
Ali Gurdilî
Platon wiha difikiriya ku armanca dawî ya miroveke zîrek, divê ne dîtina yên xwiyakirî yan banegehî be, divê dîtina (xwegihandina) yên veşartî be. Mirov dikare vê yekê mîna mîstîsîzmeke (razdariyeke) têgîhanî jî bibîne. Wateya vê yekê ev e:
– Ev cîhan cîhana îdeaya ye ku rih tê de ye û dê heta hetayê jî tê de bijî. Di vê wateyê de; demajoya têgihiştina vê yekê, ji bo fîlozof texlîdeke ceribandina mirinê ye. Ji bo gihêjtina vê yekê jî, divê meriv bikaribe ji cîhana sehekî ya rojane (xwiyakirî) xwe rizgar bike û bigihîne tiştên ku li pişt wan hatine veşartin. Tiştê ku rê li dijminatiya Platon ya hunerê vekirî ye, ev pêwîstî ye.
Platon wiha fikiriye ku karê hunerê ê resen nûnertî ye, bang li sehekên me dike û helbet çuqasî spehî be dê hewqasî jî bikaribe dengê xwe bigihîne mirovan. Li gor dîtin û dinyabiniya Platon, berhemên hunerî du caran me dixapînin. Çimku, ew texlîdên texlîda ne.
Tiştên ku li dinyaya me hene ku tiştinên berdemî ne, wan bi şêwazek xapînok aresteyî me dikin. Di encama vê yekê de jî, wê girêdaniya hestî ya ku em ji bo wan hîs dikin xurt dikin. Di dawiya vê pêvajoyê de huner, bi tiştên rûkalkî (xapînokî) me mijûl dike û nahêle ku em berê xwe bidin wê rasteqîniya ku ne sehekî (ne hestyarî) ye.
Ji ber vê yekê jî berhemên hunerî, ji bo rihê me tiştên xapînok in. Di civaka îdeal de, dê berhemên hunerî tunebin. Ev dazanîna Platon, ji wê demê ve bûye hinceta dijminên hunerê û dijminên hunerê bi vê hincetê xwestine ku bila huner, herdem di bin kontrola wan de be.
Riataza