YEK JI ÇIVÊN DERÛNIYA ME YÎ CIVAKÎ

YEK JI ÇIVÊN DERÛNIYA ME YÎ CIVAKÎ

Husên Duzen

 

Derûniya civakî ya gelan xwe bi șêweyên cûda rê me dide. Carina li ser axaftin ne hêsan e, ji ber ku sergirtî xuya dike, ligel ku mirov bala xwe baș bidêyê xalên bingehîn zû tên dîtin jî.

 

Min dil heye ku ez bi mînakekê li ser xaleke ji ҫivên derûniya civakî ya kurdan rawestim:

Berî bi salan rojekê ez li Qoserê bûm șahid ku mamosteyekî çend șimaq li kurê xwe yî pênc șeș salî xistin. Ez șașwaz mam. Min got flankes tu ҫawa wek mamoste bi vî șêweyî li zarokekî dixî, qe nebe divê te li ba min nekira û ji xwe wek mamoste divê tu zanibî ku divê mirov li zarokên vî temenî nexîne.

 

Pêșî mamosteyê me ҫend peyv di ber xwe de gotin, mîna ku bibêje hûn yên li Ewropa mayî tevli her tiștî dibin. Piștî ku nerî ewê nikaribe meșrûtiyeta wan șeqaman bi min bide pejirandin, rabû ҫû pirtûkek qelind a pedagojiyê ji refika xwe derxist û dest bi xwendina ҫend rêzên ku divê mirov li zarokan nexe kir. Min ji hêrsa hew xwe girt û got, ka dev ji xwendinê berde ji min re bibêje, bê seba ҫi te li kurikî xist, ligel tu dizanî divê te ew nekiriba.

 

Bersîva wî bêdengiyeke mezin bû.

 

Belê, ne tenê di warê perwerdeyê û siyasetê de wisa tev digerin hin welatiyên me. Di wêjeyê û nirxandina wê de jî ev fenomen gelek caran derdikeve pêșberî me; pêșî tiștekî ne li rê dikin, piștre jî bi hin agahdariyên tevahî -gelek caran ansîklopedîk- ecacê li derdora xwe radikin.

 

Wek ku ne ew bin ên ku berî belavkirina wan agahdariyan, berovajî wê tevgeriyabin.

Ev fenomen rê li ber pêkhatina hin pîvanin tevahî digre. Rastî û derew tev li hev dibin. Estetîka hunerê jî dibe qurbana ҫivên êqil. Di warê siyasetê de ev mekanîzma bêtir tê bikaranîn, lema gelek ҫewtî her tên dubare kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev