ROVÎ, GUR Û HESP

ROVÎ, GUR Û HESP

Wisa xuya ye ku zanebûnên Feqîyê Teyranê ji Miksa Wanê

derbazî zuretê wî bûne û wî ewledê şîrhelal ev helbest hûnaye.

LA FONTEN

Lêanîn: Memê Miksî

 

Dibên demek ji deman

Roviyek xort û yeman

Çi dît li mêrgeke xweş

Diçêre hespekî beş

Ji ber hêwanek wiha

Nedîtiye ta niha

Jê ma metel û heyret

Baz da hat her wekî jet

Gote gurekî xeşîm:

Birako ez felişîm

Gur gotê: Çi qewimî?

Bêje malnehedimî

Gotê: Li wê mêrga jêr

Ajalek zik dike têr

Gelek tor û qelew e

Du ewqas jî bedew e

Ku Xwedê qismet bike

Ev nêçîr ne hindik e

Ji goştê nazik û ter

Xwe jê bikîn girover

Gur gotê: Erê. Baş e

Te qenc lê kir temaşe?

Dan li alek xwarinê

Gelo em dikarinê?

Rovî gotê: Kekê min

Lehengê wek te kêm in

Bi kelbek û du pençan

Ew di cih da bide can

Gur bi evê gotinê

Çû li alemek dinê

Dev vekirî ma hingav

Ji difinê rêz bû av

Bi kelecan rabûn ev

Ber dan hespî di gel hev

Hew dîtin hespê rehwan

Qest kir bireve ji wan

Hêjan alaz nekirî

Bi rûyekî bişirî

Rovî da hespî selam

Got: Nav bi xêr ezxulam

Hespê zana û çavnas

Got: Ser çavan dostên xas

Xwediyê min li malê

Nav danî li ser nalê

Ez ê rakim sima xwe

Hûn jî binêrin naxwe

Ey xoşewîstên bi rêz

Kerem bikin werin nêz

Ji ber ku ev tîpên hûr

Yeqîn naxiyên ji dûr

Rovî gotê: Bibore

Xwendinî bi min zor e

Dê w bavan ji xîzanî

Nedam xwendin dizanî?

Ez kesekî cahil im

Ne wekî gur bilbil im

Bi evan meth û pesnan

Ser li gur rabû esman

Wiha qurre û kubar

Ber bi siman ve bû xwar

Hespî jî rakirin ling

Ji nişkê ve got ” Dirring”

Cohtik çawa li dev da

Diran şikestin tev da

Û baz da çû bi qevzî

Gur di xwînê gevizî

Rovî jî gote gurî

Bêguman evî karî

Gotineka bapîran

Xweş piştrast kir ez heyran

Dibên “Kesî biaqil

Ca nebîne derd û kul

Divê xwe ji yê nenas

Biparêze dostek xas”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev