Ji zargotina me – 229

Ji zargotina me – 229

Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye – 6

 

Malpera me biryar kirîye berhemeke delal ya Mele Mehmûdê Beyazîdî ya bi sernavê ”Adet û Rusûmatên Me ê Ekradiye” bi dîjîtalîze û sererastkirinên Qasimê Xelîlî beş bi beş, her heftê, roja yekşemê, di bin rêzenivîsa me ya ”Ji nimûneyên zargotina me”, bêy ku têkilî orîgînala berhemê bibe, çap bike. Îro em beşa wê a şeşan çap dikin.

 

Dîjîtalîze û sererastkirin: Qasimê Xelîlî 

Û bi xeyrî ji wan, setrenc û dame û gustêr, evne jî heyîne. Bi şertekî me’lûm dilîzin û yaxûd neme’lûm dilxwaz dilîzin. Her çî kesê ew lîz bir, ew her çî ku dilê wî bixwaze distînin. Mesela hespêd qenc û tiştêd nadir distînin. Dibe ku di şertê dilxwaz, keçan jî distînin; xweha wî weya keça wî distînin. Nikul (poşmanî), di şertê dilxwazîdanî nabitin. Her çî bixwaze elbette dê bidinê…

 

Dibe ku bê lîz şert digirin, ew jî şertê me’lûme dibitin. Mesela hesp û ziyafet û filan tişt û dilxwaz jî dibitin. Ew şerta jî wisan e ku di sîngê mesela kew û dîk û têran da cinaq (şertik) heye. Tînin ewî cinaqî, du merov dikêşin û dişkînin; êdî ew her du merov her çî yek mesela qelûnê û yaxûd fincana qehwê û yaxûd fêkî û tiştekî bidite destê merovê dinê, gerek ew şert daim di bîhra wan da bî. Ew merov ku mesela ewî tiştê dayî distîne, dê bibêjitin ku: “Min li bîhr e!”. Eger ewî merovê şert ji bîhrê kirî, “Min li bîhr e!” negot; ew mirovê ku ewî tiştî didite destê wî, îcarê ew mirov dibêje ku; “ya dest” an jî “şertik”. Weku ewî wilo got; ewî, şert ji oldaşê xwe biriye. Her çî şerta ew datînin eger ku di fikra oldaşê da weku ewî tiştekî dayî lê standî “Min li bîhr e!” dibêje, tiştek tune.  Ew şert baqî ye heta ew her du yek bi yekî bixapîne û ji bîhra a dinê biçitin û ji wî bibitin. Wisanî mirovêd bi bîhr heyîn ku ew şert nêzûkî salekê di nîva wan da dimîne. Paşê qanimî kê dibitin.  Ew şert zehf heyîn. Jin û keç; digel yekûdu, digel mêran bi şert dilîzin û ji yekûdu dibin. Ew jî dibe ku dilxwaz şert digirin û ji yekûdu şertî distînin…

 

Di nîv Ekradan da mektûb û kaxezêd wan Farisî, el îbare dibin. Xandina Tirkî û zmanê Tirkî kêm dizanin. Kitêbêd zmanê Tirkî li nik wan muteber nînin…

 

Û faîza dirafê li nik wan heram e. Ew dirafê bi faîz nadin. Bila ku exz û eda wan ekserî selm e. Ew jî babekî şer’î ye. Mesela, zaxîre û kavir û caw li aziran bi çend qurûşan tête firotin. Çend qurûşan ji bihaê kêm diditin û ewan li ser yekî selem dikitin, paşê şeş mehan. Paşê ewan tiştêd ku selem kirine distînin û bi kar difiroşin…

 

Û tehwîl û temesik di nîva Ekradan da kêm heyîn. Bila ku şahidan digirin. Li nik wan îtibara xeta û xatimê tunîne. Bila ku şahid lazim in…

 

Ekrad, ekserî eşyaêd mewzû ne bi Erebî bazar distînin û difiroşin. Erebî bazar ewe ku mesela rûn û penîr û herî her çî bibitin bi texmîn difiroşin, wezn nizanin. Îqbal zêde dibe û kêm dibe êdî poşmanî jî tunîne…

 

Mêrêt Ekradan, dirafê li nik xwe helnagirin. Her çî dirafêd wan hebe li nik jinan in. Jin, datînine heqîbêd xwe û di nîva pareyêd xwe vedişêrin. Zehfêd Ekradan xweyî dewlet, bi baran diraf di malê da heyîn. Bi wî dirafî hogeçan dikirin û ber hev dikin. Hezar êdî zêde. Îcarê celebêd Şam û Erebistanê, salê carekê ji boy kirrîna hogeçan têne nîva Ekradan. Bi baran zêr û dirafê û alacî û cîlêd û dirûyî tînin û ewan kirêd hogeçan bazar dikin û distînin. Û serîkerî jî adet bi xeyrî dirafê xelatekê distînin û resim hediyeyekê jî ew celeb didine axayê wê taifeyê ku hogeçêd wan kirrîne, lakin axayêd mezineşîran. Berî ewan jî serîkeriyan bacê bi zorê distandin û merov verêdikirin berayîya karwan û qeflan. Her kesek jî bi wî xweyîî cebrî, resmê bacê distandin…

 

Û axayêd eşîran berê ji êlan û taifeêd xwe merov tînan û hebs û talan dikirin û bixwasta merovek û du û sê di malêd xwe da qetl dikirin. Hakiman pirsa qetla wan mirovan nedikirin, lewranê ji taifa wî ne. Ew axayêd eşîran berê di ehkamêd eyalet û cîranêd xwe misteqil bûn. Kesekî pirsiyar nedikirin ku te ji boy çi ewa şola kiriye…

 

Ekrad zarokêd xwe hewerî sîlahşorî dikin; mesela, rimbazî û siwarî û tif’ingendazî. Evna, talîm dikin; zikr û fikrê wan daim ehwalêd şerî û dawayî ye. Ceng û cidalêd ku qedîm bûyîne, ji boy ciwanan neql dikin ku di filan şerî weha bûye û filan talanêdanî weha bûye. Tarîxêd şer û dawa qewî zêde hifz dikin…

 

Û Ekrad jî emrêd xwe bi waran û bi zozanan hesêb dikin. Tewarîxêd wan jî ew in. Mesela hesêb dikin ku em du salan li filan warî û hinde qederî li filan gundî bûyîne qişlaq. Bi wê hesêb dikin û emrêd xwe û hewadis û qewatêd (Qewa’adatêd) dinyaê çend sal bûye dizanin…

 

Û ekserêd hesabêd Ekradan bi hesaba şemsî ye. Qewî hesaba qemerî naemilînin. Meger ku ji boy Remezan û îd û mewlûdan, weku dinê hesabêd wan Romî ye.

 

Beran berdan û sedî (serî) pezêd wan jî dîsanê vî hesabî ye. Weku payîz nîvî dibitin, adet li nik wan kadan çêdikin û dibin diçine nik keriyêd mîhan û beranan jî dixemilînin û dibine wê derê. Îcarê ewan kadan belav dikin û dixwin, dikine sayî. Îcarê paşê beranan tevî keriyêd xwe dikin. Weqtê ku sed rojê beranan temam dibitin, dîsanê kadê û xwarinê çêdikin û şayî dikin, ji boy selametiya pezêd xwe…

 

Ekrad eger çi hinde xweyî pez û rizq in, lakin ji boy xwe mexsûsen pezan serjê nakin. Meger mêvanekî maqûl bêtin û yaxûd pezekî nexwaş hebitin, ewî serjê dikin. Lakin bi xwe dimirin, pezekî ji boy xwe serjê nakin…

 

Weku Ekrad mesela îqtiza bikitin şolekî ji boy yekî binvîsin, ewê xisûsê sariha esla di kaxezêd xwe da zikr nakin, di tirsin ku bila ku bi dest biyaniyan bikeve. Ew şewla paşê me’lûm bibe û yaxûd ew kaxez di dest wî mervî da bibite senet, îcarê di kaxezê da selam û dûan dinvîsin û zikr dikin. Ku heml wereqe baxêre yanî qewatîne lîsanê heye, hon bi wî îtibar bikin. Hinde dinvîsin û ew cewabêd ku bi tirsin û bi xef in ewan xeberan bi zman dibêjin. Qasdan ew jî diçin li wê derê ji boy wî merovî teqrîr dikin. Mimkun nîne Ekrad şewlêd bi mixatere esla di kaxezêd xwedanê zikr û beyan nakin. Îxtiyatî dikin û kaxezêd bê mohr di nîva Ekradan da bê îtibar e. Elbette dê mohr hebî…

 

Weku Ekrad bi rê ve diçin, eger li rê mesela ji heywanêd ku dirinde ne, mesela şêr û piling û gur û hirç ewan oxir hesêb dikin. Lakin eger weku heywanêd bê zerar weku rovî û guh û kerguh û êd mayî, evna şowm hesêb dikin…

 

Û amanêd (firaq) vala îynane (anîne) nîva malê û bi şev sîtil û amanêd betanî ji malê bi derînin evna şowm hesêb dikin…

 

Weku Ekrad çûne warekî û li wê derê şayed qran kete nîva pez û dewarêd wan û yaxûd zerarek li wî warî gihaye wan êdî dimirin naçine wî warî. Eger li qişlayekê mesela zivistan şedîd bibe û  rizq û heywanêd wan telef bibin, dîsanê ewî gundî şowm dizanin, êdî nakevine wî gundî…

 

Û dawa û nikahêd wan weku waq’ia dibitin ew meleêd ku li mala axayêd wan sakin dibin, ew mele marê dibirrin û fesla dawaêd wan dikin. Ekrad ji boy vana naçine bajêr û qesebe û gundan…

 

Ekserêd Ekradan bi navê daê têne gazî kirin. Mesela: Aloê Fatimê, Simoê Eyşê, Reşoê Elê… Û Ekrad jî weku Ereb û Efrencan bi du û sê bavan têne gazî kirin. Mesela: Memoê Elî Hemdan, Osoê Xidî Temran, Tosoê axaê Mendan… Evna bi du û sê bavan têne gotin…

 

Weku dinê ku nik Ekradan wisanî meşhûr û bawer e ku weku zarok têne dinyaê û ji daê diwelide, me’lûm e ku paşê navika wî dibirin. Gûya bi çi ku navika zarokî bibirrin gûya ew zarok weku mezin dibitin di wê şewlê da qewî mahir dibin. Mesela, weku navika kuran bi şûrî bibirin, ew kur şûrengîv û camêr dibî; eger navika kuran bi qelemê bibirrin, ew kur paşê ehilqelem û mele û katib dibî. Û navika keçan jî eger bi zêr û imaretê zêran bibirrin, gûya ew keçê dibite xanim û xatûn û xweyî cil û nîmet dibe. Eger nava keçan bi kil wesemeê bibirrin, gûya zêde spehî û rind dibin. Ev adeta li nik Ekradan mer’î ye û di nîva Ereban da jî heye…

 

Eger şayed jinêd Ekradan bi zehmet bizên û derengî bibitin, merovek dê bêtin ber derê wê xaneê û yaxûd wî konî, bi deng bang diditin; bi emrê Xwedê ew jin dizêtin û zû xilas dibitin. Carinan dibitin ku meazellah zarok der rehma daê da helak bûyî, nawelidin wisanî jinêd hazeq ji dayînan heyîn ku dermanan bixur dikin. Ew zarokê fewt bûyî bi xwe dikevitin û daê zarokê xilas dibitin.

 

Û hindik qişlaxêd Ekradan heyîn, zivistanê av esla bidest nakevitin. Berfê tînin û der mencelan da dihelînin û vedixwin û emilînin û heywanêd wan berfê dixwin…

 

Û Ekrad weku dijminahî digel yekî heyîn û bi eşkarî qiweta heyfê nebitin, îcarê bi xef ji wî merovî li heyfê digirin; yan jî gulekî, bi şev gulê davêjin û lê didin û yaxûd agirê barûtê davêne malê û yaxûd fesalê bibînin jarê didinê. Xulasa bi xef daim li wî dijminî dixebitin. Elbette dê zaferê pê bînin û zehf dibitin ku dicesîsinin û dijminêd xwe heta li ser nimêjê jî lê didin û dikujin…

 

Û axa û rîspiyêd wan her yekî jî bi wî mexsûsî malêd xwe du nefer pawan û bekçî heyîn. Bi şev heta sibehê yek li yalîkî malê û konî disekinin û  ya dinê li yalikî konî disekinî û digerin, heta ku sibê dibitin. Û bi xeyr ji wan zomeyî jî du nefer pawan heyîn. Her yek li kenarekî zomeyî ji dûr ve disekinin û daim guhdarin. Û ewan guhdaran jî seyêd dijwar li nik heyîn. Ji dûr ve reşayî û pêjnê seh dikin û direyîn û diçin. Îcarê pawan jî li pê wan diçin û seha wî reşî dikin. Eger dijmin e, filhal dibite şemate, xelkê zomeê jî pê da her hev dibin. Yanî du deqîqe nakêşe ku hemû ehlê zomeyê bi çek li wê derê hazir dibin…

 

Ekrad bi îhtiqat cahilîyê qewî bawerî bi şêxêd xwe dikin. Her millet û taifeyekî ji wan mexsûs şêx heyîn. Gûya eba û ecdadêd wan merovana salih û şêx bûne. Lakin niha eve ewladêd wan cahil û bê edeb û nezan zêde zehf heye. Malêd şêxan li çolê jî  bimîne nadizin û nêzûk nabin û ji xeberêd şêxan bi dernakevin. Weku nexwaş û dîn û barêd wan Ekradan dibin, ewan tînine malêd şêxên ocaxê. Û pez û dewaran qurban ji bo ocaxê tînin. Û ewî alîlî du sê rojan mala şêxî gûya li ocaxê dihêlin. Û ew şêx, bi daran ewî alîlî dikutin û benan ji boy wî alîlî girê didin. Gûya şifa dibînin. Eger miqedder bûye ew mirovê alîl fewt bû xilas dibe û diçite şewla xwe. Û îlla eger ecel nehatiye û ji wê îlletê xilas dibitin, êdî ew merov gûya çiraxê wî şêxî ye. Û li ber benê wê ocaxê ye. Sal bi sal elbette dewarekî dê ji boy wê ocaxê hediye  bibitin. Û kur û ewladêd wî merovî jî dîsanê li ber benê wî şêxî ye. Êdî ew mirov naçine nik şêxekî din. Weha bi vî terzî Ekradan her taifeyekê şêxêd wan heye û zêde pê îhtibarî dikin…

 

Û adetekî dinê jî li nik Ekradan heye, mesela weku merovekî ciwan, ezîzê wan weku nexwaş dibitin û nexwaşiya wî zêde şedîd dikitin, yanî di dereca mirinê dibitin û ji xwe bê xeber dibitin ku her kes gûya hêviya jiyînê ji wî merovî dibirrin. Mesela eger jin û yaxûd xweh û keçekê wî mirovî ciwan heye û yaxûd da heye, ev jinê ku xweh û keç, da û jin bêtin yek ji wan ku zêde mêla wê nexwaşî heye, îcarê ew jin radibitin di nîva wê meclîsê da sê caran li dora wî nexwaşî diziviritin û dibêjitin ku min canê xwe fedayî vî filan kesî kir, hon şahid bin ku bilanê Xwedê teala hayatê bidite vî nexwaşî. Her çî qeda û belaya wî heye bilanê bête min, eger emrê min heye bilanê ew mirg bête min. Ew jinik sê caran li dorê wî nexwaşî dizivire, weha dibêjitin. Carinan tesaduf dikitin ku bi emrê Xwedê teala ew merovê nexwaş ecel nehatiye paşê şifaê dibînitin û ew jinik ku weha ev ehda kiriye bi emrê Xwedê nexwaş dikevitin û fewt dibitin. Lakin ev adeta mexsûs e bi jinan ku der heqê mêr û bra û kurêd xwedanî dikin. Lakin jin ji boy jinan û mêr ji boy jinan û yaxûd mêran nakin…

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev