Hevpeyvîn li gel Dr. Şaşo Firofahşo li ser “Hezarpirtûka Cazê”

Hevpeyvîn li gel Dr. Şaşo Firofahşo li ser “Hezarpirtûka Cazê”

Omitê Mistefê

 

Hûn hemû wî nas dikin, hûn wî bi rih û simbêlên wî nas dikin, gelekan bi wî re wêne jî girtine. Carinan rihpirç û rihnêrî ye, carinan simbêlboq û simbêlqeytan e, carinan bêrih û devrût e. Bi berhemên xwe telqîna kurmancî li ser zimanên biyanî dixwîne û wan rojên han pêşangeheke nîqaşbar jî vekiribû. Dema ku mirov dihate ber derê pêşangehê, divê meriv bi qasî çend kêliyan rawestaya û navê wê yê dirêj bixwenda: “Nifşê dawîn ê Homos Vampîrûs: Pêşangeha wijdanên nexebitandî û selfiya Kurdistanê bi makîneya mantiqê”. Di vê hevpeyvînê de em li ser xebatên rewşenbîr û hunermendê kurd Dr. Şaşo Firofahşo re bi xwediyê wî navî û wê markeyê re axivîn.

-Kekê hêja, sipasî ji bo qebûlkirina vê hevpeyvînê ku di nava ewqas karên hunerî de cenabê te demeke taybet ji me re veqetand. Pirsa min a pêşîn ew e ku te çima ev navê balkêş ji xwe re hilbijart?
-Biracan tu jî hêjayî sipasiyê yî ku te di nava ewqas kesên navdar de ez ji bo hevpeyvînê hilbijartime. Derbarê vî navî de dikarim bibêjim ku qerf û tinaze carinan ji rastiyan xurttir û bibandortir in. Beriya min jî gelek nivîskaran bi ser sewalan re, bi riya fablan, cinawiran û fêlan-bêvanan rexneyên xwe gihandina cemawerê. Îcar min xwest ku di bin vî navî de rexneya rewşenbîr û hunermendên kurd bikim.

-Ma pêwistiyeke wisan heye ku meriv rasterast berê xwe nede yekî û rexneyên xwe sergirtî bibêje?
-Bêguman heye, hinek tişt hene ku qewimîne û divê rexneya wan bê kirin; hinek tişt jî hene rewşenbîr naxwaze ku ew tiştên wisan sivik û nizm di nava civakê de cih bigirin û bibine nexweşî. Lewre ji pêş ve hişyariyên qerfî dide ku nekevin wê rewşê.

-Di vê çarçoveyê de cenabê te kîjan xebatan dimeşîne? Çend berhemên te yên hunerî derketin bazarê?
-Di destpêkê de pirtûka min a çîrokên qerfî hate weşandin ku navê wê “Sexbêrê kavirekî gêj û çend mirîşkên makîneyê” bû. Min bi riya wê berhemê berê tîrê rexneyê dabû rewşenbîrên ku nikarin xwe rojane bikin, wekî kavirekî gêj li dora xwe dizivirin û tenê li dora xwe diçêrin; gava sexbêr ango xwedî wî kavirî neajo û nebe gomê, ew ê heta mirinê hertim li dora xwe bizivire û biçêre û mexel were. Îcar mirîşkên makîneyê jî di destpêkê de gazî û hişyariyên mirovan fêm nakin, bi domana demê re an jî bi pêkvejiyana digel mirîşkên malê re bertekê nîşanî gazî û hişyariyên mirovan didin. Min bi wî navî jî mirovê kedîkirî rexne kiribû.
Demeke dirêj min dev ji xebatên qerfî berda û vegeriyam gundê xwe, min dest bi xwedîkirina heywanan û cotkariyê kir; lê hunera min a qerfê pêsîra min berneda, vê carê jî min pêkenokên gelêrî yên balkêş di bin navê “Rehmetî jî wisan digot” de berhev kirin. Di vê pirtûkê de jî min bi çavê gundiyan bûyerên rojane şîrove kirin. Romana min a pêşîn “Nexweşxaneya Rayedarên Payebilind” xebateke siyasî bû, zimanê wê gelekî serkeftî bû, lê asta siyaseta kurdan ew ranekir û min demekê dev ji nivîsandinê berda.

-Berî çend hefteyan pêşangeheke te vebû ku navê wê “Nifşê dawîn ê Homos Vampîrûs: Pêşangeha wijdanên nexebitandî û selfiya Kurdistanê bi makîneya mantiqê” bû; îcar te bi wî navê dirêj çi peyam dida mêvanên xwe.

-Bi rastî min dixwest ku mêvan rêzê li hunerê bigirin, kêm kes dikarin navê wê gişkî di hişê xwe de bigirin, min xwest ku bibêjim “huner ne karê her kesî ye”; her wiha min xwest ku mêvanan bi qasî çend kêliyan li ber dêrî bidim rawestandin û fikirandin, wekî rêzgirtineke ji bo hunerê dikarî bihesibînî.

-Baş e mamoste, ez gihiştim pirsa xwe ya dawîn: Tu dîsa vegeriyayî nivîsandinê, te berhema xwe ya qerfî-şîretî “Hezarpirtûka Cazê” weşand, te hinek wêneyên xwe jî di vê romanê de bi cih kirine. Peyama te ya di vê berhemê de çi ye?

-Wekî ku ji navê wê jî diyar e, gelek beşên pirtûkê hene. Her wekî ku “hezarpirtûk” parçeyekî hûr-rûviyan e û gelekî bi zehmetî tê şûştin, hinek mijar hene ku bi dijwariyeke mezin tên zelalkirin û çareserkirin. Lehenga romanê keçek e, ev keç gelekî destsivik e û di nava malê de direve her karî, xwişk û birayên wê çavnebariyê lê dikin û jê re dibêjin ku “ev xwişka me cazû ye” ango “sêrbaz” e. Pirtûk bi beşa “Teralê Bexdayê û kerê wî yê lexer” dest pê dike: di vê beşê de şêxekî sofiyan tê nava gund, jineke gundî jî wê rojê bi keçekê razaye û bavê ew pitik di nava pêçeka wê de biriye cem şêx ku navekî lê bike û duayekê jê re bixwîne. Şêx navê wê datîne Şaziye, lê ji ber ku zarokeke şûm û kizgiriyok e, xwişk-birayên wê jê re dibêjin “Cazîye” û paşê navê dibe “Cazê”. Beşa duyem jî bi sernavekî dirêj e: “Berxwedana zarokê kurd berî jidayîkbûnê dest pê dike”. Di vê beşê de min bi çavekî pedagojîk li mijara “zimanê zikmakî” nihêriye. Beşa sêyem jî dîsa dirêj e: “Nan û mey: projeyeke li ser xewn û xeyalan”. Min li vir xewn û xeyalên zarokan bi ser zimanê Cazê tomar kirine. Cazê xwendina xwe nabe sêrî, lê ji jina melayî hînî Quran û Mewlûdê dibe. Îcar min bi çavê zarokeke bêmiraz ve beşa çarem hûnaye ku navê wê “Keştiya çavbirçiyan: li jorê mela û li jêrê gunehkar”. Min jiyana Cazê bi zimanekî qerfî-wêjeyî hûnaye, hêdî hêdî ew ber bi nûgihanî, zewac, dayiktî, dapîrtiyê biriye û di dawiya dawîn de gora wê jî bi destên xwe kolaye. Lehengê alîkar jî ciwanê ku piştre dibe mêrê wê ye û di beşa “Nankorê ilmê çep” de derdikeve holê, di beşa “Bêxîredên taximê sîng û beran” de bi Cazê re dibe hevnas. Di beşa “Çêja axê (Welat)” de her du leheng dizewicin û zarokekî wan çêdibe. Lehengê mêr di beşa “Her kes bi hingilên wêjeyê ve daliqiye û tu kes karê xwe yê bingehîn nake” dest bi bazirganiyê dike. Roman bi sernavên balkêş û mijarên fantastîk berdewam dike û bi mirina Cazê re jî diqede.

-Destxweş mamoste, bawer bikî min jî di navbera du-sê rojan de roman xwend û kêfeke bêhevta jê hilda, hêvîdar im ku xebatên te berdewam bikin, hem di hunerê de hem jî di rewşenbîriyê de. Dîsa sipasiya te dikim ji bo vê suhbeta xweş.

-Ez jî sipasiya te dikim û minetdar im ku te ez û xebata min dane naskirin; lê di dawiya dawîn de em her du jî rewşenbîrên gelê xwe ne. Tiştê ku me kiriye, em dikin û em ê bikin ne hêjayî sipasiyê ye. Bi rastî em erka xwe ya mirovbûn û kurdbûnê bi cih tînin, ev erka me ya sereke ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev