BAVÊ NAZÊ: HÊSIRÊN GOTINA BÊGOTIN

BAVÊ NAZÊ: HÊSIRÊN GOTINA BÊGOTIN

Berhemeke delal ji LÎSê

Bavê Nazê di vê novela xwe de, pirsyara ”dînîtiya bi aqil” dike ku Îsmaîlê dîn, wekî dînekî ku di nav mirovên xwe biaqil dihesibînin de, li ser sê taybetiyan di nav civakê de heyî dibe: A yekem; Îsmaîl bi zarokan re şer dike. A duyem; Îsmaîl diçe keran. A sêyem; Îsmîal dilbijokiya jinan dike.

Lê Îsmaîlê ku li gor hesabê ”mirovên biaqil” dîn e, bi axayê mezin ê meyxur re diyalogeke wiha datîne:

– Îsmaîl, ka were, bi me re vexwe!

– Axe, ez û vexwarin?

– Bo çi? Qey tu bûyî sofî?

– Na, ez nebûme sofî, lê her ez venaxwim…

– Îca bêje, ji ber çi?

– Axe, heger hûn vedixwin, ji bo ku hûn bibin weku min, lê ku ez vexwim, ez ê bibim weku kê?

Gava em bi xwendina novelê de diçin, em hay jê dibin ku; ”hêsirên gotina bêgotin” girîna Sarê ya ker û lal e û evîna wê ya bi Metînî re ku her bi çav û dil bi hev re diaxivin û ji hev fam dikin.

Û mirina trajîk a Sarê,

Û kuştina Îsmaîl ya bi destê axê ku tirane bi bêaqiliya axê dikir…

lamher dimîne wek ”gotina bêgotin” yek ji wan xisletan, ji dînîtîya wî re dibe destnîşan ku ew jî cilkên wî yên dirîyayî û şerê wî bi zarokan re. Bi taybet kengî zarokan bi qêrînî digotin: «Îsmaîlê dîn!» û bi keviran didan pey, ewî geh baz dida û geh jî, bi wan re dikete pevçûnê. Xisleta wî ya duyemîn ku nav pê dabû; sêkstîya wî bi mêkaran re û dilbijokîya wî bi dîtina jin û keçan. Bi xwe, di vî warî de gelek efsane dihatin gotin. Lê here çi xisleta wî ya sêyemîn, hişmendîya wî ku li ser pirsîyarên axayî dîyar dibûn. Û bi vê xisletê wergirtina leqeba «Dînê bi aqil».

Û axayê mezn: Çawa Îsmaîlê dîn, navdarîyek xwe bi sê xisletan hebû, weha jî axayê mezin xwedî sê rewiştên xwe yên taybet bû: pirbûna jinan, pêgirêdana bi meyxweşîyê û tiranepêkirina bi kesên dîn.

U Metînê ku bêbav mezin dibe.

Û diya wî ku xwesû û xwezûr lê ferz dikin an dê bi tîyê xwe yî heft heşt salî re bizewice, an jî nikare kurê xwe hilde biçe piştî mirina mêrê xwe, lê ew yek jî naneqîne û dibêje, “ez ê bimînim ba kurê xwe” û mirina bavê wî ji kurê xwe vedişart bi sondekê. Lê rojekê ew bi destê kurê xwe digire û dibe ser gora bavê wî.

Metîn bi dê, wekî kurê Xecê, dayik bi kur wekî dayika Metînî tê nasîn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev