Berhemên kurdzanên me – 229

Berhemên kurdzanên me – 229

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Serî ha tê binavkirinê: ”Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da”. Em îro beşa pêşin raberî we dikin, heftêya bê beşa duduyan bixwînin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Yekîtîya Sovyet, Brîtanîya Mezin, Îran û pirsa kurdan di salên 1941-1943an da -1 

22ê hezîranê sala 1941ê dest bi dewrana nû û biryardar ya Şerê Hemcihanê yê Duduyan bû. Êrîşa Almanîyayê li ser Yekîtîya Sovyet rewşa gêostratêgîyê ya tevaya herêma Asîya Roavayê ji bingehê va guhart. Dewletên hevalbendên Almanîyayê venedişartin, ku dixwezin axa di navbera Behra Sipî û Okêana Hindîyê da bikine bin kontrola xwe. Ji başûr û başûr-roavayê, ango li bakur û bakur-rohilata Afrîkayê, ew ax ji alîyê ordî û flota îngilîsan da dihate parastin (bi parleşkerên Fransîyayê yên bi serokatîya de Goll, paşê jî bi leşkerên Amêrîkayê ra tevayî) û hevkarîya Îtalîyayê-Almanîyayê nikaribû zora wê bibe. Li bakur û bakur-rohilatê, ango li Asîya Başûr-Roavayê, hêza dewletên Roavayê ne pir xurt bû. Tirkîye û Îran gotibûn jî, ku wê xwe li riya nêytral bigirin, lê şik li ser helwêsta wan hebû û ew helwêst zêde bi encama opêrasyonên Almanîyayê va girêdayî bû. Nikaribûn hêvîya xwe danyana ser ereban, ku xwe ziyankêşên Îngilîs û Fransîyayê dihesibandin. Serketina Almanîyayê ya demkurt di hindava Yekîtîya Soveyt da, ku şerê sereke li herêma wê ya Rohilata Nêzîk tevrabûbû, wê ji bo dewletên Roavayê xwedî paşmayînên giran bûya. Lema jî parastina aramîya Kurdistanê, ku li herêmê xwedî kemala stratêgî bû, ji bo tevgelên koalîsyona dijîhîtlêrîyê pirsdanîneke pir giring bû. Û sîyaseta hevalbendan, berî gişkî jî ya Brîtanîya Mezin û Yekîtîya Soveyt di pirsa kurdan da, bi van bawerîyan va dihate rêvebirinê.

Eva problêmeke biçûk nîbû. Kurdistan dikaribû bibûya sebeb, ku şer derbazî Asîya Roavayê bûya, bal kurdan dikaribû hêvîyek peyda bibûya, ku ewê zûtirekê ji bin nîrê Enqereyê, Tehranê, Bexdayê, dagîrkarên Îngilîs û Fransîyayê rizgar bibin. Cêribandina kurdan tunebû bi “azadarên“ (alman û îtalî xwe wek azadar nîşan didan) xwe ra bidin û bistînin, lê zordar û cezakarên berê ber çavan bûn. Eger em behsa îdêolog û nasyonalîstên kurdan bikin, ku wan deman piranî li Sûrîyê û Libnanê diman, em dikarin bêjin, ku di destpêka şêr da di nav wan da hêzên dijî faşîstîyê hindik bûn. Lê nasîst wan deman li Rohilata Navîn pir aktîv bûn. Xebata wan ya cesûsîyê-jihevxistinê, ku xwesma di havîna sala 1941ê li Îranê pir xurt bû, gerekê bingeh saz bikira bona leşkerên faşîstîyê ser axa Rohilata Nêzîk ra xwe bigihînine Kavkazê35.

Îran li Asîya Roavayê di navbera Brîtanîya Mezin û Yekîtîya Sovyet da bû erafê dijderketina sîyasî û piştî 22ê hezîranê pêşî bû hevalbenda Almanîyayê, paşê jî ya Îtalîyayê. Brîtanîya Mezin himberî herdu dewletên din xwedî serdestîyan bûn, ji ber ku hêza wan ya leşkerî bi dirêjaya sînorên Îranê xurt bûn, lê alman û îtalîyanî, ku li Afrîka Bakur-Rohilatê û Sûrîyê di hêla leşkerî da têk dabûn û li Îraqê jî di hêla sîyasî da zora wan biribûn, li Îranê her tenê dikaribûn bi mêtodên zordarîyê karê xwe bimeşînin, ku zêde kardar nîbû. Li Londonê û Moskvayê biryar kirin bi lez vê yekê bi kar bînin.

Di navbera du mehên havînê yên pêşin yên piştî êrîşa Almanîyayê li ser Yekîtîya Sovyet, hukumetên Sovyet û Brîtanîyayê bi her alî zor li ser Tehranê kirin, ku ew dest ji piştgirîkirina Almanîyayê bikişîne û alîkarîyê nede cesûsîya Almanîyayê ya li welatê wî, ku dijî wê lihevkirinê ye, ku Îran di şêr da gerekê nêytral be û ewê derheqa vê yekê da hela di 4ê îlonê sala 1939an da îlan kiribû (hukumeta Sovyet ev yek di 26ê hezîranê sala 1941ê da testîq kir). Lê Şah û hukumeta wî ne dixwestin, herwiha nikaribûn jî, pêwendîyên xwe yên nêzîk bi dewletên dagîrkar ra bibirin36. Wek bersîva vê yekê, 25ê tebaxê sala 1941ê leşkerên Sovyet û Îngilîs ji sînorên Îranê derbaz bûn, ketine axa wê, leşkerên Soveyt çûne ber bi bakur, lê yên Îngilîs – ber bi başûr. Qaşo berxwedana leşkerên Îranê serhevdu du rojan kişand. Tevgelê wan bûyeran gênêralê Îranê Hesen Arfa dinivîse, ku ordîya Îranê tam ji hev ketîye û di ser da zêde dike, ku kurdên ser sînorên bi Îraqê ra bi alîkarîya kurdên Îraqê leşkerên îranî bê çek kirin û bi jimareke bê hed û hesab mezin çek ji xwe ra birin37.

Ordîya Sor ber bi Bakur-Roava û Bakur-Rohilata Îranê diçû, ango bakurê Tehranê, lê leşkerên Brîtanîyayê çûne beşên welêt yên Başûr-Roavayê û Başûr-Rohilatê. Pêşî warê dawî, ku leşkerên Sovyet gerekê bigihîştanê, Senendec bû, lê paşê ew ber bi bakur çûn, gihîştine Mehabadê, heta riya Ûşnûyê-Mîandobê, lê hukumê Sovyet belayî li ser warên din jî bûn, wek Kurdistana Mukrîyê bi bajarê wê yê sereke – Mehabadê va, ku “devereke nêytral” bû. Di nav demeke kurt da li hev kirin, ku xeta Sekkiz-Serdeşt bibe xeta, ku leşkerên Sovyet û Îngilîs hev cuda dike38.

Bi vî awahî, li bakur-roava Îranê ev war ketine nava zona Sovyet: Azirbêcana Îranê, ango herêma çemê Ûrmîyê (Rizayê), heta ber sînorên Sovyet, ku azirî û kurd lê diman, û Kurdistana Mukrîyê bi navbenda Mehebadê va. Ev war jî diketine nava zona Brîtanîyayê: herêmên kurdan – Kêrmanşah û Senendec û deverên dîrokî Fars, Bextîyar, Lûristan, Xûzîstan (Erebistan), ku li wir eşîretên ne farisî dijîtin, di nav wan da lûr û bextîyarên, ku bi xwînê va merivên kurdan bûn. Xên ji wê, li bakur-rohilata Îranê (Xorasanê), ku dervayî axa Kurdistanê bû, eşîretên kurdan diman (bi turkmenan ra tevayî) û ew jî dikete nava zona Sovyet. Hema ew yek tenê wisa dikir, ku him Yekîtîya Sovyet, him jî Brîtanîya Mezin bi dilbaristanî berê xwe bidine kurdan û di hindava wan da xemxur bin.

Pirsdanîna serokatîya leşkerîya Sovyet li Îranê ew bû, ku aramîya paşleşkerên Pişkavkazê biparêze, ku di havîna sala 1942an da girêdayî bi wê yekê ra bû pêşenî, ku alman li başûr zora Ordîya Sor birin û berê xwe dane Kavkazê. Ji bo wê yekê lazim bû, ku berî gişkî xeta hesin ya Transîranîyê normal kar bike, ji ber ku bi wê rêyê barên leşkerî digihîştine Yekîtîya Sovyet, ku bona şerkirinê pir pêwîst bûn (piranî jî ji Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî dihatin). Bi dirêjaya bakur û bakur-roava wê riya hesin axeke berfireh hebû, ku eşîretên ne farisî lê diman, di nav wan da kurd jî. Him bona Yekîtîya Sovyet, him jî bona Îngilîs pêwendîyên bi eşîretan ra di hêla stratêgî da pir giring bû û armanca wan pêwendîyan ya sereke parastina kanên neftê yên Îraqê û Îrana Başûr, herwiha komûnîkasyonên li devera Tengava Farizistanê û Okêana Hindîyê bûn.

Ji bo hevalbendan ew problêm ne tenê ya leşkerî, lê herwiha ya sîyasî bû jî. Mesele di wê yekê da ne, ku ketina leşkerên Sovyet û Îngilîs li Îranê nedihate wê maneyê, ku ew welat tê dagîrkirin. Dema Riza Şahê neyarê nasîyan ji text hate xwarê û kurê wî yê genc û bê tecrûbe Mohemmed Riza hate ser text, ew yek him bi dilê Moskvayê bû, him jî bi dilê Londonê bû. Gelek serbestî dane Tehranê, ku paşê li konfêransa Tehranê ya sala 1943an hatine testîqkirinê. Ew yek ji her endameke hevalbendîyê ra dest dida (di dawîya sala 1942an Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî jî ketine nava wê hevalbendîyê), yên ku bi hev ra ketibûne pêşbirkê bona hukumê li ser Îranê bi dest xin: wana dikaribû strûktûrayên hukumetê ji bo berjewendîyên xwe bi kar banîyana û derketina dijî reqîbên xwe. Hevalbend tenê di wê pirsê da hemfikir bûn, ku gerekê derkevine dijî karên dewletên hevalbendên faşîstîyê li Îranê û der û dorên wê. Di hemû pirsên mayîn da kêm-zêde nelihevî hebûn, lê îngilîsan û emirkanan di karê dijî Yekîtîya Sovyet da ser bawerîyekê bûn û yekdest kar dikirin.

Ji wan pirsan yên giring pêwendîyên bi eşîretan ra bûn, berî gişkî jî eşîretên kurdan ra. Mesele hukumê rêal bû li ser axake berfireh ya di hêla stratêgî û aborî pir giring da. Ber leşkerîya Sovyet û nûnerên sîyasî yên Yekîtîya Sovyet li Îranê pirsdanîneke dijwar hebû: çawa bikin, ku binecî bawerî bi wan bînin, ku di hêla sosîalî û kûltûrî da tu tiştekî wan bi hev ra tune û ew tam di bin hukumê serekên eşîretên xwe da nin û di hêleke din va jî binecîyên Îranê dagîrkarîya di dema Şerê hemcihanê yê duduyan da ji bîr ne kiribûn39. Ew yek jî gerekê bidana ber çavan, ku li zona di bin hukumê Sovyet da, ya li ser axa Îranê, kurd û azirî herdem dijminatîya hev dikirin, desthilata Îranê opêrasyonên cezakirinê di hindava kurdan da bi kar dianî û hevalbendên Îngilîs jî hewil didan navbera serokatîya kurdan û qumandarîya Sovyet xirab bikin û herwiha dijminatî dixistine nava eşîretan da, ew berî hev didan. Û ya dawî, cesûsîya Almanîyayê dest ji karê xwe yê jihevxistina wî welatî ne dikişand û ew karê xwe heta nîveka sala 1943an jî berdewam kir. Ji bo nimûne, cesûsên nasîstan (bi cesûsên tirkan ra tevayî) li Xoyê û Kotûrê, ku li bakur-roava Îranê ne, helan didane kurdan derkevine dijî Yekîtîya Sovyet40.

Bi wê ra tevayî jî hinek mecal saz bûn, ku sîyaseta Sovyet li Kurdistana Îranê bi ser ket. Wek ku W. Eaglton destnîşan kir, ew sîyaset di sal û nîveke pêşin ya dagîrkarîyê da ya “fesal û aqilane“ bû, Sovyet hewil dida hêrsa kurdan raneke û tu bingehan saz neke bona ew bi wan cesûsan ra bikevine nava hevkarîyê, ku li Îranê û Tirkîyê hebûn. Gelek çek û cebirxaneyên leşkerên ordîya Îranê, ku paşda vekişîyabûn, ji dest wan girtin û dane kurdan. Serekeşîrên kurdan, ku Riza Şah ew sirgûn kiribû, vegerîyane nava eşîretên xwe û xwe li sîyaseta Sovyet girtin. 30 kesên Kurdistana Îranê yên bi nav û deng (Qadî Mihemmed ji Mehebadê, Mecîd xan ji Mîandoabê) hatine vexwendinê Bekuyê (wisa xuya ye, di meha çirîya pêşin an jî çirîya paşin sala 1941ê) û ji hurmet û qedirgirtina serekê Azirbêcana Sovyet M. D. A. Bagîrov gelek razî û memnûn ji wir vegerîyan. Bi gotina Eaglton, nûnerên Sovyet, ku tevî hevraxeberdanên bi serekên kurdan ra dibûn, hewil didan deverên kurdan yên Îranê bikin warê aramîyê û qeyde-qanûnan û digotin, ku “kurd gerekê azadîya xwe ya miletîyê bistînin“. Wek ku emê paşê şirove bikin, sîyaseta Yekîtîya Sovyet li Kurdistana Îranê bi rastî jî sîyaseteke ciddî bû, lê wî çaxî kurd derheqa wê yekê da nizanibûn. Bi tevayî kurdên zona Sovyet ya li Îranê bi dilgermî leşkerên Ordîya Sor qebûl kirin û wana dihesibandin wek azadarên xwe ji bin nîrê Tehranê û bi her awahî alîkarîya wan dikirin41.

Qumandarîya leşkerên Sovyet, ku li navbenda Kurdistana Îranê û bakurê wê cîwar bûbû, karmendên Sovyet yên dîplomatîyê û konsûlxaneyan yên li Îranê, li Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê (li Tebrîzê û Rizayê) bi eşkere tevî karên hundur yên Îranê ne dibûn, wek nimûne tevî pêwendîyên hukumetê û desthilata cî bi miletên kêmjimar û eşîretên cuda-cuda ra ne dibûn. Cîgirê serekê Barêgeha sereke ya Ordîya Sor A. M. Vasîlêvskî û komîsarê leşkerî yê serwêrtîya opêratîv ya Barêgeha sereke A. S. Rîjkov 29ê çileya pêşin sala 1941ê ji sêkrêtarê wezîreta karên der A. A. Sobolêv ra gotin: “Tu îzbatî tunene, ku qumandarên me tevî karên Îranê yê hundur dibin. Welîyên herêman ji me ra gotin, ku tu gazinên wana li me tune. Emirî ser leşkerên Sovyet kirine ji her kesî ra qedexe bikin bikevine nava karên Îranê yên hundur“42. Di rastîyê da, hizûra leşkerên Ordîya Sor nikaribû tevgera kurdan ya miletîyê ruhdar nekira, ku ketibû ser riya pêşketinê. Serokatîya Sovyet bi tevayî piştgirîya wê tevgerê dikir û di wî karî da berjewendîyên dewletê ser berjewendîyên îdêatîyê ra digirt. Lê nîşanên wê tevgerê yên sêparatîstîyê, bi bingehê xwe va ya derebegîyê ne gelekî bi dilê Sovyet bû. Wek ku wê paşê bê gotin, Moskva mecbûr bû di pirsa kurdan da fesal be, bona bi Tehranê ra dijwarî dernekevin û pêwendîyên bi hevalbendan ra xirab nebin. Lê dîsa jî kurdên Îranê yên di zona Sovyet da diman fêm dikirin, ku Yekîtîya Sovyet niha pişta wan e, û ew yek hêz û bawerî dida wan bona şerê xwe yê ji bo rizgarîyê bi ruhdarbûn bikin.

Guhartinên di nava rewşa Îranê ya navnetewî û hundurîn da îdî di dawîya sala 1941ê da tesîra xwe li ser zona Sovyet hîştin. 29ê çileya pêşin li Mehebadê şêwrdarîya serekên eşîretên Kurdistana Mukrîyê hate derbazkirin, ku dikete nava “zona nêytral“ ya di navbera herêmên ji alîyê Sovyet û Îngilîs da zevtkirî. Li şêwrdarîyê herwiha serekên beşa bakur ya Kurdistana Îranê jî hebûn, ku leşkerên Sovyet li wir bûn jî (Ûşnûyê, Rizayê, Xoyê, Makuyê). Balkêş e, ku çend serekên bi nav û deng (ji bo nimûne, serekê eşîreta Mangur Îbrahîm axa) raste-rast digotin, ku lazim e “desthilata kurdan ya bi alîkarîya merivên ji Sovyet“ saz bikin43.

 

(dûmayîk heye)

 

35 Baylozê Yekîtîya Sovyet li Îranê A. A. Smîrnov di 10ê tebaxê sala 1941ê ji V. M. Molotov ra nivîsî: ”Alman bona organîzekirina tevrabûnên dijî Şah (eger li hev bê wê derbeyê jî bikin) van kesan amade dikin û rê nîşanî wan didin: serekeşîran (yên kurdan, lûran), ji ber ku şah bona wê yekê ber çavên wana reş bûye, ku desthilat hema bêje ji dest wan hildaye û eşîretan dizêrîne, zordestîyê li wan dike.

Alman di şerê dijî Îngilîs… wan serekeşîran (yên kurdan û lûran) bi kar tînin, ku eşîretên wan li rex sînorên Sovyet û Îranê dimînin û wana derdixine him dijî Sovyet, him jî dijî Îngilîs (DVP. Cild 24, M., 2000, hejmar 159, rûpel 229-230).

Ev têma bi hûrgilê di berhema S. L. Agaêv da hatîye ronîkirin (Îran: sîyaseta der û problêma serxwebûnê, 1925-1941, M., 1971, rûpel 329-337; dîsa ew: Împêrîyalîzma Almanîyayê li Îranê. M., 1969, rûpel 104-127) û ya Z. A. Arabacanyan da (Îran: dijderketina himberî împêratorîyan, 1918-1941. M., 1996, serê 8an).

36 Agaêv S. L. Îran: sîyaseta der, rûpel 329-336; Arabacyan Z. A. Îran: dijderketina himberî împêratorîyan, rûpel 177-186. Arabacyan ser wê bawerîyê ye, ku malûmatîyên derheqa zordarîyên almanan li Îranê di çapemenîya Sovyet da hatine zêdekirin, lê, wisa xuya ye, ku ew jî di hesabên xwe da şaş e. Binhêre: nivîsên dawî yên derheqa wê pirsê da: Orîşêv A. B. Sîyaseta Almanîyayê li Îranê berî şerê hemcihanê yê duduyan da. – Dîroka nû û ya here nû, 2002, hejmar 6; Ayhhols D. Meremên Almanîyayê di şerê dijî Yekîtîya Sovyet da: Derheqa cabdarîya serokatîya Almanîyayê bona sîyaseta agrêsîv û gunehkarîyên nasîsmê da. – Dîsa li wir.

37 Arfa H. The Kurds. An Historical and Political Study. L., 1966, rûpel 67.

38 Eagleton (Jr.) W. The Kurdish Republic of 1946. L., 1963, rûpel 14.

39 Binhêre: Lazarêv M. S. Pirsa kurdan (1891-1917). M., 1972, serê 8an.

40 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 202.

41 Dîsa li wir; Eaglton (Jr) W. The Kurdish Republic, rûpel 14-16, 23-24.

42 DVP. Cild 34, hejmar 353, rûpel 564.

43 Vîlçêvskî O. L. Tevgera kurdan ya miletîyê, rûpel 207.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev