Ji zargotina me – 228

Ji zargotina me – 228

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 5 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a pêncan çap dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Ekrad zehf îtibar bi ziyaret û bila ku bi dar û beran heyîn. Darekê û yaxûd berekî ziyaret dizanin û qurbanan dibin û ser jê dikin û şemalan dibin vê dixinin. Weku nexwaşekî wan dibitin ehd dikin ku bilanê şifa bibîne ez pêxwasîn biçime filan ziyaretê û qurban û şemalan bibim. Weku ew nexwaş şifaê dibînitin elbette wê ehdê dê bi cih bînin…

 

Û gelek caran dibe ku jin we’d dikin ku: “Filan şewla min bête serî û yaxûd nexwaşî şifaê bibînitin, ez dê di rêya Xwadê da yixinaxekî ji boy ciwanan bikim.” Paşê weku şewla wê hate serî, ewê we’dê bi cih tînin ewî yixinaxî dikitin. “Yixinax” ew e ku bi dawata verê dikitin.

 

Her çi keç û kurêd bêkar heyîn û bûk û jinêd ciwan heyîn hemuyan bi şev gazî dikitin û xaniyekî mezin vala dikitin û çiraxan û dengbêj û sazan hazir dikin. Îcarê bi şev her çi ciwan û keç û law di wê meheleyê da û yaxûd di wî gundî da heyîn hemû pêk ve têne wî xanîî. Sazan dikutin û distêrin û govendan digirin û reqs dikin, heta ku sibe dibitin. Îcarê her kes belav dibin û diçine malêd xwe…

 

Tiştêd weha cahiliyê, wa’adêd (soz) weha bedl di Ekradan da zehf heyîn. Carekê kurê jinekê gelek bê kêf bûye, hatibû dereca mirinê. Îcarê wisanî tête zimanê dayê kurê ku dibêje: “Eger Xwedê îcarê şifayê bidite kurê min bila wisanî nezer bibitin ku ez bi xwe sax bikevime qebrê û bê xwarek sê rojan di qebrê da sakin bibim. Eger di qebrê da helak bûm êdî borî û eger ne, bilanê paşê sê rojan bên min biderînin.” Ewê jinê weha nezr kiriye û bi emrê Xwedê kurê wê

paşê çend rojan şifa dibit û xweş bûye û rabûye. Îcarê dayê wî kurî nav Rebê bû, navê wî kurî jî Kamo bû. Êdî Rebê îqdam kir ku ez dê wa’adê xwe bi cih bînim. Û çûye ji melan pirsiyar kiriye, melan îzin nedayîyê. Lakin dîsanê çare li dayê kurikî nebûye. Îlla ku ez di ehdê xwe bi cih bînim. Dîtin ku çare nîne, çûn qebrek ji boy Rebo adeta weku qebra miriyan kolan, Rebo jî tobe û îstixfar kirîiye, wesiyet kir ku sê rojan ez di qebrê da dimînim, paşê sê rojan werin qebrê vekin. Eger ez helak bûm îcarê bînin min xusl û techiz bikin û defn bikin û îlla eger ez heta sê rojan helak nebûm, min biderînin ez tême mala xwe, ehdê min bi cih têtin.

 

Bi rastî îcarê ênan (anîn) weku Rebo gotî qebr kolan û Rebê birin ber bi ecelê di xwe, bê nan û av dirêj kirine qebrê û qebra wê adeta xalî kirin û nixaftin. Heta sê rojan maye. Îcarê jin û mêr pêk ve çûne ser qebra Rebê û qebr hişkaftin û Rebo bi der anîn ku hêj sax e û nemiriye. Ênane mala wê. Paşê wê wadeyê heft salan emr kiriye. Paşê fewt bûye…

 

Ekrad di wa’adê cahiliyê da zehf qewî ne. Weku tiştekî di eqlê wan da bi cih bû, êdî mimkûn nîne ku zêhna wan ji wê xeberê tedîl bikî. Elbette zanîna xwe dikin, ehilînad in… Brayî dikujî kur tê ortê, ewî dikujî bav têtin, yanî ji yekûdu weku qebayîlêd mayî îbretê nagirin…

 

Û der heq rêyan û merovan, dîtinê zêde bi îdraq û xweyî zihn in. Weku Ekrad carekê bi rêyekê da biçitin êdî bîst sal jî li ser bibore îqtiza bikitin bi şev di tariyê da ewê rêyê bi der tînin, û naxelitin. Yanî ji boy rê û derban zêde xweyî feraset in. Weku Ekrad merovekî carekê bibînin bîst salan nebîne paşê rast bêtin elbette wî merovî nas dikin.

 

Weku Ekrad li rê rast merovekî tên elbette dê ji wî merovî nav û cihê wî û ji kû têtin û bi kû ve diçitin bi ism û resm yek bi yek pirs û pirsiyar dikin. Mesela, eger Ekrad ji der ve rastî merovekî bên elbette pirsiyar dikin. Navê wî, cihê wî ji bîhra wan naçin. Paşê deh salan ew Ekrad bêne wî cihî elbette wî merovî salixî dikin û diçin dibine mêvanê wî merovî…

 

Û di Ekradan da jî pispor heyîn. Ku hezar berxan tevî hev û du dikin, ew pispor têtin û li wan berxan yeko yeko vediqetînin û davêne ber dayê; ekî naxelitin. Lakin ew pispor nadir heyîn…

 

Û ekserêd Ekradan ku di konan da nin, bi şev bi sîleh heta sibehê rûdinin. Lewranê ji dizan û dijminan îxtiyatî dikin. Û kelbêd wan jî cins heyîn. Kelbêd cins li nik wan zêde muteber in û bi qiymet in. Heta bi deh û panzdeh pezan dikirin û difiroşin. Lewranê pawanî (lê di pey) mal û kirriyêd wan ji der ve kelb in. Kes nikare ku li kelbêd wan biditin. Eger li kelbêd wan bidin û yaxûd bikujin şer û şemata peyda dibitin…

 

Ekrad digirin û hespêd cins dikirin û tînin bere nîva revoya xwe û dibin ji boy dolê. Hespêd bê cins nahêlîne nîva revoyêd xwe û bargîrêd wan jî weku hespêd qazaxan zivistanan jî şev û rojê ji der ve qewî li ber sermaê mihkem in…

 

Axayêd wan ê mezin xweyî deve dibin. Elbette qantirek û du sê deve lazim e ku hebitin. Axayêd mezin; konêd Erebî heyîn, ew jî dîsanê konê reş e. Lakin, gelek mezin û çar-istûnî ye. Hesêbe ‘ke ew konê Erebî jî dîwanxana wan in. Û li etrafêd wî konê Erebî, miqdarê deh çadiran jî ji çadirêd spî vedane ji bo xulaman û qehweçî û solgêr û şîrgêr û terzî û çaqmaqçî û serecî… Ji boy wan, ew çadir vedidan û rojê du danan zad û semada axan bi derdikeve. Konê Erebî dîsanê çar sed û pênc sed merovan zadê pê didine xwarin. Wisan axayêd eşîran hebûn ku rojê barek birinc û ritilekî (batman) qehwê serf dikin. Û çi qeder eyalet û cîran heyîn tên û li konê Erebî zadê dixwin û qehwê vedixwin. Kesek mianet nakitin…

 

Û axayêd wan zencîr jî heyîn. Ji Ekradan xweyî qebahatan digirin û hebis dikin û talan dikin û dibe ku mala wî merovî ji nîva êlê xwe diguhêrînin û êxrac dikin…

 

Ew eyalet jî bê îzin û emrê axayî naçine dizî û xirabiyê. Eger dizî û xirabiyê bikin, tên û dibêjine axayî. Eger paşê xweyî bi der ket û nikarin ku ewî malî bixwin, axa ewî malî ji dizan distîne û didine xweyîyê malî. Û îlla eger xweyî malî bi derneketin û kifş nebû, îcarê nîva wî malî ji boy axê ye û nîvê dinê ji boy dizan in.

 

Ekrad ekserî cîran û xizim li yek û du şehediyê didin û diçine nik xweyî malê ku hinde qeder dirafê mizgîn bide min ez salixa malê te bidim. Ji xweyî male dirafe distînin û salixan bê xef didin. Lakin rû bi rû şehedetiyê nadin. Lakin mesela navêd dizan dibêjin û cihê malê salix didin û ew mal li kû ye, dibêjin. Îcarê êdî înkar mimkûn nabî. Xweyî malê diçin û malêd xwe bi der tînin. Ekserî dizî di nîva Ekradan star nabî, bi der dikeve…

 

Û Ekrad zehf bi cihê derewî sondê dixwin, lewranê cahil in. Meazellah sond çi ye nizanin û ekserî sondêd wan bi qebra bav û bra û kurî ye. Û yaxud bi serê bavê û brayî û kurî ye. Lakin sondê wanî rast ku ew jî ditirsin û bi cihê derewî ewê sondê naxwin. Sonda wanî ku naxwin ew e ku tînin mista wî merovî tijî xalî dikin û dibêjin ku ewê xalîyê li ber bayî belav bike û bide bayî û bibêje ku bilanê orta min jî weha ber ba bibe. Ekrad ewê sondê bi cihê derewî naxwin. Gûya îhtiqada wan ew e ku eger ewê sondê bi derewî bixwitin mala wî diçite miratan…

 

Jinêd Ekradan zehf ji mêran bi aqil û kemal û îdraq û merûfaî ne. Zêde dilovan in, rehmê bi xerîb û biyaniyan dikin. Û zêde ehilqenat û xweyî îtaat in. Zêde di malan da sahib îxtiyar in, bê mêran didin û distînin…

 

Weku Ekrad îptida rast yekûdu tên, silav didin û paşê ehwalêd yekûdu dipirsin û pirsiyar dikin…

 

Ekradêd semtê Bohtan û Hekariyan kêm bi ecelêd xwe dimirin, kserî têne kuştin; lewranê ew taife gelekî serqedan e. Û têz meşerb in, zû digel yekûdu şerî dikin. Û hemû ji xweyî xencer in, yekûdu didine

ber xenceran û dikujin…

 

Ekserêd wan ji bav û bapîran kevnedijmin li hevûdu daim digirin; weku fesalê dibînin elbette, yekûdu dikujin. Di nîva wan da li xwînê birîn û diyet çû nîne (murûrû zeman nîne) bila ku xwînêd wan dimînin heta weqtê firsetê…

 

Berê mîr û axayêd wan jî tev mada xwînê nedibûn. Ew daweya xwînê dimîne heta xweyî firset bîne û heyfa xwe bistîne. Lakin di xwînêd Ekradêd Mayî musellax dikevine mabeynê û bi xwînê girê didin. Eger xwîndarî heye mal û qidret; nîvika xwînê, xwîndar dide û nîvika dinê cîran. Her kesek miqdarekê didin û yarikarî dikin, ewê xwînê temam dikin. Û carinan dibe ku ji pêş xwînê jin û keçan didin. Mesela xweh û ya keçekî xwîndarî bêkar heye, eger xweyî xwînê razî dibitin ew mirov xwehe xwe û ya keça xwe ji ber xwînê didite xwîndarî û sulh dikin û li hevûdu têtin. Weku sulh kirin û diyet temam bûye êdî xwîndar ziyafetekî mezin dikitin û gazî hemû cîranan û xweyî xwînê dikin. Îcarê xwîndar û xweyî xwînê li hevûdu têtin. Rûyêd yekûdu radimîsin û sulh dikin. Êdî dijminahî ji mabeynê radibitin…

 

Ekradêd semtê Hekariyan, ekserî şerî û dewayî bi şev dikin û zehf şebxwînê didine dijminan. Û li cihê şer ê filhal çeperan çêdikin û dikevine bin çeperê daw dikin û daim gulê û barûdê zehf digel xwe heldigirin.  Merovek ji du hoqqan kêmtirî gulê û barûdê helnagirin. Ew qeder cebxane û sîlehêd xwe da heml dikin ku eger îqtiza bikitin şev û rojekê cebxana wî têrî şerî bikitin…

 

Ekrad, di emwarêd şerî da di hesp û sîlehêd xwe da zêde îhtimamî dikin û muqayyet dibin. Ekrad, hesp û çekêd xwe memnû’ e esla bi emanet nadine brayê xwe jî. Ekrad, dibêjin ku merov jina xwe bi emanet biditin, ne ku hesp û aletêd xwe î herbê bi emanet biditin. Li cihê emîn jî dîsanê aletêd wan î herbê li ber serê wan dibî. Lehzekê, aletan ji xwe bi dûr nakin. Lewranê Ekrad dibêjin ku merov hinde qederî zehmet û giraniya çek û ratiban dikêşitin ji boy rojekê hewceyî dibe ku wê rojê çek û ratib hazir nebin. Lewranê çekan qet  li xwe bi dûr nakin. Û îxtiyatî dikin ku  bila ku j ji nişqe ve hewce  bi bitin. Heta weqtê ku nimêjê jî dikin, dîsanê çek û ratibêd wan hazir li piştê ne.

 

Û ekserêd malan da Conî (sîndir) û mêkut heye.

Bi xwe dermanî dikutin û çêdikin. Û qalib heye, birkan rûdikin û fişikan bi xwe girê didin…

 

Lakin di nîva Ekradan da esnaf û senaatgêr tunînin, eger heyîn jî ji taifa filan dibin. Şûrker, hesingêr û solgêr û xeyat û zêrger û neccar, evne jî ji Filan heyîn. Ji Ekradan tune nin. Îlla ji Ekradan barûtpêj û şûrecî û beytar heyîn. Lakin ew barûtpêj û şûrecî û beytarêd Ekradan qewî zêde di emelêd xwedanî hazeq û mahir in. Bila ku nêzûkî ku weku barûta îngilîzî jî bibitin û beytarêd bêmisl heyîn û qewî muteber in…

 

Ekrad, zehf mecbûr dimayîn bi bal şertlîstinê. Şertêd wan mesela ji du terefan û yaxûd zêde ji duyan sê û çar qederekî dirafê û yaxûd tiştekî datînin û bi siwarî diçine qoşiyê. Her çî kesê berê hat û giyaye menzîlê û hespê wî borî, îptida hespê wî bû; ew merov şertî distîne. Û yaxûd dîsanê şert datînin û çend merov armanc datînin û gule davêjin; her çî kesê sê caran li pey yekûdu lê daye, ew şertî digiritin. Û caran ji boy şewlekî, bi tirs û zehmet şertî datînin; her çî kesê ji ehda wî şewlî bêtin, ew şertî distîne. Mesela li cihekî muharebe ye û şerekî ezîme bûyî û ji du kenaran her yekî sed û du sed merov hatine kuştin. Û her du leşker kêşane (kişiyane) û laşêd her du terefan bi digel yekûdu dîsanê li meydanê mayîne. Lakin mirovek ji wan wenda ne, nizanin ku hatiye kuştin û yaxûd esîr bûye. Bi şev şert datînin, her kesê bi tenê biçitin û bigêhite cihê şerê wê meydanê û seha  laşan  bikitin û cewabê bînitin ku belê laşê wî merovî li meydanê heye û yaxûd tunîne. Ew merov diçitin û seha meydanê dikitin û nîşanekî jî ji meydana şerî tînin û çawa sibe dibe laşê wî merovî jî tînin û ewî şertî distînin. Xûlasa ji boy şolêd weha cahiliyê, şert qewî zêde zehf dibin, di nîva Ekradan da heyîn…

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev