Nameyên evînî – 130

Nameyên evînî – 130

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

Nameya vê carê taybet e. Nûra ezîza ber dilê evîndarê xwe ji ezîzê xwe hêvî kir, ku li ser wêneyekî xwe yê di emirê 13 salî da teskteke gorî Nameyên evînî binivîse. Kerem bikin mêze bikin çi jê derket:

 

Nivîsa ser wêneyekî evîndarê Nurayê

 

¤¤¤

Di wêneyê da ez yê ortê me û 13 salî me. Wan salan di serê min da hezar xeyal hebûn. Hilbet, xeyalên ji hedê min zêdetir tunebûn.

Ew hemû xeyal kêm-zêde pêk hatin. Lê berî 6 salan xeyaleke ji hedê min zêdetir pêk hat. Du salên pêşin min bawer ne kir, du salên din min bawer kir, lê nedikete serê min. Ev du sal in min him bawer kirîye, him jî ketîye serê min.

Lê niha li benda pêkhatina xeyaleke dawî me, ku xeyala ji hedê min zêdetir pêkhatî tam û temam be. Lê ez bi xwe ji Xwedê naxwezim, ji ber ku Xwedê dikare bersiveke ha bide:

-Ma qey dema min xeyala ji hedê te zêdetir da te, te ji min xwestibû? Li bendê be! Eger dixwezî bizanibî min çi daye te û ezê çi di ser da zêde bikim, ezê bi nimûneyekê bêjim: -Min xwerina bi hemû tametîskan, bi şîr û şekir, bi helew û qelî-qewirme daye te, dimîne ez kevçî û çetel bidim. Tirsa ku ji zewqê dikarî bi xwe va herî an biteqî, min heta niha nedaye. Lê bizanibe, tiştên dayî ruhî ne, tiştên ezê bidim fîzîkî ne. Ruh êdî zora fîzîkîyê birîye…

Êdî bira tu kes nebêje, ku reqema 13 reqemeke ne xêr e! 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev