
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: –Gelo tu dikarî behsa NIVÎSANDINA PEYVÊN HEVEDUDANÎ bikî?
Bersîv: –Peyvên hevedudanî (birleşik) ji çend hêman (unsur) û peyvan pêk hatibin yek wateyê didin û bi hev ve têne nivîsandinê.
mînak:
hiştevlihev
devliken
biserketî
liberxwedan
bikaranîn
destpêkirin
devjêberdan
Lê dema lêkereke (fiil) hevedudanî li gel qertafên demî û yên kesane bêne bikaranîn (ango lêker bête kişandin) wî çaxî her hêman bi serê xwe dibe xwedîerk (xwedîwezîfe) û ji hev cuda têne nivîsandinê.
mînak:
BIKARANÎN
Bikaranîna vê telefonê zor e. Ez ê ya dî bi kar bînim.
DESTPÊKIRIN
Bername kengî hate destpêkirin? Seeteke dî dê ji nû ve dest pê bike.
DEVJÊBERDAN
Dev jê berde, nebêje devjêberdan ne hêsanî ye! Tu bixwazî ne zor e.
Riataza