Tu şervanekî PKKê gerekê li Şengalê nemîne

Tu şervanekî PKKê gerekê li Şengalê nemîne

PKKê çend avahîyên li Şengalê teslîmî hêzên Îraqê kir 

Piştî wê yekê, ku Hêzên Ewlekarîyê yên Îraqê alayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Şengalê jor da anîn xwarê, PKK ji çend bingehên xwe yên li Şengalê derket, lê walîyê Şengalê Mehme Xelîl got, ku PKK gerekê hemû şervanên xwe ji herêma êzdîyan derxe.

Piştî ku 9ê meha cotmehê di navbera Hewlêrê û Bexdayê da Peyman hate îmzekirinê, 4 taxbûrên girêdayî polîsa federal a Îraqê li Şengalê bi cî bûn. Hate îlankirin, ku Polîsên federal alayên PKKê yên li Şengalê daxistin û 24 siet wext dane PKKê ku hêzên xwe ji deverê derxe.

Gorî Ajansa Înformasyon ya BasNewsê, PKK ji çend avahîyên navbenda Şengalê derket û ew teslîmî hêzên Îraqê yên ewlekarîyê kirin.

Di hevpeyvîna bi Ajansa Înformasyon ya BasNewsê da welîyê Şengalê Mehme Xelîl got, ku gorî Peymana Şengalê daxistina alayan û derketina PKKê ji çend xanîyan têr nake, û ew gerekê hêzên xwe bi kêmanî 5 kîlomêtran dûrî Şengalê bikişînin.

«Gorî Peymanê tu şervanekî PKKê gerekê li Şengalê nemîne».

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev