Romana Ezîzê Gerdenzerî “Pêlavên Dirîyayî” li me pîroz be

Romana Ezîzê Gerdenzerî “Pêlavên Dirîyayî” li me pîroz be

Weşanxaneya Ameda Kurdistanê qîmetekî bilind daye nivîskarekî kurdekî Ermenîstanê

 

Romana Ezîzê Geredenzerî Pêlavên Dirîyayî, ku ji alîyê Weşanxaneya LÎSê da çap bûye, di derbarê evîndarî û jîyana xwendekarên Kurd de ye. Leylê û Elîpaşa demeke dirêj bi rêya telefonê hev du nas dikin. Dilê her du ciwanan li ser hev du germ dibe. Evîndarî di dilê wan de hêlîna xwe datîne. Rojekê jî xort daxwaza hevdîtinê ji Leylê dike. Ew li derve hev du dibînin. Leylê bi cil û bergên bê qusûr li pêşberî xort disekine. Xort bi pêlavên maşîyayî û dirîyayî li pêşberî Leylê disekine. Leylê di dema peyivînê de di bin çavan re bala xwe dide pêlavên xort. Xort wê yekê dibîne. Ew pir zivêr dibe. Ew tevlihev dibe. Ew zivêrî, ew tevlihevî jî dibe sedema gelek nakokî û serêşandinan… Gelek bûyerên balkêş û bi seyr çê dibin…

 

Beşek ji romana “Pêlavên Diriyayî”

 

Berêvar bû. Ro dageriya bû. Meydana erşan ketibû destê ewrên reş û giran. Girmînî û şîrqîniya ewran bû. Birûskê lê dida. Guvînî û xuşînî ketibû kûçe û kolanan. Firtone rabibû. Ba ketibû li nav çiqil û pelên daran. Daran pelên zêrîn li ser axê da dibarandin. Bayê rê da baranê. Baranê bara û cema av li ser bajêr da barand. “Ev çi xezeb bû?”,- Leylê fikirî. Çimkî wê ji pîrikê bihîstibû, ku baran xêr e, bêhna xwe fireh kir. Ew li ber maseya nivîsarê rûniştî bû, kitêb û defter li ber wê. Di mal da dengê meqameke sivik ji radyoyê derdiket. Çavên Leylê li ser aparata têlêfonê qerimî bû; çavê wê rê dikişand. Ew xortê ku hertim pê têlêfonê tevî Leylê diaxivî, gavek pêşda jî dîsa li tev wê xeberdabû. Lê axavtina vê carê cuda bû; te yê bigota dengê xort di zikê wî da diçû xwarê. Li nav dengê wî da kûraya fikiran beta vebibûn. Peyv ne mîna gûzên jimare bûn. Ev yek ne bi dilê Leylê bû û bibû sedema xem û xeyalan.

Leylê ji cî rabû, li ber eynê sekinî û bi porên xwe ra lîst. Ew pir bedew bû; poz pîjînî, sûret hinarî, çav xezalî, stukur leglegî. Ew ê xwest ku şikil û wêneyê wî xortî, xortê ku pê têlêfonê wan herduka hevdu nas dikir, bîne li ber çavan; bejinbilind, gerdenfireh, çavjîr, porkurîşkî. Ev resim, bi şivêt û rengê resimê bavê wê derket. Leylê kir û nekir ji dilq û şikilê bavê xwe dûr neket. Wê pir bavê xwe hez dikir; îdeala wê bav bû. Bav xwendî bû û comerd bû. Wê pir dixwest ku ev xortê han jî destekî wî ba be, yek jî baran…

 

Ezîzê Gerdenzerî kê ye?

 

Ezîzê Gerdenzerî di hêla bizîşkîyê da doktorê zanyarîyê ye, lê wek ku ew bi xwe dibêje, karê wî yê bingehîn edebîyet bûye. Ji sala 1960î da destpêkirî gelek helbestên wî di rojnama “Rya teze” da têne weşandinê û bi radyoya kurdî ya Yêrêvanê têne xwendinê. Sala 1968a ji alîyê Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê da biryar tê qebûlkirinê, ku pirtûka helbestan ya Ezîzê Gerdenzerî bi navê “Kilîta dil” bê weşandinê. Lê wek gelek cara, di rûyê serokê weşanxanê yê wê demê ew pirtûk çap nabe. Lê Ezîz dest ji nivîsarê bernade û li almanaxa kurdî ya bi navê “Bahara teze” da, ku her sal li Ermensîtanê çap dibû, gelek helbestan, çîrokan, pîêsan diweşîne. Ji wana yên berbiçev ev in: “Dewata bê def” (romanok), “Sêrênada evîntîyê” (destan). Sala 1990î romana nivîskar ya bi navê “Fîncana ferfûrî” bi pirtûkeke cihê ronahî dibîne. Hema di wê salê da pîêsa wî ya bi navê “Zarîna çiya” derdikeve û şanoya Tbîlîsîyê ya Kurdî ew nîşan dide. Dû ra ew şano ji alîyê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da wek fîlm derbazî ser kasêta vîdêoyê dibe. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev