Serpêhatiya eşîra Masekan hetanî sala 1915-an

Serpêhatiya eşîra Masekan hetanî sala 1915-an

Têngîz Siyabendî

Di vê beşê de ez hinek agahiyên ku min li ser eşîra Masekan lêkolîn kiriye bidim. Ev eşîr yek ji mezintirîn êlên êzidîyan e, ku ew êl heta serê sedsala berê, di nav axa Împaratoriya Osmanî de dijiya û piştre bi darê zor hat koçberkirin. Ezê derbarê vê yekê bi hûrgilî di beşa duduyan de binivîsim. Lê niha divê em dest bi rêwîtiyekê bikin û di nav dîrokê de kûr bibin da bi rêya vekolînê rastiyên veşartî vebibînin û derxine holê. Erê ev karekî hêsa nîne, lê divê mirov ji dijwariyê netirse û her tim li ber xwe bide. Ev kar ji ber tunebûna çavkaniyên pêbawer diha dijwar û zehmet dibe. Mixabin sedema herî mezin jî bêdewletbûn e ku gelek bûyerên dîrokî nehatine parastinê yan jî hatine guhertinê. Ji bilî vê yekê jî gelek agahiyên dîrokî nehatine nivîsandinê û bi devkî gihîştine me. Bêguman ger hemû serpêhatî,bûyer û agahiyên devkî yek bi yek bêne nivîsandinê û parastinê. Ji ber ku ji bilî wan êdî tu agahiyên din tunene û eger van tîştan jî neyênparastinê wê sibê ew jî winda bibin. Min di vê nivîsa xwe de hewl daye ne tenê hemû agahiyên devkî ku ketine destê min de,lê herwiha tiştên nû jî ku di van salên dawî de qewimîne binivîsim. Da ku nifşên nû wek çavkaniyekî pêbawer sûd jê werbigirin …

Navê Masekî di nav hin nivîsên pîroz ên Êzidiyan de tê derbaskirin. Ji bilî vê yekê derheqa eşîra Masekan ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ di Şerefnameya xwe de jî nivîsiye. Bedlîsî destnîşan dike ku ev eşîr di bin fermandariya Mîrgeha Botanê de jiyaye. Heger em li jîndariya Bedlîsî (Şeref-name) tev bigerin Bedlîsî di Şerfnamê de dibêje ku Mîrgeha Botanê di çerxê çardehan (14) de hatiye damezrandin. Her weha em dibînin ku gelek eşîrên Kurdan di bin fermandariya Mîrgeha Botanê de jiyane, wekî Bohtiye (Bextiye, Xaltaniyê (Xaltî), Birozî, Şîldî, Birke Çêlka, Donbelî, Fokî, Mehmûdî, Şêx-Bizinî Bilane, Masekî, Şêrwanî, Bîkan, Meman Hesinan, her weha piraniya van eşîran ji eşîrên kurdên Êzidî ne[1].

Niha werin bi hev re bibînin ka Masekî li ku û çawa pêşde hatine, wateya navê wan çi ye …

Masagetî – Masekî

Masekî hema eynî Masagetî û nîjada meda ne.

Bi giştî ji nivîsên Heredot tên zanîn[2],[3] wekî ji vir 2500 sal berê di navbera derya Xezer û çemê Arazê de konfederasyonek bi navê Masagêtî hukim kiriye [4]. Nivîskarê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç di pirtûka xwe ya bi navê «Serwerê Med Aştiyago» de destnîşan dike ku konfederasyona Masagetan ji eşîrên kurd Saka (Şedadî), Reşkotan, Alan, Masekan (Masekî) û Baktîryan pêk hatiye û navê xwe ji eşîra Masekan wergirtiye[5].

Girîng e ku em bizanibin ka nivîskar û lêkolînerên biyanî derbarê Masagetan çi nivîsîne. Berî ku em di vê mijarê de kûr bibin pêwîste ku em li vir destnîşan bikin wekî gelek nakokî di navbera wan de heye. Lêkolîner koknasiya peyva Masagetî ji hev cuda û ne wek hev şirove kirine. Schmitt, destnîşan dike ku nivîskarên Bîzansî peyva Massagetî wekî peyvek kevnare ji bo Hun, Tirk û Tataran bikar anîne[6]. Beşek ji wan dibêjin ku ew eşîra îskîtiyan bûye[7].

Lê Herodotus dibêje ku Masagetî beşek ji îskîtan nînin,lê bi cil û awayê jiyana xwe dişibin îskîtan. Ew hem li ser hespan û hem jî li ser piyan şer dikin,qet metodek jî ji wan re ecêb nîne: ew tîr û kevan bikar tînin, lê çeka wan a bijarte bivir e,welatê wan tune lê pir tûnc û zêrê wan heye … Ew genim naçînin, lê bi pez û masiyan dijîn, yên ku di Çemê Erazê de pir hene û ew bi piranî şîr vedixwin. Xwedayê ku tenê ew diperizin roj e …

Hin kes jî dibêjin ku ew di nav gelên din de helyane û tune bûne. Lê ev yek wisa nine.

Emê di vê beşê hewl bidin bi rêya lihemberîhevkirina çavkaniyên piralî,bi rêya vekolînên cihêreng rastiyeke tam pêşkêşî we bikin.

Hin versyonên koknasiya payvê Masagetî:

Wilhelm Tomasek û Josef Marquart wê nêzîkê masîoya Avestayî, ango masî dikin. Ji ber vê yekê, ew bi paşpirtika pirhejmar -ga, ew masyaka – masyaga pêşde tînin, û wê bi peyama Strabo re hevber dikin, yê ku nivîsandiye ku hin ji Masagetan (ewên ku di zalokan de dijîn) masî dixwin. Bi gotinên din, Tomasek û Marquart bawer dikin ku wateya Masagetî masîxwar e (kesên ku masî dixwin).

Bi zimanên pehlewî û avestayî, pêşgirê massa tê wateya “mezin”, “giran”, an “xurt” [8]. Li gorî çavkaniyan tê gotin ku masagetî hozeke ji gelê Gûtî ye û wateya navên wan koma segan e. Bi rastî jî peyva se bi gelemperî ji bo koma kûçikên nêr tê bikaranîn. Li ba me çîrokekî wisa jî heye ku ew yek piştrast dike. Dibêjin ku hebûye wext wekî xwestine eşîra Maseken bi tevayî ji rûyê dinyayê tune bikin. Jiberku ew şerkar bûne û nexwestine bikevin di bin desthlatiya eşîrên din de. Ev yek dîrokzan Heredot jî piştrast dike [9]. Û di dema şerekî mezin de hemû zilamên masekan dîl digirin û dikujin,lê dibêjin ku komek biçûk a zilaman tenê reviyane û rizgar bûne. Loma gotine ma seg(k) awa gotî komek kûçikên nêr rizgar bûye.

Hin nivîskaran, wekî Alexander Cunningham, James P. Mallory, Victor H. Mair, û Edgar Knobloch pêşniyar kirine ku Masegetan bi Gutiyan re werin girêdan (B.M. 2000 Mezopotamya). Gutî an Kûtî di demên kevnar de miletekî koçer ê Asyaya Rojava, li dora Çiyayên Zagrosê bûn. Welatê wan wekî Gutîyûm dihat nas kirin[10]. Ji ber ku agahiyan derbarê Gutiyan de bi zimanê wan tunene, zanyar pêşniyar dikin ku lêkolîner pişta xwe bi çavkaniyên derveyî ve girêdin – bi gelemperî nivîsên pir alîgir ên ku ji hêla dijminên wan ve hatine çêkirin. Mînak,çavkaniyên Sumer bi gelemperî Gutî wekî mirovên “bextreş”, barbar û tacîdar ên ji çiyayan – li Zagrosa navîn li rojhilatê Babîlê û bakurê Elamê nîşan dikin[11]. Nakokiya di navbera Gutiyûm û Împaratoriya Akadî bi têkçûna împaratoriyê ve,dawiya hezarsaliya 3-emîn a Berî Zayînê ve tê girêdan. Dûv re Gutî derbasî başûrê Mezopotamyayê dibin û xanedana Gutî ya Sumer ava dikin. Lîsteya padîşahê Sumer destnîşan dike ku Gutî piştî hilweşîna Împaratoriya Akadî li ser Sumer çend nifşan hukim kiriye[12].

Hezarsaliya 1-emîn a Berî Zayînê Gutiyûm ji deşta Mezopotamyayê berfireh dibe û hemî Medya rojava, di navbêna Zagros û Dîcleyê de digire nav xwe[13]. Êdî eşîr û deverên cûrbecûr yên li rojhilat û bakurê rojhilat bi gelemperî wekî Gutî an Gutiyûm dihatin binav kirin. Mînak, salnameyên keyanî yên aşûrî destnîşan dikin ku Med an Manna navê Gutî bikar tanîn. Heya ku di serdema Kuroşê Mezin ê farisî de, generalê navdar Gubarû wekî “waliyê Gutiyûmê” dihat binavkirin. Zana destnîşan dikin ku padîşahiya Gutiyan di nav eşîrên wan de hatiye dabeşkirin[14]. Li gorî dîrokzanan, bav û kalên kurdan yên neîranî eşîrên Gutiyan in, ku B.Z di sedsala 1-an de di nav eşîrên Mediyan de hêdî-hêdî heliyane bûne bav û kalên kurdên nûjen a bi navê Med,lê navên xwe yên etnîkî winda nekirine: K(g)utî,Kurtî, Karda, Kordûx, Gurdiyanî, Guranî, Gurtî. Ev navên ku li jorê hatin rêzkirin di berhemên dîrokzanên kevnar ên Ksenofon, Strabon, Ptolemeus û yên din, û her wiha di berhemên dîroknûs û erdnasên ermeniyan de jî derbas dibin. Navê welatê kal û bavên kurdan di nav xebatên dîroknasên Roman û Yewnaniyan de “Kordûyena”, “Gordî”, di nav dîrokzanên ermeniyan de “Warê Kordûxan”,”Kordêk”,”Welatê Medan” û hwd. Di dîroknasî û kronolojiya ermeniyan de Kurd wekî Med têne bîranîn. Çavkaniyên Asûriyan jî Medan wekî K(g)utî dihesibînin. M. Çamçyan û X. Înçîçyan dinivîsin ku Kurd ji Medan pêşde hatine, ku ewana (kurd) bi navê Med hatine naskirin û wan re dibêjin Kurd û ew devera ku ew lê dijiyan jê re Kordux dihat gotin. Li gorî gelek zanyaran Mediya (678 B.Z – 550 B.Z.) dewletek Kurd bûye. M. Xorênatsî bi gelemperî behs dike ku Mediya li ser sînorê rojhilata Ermenistanê bûye[15]. Piştî ku Koroşê Faris padîşahiya Medan hilweşand û serdestiya Mediyan bidawî kir, gelek eşîrên Medan hêdî-hêdî ji çiyayê Zagrosê derketin û li çiyayên Ermenistanê bicîh bûn. Piştî vê yekê êdî kurd dest bi jiyana eşîretiyê dikin. Ji hev cuda xanedan û mîrgehan ava dikin. Yek ji wan jî xanedna Masagetan e ku wê demê de gelek deng vedabû.

Li gorî hin çavkaniyan Koroşê Mezin di encama şerê di navbera masagetî û ferisiyan de miriye[16]. Wê demê Tamrîsa seroka konfederasyona Masagetan bûye. Koroş kurê wê bi navê Spargarpî perçe-perçe kiribû û wê jî serê Koroşê jêkiribû. Bi vî awayî hem toleya kurê xwe û hem jî toleya Medan hildabû.

Li ser mirina Koroşê Mezin Herodotus dinivîse:

[1.201] Gava ku Koroş serfiraziya Babîliyan bi dest xist, wî xwest ku Masagetan jî bixe bin serweriya xwe. Dibêjin ku Masagetî miletekî mezin û şerker e, ku li rojhilat li pêşberî çemê Erazê rûniştiye.

[1.211] Koroş rojekê hat nav axa Masagetan … Gelek kes hatin kuştin, lê bêtir dîl hatin girtin, di nav wan de kurê şahbanû Tomrîsa Spargapîs jî bû,ku fermandarê artêşê bû.

[1.214] Tomrisa hemû hêzên xwe kom kir û bi Koroşê re şer kir. Ez viya dihesibînim ku ew şerê herî dijwar di navbera ne-yewnanan de bûye ku heya niha rû daye …. Wan demek dirêj şer kir, û di dawiyê de Masagetan bi ser ketin. Piraniya leşkerên faris di gel Koroşê Mezin hatin kuştin.

 

Çavkanî

[1] Şerefname, Şerefxanê Bedlîsî, s.1998, rûpela158, weşanxaneya Apecê

[2] Karasulas, Antony. Mounted Archers Of The Steppe 600 BC-AD 1300 (Elite). Osprey Publishing, 2004, ISBN 184176809, r. 7.

[3] Wilcox, Peter. Rome’s Enemies: Parthians and Sassanids. Osprey Publishing, 1986, ISBN 0-85045-688-6, p. 9.

[4] Herodotus, The Histories, 1.202.

[5] «Serwerê Med Aştiyago», Fêrgîn Melîk Aykoç, weşanxaneya AR, 2018

[6] Schmitt 2018.

[7] Unterländer, Martina (March 3,  2017).

[8] Rishi, Weer Rajendra (1982). India & Russia: linguistic & cultural affinity. Roma. p. 95.

[9] Herodotus, The Histories, 1.202.

[10] ETCSL. The Sumerian King List Archived 2010-08-30 at the Wayback Machine. Accessed 19 Dec 2010

[11] Eller, Jack David (1999). Kurdish History and Kurdish Identity. p. 153. ISBN 978-0472085385.

[12] ETCSL – Sumerian king list

[13] Van De Mieroop, Marc. “GUTIANS”. Encyclopædia Iranica. Retrieved 29 March 2012.

[14] ETCSL – The victory of Utu-ḫeĝal

[15] N.X. Maxmûdov, Gelê Kurd (bi ermenî), Weşana Dewleta Ermenistanê, Yêrêvan, 1959

[16] History and study of the Jats:with reference to Sikhs, Scythians, Alans, Sarmatians, Goths and Jutes.

 

P.S. Wêne ji Demnameya xudanê nivîsê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev