Şaristaniya terazûyê li hemberî leganperestî û doxînperestiyê

Şaristaniya terazûyê li hemberî leganperestî û doxînperestiyê

Omitê Mistefê

Di çanda îslamî de aboriya jiyanê li ser pişta “ga” û “masî”yî hatiye destnîşankirin, ango jiyan li ser hilberînên bejahiyê û deryayî bi rê ve diçe; bi texmîna min ji ber vê yekê ye ku di çanda gelêrî de qala “ga-masî”tê kirin. Min di zaroktî û nûgihaniyê de gelek caran ji devê mezinan dibihîst ku wan behsa masiyekî dişibihe gayekî an jî gayekî ku dişibihe masiyekî dikir. Tiştê balkêş ew e ku kurdan ev çanda îslamî gihandibûn hev û jê têgihîneke nû çêkiribûn; bi gotineke din, ne xwe ji gayî ne jî ji masiyî bêpar kiribûn, formûleke hevpar dîtibûn ku dilê her du aliyan jî nedihiştin û gihiştibûn lûtkeya “dadwerî”yê. Helbet gava masî bişibihe gayekî yan jî ga bişibihe masiyekî hinek fonksiyonên xwe winda dike, ne tam dibe ga ne jî tam dibe masî; mirov ji vî şeklê nû hêzeke nû bi dest dixîne, ji bo vê hêza xwe ya dualî dev ji hinek hêzên xwe yên yekalî jî berdide.

Dibe ku sedemeke dîrokî ya vê yekê jî hebe; jixwe Kurdgalnamek destnîşan dike ku Madê Mezin ber bi Deryaya Romayê (Egeyê) û Madê Biçûk jî ber bi Hind û Sindê çûye. Hinek çavkaniyên ewropî yên destpêka sedsala 20an didin zanîn ku di navbera bajarê Meletiyê yê bakurê Kurdistanê û bajarê Miletê yê Lîdyayê de pêwendiyeke nijadî heye. Bêguman di dewrana dîrokê de kurdan gelek caran warên xwe guherandine, li cihinan koka wan biriyaye/qeliyaye, li cihinan akincih bûne, warên xwe neguherandine û heta niha jî li wir in; lê her du rewşan de jî diyar e ku kurdan xwe gihandiye erdên avî jî, li warên dêm (bêav) jî jiyane.

Peyva “şaristanî”yê ya ji “şar”ê pêkhatî hem tê wateya “şeher” û “bajar”î hem jî tê wateya “mirov”î; wê hingê bi paşgira “-istan”ê jî tê wateya “şehervanbajarvanî” û “warê mirovahiyê”. Îcar çi pêwendiya “şaristanî”yê bi “legan” û “doxîn”ê re heye? Ji bo şîrovekirina rastbûna vê sernavê dixwazim qala çend mijaran bikim.

Li gorî gotina gotindaran, berê jî li Çînê zêdehiya serjimariyê û kêmasiya xwarinê hebûye; di heyama Şoreşa Çandî de gava du mirov hatine ba hev, piştî hal-xatir pirsînê gotine hev: “te îro tiştek xwariye?” an jî “te îro çi xwar?”. Kesên van salan çûne Têranê jî dizanin: gava tu di danê nîvro yê xwarinê de herî firoşgehekê û xwediyê wê jî li ser xwarinê be, divê tu rawestî heta ku ji xwarinê rabe, tu bibêjî “ez ê malê dukana te gişkî bikirim” jî gava te ev gotin ji bo kesekî li ser xwarinê re gotibe şermeke giran e. We dît ku xwarin, ango “legan” ji bo gelên rojhilatî çiqasî girîng e.

Ji bo “doxîn”ê jî dîsa dikarim bibêjim ku bi awayekî gelemperî çanda rojavayî çandeke tecawizkar e û di vê heyama pêşketina teknolojî û zanînê de jî dev ji vê çanda xwe bernadeye. Heke we dîroka bajarê Pompeiyê xwendibe, bermayeyên bajarvaniya wêrane dîtibin, destdirêjiya zarokan a li dêr û kiniştan a heta niha jî berdewam dike bihîstibe hûn ê ji vê gotina min şaş-mehtel nemînin.

Piştî evqas galegalê dem hatiye ku em mijara “terazû”yê zelal bikin. Di kurmanciyê de peyvên “terz”“terazû” û “terizîn/terizandin”ê ji heman rayekê (kokê) tên. “Terz” tê wateya “awa, cure, rêbaz, pîvan”ê; “terazû” wateya “alava teşedayînê, pîvandin û kêşan”ê dide; her wiha lêkera “terizîn”ê bi mehneya “teşegirtin û ketin qewareyeke pîvandî” tê bikaranîn û “terizandin” jî “teşedayîn, di qalibekî de rokirin” e. Hinek kes bi şaşî peyva “terzî”yê digihêjînin rayeka “derzî”yê; lê di rastiyê de “terzî” jî ji “terz/terizandin”ê tê ku wateya wê “kesê ku terz û dirûvan dide tiştan” e. Heçî ku “derzî” ye, ew jî ji “derz û derizîn”ê (qelş-qelişîn) tê ku “alava dirûtina qelşên cil û bergan” e.

Kurdan di jiyana xwe ya rojane de girîngiyeke mezin daye “terazû” û “hevseng”ê; heta “çakil”ê jinan ê ku didine ser navmila xwe û pê avê dikêşin, “têr”ên ku diavêjin ser pişta ajelên barkêş, “kêran”ê ku didine ser nîveka banê xaniyan û serekî maxan (darê zirav) jî didine ser wî kêranî, “nîr”ê gayan… û hwd bi qanûneke mantiqî ya zanistî ne. Bêguman dadweriya Hamûrabî û Nûşîrewan (Nêçîrvan) jî li ser xaka kurdan pêk hatiye. Îcar ez vegerim ser sernava xwe û bi kurtî dikarim bibêjim: Çanda kurdan a “dadwerî”yê hertim sînorek daniye ber karên têkildarî legan û doxînê; bi gotineke din, kurdan tu carî mafê bêsînor nedaye kar û fantaziyên zik û berzikê, aşik û navranê. Mirov dikare bibêje ku kurdan ardûyê xwe yê di legan û doxînê de bi aboriyeke rewa bi kar aniye; xwe hînî terazûya bikaranîna vî ardûyî kiriye û ji bo şaşbikaranînê sezayên exlaqî û madî sepadine.

https://umiddemirhan.wordpress.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev