PEYVÊN JI BO TÊKILIYA NÊR Û MÊ

PEYVÊN JI BO TÊKILIYA NÊR Û MÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Çendî ku ev babet mustehcen e jî, lê di meseleyên olî û zanistî de şerm, eyb û mustehcentî tune.

Dîsa lêborîn ji xwendevanên hêja dixwazim.

Vê sibehê kevneserokê Komeleya Nivîskarên Kurd a li Swêdê rêzdar Silêman Demir, pirsek li ser babetê têkiliya hesp û mehînê ji bo min hinartiye. Ez xwe xwe sêwirîm û min got ku nexwe pêdivî bi weşandina nivîseke li ser babetê têkiliya nêr û mê jî heye.

Piştre min jî telefonê Pîrê Xerzanê rêzdar Ebdulah Celanî kir û alîkarî jê xwest.

Spas ji bo herdu biraderan.

Diyar e ku têkiliya nêr û mê, çi meriv û çi jî sewal û ajal bin, normal bi hevûdu re çêdibe. Ez ê navê têkiliya wan li jêrê binivîsim.

 

Pêşî sewal û ajal:

 

ÇÊLEK:

Dema ga yan conega radibe ser çêlekê, ji wê têkiliyê re GON tê gotin: Çêlekê GON xwar. Ga yan jî conega li çêlekê DAKET.

 

MIH û BIZIN:

Dema beran radibe ser miyê, tê gotin ku miyê GON xwar.

Ji bo bizinê jî, GON tê gotin.

 

MEHÎN:

Dema hesp radibe ser mehînê, tê gotin ku mehîn hate KIŞANDIN.

Lê dema hesp radibe ser mehînê, ji bo karê wî LÊDAKETIN tê gotin.

Hin caran li Kurdistanê mehîn ji keran jî têne kişandin û navê zarûka ku ji mehînê çêdibe jî HÊSTIR e.

 

MIRÎŞK:

Ji bo gona mirîşkê çi tê gotin nizanim, lê ji bo dîk FISkirin tê gotin. Yanî dîk fiss dike mirîşkê.

Dibe ku ji bo kevok û kew jî, FIS tê gotin.

 

PISÎK:

Di meha sibatê de, dema gonê pisîkan dest pê dike. Ji bo wan GONEVÊN tê gotin. Lê li hin herêmên Kurdistanê ji bo wan TIRNAWÎ jî tê gotin. Yanî dema TIRNAWÎya pisîkan e.

 

DÊLIK:

Dema gonê dêlikan tê û seg radibe serê, jê re BA tê gotin.

Gotineke Pêşiyan jî li ser wê yekê heye: ”Eger dêlik bi BA be, seg ji Bexda ye.”

 

DÊLEGUR:

Ji bo dêlegurê çendî ku BA jî tê gotin, lê bi piranî GONÊR tê gotin: Çaxê GONÊRa guran e.

Çewa ku nemir Ehmedê Xanî jî di Nûbihara Biçûkan de diyar kiriye, ji bo mirovan jî weha tê gotin.

 

. Navê têkiliya jin û mêr a cinsî, GAN e.

. Di karê GANê de, mêr NIYANdin dike.

Eger ew kar bi razîbûna jin û mêr be, GAN û NIYANdin têne gotin.

. Ji bo wî karî çendî ku KUTAN jî tê gotin, şaş e. KUTAN tenê di du rewşan de tê gotin:

a) Eger têkiliya cinsî ne bi razîbûna jinê be, ji bo mêr tê gotin ku filankeso KUTA filankesê.

b) Di çanda dijûn sixêfan de tenê KUTAN tê gotin.

Hêvîdar im ku ciwanên me li ser babetên wisa lêkolîn bikin û navê her tiştî bi rêk û pêk sererast bi kar bînin.

Zimanê Kurdî pir dewlemend e…

Dîsa lêborîn ji xwendevanan dixwazim…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev