Mesrûr Barzanî: Hêj jî hêzên neyasayî ji Şingalê derneketine

Mesrûr Barzanî: Hêj jî hêzên neyasayî ji Şingalê derneketine

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, rêkeftina Şingalê hêj bi temamî nehatiye cîbicîkirin û got, “mixabin hêj hêzên neyasayî li navçeyê hene û berpirsyariya vê yekê dikeve ser milê Bexdayê.”

“PKK ji Şingalê derneketiye û rêkeftin nehatiye cîbicîkirin”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Em çaverê ne rêekftin bê cîbicîkirin. Lê mixabin weke xwe nehatiye cîbicîkirin” û got, hêzên PKKê yan ewên ser bi PKKê ve, ji bo çend demjimêrên diyarkirî baregehên xwe vala kirin û paşê bi cilûberg û unîformên nû vegeriyane nav Şingalê û “mixabin hinek ji wan di bin navê cuda de di nava saziyên hikûmeta federal de hatine wergirtin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mana hêzên PKKê û ewên ser bi wê partiyê ve li Şingalê wek astengiya sereke ya li ber cîbicîkirina rêkeftinê dizane û dibêje, “Hikûmeta Iraqê di wê yekê de berpirsyarê sereke ye, ji ber ku niha dosya emnî li gel Hikûmeta Iraqê ye.”

“Em piştgiriya diyalogê dikin”

Serokwezîr Barzanî di bersiva pirseke têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand, ew piştgiriya diyalogê dikin, lê tekez kir, “Nabe aliyek ji ber hêz û desthilata xwe, xwe li ser aliyên din bisepîne.”

Mesrûr Barzanî got: “Em piştgiriî li her diyalogekê dikin ji bo ku bigihin rêkeftinekê ku di berjewendiya xelkê de be.”

“PKKê navên çiyayên me jî guhert”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a konferansa rojnamevaniyê de, behsa hebûna PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, “PKK xwe weke alternative hikûmetê dibîne.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Mixabin ji ber hebûna PKKê û bomberanên li navçeyên sînorî 700 gund nehatine avedankirin. Ji ber astengiyên PKKê 139 gundên din jî hatine valakirin. Ev ne di xizmeta xelkê Kurdistanê de ye.”

Mesrûr Barzanî dibêje, PKK, “Navên deverên me, çiyayê me jî guhert. Li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê tekane cihên ku ala Kurdistanê lê hatiye qedexekirin deverên di bin kontrola PKKê de ne. Ew xwe weke alternatîvên desthilatê dibînin.”

“Xelk divê bizanin daxwaza xwe arasteyî kê dikin!”

Mesrûr Barzanî amaje bi xwepêşandanên van rojên dawiyê li sînorê herdu parêzgehên Silêmanî û Helebceyê kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel xwepêşandanên aştiyane û daxwazên rewa yên xwepêşanderan e, lê rexne li aloziyan girt û got: “Ya ku me di van çend rojan de dît, hin kesan arasteya xwepêşandanê guhertin.”

Têkildarî heman mijarê, Mesrûr Barzanî da xuyakirin, Hin kes hene li ser navê xelkê sivîl diçin nav xwepêşandanan û paşê aloziyan derdixin, ku “ew kes ji aliyekî derve ve tên arastekirin.”

Destpêka kongreya rojnamevaniyê Mesrûr Barzanî behsa civîna Encûmena Wezîran kir ku li ser xwepêşandan û giftugoya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû got, “Me weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlek daye bo çareserkirina wan girîftên rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûne û vê rewşa nelibar baş bikin, em dê li gel hikûmeta Iraqê jî hemû hewlekê bidin bo bigihijin rêkeftinê.”

“Pirsgirêka me tenê ne mûçe ye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, “Pirsgirêka me ne tenê mûçe ye, lê bi hemû şêweyekê mafên me tên binpêkirin. Destûreke me heye, çend sal in tê binpêkirin. Lewma divê xelk hevkar û piştevanê me be bo dîtina çareseriya pirsgirêkan.”

“Ew a rû da planeke dijî statuya Herêma Kurdistanê ye”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistan amaje bi wê yekê kir, ku hin kes xewnê bi têkbirina statuya Herêma Kurdistanê dibînin û tekez kir, “xelkê Kurdistanê divê agahdar bin ku planeke ciddî heye bo têkdan an biçûkkirina statuya Herêma Kurdistanê û divê em agahdar û yekgirtî bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, di aloziyên van rojan de, “Pêşmerge bi gulleyê qenas hatiye şehîdkirin û bi RPG û narincok êrîşî baregehan hatiye kirin, ewên wan karan dikin xwepêşander nînin, erkê me tevan e ku rûbirûyê wan bibin.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Tişta vê care rû da, tenê rûbirûyê hikûmetê nehat kirin, lê bo têkdana qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û planek e. Divê bereya parastin û parêzerên Herêma Kurdistanê rê nedin ev statu ye bê jinavbirin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, niha du bere (enî) hene, yek bereya parêzerên Kurdistanê û yan din bereya têkderên statuya Herêma Kurdistanê ne ku bi hemû awayî hewl didin vê statuyê ji nav bibin û got, “Piştrast bin Kurdistan dê ji vê ezmûnê jî bi awayekê serkeftî derbas be.”

“Me ti hincetek bo Hikûmeta Iraqê nehiştiye”

Li gor gotina Mesrûr Barzanî şanda danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê bo giftuyo derbarê pirsgirêkan de bike û diyar kir, “Me ti hinecetek nehiştiye bo ku em li gel Hikûmeta Iraqê bigihijin rêkeftinê. Kêşeya me ne tenê mûçe ye; nasname, xak, destûr û mafên rewa yên gel, ev jî kêşe ne, heta niha jî zeviyên cotkarên Kurd tên dagirkirin. Me her hewlek daye wan erkên li ser mile Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bikin. Lê ev du alî yedivê Hikûmeta Iraqê jî cîbicî bike.”

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê derbarê cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî ku rêkeftina destpêkê kengî dibe daîmî? Mesrûr Barzanî got, “Rêkeftin niha li gel hikûmetê ye û paşê jî divê biçe aliyê parlamentoyê. Niha top li meydana Herêma Kurdistanê nemaye û erkê Hikûmeta Iraqê ye pêngav biavêje û cîbicî bike.”

“Xelkê Sûriyê di nav xwepêşanderan de hebûn”

Berî niha kadirekî Komela Îslamî ji Rûdawê re ragihandibû ku xelkê derve di nav xwepêşanderan de hebûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî amaje bi destekî derve kir di xwepêşandanan de û got, “Di nav xwepêşanderan de xelkê Sûriye û xelkê derveyî Herêma Kurdistanê hebûn. Divê pirsyar ji berprisên wan navçeyan bê kirin ka çawa hatine, lê ya em dizanin bi navê koçberiyê û bi mêvanî beşek ji wan hatine.”

“Ne rêkeftina 50 salî ye û ne firotina pêşwext a petrolê bo Tirkiyê”

Derbarê gotegotên ku têkildarî rêkeftina 50 salî ya petrolê ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di medyayan de tên gotin jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê red kir ku ti rêkeftineke pêşwext a 50 salî ji bo firotina petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hebe.

Mesrûr Barzanî têkildarî vê yekê got: “Bi ti awayî rast nîne, kabîneyê berê bi neçarî biryar dan petrolê hinarde bikin, ji ber ku pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê hatibû qutkirin. Ew girêbesta 50 salî ya ku hinek kes bi nerastî derbarê wê de qise dikin, tenê ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê di rêya axa Tirkiyê re ye. Wate ew girêbest li ser boriya petrolê ye ku petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê hinarde dike. Bi ti awayî petrol bi awayekê pêşwext bi Tirkiyê nehatiye firotin û ti rêkeftineke pêşwext a petrolê, ji bilî ya li gel Tirkiyê ya li ser boriya petrolê, li gel ti welatekî din nehatiye kirin.”

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev