
Ria Taza – Ferîd Mîtan
Kurmancîya berhema binavûdeng a Koreya Başûr, “Mirîşka ku divîya bifire” ji nav Weşanên Neqşê derket.
Ev berhema han bixwe çîrokeka zargotina koreyîyê ye, lê nivîskara bi navê Son Mî Hiwang bi terz û awayekê modern wekî roman lê kiriye û di demeka kurt da ji bo 28 zimanan hatiye wergerandin.
“Mirîşka ku divîya bifire” serê pêşîn ji hêla Dîyan Cemîl va ji zimanê îngilîzî hatiye kurmancîya herfên erebî (behdînî) û herî dawî jî Izedîn Mihemed anîye kurmancîya latînî.
Berhem ji 182 rûpelan û 11 beşan pêk dihê, wekî nasandin, li ser pişta bergê wiha hatiye nivîsîn:
“Mirîşka ku divîya bifire” li qanûnên jîngehê dizivire, ji refê xwe diqete û gelek dergehên dadayî vedike. Mirîşka ku em dibêjin, ji rêza tuxmê xwe der e, li ber darê mirinê dawa jîyanê hişk zevt dike.
Ev romana han, bi tevn û honaksazîya xwe va bi hostayî hatiye lêkirin. Her wekî bi kurmancî li qelemê ketibe, bi vegotin û vegêrana xwe va, dilê xwîneran li xwendinê hênik dike.
Hêja ye mirov bibêje ku navenda Weşanxaneya Neqşê li Qamişloyê ye û zêdetir ji salekê ye ku bi kurdî û erebî berheman diweşîne.
Riataza