KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA -2

KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA -2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê ”KURDISTAN LI BER ŞÊMÎKA HEZARSALÎYA SISÎYA” wergerandîye û amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. Em îro beşa wê a duduyan çap dikin. 

Ev berhema me ya 228an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 228 

Di sibata sala 1989a Amnîstîya navnetewî dokladeke taybetî weşand, li ku îzbatîyên derheqa gelkujîya li Îraqê da dihatine îzbatkirinê, û dihate destnîşankirinê, ku di wî emelê bêwijdanî da gelek zar û jin mirine. Di dokladê da înformasyoneke usa hebû, ku meriv nikaribû bixwenda – zêrandina zaroka ber çevê dayîk û bava, û ew zarok ji bo wê yekê hatine kuştinê, ku li ser dê-bavên wan şik hebû, ku ew karê dijî hukumetê dikin. Tenê wî çaxî meytê mirîya didane xweyî-xudanê wan, dema wana “baca ji bo kuştinê”(3) didan. Îzbatîyeke sîyaseta gelkujîyê ya mayîn jî ew e, ku pişt ra jî dîwana Seddam gelek kurd kuştin. 30ê hezîranê sala 1983a weke 8 hezar jin û zaro, ku pareke wan ji eşîra barzanî bûn û di kampa Kûştepê ya ji bo mihacira da diman (10 kîlomêtra dûrî Êrbîlê), bin zordarîya ordîya Îraqê ji wir rakirin û berê wan dane cîkî dûrî-deraz û kes nizanibû ew li kune. Pirsyarkirinên rêxistinên hûmanîtar û Xaça Sor, ku qe na înformasyona bistînin derheqa cîyê wan da, ku ew li kune, bê bersîv man. Seddam Huseyn bi têlêvîzyonê tenê got, ku “ew xayîn dibe niha li dojehêne”. Gorî serkanîyên kurda, ew jin û zaro pêşî wek heywan hatine bikaranînê bona li ser wana cêribandinên çekên kîmîyawî û baktêrêologî bikin, paşê jî ew kuştine.

Bûyerên, ku di tebaxa sala 1990î piştî wê yekê peyda bûn, gava Îraq Kuweyt zevt kir, dewletên cînar bi ciddî nerehet kirin. Her çar dewletên, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, bi aktîvîya ji hev cuda tevî şerê dijî serketina mafên kurda dibûn. Îran, Sûrîya û Tirkîya ji xwe ra hesab dikirin, ku emelên dijî kurda yên mezin li Kurdistana Îraqê, ku desthilatdarîya Seddam hindava wan da bi kar tîne û carna ew rengê gelkujîyê (gênosîd, qir) jî distîne, dikare pirsa kurda derxe ser dereca navnetewî, dikare tesîra xwe li ser sîyaseta dewletên Roavayê bike bona ew piştgirîya şerkarîya kurda ya ji bo otonomîyê bikin. Xwesma Tirkîya ketibû nava xaxê giran. Di rewşa, ku bi şerê Îraqê-Kuweytê va girêdayî saz bûbû da, ji Tirkîyê ra şansek çê bûbû, ku kemala xwe di sîstêma eskerî-sîyasî ya Roavayê da biparêze. Ji ber wê jî ewê berê xwe ji hevalbendê xwe yê di şerkarîya dijî kurda da – ji Îraqê, guhart û xwe hazir kir bona tevî koalîsyona dijî Îraqê bibe. Ji bo tevbûna wî awayî, şertekî Tirkîyê ew bû, ku piştî şêr pirsa kurda nekine rojevê da. Xênji wê, têkçûna desthilatdarîya Seddam ji bo Tirkîyê rêyên pêşketinê yên nû li Kurdistanê vedikirin. Ewê careke dinê ew pirs bilind bikira, ku wilayeta Mûsilê (Kurdistana Başûr) bikine nava axa Tirkîyê. Serekwezîrê tirka Özel pêşnîyara Mustefa Kemal (Atatirk) ya di salên 20î da bîr anî derheqa wê yekê da, ku “Fêdêrasyona kurda û tirka” saz bikin, vê carê jî bi Kurdistana Îraqê ra, lê ew bona wê yekê bû, ku wek dibêjin, “tozê bireşînine çevê hazira”. Hukumeta Tirkîyê derdikete dijî wê yekê, ku otonomîya tam bidne kurdên Îraqê û pirsa kurda pêşda bikişînin bona bi awakî navnetewî bê lênihêrandin.

Emelên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê yên dijî kurda bin perda “xemxurîya derheqa yekîtîya Îraqê ya di hêla axê û sîyasî” da dihatine kirinê û ev yek dihate wê manê, ku ew di karê derketina himberî otonomîya kurdên Îraqê da hemfikir in.

Kurda, ku dîtin desthilatdarîya Seddam li şerletanîya bi Kuweytê ra da der (têk çû) û ew yek bi dilê Dewletên Amêrîkayê yên Yekgirtî (DAY) û hevalbendên wê yên di koalîsyonê da bû, di sibata sala 1991ê dijî desthilatdarîya serkarîkir serhildan kirin. Ewana bawer bûn, ku DAY û hevalbendên wê, wê piştgirîya wan bikin û derheqa wê yekê da eşkere digotin jî.

Şervanên kurd hema bêje temamîya Kurdistana Îraqê rizgar kirin. Rewşa ha Tirkîya, Îran û Sûrîyê kire nava halekî giran da. Tirkîya û Sûrîya tivdîra emelên dijî kurda yên sîyasî-dîplomatî dîtin. Îran jî hewl dida di rewşa li Kurdistanê sazbûyî da faktora şiîya bi kar bîne. Îran, ku bi desthilatdarîya Seddam ra di nava dijminayê da bû, kurda û şiîyên başûrê Îraqê, ku Îranê piştgirîya wan dikir, di şerê xwe yê dijî Îraqê da dihesibandin wek hevalbendên xwe yên ser demekê. Lê dû ra, tam gorî sîyaseta Îranê, ewana derketin dijî wê yekê, ku mafê otonomîyê bidne kurdên Îraqê. Û ji bo Tehranê di rewşa sazbûyî da tevgera şiîya li Îraqê ne ku armanca wê bû, lê ew yek ji bo wê wek aletekê bû, ku bi alîkarîya wê faktorê pêşîya serketina pirsa kurda bigre, ku ji bo wê gelek bi xeter bû. Di wê rewşê da, dema şiîyên Îraqê bi piştgirîya aktîv ya Îranê dijî Seddam destbi şêr kirin, di medya (prêssa) Îranê da bi xusûsî ew bîr û bawerî dihatine belakirinê, ku li Îraqê fûndamêntalîzma îslamîyê rehên kûr avîtine. Waşîngton û hevalbendên wê yên li Awropayê, ku ji ber van yeka ketibûne tefekûrîyê, biryar kirin, ku baştir e Seddamê ji hal ketî (sistbûyî) ser hukum bimîne, ji bo bikaribe derkeve himberî xetera belabûna şiîzmê li Îraqê. Lê bona wê yekê lazim bû, ku dest-pîyê wî li bakûr bêne vekirinê, ji ber wê jî kurda xistine bin derbê. Ev yek tam bi dilê Tirkîyê bû. Desthilatdarîya Beesîya bi her awayî hewl dida ji heq û hesabê kurda bê der, bona ber têkçûna “şerê di Devtengê” da xwe hinekî rûspî bike, hurmeta xwe li xwe vegerîne.

Ordîya Îraqê ya harbûyî bi hovîtî êrîşî li ser kurda kir. Destbi pêla gelkujîyê ya nû bû dijî kurda. Weke 2,5 mîlyon kurd bin bombebarankirina û ji tirsa, ku wê careke din çeka kîmîyayê li ser wan da bê reşandin, cî û warên xwe hîştin, xwe li sînorê Îranê û Tirkîyê xistin, jê derbaz bûn, gelek ji wan bûne xurê xelayê, sermê û ecêbên giran. Xwesma gelek zar şehîd ketin.

Seddam piştî ku ji heq-hesabê kurda hate der, wek ku hîvîyê bûn, dest avîte şiîyên li başûrê Îraqê. Lê Tehran dij derneket. Desthilatdarîya Tehranê  ji bo têkçûna şiîya li Îraqê hîç ber ne ket, ji ber ku daxaza wê ya sereke ew bû, ku kurd têk bidin. Bi vî awayî, kurd careke din jî bûne şehîda tewlebazîyên navnetewî.

Gelkujîya kurdên Îraqê, rewşa nemir-nejî, ku bi seda hezara mihacirên kurd ketibûne navê, di welatên Roavayê da nerazîbûnên mezin pêşda anîn. Prêzîdênt Bûş û serokatîya wê him li DAY, him jî li welatên hevalbend da bi awakî berk hatine rexnekirinê. Bêbextîya hindava kurda da hurmeta wan dewletên Awropayê jî êxist, ku hevalbendên DAY bûn. Serekwezîrê Îngilîs Con Mêycor, bi piştgirîkirina hukumeta Fransîyayê, ev proêkta han pêşnîyar kir: ji bo sazkirina şertên usa, ku mihacirên kurd bikaribin vegerine welatê xwe, li bakûrê Îraqê “zona bêxeter” ya bin parastina navnetewî da saz bikin, ya ku paşdemê gerekê bibe bingehê otonomîya kurda. Hukumetên Îngilîs, Fransîyayê, Almanîyayê, ku DAY û çend welatên Awropayê yên mayîn jî piştgirîya wan kirin, bûne kefîlên destpêneketina kurdên Îraqê. Bi biryara Yekîtîya Koma Mileta ji paralêla 36a ya berbi bakûr zona bêxeter hate sazkirinê û parastina wê jî sipartine Hêzên eskerî-hewayê bona ew kurda ji êrîşên balafirên Îraqê biparêzin.

Hewldanên serokên Pêşenîya hêzên dêmokratîyê-miletîyê yên Kurdistana Îraqê, ku bi destî pêwendîyên bi Seddam ra di pirsa derheqa statûya Kurdistana Îraqê da bighîjine biryareke kompromîs, tu tişt ne dan. Dîktatorê Îraqê careke din bi awakî xapxapok derheqa bi aşîtî û dêmokratî safîkirina pirsa kurda di çarçova otonomîya kurda da dipeyîvî. Bêbextîya Seddam ne tenê ya di hindava kurda da, lê herweha di çend pirsên mayîn da jî, ku ewî soz dabû piştî şerê bi Îranê û Kuweytê ra çareser bike û ne kir, dihate wê manê, ku hevraxeberdanên bi desthilatdarîya wî ra tiştekî vala û hêç û pûç in. Em ser wê da zêde bikin, ku di wan dema da li her dera bes bela dibûn derheqa wê yekê da, ku Seddam hazir dibe şerekî mezin bi kurda ra bike û ev yek dibû sebeb, ku bawerîya tu kesî bi helkirina pirsa kurda li Îraqê nedihat.

Bi vî awayî, rewşa navnetewî ya herêma kurda bi carekê va guherî. Ji ber wê li Kurdistana Îraqê, di nav komên kurda yên civakî-sîyasî da ew bawerî çê dibû (ew fikir pêşda dihat), ku lazim e ji bo çareserkirina pirsa kurda rêyên mayîn bibînin. Otonomîya hundurîn wek cûrê safîkirina pirsa kurda, gîhande wê derecê, ku sîyaseta serokatîya Beesîya ber çevê milet reş bû û her diçû bawerîya gel pirtir pê ne dihat.

Hêzên kurda yên miletîyê ber hilbijartinekê sekinîn: an di goveka otonomîya miletîyê da kar bikin, ku raberî wan kiribûn û wê bi temamî bin desthilatdarîya Bexdadê ya ser hukum da be, an jî gorî rewşa sazbûyî hîç cara wê ew pirs neyê rojevê, ku ji nav dewleta Îraqê derkevin, an jî dewa dewleta fêdêral bikin, ku di gelek welatên pêşketî da hene.

8ê nîsanê sala 1992a serokatîya sîyasî ya Pêşenîya Kurdistana Başûr (hemû partîyên kurda yên sereke diketine nava wê) “Destûra hilbijartinên di parlamênta Kurdistanê ya miletîyê da” qebûl kirin. Gorî Destûrê, gerekê 105 parlamêntar bihatana hilbijartinê, û herweha ji bo ku nûnerên partîyakê bikaribin bikevine parlamêntoyê, gerekê dengê sitendî ji dereca 7 selefa derbaz bibe. Wek ku li bendê bûn, partîyên biçûk nikaribûn ewê astenga li ser riya xwe hilînin û neketine parlamêntoyê. Bi vê yekê ra tevayî jî “Destûra hilbijartina serekê tevgera kurda ya ji bo azadîyê” hate qebûlkirinê, ku beramberî navê prêzîdêntê Kurdistana Başûr bû. Ji bo serokê tevgera kurda ya miletîyê çar kes hatine pêşnîyarkirinê: Mesûd Barzanî, Celal Telebanî, Mehmûd Osman û Osman Ebdulezîz. Komîsyona ji partî û rêxistinên kurda sazbûyî, û herweha koma dîtindarên navnetewî dîna xwe didane kar û barên hilbijartina.

Hilbijartinên li Kurdistana Başûr, ku 19ê gulanê sala 1992a hatine derbazkirinê, ev rêzûltat dan: ji bo nûnerên Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê – 45,26 %, ji bo Partîya Niştîmanperwerên Kurdistanê  bi hevalbendîya Partîya xebatkarên Kurdistanê ra – 43,8%. Du partîyên sereke, ku ketibûne parlamêntoyê, biryar kirin kursîyan weke hev parevekin: 50:50, ji 5 kursîyên mayîn 4 dane aşûrîya, 1 jî xaçparêza.

Ji çar navzadên ji bo serekê tevgera kurda ya ji bo azadîyê tu kesî 50%+1 deng berev ne kir. Hate elamkirinê, ku wê hilbijartinên nû bêne derbazkirinê, lê paşê ji wê îdêayê paşda sekinîn.

Hilbijartinên di parlamêntoyê da serketina mezin bû ji bo  Kurdistana Başûr, di pêvajoya wê ya dewletbûnê da. Bi wê ra tevayî, ew yek, ku ne serokê PDKê, ne jî serokê YNK ne tenê wek serok nehatine hilbijartinê, lê herweha neketine nava teşkîla parlamêntoyê û hukumetê, gelek dijwarî saz dikirin bona kivşbûna cîyê wan di jîyana sîyasî da. Serokên PDK û YNK wek berê roleke mezin dilîstin di nav jîyana Kurdistana Başûr ya sîyasî da, û bi wê ra tevayî jî bi resmî di nav strûktûrayên dewletê da cî ne girtibûn. Bi vê yekê ra girêdayî, pêşnîyar hate kirinê, ku serokên PDKê û YNK anegor bibine serokên parlamêntoyê û hukumetê. Lê xênji wê yekê, ku ew razî ne usa bibe, an na, pirsa derheqa wê yekê da ne hatibû safîkirinê, ka ew yek bi qanûnî dikare bibe, an na. Tevlihevî ji wê yekê bû, ku him Mesûd Barzanî, him jî Celal Telebanî navzadên ji bona serokê tevgera kurda xwe pêşnîyar kiribûn û ji ber wê jî destûra wan tunebû bikevine nava teşkîla parlamêntoyê û ev yek jî îzin ne dida bibine serokê parlamêntoyê, an jî serekwezîr.

Bona ji vê rewşa ne zelal derên, parlamêntoyê biryar kir Komîtêya Tewrebilind (here jor) teşkîl bikin, di nav wê da gerekê Mesûd Barzanî, Celal Telebanî, serokê parlamêntoyê, serekwezîr û du merî jî ji endamên polîtbyûroya herdu partîyan cî bigrin. Ev biryara, ku ji bêçaretîyê hate qebûlkirinê, ji ber ku rêyeke mayîn tunebû, dikaribû roleke baş bilîsta di nav bi kardarî karkirina strûktûrayên dewletê di hemû dereca da, di nav wan da di karê pêşîgirtina dijberîyên di nav herdu partîyayên sereke da. Lê ew biryar bi ser ne ket.

4ê hezîranê sala 1992a parlamênta Kurdistanê hukumet damezirand (yek ji wezîran aşûrî bû). 4ê çirîya pêşin sala 1992a parlamêntê dêklarasyona derheqa Yekîtîya Fêdêral da qebûl kir. Di dêklarasyonê da dihate gotinê, ku di şertên sazbûyî da “gelê kurd bi yekdengî biryara qedera xwe dide û pêwendîyên xwe bi dîwana navbendî ra li ser bingehê yekîtîya fêdêral saz dike”. Hêzên Îraqê yên opozîsyon, ku rêxistinên ereba yên sîyasî temsîl dikirin, di kongrêya xwe da, ku 27-31ê çirîya pêşin sala 1992a li bajarê Saleheddîn hate derbazkirinê, elametîyek amade kirin, ku tê da dihate gotinê, ku ew “piştgirîya pêvajoya dêmokratîkirina Kurdistana Îraqê dikin, xwesma biryarên parlamênta miletîyê yên derheqa Îraqa fêdêral da”.

Dêklarasyona parlamênta Kurdistanê ya derheqa yekîtîya fêdêral da li cihanê ne bi awakî hate qebûlkirinê. Eger li cihanê bi tevayî ew bi awakî erênî û dilgermî hate qebûlkirinê, lê welatên, ku Kurdistan di nav xwe da parevekirine, derketine dijî wê dêklarasyonê. 12-15ê çirîya pêşin sala 1992a wezîrên karên der yên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê rastî hevdu hatin û li ser pirsa “bûyerên li Kurdistana Îraqê sekinîn”.  Di navbera wan bi xwe di pirsên mayîn da nerazîbûnên mezin hebûn jî, lê di pirsa kurda ew hemfikir bûn. Wezîra gotin, ku ewana “ji bo rewşa Kurdistana Îraqê ber xwe dikevin û dijî perçekirina axa Îraqê ne”.

Di navbera salên 1992-1994a da strûktûrayên dewletê li Kurdistana Başûr gavên pêşin kirin bona pêşdabirina aborîyê, safîkirina problêmên binecîyan yên civakî, teşkîlkirina xwendinê û perwerdeyê, pêşdabirina karê sê ûnîvêrsîtêtan – li Êrbîlê, Suleymanîyê û Zaxo. Ev yek di wan şerta da derbaz dibûn, ku dewletên cînar di hêla sîyasî û aborî da bi eşkere an sergirtî zordarî li kurda û dewleta nûsazbûyî dikirin û bi awakî vekirî nerazîbûna xwe hindava pêvajoya otonomîya kurda li Îraqê dîyar dikirin.

Di van şertan da hevgirtina partî û rêxistinên kurda, xwesma yên sereke – PDK û YNKê dikaribû roleke mezin bilîsta. Lê heq-hesabên biçûk û ew yek, ku wan partîyan di kar û barên xwe da serdestî didane berjewendîyên partîya xwe, li ser riya wê hevgirtinê dibûne asteng. Nerazîbûnên di navbera PDKê û YNKê sincirîn û heta di navbera wan da şerê çekdarî jî çê bû. Şerê di navbera pêşmêrgên PDKê û YNKê, ku di gulana sala 1994a destpê bûn, zirareke mezin dane berjewendîyên Kurdistana Başûr û strûktûrayên wê yên dewletê, rêyeke fire vekirin bona sê dewletên cînar yên xêrnexwaz bikevine nava kar û barên hundur yên Kurdistana Îraqê. Hevrapevketinên wezîrên karên der va yên Tirkîyê, Îranê û Sûrîyê (li Enqerê, sala 1992a) derheqa koordînekirina karên dijî sazkirina strûktûrayên dewletê yên miletîyê li Kurdistana Başûr nêzîkî serketinê bûn. Hema bêje kurda bi xwe firsend dabû hevalbendîya sê dewletên cînar, ku planên xwe bi ser xînin.

Ecêba di pirsa derheqa rola Tirkîyê di karên kurdên başûr da di wê yekê da ne, ku hukumeta ewî welatî him bi Îranê û Sûrîyê ra di nav koalîsyonê da bû, bona pêvajoya bi xwe biryarkirina qedera xwe ya kurdên Îraqê ji hev bêxe û ji holê rake, him jî di nav koalîsyona bi dewletên Roavayê ra bû, yên ku gerekê “destpêneketin û pêşketina otonomîya kurda” bidana parastinê. Ew di rûyê wê yekê da bû, ku sîyaseta dewletên Roavayê di pirsa kurda da zelal û yekrê nîbû, wana sîyaseta dualî derbaz dikirin, ku di bingehê wê sîyasetê da berjewandîyên wan dewletên Roavayê yên aborî û eskerî-sîyasî serdest bûn û ew dewlet bûn, ku li Rohilata Nêzîk û Navîn da biryara paşeroja jîyana gel û welatên wê herêmê didan.

Piştî destpêkirina pevçûnên çekdarî di navbera PDK û YNKê (sala 1994a) da, şerê dora pirsa kurda di nav civaka kurda bi xwe da û li erafê (meydana) navnetewî bi du rêyên dijî hev da pêşda diçû. Di hêlekê da, karmendên kurda yên aqilmend, gelek binecîyên kurd yên zane bi alîkarîya hevalbendîya cihanê (xwesma ya Roavayê) ya aktîv an jî pasîv her tişt dikirin bona hilanîna nerazîbûnên di navbera PDKê û YNKê û kemala pêvajoya li Kurdistana Başûr ya dewletbûnê ji bo pêşketina pirsa tevaya gelê kurd rind derc dikirin, di hêleke mayîn da jî serokatîya Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê her firsend bi kar dianîn bona ewê pêvajoya li Kurdistana Başûr ji hev bixin, pêşî lê bigrin. Di vê rewşa giran da şansên Tirkîyê diha pir bûn bona berbendkirin û pêşîlêgirtina pêvajoya pêşketina otonomîya Kurdistana Başûr. Tiştekî gelekî balkêş e, ku di nav wan dewleta da di gelek alîyan da nerazîbûn hebûn û ew di gelek pirsên mayîn da li hev ne dikirin jî, lê kar û emelên wan yên dijî kurda bi hevdura qayîlkirî bûn û di wî alî da di navbera wan dewleta da hevgirtineke xurt hebû. Dijberîyên navxweyî li Kurdistana Başûr bi wê yekê va zêdetir bûn, gava PKK bi piştgirîya dewletên ku Kurdistan di nav xwe da parevekiribûn, kete di nav wî karî da.

Xetera wê rewşê di wê yekê da bû, ku du ocaxên tevgera kurda ya miletîyê (li Îraqê û Tirkîyê), dewsa ku piştgirîya hev bikin, bêne hewara hev û bi wê yekê va pêşî li emelên wan dewleta yên dijî kurda bigrin, xwe ji wan pirsgirêkan dûr xistibûn, ku berjewendî û feyda gelê kurd tê da hebûn.

Bi van dijwarîyên hundurîn û yên navnetewî ra tevayî, dîsa jî di pêşketina pirsa kurda da him di hundurê Kurdistanê da, him jî di alîyê hemkurdîyê da ronahîyên geş xuya bûn. Berî her tiştî ew kar û barên PDKê û YNKê yên tevayî bûn bona bi awayê aşîtî safîkirina dijberîyên di nav xwe da û hevrakarkirina ji boy navê serketina bernama otonomîya kurda di goveka dewleta Îraqê da.

Navçîgarîyên partî û rêxistinên kurda, nûnerên navbendên roşinbîra, zanyara, xebatkarên di derecên çandî-ronahîdarîyê tesîra xwe li ser pêşdaçûyîna şerkarîya ji bo yekîtîya miletîyê û bi awayên aşîtî safîkirina pirsên dijwar kirin. Di wî karî da (bi daxaza serokatîya PDKê û YNKê) navçîgarîya koma bi serokatîya sîyasetmedarê kurda yê bi nav û deng Ezîz Muhemmed roleke giring lîst.

Problêma kurda, ku ji sînorên pirsa kurda ya hundurîn derketibû û ketibû maydana navnetewî, bi gelek tişta bi tabîya hêzên navnetewî va jî girêdayî bû, him li Roavayê, him jî li Rohilatê. Di nav karê destpêkirin û bi serketin pêşdaçûyîna hevraxeberdanên di navbera PDKê û YNKê navçîgarîya nûnerên DAY yên resmî lîstin. Di nav sîyaseta welatên Rohilata Erebîyê da jî nîşanên baş hatine kivşê hindava pirsa kurda da. Vira dengên bona piştgirîkirina mafên kurda yên otonom li Îraqê dihatine bihîstinê. Di wî alî da konfêransa bi navê “Pêwendîyên ereba-kurda”, ku di gulana sala 1998a da hate derbazkirinê, bûyereke berbiçev bû. Rast e, ew konfêrans ji alîyê Komîtêya welatên hevgirtî yên Asîyayê û Afrîkayê dihate derbazkirinê, lê dilxwezî û dilqencîya komên resmî yên Misirê û çend welatên ereba yên mayîn di wî karî da ber çeva bûn.

Nîşanên nû di nav sîyaseta civaka ereba ya pêşketî û çend welatên ereban di pirsa kurda da bi tevayî û cihê jî di problêma otonomîya kurda Îraqê da, bi du faktora dihatine şirovekirinê: a) di nav komên ereba yên civakî-sîyasî da li ser wê bawerîyê bûn, ku statûya otonom ya kurda li Îraqê – îzbatîyeke, ku em gerekê pêra hesaba bikin. Eva problêma ji faktora ji alîyê dewletên cînar zordarîya li ser Îraqê bû faktoreke usa, ku îdî fûnksyonên eksî wê gerekê bihatana bikaranînê: pêwendîyên bi wan dewleta ra di pirsa “kurdên wan” da; b) armanca welatên ereba ev bû: ji bo cezakirina Tirkîyê, ku ewê bi Îzrayêlê ra peyman girêdaye, bi destî otonomîya kurda li Îraqê navbenda giranîya pirsa kurda derbazî Tirkîyê bikin, li ku şerekî giran hebû di navbera hêzên kurda yên çekdar û ordîya tirka da.

Piştî çend rasthatinên dêlêgasyonên PDKê û YNKê li Kurdistanê, êtapa dawî ya hevrexeberdanên di navbera wan da bi navçîgarîya serekên DAY yên derecebilind li Waşîngtonê hatine derbazkirinê.

17ê îlonê sala 1998a li Waşîngtonê di navbera serokên PDKê û YNKê da peyman hate girêdanê derheqa bi aşîtî helkirina konflîkta li Kurdistana Îraqê. Di bingehê hevraxeberdana da prînsîpa yekîtîya axa Îraqê, parastina mafên kurda di dewleta Fêdêral da û di wê da parastina mafên dêmokratîk yên temamîya gelê Îraqê bûn. Herdu partî soz dan, ku alî pêkanîna biryarên Şêwra Yekîtîya Koma Mileta yên derheqa Îraqê da bikin.

Gorî peymanê herdu alî gerekê bona bi aşîtî helkirina rewşa li Kurdistana Îraqê van xala pêk bînin: dema derbazok kivş bikin bona hilanîna astengên li ser riya qeyde-qanûna û aşîtîyê di wan navça da, ku bin destê hêzên PDKê û YNKê da nin; li ser demekê parlamênt û Komîtêya koordînekirinê ya here bilind saz bikin bona serokatîya herêmê bikaribe li hemû navça da kar bike; sazkirina qewla (şerta) bona hilbijartinên aza û dêmokratîk li ser temamîya axa herêma otonom; herdu alî soz dan, ku li Kurdistana Îraqê, an jî ji sînorên wê der gelek cara rastî hevdu bên bona safîkirina wan pirsa, ku bi pêvajoya aşîtîyê û sazkirina strûktûrayên otonom va girêdayîne.

Bi welatên Roavayê ra tevayî Tirkîya jî tevî hevraxeberdanên derheqa pêvajoya statûya Kurdistana Başûr dibû. Eva yeka bona her sê alîyan problêmeke dijwar û mezin saz dikir. Welatên Roavayê ji bo wê yekê destûra Tirkîyê dan tevî ewê pêvajoyê bibe, ji ber ku berî  her tiştî ew jî wek wan endama NATOê bû û bazayên wan yên li Încîrlîkê dijî Seddam Huseyn dihatine bikaranînê, yek jî ji bo wê bû, ku Kurdistana Başûr bikaribe ji Zaxo bi riya axa Tirkîyê bi cihanê ra bê girêdan. Di alîyê xwe da haya kurda rind ji dijminaya Tirkîyê hindava kurda da hebû, lê çara wan hatibû birînê û nikaribûn Tirkîyê ji wê pêvajoyê derxin û piranî jî seba xatirê wê riya, ku wê kurda bikaribin ji Zaxo (ser Tirkîyê ra) cihanê ra bêne girêdanê. Lê Tirkîya jî bi vê gavê dixwest pêvajoya xwebiryarkirina kurda bide sistkirinê, an jî bi kêmanî menzîl û şertên otonomîya kurda li Îraqê bide tengkirinê.

Eger ev sebeb tunebûna, Tirkîya dikaribû tevî pêvajoya hevraxeberdanên derheqa pirsa kurda da nebûya û bi wê yekê va derketa dijî Roavayê. Lê ewê nikaribû ew yek hilneda ser hesêb, ku nerazîbûnên bi hevalbendên xwe yên xurt di alîyê NATOê da, xwesma bi DAY ra, dikaribû li ser wê gelek giran rûnişta. Tirkîya ditirsîya, ku eger derkeve dijî wan, DAY û hevalbendên wê dikarin rêyên mayîn bigerin bona bikaribin faktora kurda dijî Bexdadê bi kar bînin.

Peymana nû di navbera PDKê û YNKê, ku li Waşîngtonê hate girêdanê, bi serdestîyên xwe va ji yên berî wê dihate cudakirinê. Di wê da bi razîbûna (qayîlbûna) DAY gotina “Îraqa Bakûr” bi gotina “Kurdistana Îraqê” va hate guhartinê, lê cûrê xweserkarîkirina kurda wek dewleta fêdêral hate qebûlkirinê di dewleta Îraqê da. Û ya dawî, DAY û hevalbendîya navnetewî kefîltîya destpêneketina kurda dane kefîlkirinê û rê li ber wan vekirin bona mafên xwe yên otonomîyê li Îraqê pêk bînin.

Bi bûyerên li Kurdistana Başûr ra tevayî di serokatîya tevgera kurda ya çekdar li Kurdistana Tirkîyê guhartinên mezin bûn. Di çirîya pêşin sala 1998a Tirkîyê destpê kir hêzên xwe yên çekdarî berevî li ser sînorê bi Sûrîyê ra kir û gef lê dixwer, ku wê êrîşên mezin bibe ser, eger Sûrîya serokê Partîya Karkerên Kurdistanê Ebdulle Ocelan ji welêt dernexe. Dijwar e bêjin, ku gelo ew yek bû sebeb, ku Demişqê biryara derxistina Ocelan ji welêt da, an di ser wê da sebebên mayîn jî hebûn. Di dawîya çirîya pêşin sala 1998a bi dewekarîya dîwana Sûrîyê Ocelan ji Sûrîyê derket û çendekê li Moskvayê ma, paşê çû Rûmê. Ocelan, ku di welatên Awropayê da heqê sitara sîyasî ne sitend, çû Neyrobîyê (Kênîyayê) û li wir casûsên taybetî yên Tirkîyê (MÎT) bi teribandina normên hiqûqî yên navnetewî ew girtin û birine Tirkîyê. Li wir mehkema wî kirin bi gunehkarkirina “xayîntîya dewletê”. 29ê hezîranê sala 1999a dadgeha Tirkîyê li girava Îmraîlê cezayê kuştinê ji Ocelan ra derxist. Ev biryara dîwana tirka bû sebebê meşên kurda yên mezin di gelek welatên cihanê da. Problêma kurda li Tirkîyê di temamîya dinyayê da deng da. Civaka Awropayê û komên resmî yên çend welata bi awakî ciddî pirsa derheqa safîkirina problêma mafên kurda yên miletîyê li Tirkîyê bilind kirin. Elametîya serokê PKKê derheqa wê yekê da, ku dikarin bi cûrê sîyasî şerkarîya xwe ya ji bo bidestxistina mafên kurda berdewam bikin, teqileke nû da ewê pêvajoyê.

Şerkarîya partî û rêxistinên kurdên Sûrîyê jî aktîv bûn bona bidestxistina mafên kurda yên miletîyê-çandî. Çend partîyên kurda gihîştine hev û partîya “Yekbûn” saz kirin, destpê kirin rojname, kovar û bultên derxistin derheqa rewş û şerkarîya kurda Sûrîyê da.

Problêma yekîtîya şerkarîya kurda di şertên nû sazbûyî da, ji ber wê yekê jî aktûal dibe û rengekî nû werdigre, ku ber şêmîka sedsala XXIê jîyan rêyeke usa dide pêş me, ku lazim e careke din li cûre û mêtodên şerkarîya miletîyê yên berê vegerin, wana rasttir bikin. Vira gotina me derheqa bi aqilane û  bi hev ra xebitandina cûrên şerkarîya miletîyê yên cuda-cuda da ne. Tiştekî ber çevan e, ku gerekê ji cûrên şerkarîya kurda ya miletîyê yên berê derbazî cûrên nû bibin.

 

•••

Berdewamkirina şerkarîya li Kurdistana Îraqê bona statûya otonomîyê rengê rasteqîn wergire, rola şerkarîya kurdên Îranê ya berbiçev di destpêka şoreşa îslamîyê û dû wê ra, şerê partîzanîyê bona naskirina mafên kurda yên miletîyê li Tirkîyê, kar û emelên partîyên kurdên Sûrîyê yên lêgal û nîvlêgal û karkirina dîyasipora kurda li Awropayê û Amêrîkayê bûne faktorên giring bona diha întêrnasyonalîkirina pirsa kurda ya miletîyê. Di salên 90î da zelal hate xuyakirin, ku faktora navnetewî, di wê da, tabîya Yekîtîya Koma Mileta û dewletên mezin, bi hêdî, lê gelekî kivş dibû bingehê serketina problêma kurda. Eva yeka di pêvajoya pêşdaçûyîna şerkarîya kurda ya miletîyê da serketineke mezin bû. Lê bi wê yekê ra tevayî jî, Koma Mileta û dewletên mezin hela bawerîyên xwe yên kevin û şaş hindava pirsa kurda da ne guhartine û ew yek nahêle, ku problêma kurda di sîyaseta navnetewî da cîyê layîqî xwe bigre. Ew yek ne tenê bi aktîvî karkirina sîyasî-dîplomatî ya wan dewleta va girêdayî ye, ku Kurdistan di nav xweda perçe kirine. Di wî karî da ew yek rola xwe dilîze, ku Koma Mileta hinek cara biryarên ne heq û carna jî yên dijî hev qebûl dike, di hêlekê da mafê her miletekî, ku bi xwe biryara qedera jîyana xwe bide, nas dike, di hêleke mayîn da jî dibêje, ku yekîtîya axê gerekê neyê perçekirinê û sînor gerekê neyêne guhartinê.

Bi vî awayî, rast e, di nav dehsalîyên paşin yên sedsala XXî da di pirsa safîkirina problêma kurda da pêşketinên baş û giring bûne, lê bi tevayî ew pirs hela nehatîye çareserkirinê û ew pirs wek mîrat derbazî nisleta hezarsalîya nû dibe. Em bawer in, ku xeyala gelê kurd ya bi sala-zemana derheqa serxwebûnê û Kurdistana yekgirtî da wê bi ser keve, û ew jî karekî pirêtap û dijwar e. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev