên mezin bi cebirxana eskerîyê va dagirtî bûn. Firegehên kevin dihatine firekirinê, yên nû dihatine çêkirinê (wek mînak, li Hekarîyê).

Desthilatdarîya Enqerê xênji şerê dijî “kurdên xwe” dijî tevgera kurda li Kurdistana Başûr da jî rola cendirmîyê dilîst. Ji bo nimûnê, ji dawîya gulana sala 1984a da destpêkirî eskerên tirka bi kûraya 20-30 kîlomêtra bi deha cara ketine axa Kurdistana Îraqê. Ew dakutanên wan xwesma piştî sala 1992a zêde bûn, dema parlamênta Kurdistana Başûr hate hilbijartinê û hukumet hate damezirandinê.

Di salên 80î da dewletên, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, rast e, di nav wan da nerazîbûnên mezin hebûn jî, lê bi hev ra çend gavên giring kirin bona şerê dijî tevgera kurda. Ew yek xwesma di dema şerê Îranê-Îraqê û li Devtenga Farzistanê zelal hate ber çeva.

Ji dawîya sala 1979a di sîyaseta Îraqê ya hindava pirsa kurda da çend guhartin hatine xuyakirin, dibe jî ji bo wê yekê bû, ku ew tivdîra xwe didît bona şerê bi Îranê ra. Payîza sala 1979a Seddam Huseyn bi seredan çû Kurdistana Îraqê, li Suleymanîyê û li wir careke din hewl da usa xuya bike, ku ew terefdarê “herêma otonom e”. Bi wê ra tevayî jî ewî got, ku wê destûra bi hezara kurda bidin bona ji navçeyên başûr vegerine Kurdistanê. Sala 1980î li Kurdistanê hilbijartin hatine derbazkirinê.

Di wan dema da Seddam tivdîra şerê bi Îranê ra didît û ser wê bawerîyê bû, ku wê biserkeve, ji ber ku piştî ji ser text avîtina şah di welêt da tevlihevîyek çê bûbû. Dîktatorê Îraqê hewl dida di herêmê da cîyê herî bilind wergire, pêşîya belabûna şoreşa îslamîyê li Îraqê bigre, zêdetir jî ji şiîyên xwe ditirsîya (hema bêje nîvê binecîyên Îraqê), wan axa li Îraqê vegerîne, ku di adara sala 1975a da gorî peymana Îranê-Îraqê ya Cizayîrê bi mecbûrî dabû Îranê.

Şerê, ku Seddam Huseyn tevrakiribû, ji bo berjewendîyên Îranê bû. Xomêynî eşkere got: “Şikir ji ellah ra, ku ewî ev şer dîyarî me kir”. Seddam Huseyn bin perda bangawazîya “parastina yekîtîya miletîyê” ya dijî destdirêjayên Xomêynî, destpê kir ji heq-hesabên opozîsyonê bê der, di nav wan da opozîsyona kurda jî, ku di wan dema da aktîv bûbûn.

Şerê Îranê-Îraqê yê salên 1980-1988a bedbextîyên nû ji gelê kurd ra anî. Şerê li pêşenîya bakûr-roavayê li ser axa Kurdistanê ra derbaz dibû. Di herêmên kurda da, him yên li Îranê, him jî yên li Îraqê, gelek hêzên wan welata yên çekdar hebûn, yên ku emelên bêwijdanî hindava “kurdên xwe” pêk dianîn. Bi vî awayî, şerê kafkûnkirinê (wêrankirinê, kavilkirinê) yên herdu alîya rewşa binecîyên Kurdistanê di hêla civakî-aborî û sîyasî da diha xirabtir kir. Hewldanên dewleta Îraqê, ku opozîsyona kurda ya li Îranê dijî desthilatdarîya Xomêynî bi kar bîne, herweha tewlebazîyên  Tehranê jî yên di wî alî da di nav kurdên Îraqê da, bixwezî-nexwezî guhdarîya hêzên kurda ji pirsgirêkên wan yên giring didane dûrxistinê, li ser riya karên dêmokratên kurd dibûne berbend. Piranî di rûyê van sebeba da kurda nikaribû şerê di navbera herdu dewletên dijminên hev (û dijminên kurda jî) bi kar bînin bona gihîştina armancên xwe.

Seddam Huseyn, ku kurda bê bingeh gunehkar dikir, ku ew pişta hêzên Îranê yên çekdar digrin û bi wan ra di nav pêwendîya da nin, destbi bi hovîtî zêrandina kurda kir. Hela di sala 1984a da êkspêrtên Amêrîkayê gotin, ku hêzên Îraqê yên çekdar di şerê Îranê-Îraqê da gazên îprît û tabûn bikaranîne. Seddam Huseyn dît, ku cihan wî gunekar nake û xwe bêdeng kirîye, vê carê ecêbeke mezintir kir. 16ê adarê sala 1988a çeka kîmîyayê reşande ser binecîyên Helebçê û der-dorên wî. Di nav çend deqa da bi hezara kurd bi gaza jehrî hatine kuştin û bi deha hezara jî şil û nivîşkan bûn. Gorî gotinên wan rojnamavanên welatên dereke, ku hatibûne Helebçê, wana bi hezara meytên mêra, jina, zara, kal û pîra li mala, li kûça, li cîyên xweparastinê û der-dorên bajêr dîtin.

Di tebax û îlona sala 1988a jî hindava kurda da çeka kîmîyayê hate bikaranînê. Di gelek welata da meş û mîtîngên şikyatkirinê hatine derbazkirinê dijî gunehkarîyên Seddam Huseyn li Kurdistanê. Navê “Hîroşîma duda” li wê bûyerê kirin.

Bexdadê bi awakî eşkere plana xwe ya bi destî çeka safîkirina pirsa kurda pêk dianî û di wî karî da şerê bi Îranê ra jê ra bûbû delîl. Desthilatdarîya ser hukum, ku tenê bi formalî qanûna derheqa “herêma kurda ya otonom” nas dikir, cûre û mêtodên ji hev cuda bi kar anîn bona ji holê rakirina tevgera kurda ya miletîyê. Bexdad hewl dida teşkîla Kurdistana Îraqê ya miletîyê biguhêre, ango “navçeyên kurda ji kurda valake”, erf-edetên kurda yên çandî-êtnîkîyê hilweşîne, wana bike miletê kêmjimar, ne xwedî ax. Bi wî cûreyî, bi hesabên desthilatdarîya dîktator, problêma kurda wê ji problêma miletekî, ku li ser axa xwe dijî, bibûya problêma miletê kêmjimar, û ji bo çareserkirina wê jî hewldanên mezin ne lazim bûn. Desthilatdarîya Beesîya bona bighîje armanca xwe, wêrankirina gund û bajarên kurda berdewam dikir. Dewletê hema bêje hemû gundên Kurdistana Îraqê tam an jî bi nîvcî hilweşandin. Li gelek cîya bi bûldozêra gundên kurda ji rûbarê dinyayê didane hilanînê. Şînayî bi jehrên kîmyawî dihatine jerdadayîkirinê, kanî bi bêtona dixitimandin. Wek ku dîtindarekî Awropayê nivîsîye, “berî pênc sala li Kurdistanê 7 mîlyon pez hebûn. Îro ji wana tenê 50 hezar heb mane, ew jî di cîyên ku nehatine xirabkirinê da. Bi deha hezara bizin hatine qirkirinê, bi wê yekê va kurd di hêla aborî da mehrûm bûn”(2).

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev